Wîkîferheng:demirhan-h

Ji Wîkîferhengê


h/H tîpa dehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê ezmandevî û qirikî ye, awayê belavbûna wê nîvdengdêr e ha! [I] çi ye ha [II] kîteyeke ku di wateya /wergire/yê de tê bikaranîn (ha ji te re) ha … ha … [III] ew jî dibe û a din jî dibe *"ha di hûr de, ha di tûr de" hacet 1. alav, halet 2. pêdivî *"barê hacetan, kes nikare rast bike" haf 1. huzûr, pêşber 2. qad, meydan -di hafa Xwedê de di huzûre Xwedê de hal rewş, temtêl *"heke bêyî mala me, tu dê bibînî halê me" -halê kûçikan rewşa dijwar -ji halê xwe razî bûn qîma xwe bi rewşa heyî anîn -hal û wext xweş bûn maldar bûn halan 1. awaz 2. newaya bilind *"halana dilan, ji halana bayî xurtir e" -halan dan 1. awaz berz kirin 2. bi newayeke bilind qîjîn halet amûr, alav -haletên avasaziyê alavên înşaetan halxweş 1. dewlemend 2. têrxwarî han [I] 1. teşwîq 2. niç, navtêdan -han dan 1. teşwîq kirin 2. nav tê dan, niçandin han [II] kîteyeke ku wateya cînavkên şanîdanê xurt dike wek: ew/ev wê/vê mala han handêr 1. teşwîqkar 2. navtedayî, niçandî hanê ha, han hangaj kotanê ku sewalan davêjinê û pê erdê cot dikin hanzûka pir bi lezgînî har [I] zordest har [II] kesê ku bi nexweşiya hişalozî û hoviyê ketiye, derdeseyî -har bûn 1. hov bûn, wehşî bûn 2. dîn bûn 3. H ji rê derketin *"jina bêkes har dibe, mêrê bêkes jar dibe" -har kirin 1. hov kirin 2. axozî kirin 3. newan kirin 4. dîn kirin û ji rê derxistin hasilat 1. derhat 2. hilberîna ku tê berhevkirin haş 1. sakin, aşt 2. tebitî -haş bûn 1. aşt bûn, sakin bûn 2. tebitîn -haş kirin 1. aşt kirin 2. tebitandin 3. asayî kirin haşa derî hafê -haşa ji huzûrê derî hafa camêran haşiye/haşî nivîsên li kêleka rûpelê hatin/tê/bê [I] 1. bûn 2. rûdan 3. qewimîn *"hat ji newalê, bû xwediyê malê" -hatin holê 1. qewimîn 2. rûdan 3. çêbûn hatin [II] dexl û debar hator mîrkutê ku kils pê tê kutan havên meya, firşik, hevîrtirş

  • "bê havên, şîr

to nagire" -havên bûn meyîn -havên kirin meyandin havil [I] 1. sûd, kelk 2. meslehet, berjewendî havil [II] bandor, tesîr havil [III] 1. biryar 2. pêwendî havildar pêwendîdar havî 1. sersar û axozî, derbider û aware 2. dînik 3. peza ku ji keriyê xwe vediqete û digihêje keriyekî din havî bûn derbider bûn havî kirin derbider kirin havîn werza germê, tavistan

  • "her çi jar e, li havînê

jî sar e" havîngeh malên ku havînan tên bikaranîn; sermiyan havlêk gêzî, siqayîl havrî bermaya xwarin û vexwerinê hawar 1. îmdad 2. bangawaziya ku pê destyarî ji cihekî tê xwestin hawar hatin ji bo kesê di tengavîyê de destyarî hatin hawar gihandin rewşa aliyê di tengaviyê de ragihandin aliyê destyar hawar kirin 1. (bi dengî, nivîskî an ji bi riya ragihandinê) destyariya lezgîn daxwaz kirin 2. qîjîn û gazî kirin hawir doralî hawirde bûjenên ku ji derve hatine standin; îdxalat hawirdor dorhêl hawirparêz dorhêlparêz 152 hasilat 153 hawîd palanê ku davêjin ser pişta hêştiran hawran puşiya bêmil a ku di ser kincan de tê werkirin haxam keşeyê cihûyan hay 1. xeber 2. salix 3. melûmat 4. agehî *"zikê têr, hay ji yê birçî tuneye" -hay jê hebûn 1. haj pê hebûn 2. pê hesîn 3. pê nasîn 4. tê gihiştin

  • "ber bi mino, hay jê tuno"

haydar 1. pêhesiyayî 2. xeberdar 3. têgihiştî haydan bergirî haydar bûn 1. pê hesîn 2. jê xeberdar bûn 3. tê gihiştin haydar kirin 1. pê hesandin 2. jê xebardar kirin 3. sergihayî kirin haylime teqereq hazir 1. amade 2. eywez

  • "behsa gur dikin, gur jî

hazir e" heb 1. lib 2. kit -heb ji hebê neqetandin bênavber yeko yeko li pey hev rêz kirin heba 1. beytu 2. dêrzbûyî heba bûn dêrz bûn heba kirin dêrz kirin heban derdanka ku xwarina şivên tê de tê danîn; eyarê şivaniyê -hebana xwe vajî kirin/ daweşandin 1. bi qasî zanîna xwe axaftin 2. bi qasî hêza xwe tev gerîn hebirman hinarê hişkirî hebişandin/dihebişîne/ bihebişîne 1. vegemirandin 2. bi çavçilî daqurtandin hebosan cureyekî çêreya ku jê eraqê jî çêdikin hebreş mendika toraqê hebûn/heye/hebe 1. xwedî bûn 2. berdest bûn 3. giyanewer bûn

  • "çiya, bi ser hev re hene"

hebûn-nasî retkoka ku sedema hebûnê wekî armanc dibîne hec di rojên wê yên diyar de serdana Mala Xwedê

  • "hec, bi silavan qebûl

nabe" hecel derhata aborî hechecik/hecîreşk cuyekî çivîkên ku dişibihe leqleqan; dûmeqesk heciqandin/diheciqîne/ biheciqîne pelixandin heciqîn/diheciqe/biheciqe pelixîn hecivandin/dihecivîne/ bihecivîne tevizandin hecivîn/dihecive/bihecive tevizîn heciz gerew, barimte heciz kirin gerew girtin, heciz kirin barimte kirin hecî kesê ku di rojên tawafê de çûye serdana Mala Xwedê -hecî poşman 1. kesê ku hanzûka ji sozê xwe vedigere 2. kesê ku hanzûka ji tewbeya xwe vedigere heç 1. şop 2. tûş -dan ser heça xêrê di riya qenciyê de meşîn -di heça nebaşan de têk çûn tûşî nepakan hatin û ziyaneke xedar dîtin heçî darekî devçeqel ê ku wekî Y'yekê ye û bi serê werisan ve dikin *"heçiyê feqîran, qelişî ye" -heçî lê qelişîn tûşî bêyomiyekê hatin û feşk li karê sewirandî ketin heçî ku (her çi ku) 1. her kî hebe 2. her çi hebe

  • "heçî ku li hespê hevalan

siwar e, herî peya ye" heçik heçî heçko ma qey hed tixûb, sînor -hedê xwe zanîn hay ji sînorê tevgera xwe hebûn hedar 1. biryar 2. tebat 3. aştî hedirîn/dihedire/bihedire 1. biryar wergirtin 2. tebitîn 3. aşt bûn hedîs hemû gotin, kirin û çespandinên ku bê derew ji Cn. Pêxember eleyhiselam hatine ragihandin -hedîs riwayet kirin (ji Cn. Pêxember eleyhiselam) salixên rasteqîn ragihandin hedîse bûyer, rûdan hedûr bilîn, haşî -hedûra xwe anîn pê bilîn û haş bûn hedûrî aramî û aştî -hedûrî pê anîn bêhna xwe pê fireh kirin hefidandin/dihefidîne /bihefidîne nixamtin û veşartin hefidîn/dihefide/bihefide nixumîn û heyibîn hefik qurtik, gewrî hefsar 1. bendê serê heywanan ê bê devgem 2. rêvebiriya kar û baran

  • "bûk li ser hespê ye,

hefsar li destê wê ye, hê jî kes nizane qismetê kê ye" hefsûdan cureyekî çêreya ku dikine nava toraqê; mendik heft 1. hejmara piştî şeşan û beriya heştan 2. jimareya 7'an *"heft çîrokên hirçê hene, her heft jî ser hermiyê ne" -heft bavan jê dûr bûn qet têkiliyeke eqrebatiyê 154 hecî 155 helal pê re nebûn heftane destheqa keda heft rojan Heftbira komstêra ku bi heft stêrên xwe ve wek çoçikê ye; Termê Merxê hefte/heftî her heft rojên demê heftek ji heft paran parek heftem(-în) di rêza heftan de hefteyî her heft rojan carekê heftê 1. deh heb heft 2. jimareya 70'î heftok lîstikeka ku bi beran tê lîstin heftreng keskesor heftûzk kînor heftyar keftar *"heftyar, bi axiftina xweş ji kunê derdikeve" heger heke, ger hej [I] 1. çiqilekî darê 2. giyayekî stûr û peraş î wekî çiqilekî darê -hejek di stûyî de dan çiqilekî serperaş di stûyî de werkirin -bi hejan agir vemirandin bi çiqilekî serperaş agir damirandin hej [II] 1. leq 2. liv 3. lerz û ricaf *"rovî nediçû qulê, hej dida teriya xwe" hejale 1. eware 2. lawaz 3. pejmûrde 4. yax hejandin/dihejîne/bihejîne 1. bi ba kirin 2. lerizandin 3. leqandin 4. ji cih livandin hejar 1. feqîr, xizan 2. bêkes, belengaz hejarî 1. feqîrtî 2. bêkesî hejde 1. hejmara beriya nozdehan û piştî hefdehan 2. jimareya 18’î

  • "hejdehê adarê, milyaket

hatin xwarê, gazî kirin biharê" hejesor sincîd hejhejok 1. sist, xav 2. livlivok, leqleqok hejik çiqilên ziravik ên badayî hejijîn/dihejije/bihejije 1. weşweşîn, milmilîn 2. qirqilîn hejîn/diheje/biheje 1. bi ba bûn 2. leqîn 3. lerizîn 4. livîn *"çiya, bi hejînê hilnaweşe" hejîr cureyekî fêkiyan e hejmar reqem, jimare hejmartin/dihejmêre/ bihejmêre 1. jimartin 2. bireqem kirin hekandin/dihekîne/bihekîne 1. kolan 2. lê gerîn heke eger, ger, ku *"heke deşt e, heke zozan e, rêberê pêz şivan e" helal tiştê ku Xwedê kirina wî azad kiriye *"kes156 ba helal, ji karkeran re ava zelal e" helal bûn ji aliyê Xwedê de azad bûn *"heram, ji çu kesî re helal nabe" helaltî rewşa helalbûnê

  • "bingeha hevaltiyê, bawerî

û helaltî ye” helal kirin ji aliyê Xwedê de azad kirin helale guleke sor e helan cureyekî kevirên ku zû tê darotin helandin/dihelîne/bihelîne 1. bi tîna germê herikbar kirin 2. rehn kirin 3. binevat kirin helar pîta êgir helaw 1. xwarineke ku ji ard, rûn û şêkir tê çêkirin 2. şirînayî *"helaw, ji şîrêzê çênabe" helbest xebata wêjeyî ya ku ristên wê kin in û li bin hev tên rêzkirin; şiêr helbestvan nivîskarê helbestan; şair helboqe xelboqe hele [I] 1. xeletî 2. çewtî hele [II] nêçîra bi komekî helebez 1. bi lezgînî, bi leza bê 2. karê ku li ser piyan û bê tidarek hatiye amadekirin helecan tepîna dilî helekok cureyekî çêreya çolê ye *"diyariya şivên, helekok e" heleşe kesê xemsar ê ku her çi bikeve destan xirab dike helisandin/dihelisîne/ bihelisîne 1. virçiqandin û tepisandin hev 2. (dirûvê resen) guherandin û wergerandin tiştekî din helisîn/dihelise/bihelise 1. virçiqîn û tepisîn hev 2. (dirûvê resen) xera bûn helî 1. nîvî 2. nivîşkan 3. ne gewherî helîn/dihele/bihele 1. bi tîna germê herikbar bûn 2. rehn bûn 3. (resenî) winda bûn *"berf dihele, erd dimîne" helîse tiştê ku hatiye guherandin û wergeriyaye hêvîrê wî tiştî -helîseya kartolan kartolên ku piştî kelandinê kirine pestîl helkehelk/hilkehilk 1. bi zorî hildan û dayîna henaseyê 2. bi rev û bez helmet 1. hucûm, êrîş 2. çalakî helperest 1. ezperest 2. berjewendîperest helwest 1. temtêl 2. rewş 3. rayîş 4. bertek -helwesta hevpar di tevgerê de yekitî helal bûn 157 -helwest girtin bertek nîşan dan hem [I] pêşgireke ku wateya tevahiyê dide peyvê, mînak: hemvelatî hem [II] dualiyê dide hevokê, mînak: hem şaş e hem jî faş e hema 1. di wê heyamê de, tafilê 2. ewqas jî têrê dike 3. xem nake *"bipêje, hema hê jî birêje" hemam serşoka gelemper

  • "hemam, bi tir û fisan

germ nabe" heman 1. eynî 2. wekî ya din -di heman katê de di eynî saetê de hemandin/dihemîne/bihemîne 1. çît kirin 2. ji bo ku qedexetiya tiştekî diyar bibe li dorê qûç û diyarde danîn hemayîl nivişta ku davêjin stûyî hember [I] 1. dij 2. aliyê din, muqabil -li hemberî min muqabilî min, pêşpalî min hember [II] hevraz hember [III] bergind, bergîdan hembêz paşil, paxil hembêz kirin paşil kirin hemd pa û pesna ji bo Xwedê hemdem 1. hevdem, hevçax 2. heval hemdemîtî 1. hevdemtî, hevçaxîtî 2. hevtementî hemete 1. muhafeze 2. berevanî -ji bo hemeteyê ji bo her îhtimal û bilaniyê hemete kirin 1. muhafeze kirin 2. berevanî kirin

  • " xwe ji moriya kulek

hemete bike" hemî hemû *"hemî çêlek tên dotin, hemî gotin nayên gotin" hemû 1. gişt 2. bêkêmasî

  • "hemû mêr, nabin

şêr" hemwate di heman mehneyê de; hevmehne hemwelatî di heman welatî de kesayetên civakê; hevwelatî, memleketî hemzik 1. ji heman zikî (xwişk û bira) 2. cureyekî xwarina kurdî ye hemzir kerê biçûk ê xurt henarîn/dihenêre/bihenêre hinartin henase 1. nefes, neks, 2. bêhn henc (r) nîşaneya bendikê ya ku di navbera du peyvan an hevokan de tê danîn, (-) hence 1. cihê qetînê yî zirav 2. cihê tenik ê ku şikestina wî nêzîk e -li ser henceyekê ye 1. hence ber mirinê ye 2. ber hilweşîn û rûxînê ye 3. hema dike ku bikeve 4. di xetereyê de ye hendef 1. cihê ku pêşveçûn tê de xetere ye û pir kûr e; hence 2. kendalê kûr ê bi xetere henderan 1. qurbetî 2. bêganetî 3. penaberî hendese zanista endazyariyê; mîmarî hene ecîneke ku tiliyên bûkê pê tên rengkirin henek 1. tirane 2. tinaze 3. laqirdî *"henekê wî henekê hirçan e" henekbaz 1. laqirdok, 2. tiranekar henek kirin 1. galte pê kirin 2. laqirdî pê kirin -henek pê kirin pê tirane kirin, laqirdî pê kirin heng [I] mêşa hingiv, mêşhingiv heng [II] di artêşê de desteyeke pir giran e hengame 1. sûresat 2. heys û beys hengkuj cureyekî gulan e hengur şevereş hepik alaveke tevn-raçandinê ye; kergît heq 1. maf 2. biha 3. deman

  • "cêr nû ye, kes

nabêje heqê wî çi ye" -Heq Teala Xwedê Teala heqaret neheqî -heqaret lê kirin neheqî lê kirin û biçûk xistin heqdest 1. mehane 2. destmiz heqîbe 1. xurcik 2. kîs 3. heban her 1. gişt 2. bi berdewamî -her car tim, hemasa -her çawa bi çi awayî hebe -her çend her çiqas -he çiqas çi miqdar hebe -her dem 1. her çax 2. her wisa -her gav û du gav tim û hemasa, bi minasebet û bê minasebet -her ji çi be sedem çi be -her kes mirov giş *"her kes, gurê roja xwe ye" -her tim her dem, her çax *"kêm kêm bixwe, her tim bixwe" -her tişt bêkêmasî heyber gişt -her û her heta hetayê -her wekî din/hwd hemû tiştên ku dişibihin vê rewşê wekî wê tên hesibandin hera 1. pirtir 2. dîtir 3. bêtir -hera bedew (mêza) bedewtirîn heram 1. qedexeyên Xwedê Teala 2. qirej û mirdar

  • "jina bi mêr, mêr di

158 hendef 159 herişandin ser re heram e" heram bûn 1. (ji aliyê Xwedê de) qedexe bûn 2. qirêj û mirdar bûn

  • "Behra Wanê, bi devê

tajiyekî heram nabe" heramî 1. qedexebûyî 2. diz, çilfis *"çil heramî, nikarin rûtekî bişêlînin" heran çol û berî heraret 1. tîn 2. sênc 3. germahî heraş keça xama herbilandin/diherbilîne /biherbilîne (bend) li hev alandin herbilîn/diherbile/biherbile (bend) li hev alîn herc û merc keft û left hereşe tehdîd, gef û gur hereşe lê kirin 1. tehdîd kirin 2. gef û gur lê xwarin 3. diran jê re sîqandin hereşo 1. teqereq 2. qîjevîj herewer movika ku du hestiyan digihîne hev herewez 1. paletiya nanoziko 2. karê hevpar herewezî hevparî herewezî kirin bi hevparî tev gerîn herewezkar kesê ku bi awayekî hevpar hin karan digerîne herez aşît, şepe herêm dever, mintiqe herêmkî li gor mintiqeyekê; deverî herf tîp *"heger ders be, herfek bes e" hergavî bi awayekî domdar; daîmî herheyî heta hetayê; sermedî heridandin/diheridîne /biheridîne dil şikandin herifandin/diherifîne/ biherifîne heriftin heriftin/diherêfe/biherêfe 1. rûxandin 2. hilweşandin herifîn/diherife/biherife 1. peritîn 2. pişirîn 3. xera bûn herikbar rewan, carî -çîrokeke herikbar çîrokeke lihevhatî a bênavbir herikîn/diherihe/biherike 1. (av) kişîn û çûyîn 2. bêastengî teşe girtin

  • "av, ber bi avaniyê ve

diherike" herimandin/diherimîne/ biherimine 1. berhewa kirin, berba kirin 2. felişandin 3. qedexe kirin 4. dêrz kirin 5. berevajî kirin herişandin/diherişîne/ biherişîne 1. çêrmê ser spîldax kirin 2. qalikê ser jê birin 3. (rûmet) şikandin û birîndar kirin herişîn/diherişe/biherişe 1. çêrmê ser selixîn 2. qalikê ser zede girtin 3. (rûmet) şikîn û bêqedr bûn herî [I] xweliya ku bi avê nerm bûye *"jina neqenc, heriyeke sar e" -herî di dêst de bûn zêr her çi kirin jê qezenceke pir zêde bi dest xistin herî [II] 1. pirtir 2. dîtir 3. bêtir -herî mezin (nêrza) mezintirîn herîkêl (piştî avdanê) kêlana zeviyên birincî di nav heriyê de herîkêl kirin (birinc) di nav heriyê de çandin herîrêtik 1. hezge 2. heriya herikbar herk 1. kişîna avê 2. gerîna gêrebayî hero 1. her roj 2. her dem *"bûka metê, hero li dawetê" hersim tiriha negihiştî; besîre, şilûr *"bav hersimê dixwe, diranê lawî diseqînin" herûm sewala ku asê dibe û diengire herwe 1. belaş 2. bêdirav hes 1. hîs, hest 2. sehek hesab 1. hejmarnasî 2. di kar û baran de bikaranîna reqeman 3. tedbîr

  • "heçî neke hesaban, dibîne

ecêban" hesab kirin 1. tedbîra xwe kirin 2. jimartin

  • "hespê xwe nal bike,

paşê riya xwe hesab bike" hesan kevirê tûjkirina alavên qutkirinê; xar hesan kirin 1. xar kirin 2. tûj kirin hesibandin/dihesibîne/ bihesibîne 1. hejmartin 2. nav lê kirin 3. texmîn kirin *"êvarê, hîv xwe roj dihesibîne" hesin madenê ku jimara wî ya atomî 26, giraniya atoma wî 55.847, siftiya wî 7.8, kurteya wî ya latînî Fe ye û di 1510 dereceyî de jî dihele *"hesinê kêrê ji hev û du be, ji hev û du naxwe" hesincaw alavên ji hêsinî hesinkar kesê ku hesinan li gorî endazeyekê ro dike hesinkêş lajwerdê ku hesin û polayê kaşî xwe dike hesk/hesik kefçiyê mezin ê ku xwarin pê tê tevdan û valakirin; kefçe

  • "dîzikê got: 'ez rind im';

heskê got: 'di te de dige- 160 herişîn 161 rim' " -heska nav malan kesê gerok û navmalagerî hesp lêsiwariya ku ji kerê mezintir e û nêrê mehînê ye *"dostê kevn, hespê zînkirî ye" -hespê sêwak hespê revo -hesp pê re bezandin pê re ketin pêşbirkê û hevrikiyê hesret 1. keser 2. xweziya dûr; bêrî -hesret kişandin ji zû de li benda tiştekî man û lewma axîn kişandin 2. pir bêriyê kirin hest 1. hêza pêderxistina tiştên nedîtî yên ku bi sehekan tên zanîn wekî serma, çêj; hîs 2. hêza pêderxistina tiştên razber ên wekî evîn, kîn û hwd -hestên yekî birîndar kirin dil şikandin, gêwil şikandin, êşandin -hest pê kirin 1. hîs kirin 2. tê derxistin hestan stranên koçik û dîwanan heste alava ku pê agir tê pêxistin; fendek hestem kevirheste hestiyar 1. hîstenik, bihîstyar 2. dilşewitî hestî parçeyên sext ên ku di lêş de ne û giyaneweran li piyan digirin *"ji ber segan, namîne hestiyên kewan" -hestiyê hinarike hestiyên ku di her du aliyên rû de ne -hestiyên qorikê hatin jimartin bûn kelaxê rût hestîhêr 1. hestîkoj 2. bi hêrs û rik hestîn/diheste/biheste 1. tê derxistin 2. hîs kirin hestîvk bêrika ku nanê firinê pê tê derxistin hesû heşû hesûd 1. dexes 2. çavnebar 3. kumreş heş dermanekî alazkî hêşîn ê ku êşên dêv û diranan dibire heşandin/diheşîne/biheşîne 1. dagirtin 2. tijî kirin heşaş 1. beşûş, devbiken 2. rûgeş heşifandin/diheşifîn/ biheşifîne (dema nivîsandinê) midad belav kirin heşr 1. roja mehşerê 2. sûresata giran -heşr û neşr 1. roja hesabdana qiyametê 2. pir zêde, mişt tijî heşt 1. hejmara piştî heftan û beriya nehan heşt 2. jimareya 8'an heştek ji heşt paran parek heştem(-în) di rêza heştan de heştê 1. deh heb heşt 2. jimareya 80’yî heştirme sewaleke lingdirêj, bibask û girs a ku di erdnîgariyên germ de dijî, baskên wê bi kêrî firînê nayên lê pir beza ye heştpê ajaleke zeryayî ye; extebot heşû pembûyê ku di navîna rû û betên de tê bicihkirin heta bi qasî maweyeke dîyarkirî û carinan jî nediyarkirî

  • "heta ku co

rast nebe, av tê re nakişe" -heta îro ji mêj ve ta niha -heta hetayê 1. her û her 2. bêdawî hetar pîşekarê kevirbiriyê hetav zerekiya tavê heter îsrar û pêkutî heter kirin îsrar kirin hetik rezalet -hetika yekî birin bêzar kirin hetikandin/dihetikîne/ bihitikîne 1. rezîl kirin 2. bizdandin 3. tengezar kirin hetikîn/dihetike/bihetike 1. rezîl bûn 2. bizdîn 3. tengezar bûn hetîk îftira hetîketî 1. rezîltî 2. perîşanî hetrek 1. derba zexm 2. lêdana bi tundî hev 1. wateya tevahiyê dide peyvê 2. wekî pêşgir, navgir û paşgir tê bikaranîn û wateya tevahiyê dide peyva nû mînak: hevraz, serhevde, rastênhev heval 1. razdar 2. hogir, dost *"mêr ew e ku di rojên teng de li hevalê xwe dipirse" hevalbend 1. mutefîq 2. tagir 3. alîgir *"li bajêr peldankê te hebe, li gundan mirovê te hebe û li riyan hevalbendê te hebe xemgîn mebe" hevalbendî 1. îtifaq 2. tagirî 3. alîgirî *"hevalbendî, nameşe bi bêbextî" hevalcih zarok an jî têjikê ku bi hevalekî ve hatiye dinyayê; cêwî hevaltî 1. hevpişkî 2. hogirtî hevanî ewanî hevbajar hemşehrî hevbend li kêleka hev hevbend kirin dan rû 162 heştek 163 hevpîşe hev hevbeş şirîkê di heman qadê de hevbiha bi heman biha û nirxî hevcar kotanê cotkirinê hevcure bi heman rengî hevçerx hemzeman û hevtemen; hevdem hevde 1. hejmara piştî şazdehan berî hejdehan 2. jimareya 18’an hevdehem(-în) di rêza hevdehan de hevdeng bi heman awaz û newayê hevdil 1. razdar 2. di heman ramanê de hev dîtin 1. hev nasîn 2. pergî hev hatin hevedudanî (r) peyva ji du hêmanan pêkhatî hevenav (r) navdêra gelemper hevêrke çember, daîre -hevêrkeya cemsera bakurî çembera ku ji bo veqetandina kîşweran wekî tixûb tê pejirandin hevês 1. kefa dêst 2. binê pê hevîr 1. ardê bi avê strandî; ecîn 2. pestîl 3. helîseya her tiştê vîrçoqî

  • "kesî, hevîrê xwe bi

kalî nexwariye" hevîrdiran merhema diranşûştinê hevîrtirş havênê hevîrî

  • "berf, hevîrtirşê erdê

ye” hevkar [I] 1. şirîk 2. hevpîşe hevkar [II] 1. noker 2. sîxur 3. alîkarê neyêr hevkarî 1. karbeşî 2. şirîkatî hevkêşe 1. hevseng 2. terazû -hevkêşeyên navnetewe yî hevsengên gerdûnî yên di navbera gelan de hevling zilamên ku jinên wan xwişkên hev in hevnasîn nasîna du aliyan a bi hev û du hevnav 1. bi heman navî 2. tişt an kesekî din -hevnavê min kesê ku navê wî wekî navê min e hevok (r) komeka peyvên watedar; cumle hevoksazî (r) bi awayekî rast rêzkirina peyvên watedar û peywirdar hevor nêriyê karxezalê hevpar 1. şirîk 2. hevkar hevparî 1. karbeşî 2. teqsîm hevpeyman 1. mutefîq 2. sozdayî hevpeyvîn 1. sohbet 2. guftûgoya ku nûçegihanek bi kesekî têkildar re dike hevpîşe di heman sinaet û meslekî de hevalên hev hevran dan, genim û cehê ji bo xwarinê -mişkan hevranê yekî qul kirin keda yekî tûşî karesatekê hatin hevraz 1. sereberjêr 2. dibûr -hevraz bûn quloz bûn û bilind bûn -hevraz kirin quloz û bilind kirin hevrê 1. hevalê heman rê û dirbê 2. hevalê heman raman û bîrdoziyê hevrik reqîb hevring meqesa ku pê pez û berx tên birîn hevrist dareke bêber a ku belgên wê mînanî pîjan e û her dem kesk e; qaj

  • "hevrist ne dar e, nêrgiz

ne bihar e, keç ne şûnwar e" hevsar hefsar, doxrişme hevser 1. jina mirovî 2. kita zoyekê hevsî cîran hevşî 1. sûra dora malê 2. sûra ku li dora guhera pêz tê jenîn hevşîre keça ku di zaroktiya yekî de ji heman çiçikî şîr mêtiye hevta 1. takêş 2. yekta, hinkuf hevûrî karê dusalî hew [I] 1. qet nabe 2. ji vir şundetir tu carî na -ez hew dixwim ez ji vir şundetir tu carî naxwim hew [II] derd, kul -hew dan (birîn) der bûn hewa 1. bûjena kîmyayî a ku giyanewer pê dijîn 2. tevgera kar û barên seqayî 3. hilm û gilm; nefes hewadar 1. cihê ku ba jê digire û lê bêhn naçike 2. servekirî, pêşvekirî hewal 1. nûçe 2. bûyer, rûdan *"kesê ne li malekê, nizane hewalekê" hewandin/dihewîne/bihewîne 1. êwirandin 2. sitirandin 3. xwedî kirin

  • “dil, dilan dihewîne”

hewar hawar *"ne dixwim savarê ne diçim hewarê" hewarî 1. hawarî 2. hevalbendên Cn. Îsa eleyhiselam -çûn hewariya yekî bezîn destyariya yekî hewce 1. pewist 2. lazim 3. pêdivî 4. muhtac *"çiya jî hewceyî çiyan in" -ne hewce ye lazim nake hewcedar muhtac hewdel şorbeya êrd hewes [I] 1. laqirdî, henek 2. tinaze hewes [II] 1. azwerî 2. 164 hevran 165 awat *"dolab hebs e, teşî reqs e, neqş hewes e" heweskar dilxwaz hewêrde çivîkek e hewisandin/dihewisîne /bihesîne 1. lê temrîn dan kirin 2. amojandin hewî (ji yekê heta çaran) jinên ku bi heman mêrî re zewicîne hewîn [I] xwezî -hewîn hatin 1. pê re kêfxweş bûn 2. jê bêzar nebûn hewîn/dihewe/bihewe [II] 1. sitirîn, êwirîn 2. aşt bûn 3. sebr kirin, tebitîn hewisîn/dihewise/bihewise 1. kêfa xwe pê re anîn 2. dil bijandin tiştekî

  • "mezin reqisî, biçûk

hewisî" hewl 1. xebat 2. teşebus hewl dan 1. xebitîn 2. mercên heyî bi kar anîn hewn aqil, hiş hewngir 1. hişyar 2. aqilmend hewnas serkêlindîkêş hewq [I] pîleya pêlekanê hewq [II] baxçeyê ku tê de sewze tên çandin hewran kinca bêmil a ku di ser de tê werkirin hewreban di avahiyan de pêlekana hundirîn hewş 1. sûra li pêş an jî dora malan 2. hêwana malê *"heta ku dîk mîr be û tajî kizîr be, tu mêvanan li derê hewşê nabînî" -hewş di hev de bûn bûn cîranên nêzîk hewşan [I] cureyekî çêreyê ye û jê gêzî tên çêkirin hewşan [II] havînan dema razanê ya li pêşiya malên ku li dorê sûreke jenandî heye hewşeng 1. qad 2. qada tiratê hewtik baxçe hewtim sedeqe, xêr hewtî 1. tebat 2. tewan -hewtiya yekî birin 1. bi ser re dan avêtin 2. hêza tewana yekî qedandin hewz çala jenandî ya ku avê berdidinê û piranî li ber kaniyan çêdikin hey [I] daîmî -hey û hey 1. timî û daîmî 2. hê jî hey [II] geh, carinan -hey li jorê ye û hey li jêrê carinan li fêzê ye û carinan jî li xwarê ye hey [III] di wê navberê de -hey min dît ku winda bûye paşê pê hesiyam ku berze bûye hey [IV] baneşaneke hey gazîkirinê ye, î -hey lawo tu biqurçimî î kuro tu bimirî heya [I] heta -heya niha heta vê qasê heya [II] hesta şermkirinê; ifet heyam 1. dem 2. çax, wext *"heyam heye li deverinan, heval çêtir e ji biran" heyas serê tiliyên piyan heyase kembera navê a xemilandî heyat 1. jiyan 2. sûra li dora malê *"sibatê, guran xwe avête heyatê" heyber tiştê ku hebûna wî teqez e lê dibe ku bê zanîn an jî neyê zanîn heyberî berbiçavî heye ku dibe ku heyet 1. lijne 2. deste heyf 1. mixabinî 2. tol û întiqam 3. evez *"heyfa serê ku çû" -heyfa min bi te tê li te têm rehmê û gunehê min bi te tê *"heyva ronî! heyfa min bi te tê ku şeva reş li pey te ye" -heyf e cihê mixabinê ye /daxê ye -heyf hilanîn 1. tol hildan 2. evez jê standin heyibandin/diheyibîne/ /biheyibîne 1. tuneyî kirin 2. binevat kirin 3. dizîka şandin cihekî nediyar heyibîn/diheyibe/biheyibe 1. tuneyî bûn 2. binevat bûn 3. dizîka çûn cihekî nediyar heyirandin/diheyirîne/ biheyirîne şaşwaz kirin, mehtel hiştin heyirîn/diheyire/biheyire şaşwaz bûn heylê (mêza) heywax! heylo (nêrza) heywax! heyran delal -na heyran na delalê min /na qurban heytandin/diheytîne/ biheytîne 1. (da ku bike an neke) lê qîrîn 2. lome lê kirin heytehol 1. hêwirze 2. sûresat 3. şulixî heytehol kirin şulixî kirin, heylime kirin heyv cismê esmanî yê ku bi şev ronahiyê dide erdê; hîv *"wexta ku feqîr diçine diziyê, heyv ji êvar de derdikeve" heyveron 1. ronahiya heyvê 2. heyva çardeşevî

  • "heyfa ciwaniyê

ye ku pîrî li pey e, heyfa heyveronê ye ku şevereş li pey e" heywan ji bilî mirovan ruhberên şênber ên ku di xwezayê de dijîn; se- 166 heya 167 wal, ajal *"heke ku tu dixwazî kurê xwe bikî mêr, bike şivan; lê zû bîne mal, hê ku nebûye heywan" heywax! baneşaneke keserê ye heyz gîraniya jinan ya ku elameta wê dîtina xwîna malzarokê a mehane ye -heyz bûn (jin) ketin kirasan, ketin kincan hez 1. evîn 2. hebîn -hez kirin 1. hebîn 2. evîndar bûn *"hezkirin çiqasî kin be, jibîrkirin ewqas dirêj dibe" -jê hez kirin 1. hebîn 2. ji tiştekî/kesekî re dilinî bûn *"diz, ji tariyê hez dikin" hezandin/dihezîne/bihezîne 1. hejandin 2. leqandin 3. çelqandin 4. ber bi ba kirin *"hezandin xweş e, lê bi du seriyan" hezar 1. deh heb sed 2. jimara 1000'î *"hezar dost kêm in, dijminek pir e" -hezar sond û selewat xwarin pir caran bi peyvên pîroz gotina xwe pesend kirin -ji hezarî yek kêm caran û ne her tim/degme caran hezaz ji binî ve herikîna axê; hezek hezek cihê bi herî û gil hezge hezek *"ker ker e, di hezgeyekê de dikeve heriyê, heft salan di wir re naçe" hezrîng hesinê daxkirinê hê 1. hîn, hîna 2. heta niha jî *"berxê çê, hê li ber kozê kifş e" hêç [I] qe, hîç hêç [II] har û dîn hêçan 1. ceribandin, ezmûnkirin 2. meqaleya wêjeyî hêçandin/dihêçîne/bihêçîne 1. ceribandin 2. ezmûn kirin hêdî 1. ne zû 2. sivik sivik *"ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî" hêdîka 1. ne zûka û bi pêgiranî 2. dizîka hêja 1. birûmet, birêz 2. layîq *"mirî ne hêjayî şînê ye ku mirov jê re şînê bike" hêjatir 1. birêztir 2. layîqtir

  • "gilî heye, ji hezar

giliyî hêjatir e" hêjî hêja hêjîr hejîr *"adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hêjîran" hêk 1. adana firindeyan a ku di nav qalikekî req de ji spîtkekî û zerdikekî hêk pêk tê 2. tovê hin ajalan e û jê têjik çêdibin *"roj tê, hêk ji hêka mirovî xurtir dertên" -hêkên hesinî kirin ji sermayê qerisîn -(bûn) hêka kûsiyan bêsexbêr mezin bûn *"hêka genî di pûngalê de dimîne û hêka kûsiyan li meydanê" hêker pîşekarê hûnanê hêkerûn qeyxane hêkî hêker hêl 1. alî, ta 2. tax 3. tûş hêlan/dihêle/bihêle hiştin hêlanek rûnişteka hilawestî ya ku tê kilandin; kilekursî hêle 1. neçîra kew û çivîkan a bê çek 2. nêçîra bi komekî hêlekan kilekursî hêlik [I] hêlekan, hêleçan hêlik [II] gun *"dema ku hirç pîr dibe, kudikên wî bi hêlikên wî dilîzin" hêlincîn/dihêlince/bihêlince qilpikê lê girtin, hîqikê pê girtin hêlî neynik, eynik, awêne hêlîlar xêzikên nîgaşî yên ku çembera cîhanê bi dirêjahî dibirin hêlîpan 1. rastênhev 2. xêzikên nîgaşî yên ku çembera cîhanê bi berahî dibirin hêlîn 1. malika çivîk, teyr û tilûran a ji pûş û pelaşî 2. lan *"hêlîna teyrê kor jî, Xwedê çêdike" hêma 1. elamet 2. nîşane hêman 1. binke, bingeh 2. unsur -hêmanên bingehîn unsurên esasî hêmayî 1. elametkî 2. nîşankî hêmin 1. asûde 2. mulayim 3. awirşikestî hêmî [I] kelik û potikên kevnare hêmî [II] bi rutûbet û têhn; şil, hêncirandin/dihêncirîne/ bihêncirîne 1. hingaftin û çîrçîrî kirin 2. vecûtin û vehêrandin hênijîn/dihênije/bihênije 1. telexewî bûn 2. ber bi xewê ve çûn 3. pokinîn 4. ponijîn hênik 1. ne sar ne jî germ 2. şîrogermî 3. mûtedîl hênikahî 1. şîrogermîtî 2. îtîdala hewayê hênik bûn 1. sarogermî bûn 2. (hewa) mûtedîl bûn hênik kirin 1. bi bajen an jî basarkê tîna hewaya heyî şikandin 2. (bi pîneyekî şil) tîna laşê germ daxistin 3. bi êgir qer- 168 hêker 169 ma sermayê şikandin hêran/dihêre/bihêre 1. kotin 2. pişirandin 3. cûtin 4. hûr kirin *"kûçik kûçik e, dema ku hestiyan dihêre, hesabê qûna xwe jî dike" hêratî destmala ku jin di ser mêzerê de didine ser eniyên xwe hêre jûra ku aîdî jinan e û mêrên biyanî nakevinê hêrik [I] erdê bi kevir hêrik [II] sewala ku hirî yan jî muyê wê rast û zivir e hêris zana û keşeyê cihûyan; haxam hêrs 1. rik 2. en(g)ir 3. gir *"hêrs tê çav lê reş dibe, hêrs diçe rû lê reş dibe" -bi hêrs 1. bi rik 2. bi engir 3. bi gir -bi hêrs bûn 1. rik hatin 2. en(g)irîn 3. gir hatin hêrsok 1. rikhatî 2. en(g)irî 3. girik hêsa 1. vehisî, rawestyayî 2. ne zor, asan hêsa bûn 1. rawestîn 2. asan bûn hêsan 1. asan, ne zor 2. tiştê ku zûka bi dest dikeve hêsanî asanî, ne bi zorê -bi hêsanî bi awayekî zû û asan hêsî [I] belekiyên berfê yên ku ji ber bayî civiyane hev hêsî [II] erdê ku mêrg û zeviyên wî dêm in hêstir [I] ava ku di dema girîn û çavşewitînê de ji çêv datê xwarê; rondik

  • "ji çavên kor, hêstirên

sor nayên" hêstir [II] sewala ku ji têkiliya navbera hesp û keran de çêdibin û mêhîniyên wan nazên

  • "hêştir radibin hev,

hêstir û ker di bin lingên wan de têk diçin" hêşî [I] berfa ku ji ber bayî di çalan de kom bûye hêşî [II] sîwana ku di kêlekên konan de tê hiştin hêşîn rengê ava zeryayê û hewaya çiksayî hêşînahî 1. çêre 2. sewze

  • "rewşa biharê, hêşînahî

ye" hêşîn bûn (çêre û dar) aj dan û bejn avêtin *"çi ku havînî hêşîn dibe, ew zivistanî jî lazim dibe" hêşîn kirin (çêre û dar) çandin hêşînkew rengê têvel ê ji spî, kesk û şîn hêştir cureyekî ajalên hêştir sehrawî ya barkêş e; wekî pêz goştê wê tê xwarin, tê dotin û birîn hêt beşa lingî ya ku ji moka çongê heta kulîmekê ye hêtûn kilsxane hêvişandin/dihêvişîne /bihêvişîne 1. parastin 2. hemete kirin 3. cangiranî kirin *"her kes derpiyê xwe bihêvişîne, dê birîna li pişta xwe bibîne" hêvişandî 1. parastî 2. hemetebûyî *"malê hêvişandî, ne xurê xwediyî ye" hêvî umîd, bendeman

  • "tiştê bi nîvî, jê meke

hêvî" -hêvî jê hatin birîn dest jê hatin şûştin *"hêvî, ji Xwedê nayê birîn" -li hêviyê man/sekinîn 1. li bendê man 2. di raçaviyê de man 3. çav lê çûn hêvîdar umîdwar, bendewar hêvîs kirin (gore, lepik, xalîçe û hwd ên qulbûyî) tehmîr kirin hêvojkarî 1. perwerdehî 2. amojkarî hêvotin/dihêvoje/bihêvoje 1. perwerde kirin 2. tembîh kirin 3. şîret kirin hêwl sehm hêwer tiyê bûkê hêwlnak tiştê ku mirovî ditirsîne û vediciniqîne hêwirandin/dihêwirîne /bihêwirîne êwirandin hêwirîn/dihêwire/bihêwire êwirîn hêwî [I] hewî *"hêwî malê dikin, jintî malê dibin" -hêwî hate ser mêrê wê jineke din jî li xwe mehr kir hêwî [II] hêmî û rutûbet hêz 1. quwet, taqet 2. qudûm 3. desthilatdarî -bihêz 1. xurt 2. jîr 3. desthilat -bi hêz bûn 1. di xwe de qudûm dîtin 2. xurt bûn 3. desthilat bûn -bi hêz kirin 1. xurt kirin 2. hatin hawarê 3. destyarî jê re kirin -hêzên ewlekeriyê beşa asayîşê a artêşê -hêzên avî beşa asayîşa zeryayî -hêzên bejayî beşa asayîşa erdê -hêzên hewayî beşa asayîşa hewayî -hêzên seqayî beşa asayîşa fezayî hêzar 1. qumaşê ku jinên misilmanan li ser kincan de li xwe werdikin 2. 170 hêt 171 çarşev hibr aviya rengîn a ku pê tê nivîsîn; murekeb, midad hiçhar îsota sor a tozkî hikmet bîs û razên pêkhatina kar û tevgeran -hikmeta îlahî razên ku Xwedê di tiştên pêkhatî de bi cih kiriye hil- (r) pêşgireke lêkerçêker e û wateya berbijoriyê didê hilanîn/hiltîne/hilîne 1. bi dest xistin 2. bilind kirin 3. veşartin

  • "Silto bû kebanî, golika

werisî hilanî" hilav ader û eslpak hilavêtin/hildiavêje/hilavêje 1. lotik avêtin 2. bi ser re baz dan hilawestin/hildiawêse /hilawêse daliqandin hilberandin/hildiberîne /hilberîne 1. îmal kirin 2. çêkirin hilberîner 1. îmalker 2. çêker hilberîn îmal -navgînên hilberînê amûrên îmalkirinê hilbestîn/hildibeste/ hilbeste girêdan, bestin hilbijartin/hildibijêre/ hilbijêre 1. bijartin 2. (ji nav re yek an hinek) ecibandin 3. (deng) bi kar anîn hilbijêr 1. bijartî 2. dengdayî 3. ecibandî hilbûn/hildibe/hilbe 1. ji şûnê rabûn 2. qetîn 3. (agir) pê ketin 4. berz bûn hilciniqandin/hildiciniqîne/ hilciniqîne 1. veciniqandin 2. zil kirin 3. silikandin hilciniqîn/hildiciniqe/ hilciniqe 1. veciniqîn 2. zil bûn 3. silikîn hilçinandin/hildiçinîne /hilçinîne (tiştê ziwa) av kişandin xwe hilçinîn/hildiçine/hilçine 1. mêtin û vexwarin 2. (çaviya filitî) kaşî rêzê kirin 3. bijartin hilçûn/hildiçe/hilçe 1. ber bi jorê çûn 2. di kêrtê de qelibîn xwarê -hilçûna derûnî aloziya nefsî ya ku ji ber bertekekê pêk tê hildan/hildide/hilde 1. bi dest xistin 2. (ji erdê û jêrê) bilind kirin hilêvirî amana bê dervank hilêvirîn/hildiêvire/ hilêvire devê tiştê devgirtî vekirin hilfirîn/hildifire/hilfire 1. hilperîn 2. silikîn 3. hilfirîn 172 ji xewê veceniqîn 4. ji cihê xwe pekîn hilgerîn/hildigere/hilgere 1. (ber bi jor) bilind bûn 2. berê xwe dan jorê 3. çûn zozanê hilgirtin/hildigire/hilgire 1. wergirtin, hildan 2. bilind kirin 3. mil kirin, pişt kirin 4. (birîn) werimîn û kêm girtin *"mirov barê xwe hilnegire, kes barê mirovî hilnagire" hilhatin/hiltê/hilê(hilbê) 1. (cismên esmanî) hatin xuyanê 2. heytandin

  • "bihar hat, zivistan

hilat" hilhilî hizhizî, hophopo hilhilok cureyekî fêkiyên çolê ye û dişibihe gêlasan hilikî sewala ku pêşwext hatiye dinyayê *"hilikî çand û viringî ket" -hilikî zayîn (sewal) zû gon xwarin û zû zayîn hilisîn/dihilise/bihilise 1. (bêyî hemdê xwe) di aliyekî de tehisîn 2. (pê) şemitîn hilketin/hildikeve/hilkeve 1. rabûn 2. raperîn 3. (ber bi jor) bilind bûn 4. pê re mijûl bûn hilkêşan/hildikêşe/hilkêşe 1. (ber bi jor) bilind kirin 2. quloz kirin hilkêş û dakêş rabûn û daketina lemperên zeryayê; med û cezr hilkirin/hildike/hilke 1. qurifandin 2. jê kirin 3. pê xistin *"êgir bi darên hûr hilke" hilkişandin/ hildikişîne /hilkişîne hilkêşan hilkişin/hildikişe/hilkişe 1. (ber bi jor) bilind bûn 2. quloz bûn hilkutan/hildikute/hilkute 1. vegevizîn 2. bi zextî mêtin hilimîn/dihilime/bihilime 1. henase hilkişandin û dakişandin 2. gulimîn hilm 1. bixar 2. dûkel 3. nefes 4. gilm *"hesinê germ, bi hilmê germ nebûye" hilmaştin/hildimaşe/ hilmaşe 1. vemaliştin 2. bi keys kirin *"serê xwe şûştiye û eniya xwe hilmaştiye, diçe nav dijmin tu dibêjî qey aştî ye" hilme 1. hucûm, êrîş 2. devjeniya tund -hilmeyî yekî kirin 1. hilbaskî yekî bûn, êrîş birin ser 2. pê re ketin devjeniyeke tund hilgerîn 173 hilmeşîn/hildimeşe/hilmeşe hilkişîn hilmijîn/hildimije/hilmije 1. nefes hildan û dan 2. mêtin 3. hilçinîn hilo 1. de rabê! 2. de bazdê û xwe bigihînê! hilpekandin/hildipekîne/ hilpekîne 1. pengizandin 2. hilfirandin hilpekîn/hildipeke/hilpeke 1. hilfirîn 2. pengizîn hilperişîn/hildiperişe/ hilperişe bêhnijîn hilpesirîn/hildipesire/ hilpesire 1. li hember yekî sekinîn 2. (hevîr) dema pehtina wî hatin 3. (xurek) dema xwarina wî hatin hilqehilq îskeîska di dema girîn an jî vereşanê de -hilqehilq kirin (di girîn an jî vereşanê de) îskeîsk kirin hilqefşandin/hildiqefşî- /hilqefşîne 1. (da ku rind bitepise hev) hejandin 2. (da ku giranî bê fehmkirin) hejandin hilqûm qirik -hilqûma mirinê dema sekeratê hilsengandin/hildisengîne/ hilsengîne 1. nirxandin 2. tehlîl kirin, ferisandin hilteqilandin/hilditeqilîne/ hilteqilîne 1. leqandin, hejandin 2. hilqefşandin hilteqilîn/hilditeqile/ hilteqile 1. leqîn, hejîn 2. hilqefşîn hiltirandin/hilditirîne /hiltirîne 1. tûş bûn, gayîn, sihirandin 2. tecawuz kirin hiltirîn/hilditire/hiltire 1. hatin sihirandin 2. aşofîn hilû [I] alûçe -hilûreşk alûçeyên reş -hilûzerk alûçeyên zer hilû [II] 1. meht û bêgirnoz 2. şimşat -hilû kirin 1. girnoz jê darotin 2. şimşat kirin hilweşandin/hildiweşîne/ hilweşîne 1. xera kirin 2. kavil kirin 3. bêhavil hiştin 5. rûxandin hilweşîn/hildiweşe/hilweşe 1. rûxîn 2. rijîn 3. kavil bûn 4. bêkêr bûn

  • "dîwarê rast, hilnaweşe"

himbiz li ba hev û pir, ji hev ne firk -daristana himbiz daristana ku darên wê li kêlekên hev û pir in himbizî rexhevî û pirî himbizî hin 1. piçek û ne gişt 2. parçeyek 3. jê beşek *"jinê bîne ji mala mezin, li pey bide hezar û hin" hinar cureyekî fêkiyan e hinarde bûjenên bazirganî yên ku dişînin welatekî din; îxracat hinare 1. peyama nivîskî yan jî devkî 2. şandek hinarik her du hestiyên ku li kêlekên rûyî ne hinartin/dihinêre/bihinêre 1. şandin 2. bi rê kirin hinartî şandî, qasid hinav 1. endamên di hundirên giyaneweran de 2. hundirê cendêk *"ê ku ne ji hinavan, nayê pêş çavan" -bijîşkiya hinavê bijîşkiya endamên hundirîn -hinav kutan bi ser hev henase dan û hildan hinavkutî tengenefesî hincet 1. behane, mehne 2. mazeret hincirandin/dihincirîne /bihincirîne 1. gincirgincirî kirin 2. hetikandin 3. aşofandin hincirîn/dihincire/bihincire 1. gincirgincirî bûn 2. hetikîn 3. aşofîn hind 1. kêlek, rex, tenişt 2. cem, li ba hindam qam, bejn û bal hindav 1. îstiqamet 2. dûş hindik 1. nezêde 2. kêm

  • "ji piran pir diçe, ji hindikan

hindik" hindikahî 1. kêmayî 2. kêmar hinek 1. çendek 2. peşkek 3. pirtikek *"hinek dikin, hinek dixwin" -hinekan pifî guhan kirin ji bilî niçandin û navtêdana xelqê serwext nebûn hing dem, heyam *"kengî bibare, wê hingê zi-vistan e" hingaftin/dihingêve/bihingêve [I] 1. zecirandin 2. lê dan *"dema hingavtina kerê tê, nanê cotyarî dixwe" hingaftin/dihingêve/bihingêve [II] 1. di cihê nîşankirî de lê xistin 2. gihandin îstiqameta rast hingijtin/dihingêje/bihingêje bi awayekî çavtarî xwe avêtin nava tiştekî hingil çiçik hingiv adana şirîn a ku mêşa hingivî ji puxteyên kulîlkan hildiberîne û di kewareyan de dimeyîne

  • “peyva nebaş, bi sê pat

hingivî nayê xwarin” hingî 1. ewçend 2. ji wê 174 hin 175 demê virdetir hingorî maweya zemanî ya ji tarîbanê hetanî dema razanê hingûlîsk gustîl hingûr mexreb hinkuf 1. hevser 2. hevtayê yeksanî tayê din hiqûq mafên zagônî -hiqûqa navneteweyî zagonên ku têkiliyên di navbera gelan de têkûz dikin -hiqûqa giştî zagonên kar û barên cemawerî hiqûqnas pisporê zanistên zagonî hirç cureyekî ajalên çolê yî çarpê ye û dirinde ye

  • "guran xwariye, lê hirç

mane" hirî pûrta pêz û hêştiran hirmî cureyekî fêkiyan e hiş! [I] baneşaneke hişyarkirinê ye -hiş bûn 1. deng nekirin 2. dengê xwe birîn -hiş be! dengê xwe meke hiş [II] 1. aqil, serafet 2. hafize, bîr *"kesê hiş li sêrî, namîne li pişt dêrî" -hiş çûn 1. aqil tev li hev kirin 2. ketin sergêjiyê hişk 1. zexm 2. ziwa 3. sext 4. qayîm 5. çilmisî

  • "agirê xweş, agirê darê

hişk e" -hişk û hola 1. çilmisî û ziwabûyî 2. tiptenê hişkahî 1. zexmtî 2. ziwahî 3. sextî, tundî 4. qayîmtî 5. çilmisîbûn hişkav cihê ji bej û avê pêk tê hişkavî bejavî hişkawiz çinîna pêşwext hişk bûn 1. ziwa bûn 2. zexm bûn 3. sext bûn, tund bûn 4. qayîm bûn 5. çilmisîn 6. mirin hişkebawerî 1. baweriya ku tewandina wê ne hêsan e 2. baweriya ku guherîna wê ne pêkan e hişkegilê girêka ku bi hêsanî venabe; girêhişk hişkekuxik kuxika sext a ku wekî xeneqûtkê dikeve gewriyê hişkesalî sala ku zivistana wê pir sar e û bihara wê jî bêbaran derbas dibe hişkî 1. hişkahî 2. reşesermaya bê ba û barij hişk kirin 1. ziwa kirin 2. zexm û berk kirin 3. karê xwendinê terikandin 4. qayîm kirin û şidandin 5. çilmisandin 6. kuştin hişmendî 1. biaqilî 2. xwedîferasetî hişsivik 1. saf, sefêk 2. dînik hişsivik hiştin/dihêle/bihêle 1. terikandin 2. destûr dan hişyar 1. jîr 2. jêhatî 3. kesê ku ne xewar e hişyarî 1. îxtar, îqaz 2. danezan 3. jîrî û jêhatîtî 4. xewarnebûn *"heye teqdîra Barî, feyde nake hişyarî" -hişyariya dawî agehdarkirina ji bo cara paşîn hişyar kirin 1. îxtar kirin, îqaz kirin 2. ji xewê rakirin 3. pê hesandin 4. pê dan zanîn hizr 1. fikr û raman 2. qinaet -hizr kirin 1. ramîn 2. texmîn kirin hîcab awayê lixwekirina jina misilman a li hundir û derve hîç qet/qe hîçparêz kesê ku têkoşîna hemberî dijwariya jiyanê bêwate dibîne hîçparêzî retkoka ku mirovî û kesayeta wî dispêre lawaziya li hemberî têkoşînê hîle [I] bîz, mehde -hîleyê xwe jê kirin qirqalê wî hilnedan hîle [II] fend û fût -hîle û xurde li dorê nebûn dûrî dek û dolavan bûn hîlebaz dekbaz hîlor dara ziqûmê hîm 1. xîm 2. esas 3. bingeh 4. tar -hîm danîn 1. xîm avêtin 2. tar jênîn hîmat tiştê ava û pêkhatî -hatin hîmatê hatin pê, pêk hatin hîn hê, hîna *"hîn ga tune, êfir çêdike" hîn bûn 1. elimîn 2. fêr bûn hînbûyî 1. elimî 2. fêrbûyî

  • "hînbûyî, ji harbûyiyan

zortir in" hîndarî perwerdeya bi riya ezmûnan; temrîn hîndekar 1. mamosteyê ku di zanîngehê de perwerdekariyê dike 2. amojkar 3. rawêjer, hêvojkar

  • "hînbûyiyan hîn

meke, hîndekeran ji bîr meke" hîndekarî 1. pîşeyê perwerdekariya di zanîngehan de 2. amojkarî 3. hêvojkarî hîn kirin 1. perwerde kirin 2. elimandin 3. hêvotin 4. fêr kirin 5. amojandin *"min xelq hîn kire govendê, êdî kesî bi destê min negirt" hîqik îskeîska kesê ku parî di ber de maye hîqînî 1. dengê îskeîskê 2. hîrînî 176 hiştin 177 -hîqînî pê ketin 1. hîsk hatinê 2. xwe zeft nekirin û bi dengî kenîn hîrîn/dihîre/bihîre (hesp) şîhîn hîro cureyekî kulîkan e hîs [I] pêşzanîna heyberên razber; hest -hîs kirin hê di pêş de tê derxistin hîs [II] tenî -hîsê lê xistin bêhna dû û şewatê li xwarina pijandî xistin; bîsokî bûn hîsk îsk, hîqik hîş erdê ku xweliya wî rengê sorahiyê lê dixe hît [I] semax hît [II] kevirê ku bi destekî avêtina wî pêkan e hît [III] cureyekî bizinan e hîv cisma esmanî a ku bi şevê xuya dibe û ronahiyê dide cîhanê; heyv *"hîv bibe duşevî, her kes dê wê bibîne" hîvik hîva nû ya ku li esmên wekî tîpa C’yê tê xuyan; hîlal, lêvedas/hişkedar, nûma hîvî hêvî hîz 1. eyarê rûn 2. bêar û bêexlaq ho ho! baneşana ku pê ga tên ajotin û sekinandin ho ho kirin ga ajotin an jî dan sekinandin *"ho ho bike ku bila ga bisekine" hoçik kevirê meht ê ku bi qasî destekî ye, tehtik -hoçik lîstin bi keviran li dûdo xistin hodar 1. aj, şax, zîl 2. ajeroya çêre û daran hogeç beranê çarsalî hogir 1. dost 2. heval 3. razdar hok [I] girêka ku zû û hêsan tê vekirin *"mar çiqasî hokan bide xwe, divê rast here qulê" hok [II] 1. gemara sewalan 2. zîrça kewan 3. xozana peynkirî hoker (r) peyvên ku rewş û mercên pêkhatina lêkeran nîşan didin; amil hol [I] 1. meydan, qad 2. hêwan -hol hola te ye firsend firsenda te ye hol [II] topa ji kulav an jî ji potikan çêkirî, gog holedest cureyekî lîstina gogê ye û her tofek ji şeş kesan pêk tê holepîtk pêtên agirê gur holetel cureyekî lîstina gogê ye û îro wekî goga amerîkayê tê naskirin holik malika textîn *"heke gur ji bagerê bitirsiya, dê ji xwe re holikek çêkira" holik 178 holî şiva holetelê honî darên ku li gorî pîvanekê tên birîn horehor dengê girînê yî berz horehor kirin bi dengekî berz girîn horg dîwan, meclis horî ferişteyên bihuştê hoste pisporê pîşeyekî

  • "her tişt di destê hosteyê

xwe de baş e" hov 1. kovî 2. mirov an jî desteya dûrî sincê mirovatiyê; wehşî hovberî hovîtî hovîtî 1. kovîtî 2. wehşîtî hovane 1. koviyane 2. wehşetnak hoy sedem hoyix kincên ku tijî pûş û pelaş dikin û ji bo tirsandina çivîkan di dîwarê bîstên de diçikînin hoykar sedemkar hoykarî sedemkarî hoz 1. qebîle, eşîr 2. lijne, deste hozan [I] 1. helbest, riste 2. stranbêj hozan [II] 1. xwezan, arif 2. nesebzan, nifşzan hozanvan helbestvan hucûm 1. êrîş 2. serdegirtin, helmet hucûm kirin 1. êrîş birin ser 2. hilmeyî kirin huçik devmilên kincan hudhudk cureyekî çivîkan e hukim biryar, qerar hukimdar 1. serwer 2. desthilat hukumet 1. dewlet, dûgel 2. rêvebiriya kar û barên cemawerî hundir 1. ne li derve, derûn 2. hinav *"jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derve ye" -hundir çûn virikî bûn hundirandin/dihundirîne/ bihundirîne 1. hewandin 2. di xwe de girtin û avêtin hinavan hundirîn 1. tiştê ku ne aîdî derve ye, derûnî 2. daxilî huner 1. miharet 2. qabiliyet 3. pîşe *"huner, xwediyan ezîz dike" -hunerên şêwekarî miharetên bedewiyê hunerdost dilxwazê kar û xebatên hunerî hunerî 1. miharetî 2. pîşeyî hur 1. azad 2. kesê ku çavên wî şaş in hur bûn 1. azad bûn 2. çav lê şaş bûn hur kirin azad kirin hureme 1. kirêt û bêbine 2. bêqedr û nezan 3. kesê ku li gor rayîşa civakê tev nagere 4. şaşo holî 179 hurim tirxes hurmet 1. giramî, rêzgirtin 2. jina binamûs hûfik kuna ku di nava xilxileyên keviran de ye û li zozanan weke cemedankan tê bikaranîn -hûf kirin 1. pif kirin 2. bi carekî de daqurtandin hûn (r) cînavka kesane a ji bo kesên duyemîn ên pirjimar hûnandin/dihûnîne/bihûnîne 1. dan raçandin 2. dan dirûvandin 3. dan rokirin hûnîn/dihûne/bihûne 1. bend li hev anîn û raçandin 2. nivîs û bûyer dirûvandin 3. ro kirin hûr [I] mîde, asik *"hûr, ne têra kayê ye" -mal di tûr de û serî di hûr de bêwarê ku xem û tatêla wî têrbûna zikê wî ye -hûr berdan zik mezin kirin hûr [II] 1. biçûk 2. lixwenehatî 3. kêmnirx *"hûr bifikire, dûr bifikire, kûr bifikire, şûr bifikire" -hûr û mûr kel û mel -diravê hûr 1. diravên ku nirxê wan kêmtir e 2. diravên madenî -lê hûr bûn 1. bal dan 2. lê kolîn 3. mutale kirin -hûr nêrîn bi awayekî baş lê kolan hûrbijêr 1. ziravbihîstyar 2. bisemt hûrde tiştên hûrik hûrdek tîpa ku hûr tê nivîsandin wek: a, b, c... hûrfilitî ziktêrdek, zikberçûyî hûrgilî 1. dorfireh 2. agehiya berfireh hûrik 1. biçûçik 2. xirdik, qamkinik 3. yax, eware *"hûrik hûrik, dagire tûrik" hûring pênûsa ji pûrta firindeyan hûr kirin [I] 1. qutqutî kirin 2. parçe kirin 3. pişirandin *"heke dilê şivên kete bişkulê, wê hûr dike û bi şîr dixwe" hûr kirin [II] 1. diravên gir bi yên hûr re guherandin 2. diravek bi diravê dûgeleke din re guherandin hûrtirş silek û xurekxurê ku çi li ber keve dixwe hût 1. cinawirê efsûnî 2. masiyekî pir mezin e *"ji xelqê re hût e, ji xwe re kût e, hevalê ticarê rût e" hwd her wekî din