Wîkîferheng:demirhan-e

Ji Wîkîferhengê


e/E tîpa şeşemîn a alfabeya kurdî ye; dengdêreke dirêj e, cîderka wê pêşderkî ye, di belavbûna wê de dev vekirî ye û asta belavbûna wê nizm e e erê ebeboz 1. mêrxasok 2. şeşerût 3. pêxas, çeqrût ebebozî 1. mêrxasokî 2. şeşerûtî 3. pêxasî, çeqrûtî ebedî 1. bêpayan 2. heta hetayê 3. sermedî

  • "ebed û ebedî, her

tişt vedigere li xwedî" ebesor 1. bijarte 2. ader ebesorî 1. bijartetî 2. aderî ebrû 1. birû 2. birûyên kevankî ebter 1. kêm û netemam 2. bêtov û bêker 3. sergêj û dîn ebterxane nexweşxaneya kêmaqilan ecacok firtonek, bahoz

  • "para xeydokan, çû ber

ecacokan" ecel 1. dema mirinê 2. mirin *"ecel ku bê, nade mecal" ecem tirkê azerî ecemî 1. zimanê tirkên azerî 2. tor, cahil ecemîtî torî, cahilî ecêb 1. xerib, seyr 2. nedîtî û nebînayî -ecêb man 1. mat man 2. şaşwaz bûn ecêblosik kesê ku wisa guheriye ku nayê nasîn ecibandin/diecibîne/ biecibîne 1.pê re kêfxweş bûn 2. jê razî bûn

  • "ê ku dotmama xwe

neecibîne, dê kordûnde bimîne" ecîn kutilkên xav eç (di zimanê zarokan de) lêxistin eç kirin (di zimanê zarokan de) lê xistin edeb ar, şerm edebiyat navê giştî yê hemî tiştên devkî û nivîskî ên hunermendî, zanistî û pîşeyî ye; wêje, tore -edebiyata bedew navê giştî yê hemî hunerên E 108 devkî û nivîskî yên ku helbest, roman, şano, çîrok û hwd dikevine ber; wêjeya bedew -edebiyata pîşeyî navê giştî yê nivîsarên zanistî (bijîşkî, endazyarî…) û yên mesleki/pîşeyî ye; wêjeya pîşeyî edene eware û yax edilandin/dicedilîne/biedilîne 1. bi cih kirin 2. dewisandin 3. civandin

  • "berê biedilîne, paşê

bixemilîne" edilîn/diedile/biedile 1. bi cih bûn 2. dewisîn 3. civîn û çêbûn eded hejmar edese alava ku tiştên biçûk mezin dide xuyan eê (di zimanê zarokan de) gû eê kirin (di zimanê zarokan de) rîtin efare bermaya mêwe û zadan efsene serhevde û beredayî efsûn sîhir, cadû efsûnbaz cadûbaz efûng afnik efûngî afnikî efûngî bûn afnikî bûn egal şaşik eger 1. sedem 2. heke egîd wêrek, cesûr egîdî wêrekî, cesûrtî egle 1. derengî 2. biliyan egle bûn 1. bi derengiyê ketin 2. pê bilîn egle kirin 1. bi derengiyê xistin 2. pê bilandin ehlibeyt malbata cenabê Pêxember eleyhiselam ehlikitab 1. endamên olên îlahî 2. file û cihû ehmeq 1. bodele 2. gêjik 3. xêvik ehmeqî 1. bodeletî 2. sergêjî 3. xêviktî *"mêrxasiya zêde, ehmeqî ye" ejdeha 1. ziya 2. marê çîrokî yê ku ji dev û çavên wî holepîtên êgir davêjin ejnû çong ek eê elaf bazirganê ku zadî dikire û difiroşe elamet 1. berate 2. nîşane 3. şop -elameta xêrê nîşaneya başiyê elb 1. satil 2. kod *"bi elba mezin, mede xelqê" elbik elba biçûk elende elind elenî eşkere û bêminet eleqe têkilî eleqedar têkildar eletewş 1. beletewş 2. gotin, kirin û biryara bêawa û bêarmanc elimandin/dielimîne/ bielimîne 1. hîn kirin, edene fêr kirin 2. amojandin 3. perwerde kirin elimîn/dielime/bielime 1. hîn bûn, fêr bûn 2. amojîn 3. perwerde bûn

  • "devê ku elimiye viran,

vala nasekine" elind spêde elîl nesax, nexweş elmas kevirekî giranbiha ye elok/elelok sewaleke bibask a malê ye em (r) cinavkeke pirjimariyê ye emad 1. daxwaz 2. vîn emadî li gorî daxwaz û viyanê embar 1. binanî 2. mexzena kel û melan embaz mînak, nimûne emîlok lawazbûna ji ber îshala demdirêj emîlokî kesê ku ji ber nexweşiya hundirêşê pir lawaz bûye emr [I] temen, jî *"emrê ku çû, mede dû" emr [II] 1. ferman 2. rêzik enber bêhneke xweşik e enbar 1. binaniya malan 2. mexzen *"enbara cotkaran, di serê gîsinê wan de ye” encam 1. netîce, akam 2. dawî, aqibet -encam dan 1. netîce jê wergirtin 2. bi dawî bûn encamname daxuyaniya dawiyê end qeys endam namzed -endamê saziyê namzedê mueseseyê endaze 1. zanistên qeys û pîvanê; hendese 2. qeys û pîvan 3. usûl endazyar pisporê zanistên pîvan û qeysê; muhendis endelmendelketî hizhizî, hophopo engizandin/diengizîne/ biengizîne 1. tehrîk kirin 2. teşwîq kirin engizîn/diengize/biengize 1. danexwarin 2. niçîn enirandin/dienirîne/bienirîne bi hêrs kirin enirîn/dienire/bienire bihêrs bûn enî rû, bere enîroj kesê ku eniya wî rewneqdar e enîşk herewera ku di navenda mil de ye entere roja ku sermaya zivistanê dest pê dike

  • "entere, dikuje ga û

ker e, xudan hê jî bêxeber e" e-peyam peyam û nameyên bi riya tora ragihandinê ya navneteweyî 109 e-peyam 110 ep/epik xwarina zarokan ep kirin (di zimanê zarokan de) xwarin û vexwarin eqd [I] dîwarê ku ji xweliyê hatiye lêkirin eqd [II] peyman û lihevkirin -eqda zewacê lihevkirin û îlankirina mehra rewa eqîm stewr eraf/erah 1. pispor 2. arxeyîn û bêminet 3. bi xwe ve ewle eraq şerab, mey erbane defik erd 1. rûyê zêvînê 2. dews 3. şûn 4. aqar

  • "baran dibare, erd xwe

dipesinîne" erdhej hejek, zelzele erdnas pisporê ku li erdê dikole û lêkolînên xwe bi awayekî zanistî dike erdnasî pisporiya zanistî ya ku mijara wê tevgera erdê ye erebe seyare, çarçerxe erebane nasirge erê belê *"erê erê ye, na jî naye, lê erê-na bela ye" erik na lo/na lê! erjeng tirsnak, sehmdar erk 1. vatinî, peywir 2. wezîfe -erkên dîrokî peywirên tarîxî erkbeşî 1. karbeşî 2. peywirbeşî erşanî pîkol erşan kirin (sewal) erd pîkol kirin erşêt heşteka parê erwend 1.jîr, zana, aqil 2. ciwan, xweşik erxewan rengê keskê tarî erzan 1. kêmbiha 2. kêmqedr *"erzan kirî, heban dirî" erzan bûn 1. kêmbiha bûn 2. kêmqedr bûn erzanî kêmbihatî erzan kirin 1. (biha) daxistin 2. (qedr) xistin erzaq pediviyên xwarinê erzêl malika ku ji çiqilên daran tê çêkirin û li ser çar singan ava dibe erzên hestiye binê dêv esas bingeh *"avahî nabe bê esas, mirov bi rojî û nimêjê nabe xilas" esîl ader, esîlza *"ji esîlî bipirse, ji bêeslî bitirse" eskênc jan, şkênc esl 1. bingeh 2. jêderk 3. nifş *"esl, winda nabe" esman barekê li ser erdê yê bê ser û ber -esmanê devî arîkê dêv esmanger pisporê ku ji bo karên zanistî bi firokeyan li esmanan digere esmangerî karê ku esep/ epik manger pê radibe esmer qemer esrar poranga xaşxaşkan a sermestker esrarkêş bengiyê poranga xaşxaşkan a sermestker eşîr qebîle, hoz eşîrtî pergala hozdariyê eşkere 1. xuya, diyar 2. kifş, berbiçav *"agirê bidû, eşkere ye" eşkere bûn 1. xuya bûn, diyar bûn 2. kişf bûn, berbiçav bûn eşkere kirin 1. xuya kirin, diyar kirin 2. kişf kirin, berbiçav kirin eşkeretî 1. serbestî 2. berbiçavî eşkêl 1. tehr, awa 2. çepera ku çav dibîne -eşkêla erdê dirêjahiya ku ji navenda kadê heta cihekî li rûyê erdê eşq 1. evîn 2. sewdaserî

  • "eşqa dizan, bi şevereşê

geş dibe" eşûra di salnameya hicrî de dehê meha muheremê et xwişka mezin etar hûrdefiroş etehiyat di nimêjê de duaya ku di rûniştinan de tê xwendin *"etehiyato, çawa lê hato" etirîn/dietire/bietire 1. bêrî kirin, bende man 2. meraq kirin *"sêwî sitirî, melek etirî" etê awayê bangkirinê yî xwişka mezin etore hop etûne kilsxane ev (r) cînavka şanîdanê ya ji bo kesê nêzîk -ev çend bi vê hejmarê -ev qas bi vê mêjerê evandin/dievîne/bievîne hez kirin evd 1. bende 2. xulam

  • "bila li Xwedê xweş here,

bila li evdan xweş neçe" evdal derwêş, gerok evdoşekalo hespê pîrê yî girs evistin/dieve/bieve 1. evîndar bûn 2. jê hez kirin evîn 1. eşq 2. hezkirin 3. sewdaserî evîndar 1. aşiq 2. hezkirî, dilikî 3. sewdaser evîndarî 1. aşiqtî 2. hezkirîtî, dilikîbûn 3. sewdaserî evor heywanê nêçîrê evra pîroz evrandin/dievrîne/bievrîne 1. pîrozmend bûn 2. şêkirandin evrandî pîrozmend evrar pîrozmendî evrar bûn pîroz bûn 111 evrar bûn 112 evrar kirin pîroz kirin evrayî pîrozî evsing dafika ku bi keviran tê jenîn da ku kevok têkevinê extebot heştpê ew (r) cînavka şanîdanê ya ji bo kesê li dûrê *"ew riya ku te berê xwe dayê, ez jê hatime" eware bêkêr û yax eware bûn bêkêr û yax bûn ewidîn/diewide/biewide 1. hîn bûn 2. meşq kirin 3. perwerde bûn

  • "filan kes gur e û ewidiye

(elimiye)" ewiqandin/diewiqîne /biewiqîne 1. bilandin 2. banandin 3. xapandin ewiqîn/diewiqe/biewiqe 1. bilîn 2. banîn 3. xapîn ewk filan û bêvan ewlad zarok *“ewladê ku şora bavê xwe neke, di sîwanekê de werdibe” ewle 1. bêxetere 2. asa -(pê) ewle bûn pê ve emîn bûn ewlehî 1. ewlekarî, emniyet 2. îtîmad 3. asayîş ewlekarî 1. emniyet 2. temînatdarî 3. asayîş ewlemend xwediyê emanet û siyanetê ewr mija ku li esmên berî baranan komî ser hev dibe û jê baran dibare ewrawî esmanê bi mij û moran ewret di îslamê de endamên ku dîtina wan ji aliyê biyaniyan ve heram e ewtandin/diewtîne/biewtîne 1. (kûçik ) bang dan reyandin 2. zimanê yekî dirêj kirin ewtîn/diewte/bîewte 1. (kûçik ) bang dan, reyîn 2. (mirov) bi di-jûnkarî pizepiz kirin *"çiqasî keviran bavêjî sê (segî), dê ewqasî biewte" exik belxem ex kirin belxem ji devî avêtin derve exlaq 1. sinc 2. xwî û xislet 3. serinc 4. taybetmendî

  • "çiya diguhere,

lê exlaq naguhere" exlewik tawe exte hespê xesandî extirme xenîmet ey! baneşaneke gazîkirinê ye eyalet koma parêzgehan eyan 1. kifş 2. eşkere

  • "dar bi berê xwe ve

eyan e, mêr bi navê xwe" -(lê) eyan bûn 1. jê re xuevrar kirin 113 ya bûn 2. hatin xewnê eyar 1. postê gurandî 2. derdanka çêrmîn a ku tiştan dikinê *"ji hirçekî, du eyar dernayên" eyarşîr postê ku şilahiyê dikinê eyd 1. demên şahiya dînî û civakî 2. şahî *"eyd tê, xêr û ber pê re" eydanî 1. kincên eydê yên xizmetkirî 2. şirînahiya ku di eydan de tê belavkirin eylo balindeyek e eynî mîna heman tiştî; wekî *"kalo çû seferê, hat eynî ew kerê berê" eywan di malan de jûra navendî; hêwan ez (r) cînavka kesê yekemîn a yekjimar *"mêrê ehmeq dibêje: ‘ez’" ezan bangawaziya ji bo nimêjê *"ezan e, riya malê nizane" ezan dan (bi gaziya nimêjê) bang kirin

  • "dîkê çê, hê di hêkê de

ezan dide" ezbenî ezxulam ezezî ezperestî ezimandin/diezimîne/ biezimîne 1. mêvan kirin 2. jê re mazûvanî kirin eziyet 1. azar 2. şkenc 3. seza ezîz 1. berdil 2. berkeftî 3. delalik *"bûka xalê, ezîza malê" ezîze 1. delalika malê 2. rahibeya dêrê ezman esman *"erdekî hişk, ezmanekî bilind" ezmûn 1. îmtihan 2. tecrube ezmûngeh cihê ku tecrube lê tên pêk anîn; taqîgeh ezperest kesê ku tim di heyra xwe de ye; xweperest ezwaz kibrît, niftik