Wîkîferheng:demirhan-d

Ji Wîkîferhengê


d/D tîpa pêncemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku li gorî cîderka wê diranî ye, li gorî belavbûna wê girtî û nerm e da- [I] pêşgireke ku bi lêkerê ve diziliqe û wateya berbijêriyê didê da [II] dayik dab tele, dafik dabarandin/dadibarîne /dabarîne 1. bi ser de rijandin 2. dan guleyan dabarîn/dadibare/dabare hetikîn dabaş 1. mijar 2. behs, babet daberizîn/dadiberize/ daberize 1. êrîş kirin 2. belapêşkarî yekî bûn dabestin/dadibeste/dabeste 1. girêdan 2. kuta kirin 3. bi encam kirin dabeş 1. parçe, par 2. qisim 3. kerî -dabeş kirin 1. parçe kirin 2. parve kirin 3. kerî kirin dabêlandin/dadibêlîne /dabêlîne 1. daqurtandin 2. vegemirandin

  • "kesê çavbirçî, kerê bibar

dadibêlîne" dabir (r) nîşaneya bêhnokê ya ku li jora peyva resen tê danîn dabiristin/dadibirisîne /dabirisîne 1. rêz bi rêz bûn 2. sef girêdan 3. ketin şîştirekê dabîn kirin 1. bîme kirin 2. ewle kirin daçek (r) peyvên bêwate ên mînanî /li, bi, ji…/ ên ku di hevokê de bi peywirekê radibin daçikandin/dadiçikîne /daçikîne 1. di erdê de bi dirêjahî bi cih kirin 2. çikilandin 3. hincikandin dad 1. dayik 2. edalet dadan/dadide/dade [I] 1. girtin 2. zirze kirin

  • "deriyê xêran, nayê dadan"

dadan/dadide/dade [II] (agir) pê xistin dadgeh mehkeme -dadgeha lihevanînê D 80 mehkemeya sulhê -dadgeha sezayî mehkemeya cezayî dadger hakim dadik jinika ku ber diya wan ve çavdêrî an jî sexbêrîya zarokan dike dadî huqûqî dadmend dadwer dadparêz huqûqparêz dadwer adil dadwerî adilbûnî dadyane adilane dafik xefik, tele *"roviyê zexel, bi her du lingan dikeve dafikê" dager 1. dahatina ber bi jêrê 2. veger dagerandin/dadigerîne /dagerîne 1. berjêr kirin 2. anîn xwarê 3. lê vegerandin dagerîn/dadigere/dagere 1. peya bûn 2. hatin xwarê 3. lê vegerîn dagirker îşxalker, vegirtî dagir kirin îşxal kirin, vegirtin dagirtin/dadigire/dagire [I] 1. tijî kirin 2. îstila kirin dagirtin/dadigire/dagire [II] ji malperekî peldankek daxistin dahan dayîn *"dermanê xwestinê, dahan e" dahatin/datê/dayê 1. peya bûn 2. hatin xwarê 3. dagerîn dahatû 1. pêşeroj, musteqbel 2. pere û berê ku ji ked an jî dezgehê mirovî tê dahelandin/dadihêle/ dahêle pê ve aliqandin dahelîn/dadihele/dahele pê ve aliqîn dahênan/dadihêne/dahêne 1. kişf kirin 2. îcad kirin 3. afirandin dahêner 1. kaşif 2. mûcîd 3. aferîner dahiştin/dadihêje/dahêje 1. li serê rawestîn 2. li serê pir kûr ramîn dahol def daholjen deflêxistî dahûrandin/dadihûrîne /dahûrîne 1. tehlîl kirin 2. çareser kirin 3. jê re rayeyek dîtin daketin/dadikeve/dakeve 1. peya bûn 2. hatin xwarê 3. berjêr bûn 4. (sewalê nêr) nayîn, gayîn dakirin/dadike/dake 1. avêtin 2. pekandin 3. nixumandin 4. berjêr kirin *"jin, mêran dadikin û radikin" da ku ji bo ku, seba ku

  • "bilind menêre, da ku

tu nizm nekevî" dalak kesê ku zarokan sunet dike dadger dalan kulek, lingor dalehî rexne an jî gazindên nazik dalehî kirin bi nazikî gazind an jî rexne kirin daliqandin/dadiliqîn/ daliqîne hilawestin dalît qurmê darê yî qutkirî daman ji navikê berjêrtir pêşên dêreyekî; tûman damezrandin/dadimezrîne/ damezrîne 1. înşa kirin, ava kirin 2. saz kirin 3. çêkirin damezrîner 1. sazker 2. çêker 3. daner 4. dahêner damilandin/dadimilîne/ damilîne (çav) girtin damilîn/dadimile/damile (çav) hatin girtin damûsk porê katara stûyê hespan dan/dide/bide [I] 1. vegerandin 2. radest kirin -dan ber hev 1. qiyas kirin 2. rû bi rûyî hev kirin 3. hevrû kirin *“biaqilan dan ber hev û ser hev, dînan lawên xwe zewicandin“ -dan û standin 1. têkilî, eleqedarî 2. kirîn û firotan 3. hildan û danîn 4. bexişandin û jê birîn

  • "dan û sitandin di

destê Xwedê de ye" -dan zanîn/dide zanîn /bide zanîn 1. danasîn 2. pê hesandin 3. haydar kirin, agahdar kirin dan [II] 1. genime kutayî 2. hebên gênim *"kaya kevn, dan jê nakevin" -danê kutayî genimê di cûnî de bi mîrkutan kutayî dan [III] 1. demên rojê 2. beşên zemên *"adarê, berfê xwe da guliyê darê, nema danê êvarê" danasîn danezan, îlan dane agahiya zanistî ya çespandî danezan teblîx, danasî -danezana mafên mirovan danasiya mafên însanan a gerdûnî danêr sazkirî, damezrîner dang ji şeş paran parek dange cihê ku sewal lê tên giyakirin; dirûngeh danisqe mirovê awarte danişîn [I] li dadgehê amadebûna pêşberî dozger danişîn/dadinişe/danişe [II] rûniştin daniştin/dadinişe/danişe rûniştin danîn/datîne/dayne 1. peyde kirin 2. saz kirin 3. bi cih kirin danû genimê kutayî û 81 danû 82 kelandî danxav kutilkên xav dapalandin/dadipalîne /dapalîne 1. raparzandin 2. dawerivandin dapalîn/dadipele/dapele 1. raparzîn 2. dawerivîn daperîn/dadipere/dapere bi tundî lê vegerandin dapêjtin/dadipêje/dapêje 1. çiq kirin 2. spî kirin 3. darotin 4. rûçikandin dapîr diya dê û bavên mirovan; pîrik dapîtin/dadipêje/dapêje dapêjtin daqoq 1. mîrkut 2. mîrkutê dêrî daqurtandin/dadiqurtîne/ daqurtîne di gewriyê de berjêr kirin; qurt kirin daqûl xwar -daqûlî tiştekî bûn xwarî ser tiştekî bûn dar 1. cureyekî hêşînahiya li ser rûyê erdê ye û mêweyan dide 2. darik

  • "heta ku se hêstî nekojê,

dar li sêrî nakeve" dara hesabdariya heyiyên dûgelê; maliye daraş balindeyek e darayî têkildarî heyiyên dûgelê; malî daraz qerar, biryar darbest 1. tabûta miriyan 2. çardara ku pê nexweş tên neqilkirin darbir cureyekî sewalên darkoj e darçîn cureyekî darên ku hem berên wê ên hişkkirî hem jî ew bi xwe tê kelandin û ava wê tê vexwarin dar de kirin /bi dar ve kirin 1. îdam kirin 2. hilawestin, daliqandin darêj(-e) qalibkirî, rokirî darêjk teşe darêjtin/dadirêje/darêje 1. jê zêde kirin, ji ber girtin 2. li hev zêde kirin darêjxane karistana ku tê de bûjen di qaliban de tên ro dikin daring madeyê xav, bûjen darik parçeyeke darê biçûk -darikê miradan mirovê ku ji tu kesî re nabe alîkar -darikê heft argûnan kesê ku li her derê fesadiyê digere daristan komeka daran darizandin/dadirizîne/ darizîne mehkeme kirin darîn bûjena ji darê çêbûyî darkutik cureyekî çivîdanxav kên ku bi nikilê xwe daran qul dike darpişt 1. sêpiya tevnê 2. piştmêr daroxa karmendê bacberhevkirinê dartiraş kesê ku ji daran pace, derî û pêdiviyên malan ên din çêdike; necar, xerat dartiraşî pîşeyê necariyê; xeratî das amureke çandiniyê ye û pê zad tê çinîn

  • "dasek, nikare bi dehlekê"

dasî 1. hestiyên masiyan 2. striyên di simbilan de daskêş kesê ku bi dasê diçine dastan çîrokên lehengiyê daş/daşik caş/caşik daşir destşok davek qawûş daw 1. pêş 2. boç, dêl

  • "danû xistin dawa wî,

kîrê wî rabû; xistin rêza meriyan, qûna wî rabû" -dawa xwe xistin devê xwe pêşamadehiya revê kirin -daw û delingên xwe hilçinîn bi cidîtî xwe amadeyî karekî kirin dawerivandin/dadiwerivîne/ dawerivîne 1. raparzandin 2. baravî kirin 3. guvaştin heta ku ziwa kirin dawerivîn/dadiwerive/ dawerive 1. raparzîn 2. baravî bûn 3. (ji ber guvaştinê) ziwa bûn dawestîn/dadiweste/daweste li ser piyan sekinîn daweşandin/dadiweşîne/ daweşîne 1. dawerandin 2. li ba kirin, ber bi ba kirin daweşîn/dadiweşe/daweşe 1. dawerivîn 2. ber bi ba bûn dawet dîlan *"daweta mîran, agirê feqîran" -ma daweta diya te ye? em di xemgîniyê de ne lê ev çi kêf e ku li te girtiye? dawî 1. axirî 2. paşî 3. encam *"berfa hûr e, dawî dûr e" -dawî lê anîn 1. bi encam kirin 2. kuta kirin, qedandin -dawî bi gû hatin di axiriya temenê xwe de karekî nerewa kirin dawîn tiştê li herî paşiyê dawk diravê ku li serê merc digirin dawpaqij jina binamûs dax [I] pêvedana bi hesinekî sincirî dax [II] keder, keser -dax kirin 1. bi êgir an jî 83 dax 84 hêsinê sincirî çêrm şewitandin 2. xemgîn kirin

  • "li dû bêhna kebabê çû,

rastî daxkirina lingê kerê hat" -daxê daye stuyan çiqas zilm heye li sêrî qewimiye û lewre serî hildaye daxbar bikeder, biazar daxistin/dadixîne/daxîne [I] 1. peya kirin 2. berjêr kirin 3. anîn xwarê 4. jê xistin daxistin/dadixîne/daxîne [II] (ji malperekî agahiyek) vekirin û anîn xwarê daxuyandin/dadixuyîne/ daxuyîne 1. dan zanîn 2. eşkere kirin daxuyanî danezan, teblîx -daxuyaniya zelal danezana servekirî û eşkere daxwarin/dadixwe/daxwe 1. xwe jê dan aliyekî 2. ser tewandin 3. avêtin dil û hinavan û eşkere nekirin *"kîso, awira masiyî danaxwe" daxwaz 1. xwestek 2. teleb 3. arzû daxwazname rûpela ku xwestekek lê tê nivîsandin û ji saziyeke fermî re tê pêşkêşkirin, erzehal dayende 1. kesê dayî 2. camêr dayik 1. jina ku zarokê tîne dinyayê 2. mak, lel

  • "dayikê heft kur xwedî

kirine, lê heft kuran dayikek ji birçînan kuştine" dayiksalarî erka ku tê de dayik namzeda biryardanê ye; maderşahî dayî cureyekî gulan e dayîn/dide/bide [I] 1. lê sipartin 2. radest kirin, teslîm kirin dayîn [II] îkram û bexş -dayîna Xwedê îkram û bexşa Yezdanê Dilovan dayox dayende *“para dayoxan kanî ye, para xwaroxan genî ye” daz cureyekî aletên ku pê têl tên qutkirin de peyveke teşwîqkirinê ye -de were neteqe îcar were nemire û nehele debabe çeka giran a topavêj deban di şûr de cihê hesin debar pêdiviyên ku jiyan pê tê berdawamkirin -debara xwe kirin pêdiviyên jiyanê bi dest xistin/ amade kirin debax postkirin debaxane cihê postkirina sewalan; selexane debe koda ji tenekeyî debeng 1. ehmeq 2. gêj daxbar debîş tiştên zeliqokî debûş zemq, zernîx def alava mûsîqî ya ku her du aliyên çêrmîn in û çembera wê jî darîn e û bi dendikan tê lêxistin; dahol *"defa ber keran û çiraya ber koran, nabe qencî" -defa hewarê lê dan gaziyeke bi dengî kirin defik dahola biçûk defter lênûsk -deftera xêr û gunehan vebûn di roja qiyametê de hesabên başî û nebaşiyê jê hatin pirsîn defterdar karmendê ku qeyd û sicilan digire -defterdarê kerxaneyê serekê pêzevengan defşe 1. baq, deste 2. çûm degel [I] cesaret, wêrekî degel [II] qerfî, mîzahî degme 1. car caran 2. kêm caran degmen 1. bi zehmetî 2. pir kêm deh 1. hejmara beriya yazdehan û piştî nehan 2. jimareya 10'an "çêlekeke bişîr, ji deh mihên bêşîr çêtir e" dehandin/didehîne/bidehîne (xwarin) li xwe helandin dehbe jakaw, hov, kovî dehfandin/didehfîne /bidehfîne 1. wêde kirin 2. leqandin, livandin dehf dan dehfandin dehî 1. qurban, boraq dehl 1. devistan 2. baxçeyê fêkiyan *"filan kes hirçê dehlê ye" -dehl û dêş daristana ku bivir neketiyê dehlîz dalan, kulek dehta dehqat dehtayî hejmartina dehedehî (wekî 10-20-30- 40...) dehş/dehşik cehş/cehşik

  • "dehşikeke mirovî

jî hebe, koça mirovî li aranê namîne" dejnik cureyekî çêreyê ye û nepijandî tê xwarin dek fend û fêl -dek û dolab hîle û xurde dekbaz fêlbaz, hîlebaz delal 1. ezîz 2. hezkirî 3. bedew *"jina nedelal, çavê mirovî diêşîne, jina delal dilê mirov diêşîne" delalî 1. şûm, nehs 2. berkeftî, hêja *"kes delaliya kesî, bi delalî xwedî nake" delandin/didelîne/bidelîne 1. li bendê hiştin 2. kamsojkî kirin delav [I] cihê guhêztina avê *"gol dibin delav, 85 delav 86 delav dibin gol" delav [II] 1. kurn 2. hewz delik parçeyek pîneyê tenik û dermankirî yê ku didine ser birînê û pê dipêçin delikandin/didelikîne/ bidelikîne bi delikê birîn pêçan deling devê lingê şal û derpiyan ê ku digihêje gûzekan delîl 1. îsbat, birhan 2. wêran, dêran *"delîla baranê ba ye, delîla mirinê ta ye" delîn/didele/bidele 1. çav li rê bûn 2. kamsojkî bûn -çav lê delîn çav li rê bûn delîve 1. firsend 2. îmkan, derfet 3. cihê derbasbûnê dem 1. zeman 2. wext 3. çax 4. heyam *"dema ku seg bezî gur, gur mir" -dem û destgeh 1. sazî 2. kargeh -dem û destgehê bazirganiyê kargeha ticaretê deman [I] zeman deman [II] kirê demançe şeşar, cureyekî çekên lûlekin e demandar kirêkirî deman kirin kirê kirin dembihêrk sohbet demdemî 1. çaxçaxî 2. carinan û ne bi berdewamî 3. ne di cih de demildest hema niha; derhal demîn carinan, degme demjimêr katjimêr, saet demle felc -demleya zarokan felca ku di temenê biçûk de digihêje zarokan demsal mewsim, werz dendik [I] kakil dendik [II] her du darikên serpopil ên ku pê def tê lêxistin dendûreşk dirik deng [I] 1. bayê ku ji pişika mirovî derdikeve û di devî de teşe digire 2. awaza ku di tevgerên xwezayê de tê bihîstin

  • "dengê ewran, mizgîna

baranê ye" -deng û behs 1. xeber 2. nûçe -deng dan 1. navdar bûn 2. lê vegerandin 3. axivîn 4. pejirandin -dengî hev kirin bangî hev kirin -deng kirin 1. axivîn, peyivîn 2. bang kirin -deng lê kirin 1. bang lê kirin 2. gazî kirin -deng vedan 1. olan dan 2. deng vegerîn *"av dikeve cihê teng û deng delav vedide" deng [II] ramana kesê ku hildibijêre; ray -deng dan (di hilbijartinê de) raya xwe dan deng [III] hevaheng, yeksan -dengî hev bûn yeksanî hev bûn -dengî hev kirin yeksanî hev kirin dengaz bêdeng, kêmaxêv dengbêj kesê ku stranan dibêje; stranbêj dengdar (r) tîpa ku pêdiviya wê bi dengekî vekirî î domdar heye dengdêr (r) tîpa serbixwe ya ku vekirî û domdar e dengik gewrî, qirik dengî îlan dengî kirin îlan kirin dengîr navdar dengnasî zanistên ku pisporiya wan bizavên dengan e dengnuxêm alava dengbir a ku bi ser çekan ve dikin da ku dengê guleberdanê neyê bihîstin dengweş alava ku dengê axivgeran li derve diweşîne û bilindtir dike denk 1. gurzê girêdayî 2. barê girêdayî dep darê rast î meht depreş textikê reş î ku nivîs li serê tên nîşandan deq [I] xal, şane deq [II] 1. metnê nivîsê 2. derince, pîle 3. kapên lingan, qeydik -deq kirin 1. lê xal çêkirin 2. ji bo balkişandinê xêz kirin 3. sox kirin deqaq alava hesînî ya ku bi gêrebayî tê germkirin û pê qerçûmekên kincan têne sererastkirin; wutû deqel xweliya hişk deqlûs qulopanî, teqle der [I] 1. derve 2. bere

  • "jin çav li der e, mêr

xwelî li ser e" -derê ku biwêjeke peyitandinê ye *"derê ku filan kes jî bûye gurê devbixwîn" der [II] 1. cih û war 3. mekan 4. şûn û dews -der û dor hawîrdor, doralî derabe pergala girtinê ya deriyên firoşgehan deramet 1. dexl, derhat 2. debara darayî 3. sewze, hêşînayî -derameta neteweyî dirav û dexla ku ji dûgelê re tê derandin/diderîne/biderîne derxistin derve deranîn/dertîne/derîne ji hundir birin derve 87 deranîn 88 derav [I] kelîşo derav [II] 1. newal û cihokên avê 2. dertenga avê ya ku zirav e û bihur tê re asan e derav [III] veser, pêvek -derav kirin bi hev ve kirin deraxlêve rojên pêşîn ên biharê derazînk bilindeka li ber deriyan; pêderî derb 1. lêxistina xedar 2. zede *"derban ji derblêketiyan bipirse" -derb lê ketin zede girtin der bar der heq derbas bûn bihurîn derbas kirin bihurandin derben cihê ku kinc tê de têne daliqandin; hilço derbend [I] bender, rawestgaha keştiyan derbend [II] tengav, xelîc, girav derbest [I] tiştê ku derê wî hatiye girtin û bestin; dergirtî, nixamtî -derbest kirin devê amanê girtin derbest [II] 1. cidî 2. yekser 3. xeleq derbider kesê ku ji welat, mal û warê xwe dûr ketiye; aware, mişext derbider bûn ji mal û warê xwe dûr kevtin derbiderî awaretî derbider kirin bi darê zorê kesek ji mal û warê wî bi dûr xistin der birin 1. bi lêv kirin 2. îfade kirin 3. şehitandin -mafê derbirinê heqê axaftinê der bûn (birîn) bijiqîn û axivîn dercaw destmala destan derçik 1. pêderî 2. hewş, hevşî derçûn 1. ji hundir hatin 2. eşkere bûn derd 1. êş û azar 2. keder û xem *"dil li ser dil e, jê re nîn e tu derd û kul e" derdanik parzûn derdehinav êşa hinavî derdekopan nexweşiya ku ji ber birîneke bi hesinê zengarî de çêbûye; êşekovan derdese harî derdeseyî bûn har bûn derdeser êşa serî -derdeserî bûn 1. (serî) di êş û belayan de bûn 2. bi kul û derdan nalîn -derdeserî kirin 1. (serî) bi êş û belayan aciz kirin 2. (rewşa yekî) serobino kirin derdest kirin tewqîf kirin derav derdestname fermana girtina yekî derdmend xemgîn, keserkûr derdomerdo kesê ku ji ber xemgîniyê keribiye derdor hawîrdor, doralî derdoyî derdomerdo *" derdoyî pirbêj dibin, evîndar dengbêj dibin" derebeg kesê ku li derveyî zagonan dibe xwedî-milk û zordariyê li hejaran dike dereberjêr sereberjêr

  • "dereberjêr û hevraz,

ji zimên re tunene" deredemî 1. bêwext, berwext 2. çaxbihurî 3. paşverû dereke 1. biyanî 2. nepen deremal 1. şeveder 2. havî 3. axozî dereng 1. ne zû 2. paşdemayî, şundemayî *"agirê kuçikan timî germ e, dereng sar dibe" dereve bûn (di axaftinê de) bêhemdî xwe bi ser ve bûn dereve kirin (bi riya axaftinê) mebesta yekî aşkera kirin derew 1. vir 2. îftira

  • "derew, sêwî ye"

-derew kirin 1. vir kirin 2. kuşekuş kirin derewandin/dideriwîne/ bideriwîne 1. gotin betal kirin 2. rastiya gotinekê pûç derxistin derewîn/derewker virek, kuşo *"derewîn, carekê dixwe firavîn" derf eyarê sewala gurandî derfet 1. îmkan 2. firsend 3. delîve dergeh 1. deriye ketinê 2. deriyê mezin *"diz li mal e, girtina dergehî betal e" -dergeh û dîwan meclisa mîrî dergevan 1. kesê ku dêrî dipê 2. berdestiyê li pêş dêrî dergistî destgirtî dergîl deriyê darîn dergûş hêlekan, landik

  • "bi dayikên xwedî-dergûş

re herin, zû vegerin" derhatin/dertê/derbê (derê) derketin derve

  • "kî li du riyan dinêre,

şaş dertê" derhêner birêvebir derhûd berpirsiyarê ji dêla yekî ve; kefîl derhûde berpirsiyariya ji dêla yekî ve; kefalet derhûdname giroveya ku kefaletê nîşan dide; kefaletname derince 1. pêlik, pîle 2. pêlekan 89 derince 90 derindêz 1. dêlindêz 2. merasima filehan a 14’ê sibatê derizandin/diderizîne/ biderizîne 1. şikandin 2. qelaştin 3. cerx kirin derizî qelişî derizîn/diderize/biderize 1. şikîn 2. qelişîn derî 1. cihê ketina li avahiyekî 2. dewsa ketina her tiştî *"golikê beş, ma li devê deriyê reş" -derî dadan dergeh girtin/ zirze kirin -derî kutan (da ku bê vekirin) li dêrî xistin *"heta ku tu deriyan nekutî, derî li ber te venabin" derîçe 1. dergehên biçûk 2. kunên biçûk -derîçeyên dil dergehên biçûk ên dil derîn dergehê derketinê derîzan pêşiya dêrî; pêderî derkenar 1. nîşeya li kêlekê; haşiye 2. têbiniya ku di pêvekê de ye derketin [I] cihê çûyîna ji hundir ber bi derve derketin/derdikeve/ derkeve [II] ji hundir ber bi derveyî çûyîn -derketin holê aşkera bûn der kirin [I] 1. derxistin 2. qewirandin, cehimandin der kirin [II] 1. (da ku kêma birînê bikişe) qul kirin 2. (da ku mebest diyar bibin) serê karekî/ axaftinekê vekirin dermale sewala ku ji bo serjêkirin û firotanê tê kok-kirin dermale kirin (sewal) ji bo qelewbûnê xwedî kirin derman 1. îlac, dewa 2. çare 3. raye *"bam dibe kitan, dew dibe derman" -derman vexwarin îlac vexwarin dermanfiroş îlacfiroş dermanxane cihê ku îlac lê têne firotin dernixûn serobinokirina aman û paçikan derpê 1. kinca şevê 2. kinca hundirîn û tenik a ku di bin şalan de û dema razanê tê lixwekirin

  • "bê derpê bigere, lê

stûyê xwe li ber zaliman xwar meke" -(di) derpiyê xwe de kirin ji tirsan di bin xwe de rîtin derpêş kirin 1. anîn ber çavan 2. angaştin dersal salên berê derşo feraşo derûn nepeniyên di nava derindêz 91 destav mirovî de, hêz û hizra navxweyî; ruhiyat, manewiyat derûnî ruhnasî, têkildarî ruhiyat û manewiyatê derûn-nas pisporê zanistên derûnî derûn-nasî pisporiya zanistên derûnî derve 1. ne li hundir 2. xaric *"ji derve ve mele ye, ji dil ve file ye" -derve kirin 1. şêlandin 2. jê dizin derveyî 1. têkildarî tiştê ne li hundir 2. xaricî derwêş 1. dîwane 2. sofî

  • "derwêş dizane, çi di

hebana derwêş de heye" derwêşxane dêş derxûn devnuxêma qûşxaneyê derya zerya, behr *"derya, bi dilopan naqede" deryavan zeryavan, keştîvan -Deryaya Sor Zeryaya Sor a di navbera Erebistan û Misirê de derz 1. qelîştek, qelş 2. cerx derzî [I] alava dirûtinê

  • "bi derziyê, bîr nayê

kolan" derzî [II] dermanê avkî yê ku bi şiringeyê tê zerk-kirin; fetrûm -derzî lê xistin bi şiringeyê dermanê avkî berdan bin çêrmî derzîdank 1. cihê ku derziya dirûtinê tê de tê çikandin 2. paçika derziyê derzîreq mixên ku wekî derziyan e û pê kaxezan bi hev ve dikin desirman 1. berdestî 2. qerwaş desirmanî kirin 1. berdestîtî kirin 2. ketin olam û bintînên xelqê

dest 1. endamê ku bi ser mil ve ye û pênc tilî pê ve ne 2. lep, penc *"bi dêst bike, bi dêv bixwe" -dest bi stûyê hev re birin hev hembêz kirin û bi hev şa bûn -dest dan 1. temas kirin 2. bi kêrî tiştekî hatin -dest jê berdan jê vegerîn -dest pê kirin teşebus kirin -dest tê kirin mudaxele kirin, tev lê bûn -dest werdan dest tê kirin destar du beraşên biçûk ên ku bi dest têne gerandin û pê zad tê hêran; aşê destî destav 1. mîza xalî 2. gû -çûn ser destavê çûn destşokê 92 destavêtin destavêtin 1. serveçûn 2. zêdegavî destavxane destşok destbelaş/destbelav comerd destbelaşî/destbelavî comerdî destbend kelemçe destbirak 1. razdar 2. kirîv destbûrî bêqedr, bêkêr, qedrsivik destdirêjî mudaxele, tecawuz deste 1. baq 2. lijne 3. yekîne destek destyarî, alîkarî destenerm hevîrê ku bi rûn hatiye strandin û didine ser cihê werimî an jî eşiyayî desteng xizan destexwişk 1. xwişka axiretê, razdara jin 2. jina ku ji kirîvgelan e destgeh cihê ku bûjenên danûstanê lê tên hilberîn an jî ji bo firotanê lê tên raxistin destgirtî dergistî, nîşanî destgoc destqop, destkop desthilatî 1. îqtidar 2. hukumdarî 3. serwerî 4. hêzdarî desthilatdar 1. hukumdar 2. serwer 3. hêzdar destik 1. qevd, bist 2. çembil, qulp *"destikê bivirî ne ji darê be, dar qut nabe" destî destik *"destiyê kêrekê û gûyê li ser bêrekê wekî hev in" destkarî karê ku bi destan digere; destpelingî destkeftî tiştê qezencbûyî û bidestketî destkêş kirin (hespê hefsarkirî û gemkirî) li pey xwe kaş kirin destkin xizan, feqîr destmal 1. mendîl 2. pêşgir *"serê ku neêşe, destmalê lê girêmede" destmaye sermaye destmêz heqdest destmiç bexîl û çiriz destnimêj paqijiya ji bo nimêjê *"pîr bidestnimêj be, sal dirêj e" -destnimêj girtin ji bo nimêjê paqijî kirin -destnimêj şikandin ji rewşa paqijiya ji bo nimêje derketin destnivîs nivîsa ku bi destan hatiye amadekirin, destxet destnîgar kesê ku resman xêz dike; resam destpeling karê ku bi keda destan hatiye hilberîn -bi destpelingî bi keda destê tazî destnîşan kirin 1. îspat kirin, aşkartin 2. çespandin destpêk serê pêşîn ê her kar û çalakiyê destşok daşir, kîzên, qedemgeh, avrêjk destêker mudaxeleker destûr 1. îzin 2. musaede -destûr dan 1. îzin dan 2. musaede kirin destûrname îcazetname, bawername destvala di dêst de tiştek tuneyî destverû kirin (giya û çandiniya nivîşkan) bi dest çinîn destxet destnivîs destxweşî lê kirin jê re: "quwet be" gotin destxwişk 1. razdara jin 2. hevala samîmî destxwîn kujer destyarî 1. destekarî 2. alîkarî destyaw deyn, qerz -destyawa alîkariyê qerza yarmetiyê deşenî kesê ku tûşî zilm û pêkutiyê hatiye deşt 1. rastahî, best 2. aran *"banê me yek ban e, aliyek deşt e, ê din zozan e" deştî 1. kesê ku li rastahiyan dijî 2. kesê ku li bajaran dijî û dernakeve zozanan dev endamê xwarin, vexwarin û peyivînê -dev avêtin 1. tê gerîn 2. lê alîn 3. lê banîn -dev jê berdan têkil nebûn, dest jê vekişandin -dev şepilandin ji devê xwe avêtin, ji devê xwe şehitandin devarav kesê devgilêz û devkef devbelaş pirbêj, devçepel, piraxêv dever 1. herêm 2. mintiqe 3. cîwar *"gotin: 'li wê deverê çi hebû?'; got: 'li wir jî hêştir û gur tev nediçêriyan'" deverî 1. herêmî 2. di qadeke teng de deverû xwarbûna li ser dev û çavan; sernişîv -deverûyî erdê bûn bi ser dev û rûyê xwe pelişîn erdê devgak devgem û bizmika ku di gêreyê de dikine devê dewaran da ku ji zêd nexwin devgem di hevsarê gemê de hesinê ku dikeve devê hespê devgenî kesê ku bêhna genî ji devê wî tê devgilêz kesê ku kef û gilêz bi devê wî dikeve; 93 devgilêz 94 deav, devşil devistan cihê ku darên diriyê lê hene; devî devik tiştê ku pê devê firaqan tê girtin devî devistan devjenî 1. bezînhev 2. belapêşkarî devî cihê ku darên diriyê lê hene, devistan *"devî hebe dê bibe dar, xwelî li serê kesê bêwar" devîdevî pir li nêzikê, hema bigire li hindê ye -devîdevî lê kirin hema hema li hindê bûn devkî bi zimên û ne bi nivîskî; şefewî devjûjî devlopik devlalûte 1. kesê ku lal û tat e 2. zimanfisek devliken kesê ku daîmî ken li rûyê wî xuya dibe; rûgeş devling devê lingê şêl

  • "dil, hay ji devlingê

nabe" devlopik kesê ku devê wî bîçûk û ber bi pêş e devmirî 1. bêdeng û kêmaxêv 2. acizê axaftinê û xweparastinê devnerm zimanşirîn, zarsivik devok axaftinên herêman; zarava devsist kesê ku nikare raz û bîsan veşêre dew 1. mastê kiyandî 2. çelqemast *"adar e dew li dar e" -dewê xwe di parzûnê yekî de berdan hewl dan ku ew kes jî bibe hevparê karê wî dewa derman dewar sewalên malê yên wekî ga û gamêşan; tarîş dewdew cureyekî çivîkên kedîkirî ye û axaftina însên dubare dike; tûtî dewik torteya/dûrda rûnê qijirandî dewisandin/didewisîne /bidewisîne 1. mişe kirin, tepisandin 2. bi cih kirin, tê de danîn dewisîn/didewise/bidewise 1. tepisîn 2. bi cih bûn dewixandin/didewixîne /bidewixîne ji ser hiş birin, ji xwe ve birin dewkil/kiledew 1.meşka dêw 2. sirsûm dewlemend 1. sermiyandar, xwedî-rastmal 2. bi şêt û pêt *"dibêjin: 'dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî?" dewlemendî sermiyandarî, rastmaldarî *"heçî nizane quweta xwe, ew dûr e ji dewlemendiya xwe" dewlet 1. dûgel 2. sermidevistan yanî *"dewlet, di bin gurzên giyayî de ne" -dewleta nehênî 1. dewleta ku pergala wê ne tenik e 2. dewlemendiya ji xele-xurdeyê dewr 1. çax, heyam 2. careke kirina tiştekî; ger 3. raguhastin 4. wane *"heke dewr bi te re neyê, tu bi dewrê re here" -dewra xwe rewan kirin waneya xwe dubare kirin û baş tê gihiştin -dewrî yekî kirin karek raspartin yekî dewr kirin 1. raguhastin, neql kirin 2. xitim kirin dewran çerxa zemên

  • "dewran bi dor e, geh

li jêr e geh li jor e" dewraze hespê girs dewre 1. xelet 2. çewt dews 1. şop 2. cih 3. war 4. şûn *"dewsa şûran rehet dibe, dewsa gotinan rehet nabe" -dews û doz war û mebest -bi ser dews û doza yekî ve nebûn ji şop û armanca yekî bêxeber bûn dewx sergêjî dexel sexte dexelî sextekarî dexes çavnebar, çavreş dexesî çavnebarî dexisîn/didexise/bidexise çavreşî lê kirin, çavnebarî kirin dexl zad, hubûbat deydik kilekursî, texterewan, qirneqos deyn tiştê ku heta maweyeke diyar hatiye dayîn qerz *"nanê mêran, li ser mêran deyn e" -deyn dan qerz dan -deyn standin/kirin ji kesekî destyawek wergirtin

  • “axa deyn dike,

xulam xerc dike” -deynê xwe fît kirin heqê kesî li ser xwe nehiştin deyndar ji yekî re qerzdar

  • "jinê gotiye: 'bila

mêrê min siwar be, bila ne deyndar be'" deyndêr qerzdayî deyz debara zivistanê ya sewalan dezgeh sazî, destgeh -dezgehê agirkujiyê di dûgelê de saziya ku peywira wê damirandina agirên ziyandar e dezî bendê ziravik dê [I] qertafa dema bê dê [II] 1. dayik 2. mak 3. lel/lelik 4. dad/dadik

  • "hezar bavê çê, esil şîrê

diyê (dê)" dêhn 1. bal 2. serinc 95 dêhn 96 -dêhna xwe dan 1. bala xwe dan 2. lê hûr bûn dêl [I] 1. berdêl 2. qîmet dêl [II] 1. boçik 2. dûv -dêl hejandin 1. (dêlik) hatin telew 2. (jinê) gazî mêran kirin dêl [II] sega mê, dêlese

  • "dêl bi ba ye, kûçik li

pey heta Bexda ye" dêleba heyama têkiliya zayendî ya dêl û segan dêlegur gura mê; makegur dêlemar margîse dêlese dêlik dêlik sega mê; dêlese *"axayî ji xulêm re got, xulêm ji segî re got, segî jî ji dêlika xwe re got" deliktî qûnektî û bêrûmetî dêlindêz pêşandana fermî; alayîş dêlî [I] gûşiyê tiriyê dêlî [II] cureyekî daran e dêm [I] erdê bêav an jî erdê ku riya avê pê nakeve dêm [II] sûretê rû dêman niştecih, xwecihî, rûniştvan dêmarî jinbav dêr kenişt, kenîse dêran 1. wêran 2. belengaz û reben dêre fîstan dêris kirin dêrz kirin dêrîn 1. kaw 2. mîrza 3. esîlza 4. torin dêrz kirin 1. îsraf kirin 2. wêran kirin dêş 1. êwirgeha belengazan 2. her tiştê fireh 3. mûsîqaya newayên olî dêw ûc, teba dêwendam di bejna ûcan de, wekî tewayan dêze esmer dêzê jina esmer dêzo mêrê esmer di daçekek e û wateya têdebûnê pêk tîne -di gavê de di cih de, tafilê -di gel 1. tev de 2. tê de 3. pê re -di afirê keran de razan û xewnê pêxemberan dîtin kambaxiya halê xwe ji bîr kirin û doza rûmetên herî berz kirin dibe ku îhtimalek heye ku wisa be dibetî îhtimal, bilanî dibistan 1. mekteb, xwendegeh 2. amojgeh

  • “dê, dibistana

zarokan e” -dibistana seratayî dibistana asta yekemîn a 6-12 saliyan -dibistana navincî dibistana asta duyemîn a 12- 15 saliyan -dibistana amadehî didêl bistana asta sêyemîn a 15-18/19 saliyan didu du *"daweta diduyan, cengecola hemûyan" difin 1. poz, bêfil, kepû 2. nik, nikil difr/difre 1. xîret 2. quretî, pozbilindî dihin dan qedr dan, giramî dan, rêz girtin dij 1. hember 2. zid 3. hevrik -li dijî sersariyê li hemberî bêberpirsiyariyê dijber muxalif, zid dijmin 1. neyar 2. reqîb 3. hevrik *"dijminê bavê, nabe dostê lawê" dijminahî 1. neyartî 2. reqabet 3. hevrikî dijraber zid, bereks dijûn gotina nebaş, çêr, sixêf dijwar 1. xeşîm 2. çetin 3. zor *"dijminê dijwar, ji doste xayîn çêtir e" dijwarî 1. xeşîmî 2. çetinahî 3. zorî dik 1. cihê bûyerê, sehne 2. meydan dil qelb *"dil, miqabilê dil e" -ji dil û can 1. ji hinavan 2. samîmî -çargopal-avêtina dilî lûtkeya bicoşbûnê -dil dan jê hez kirin -dil hebûn 1. bi niyêt bûn 2. talibê tiştekî bûn

  • "dil heye, lê taqet tuneye"

-dil hênik bûn 1. dilgeş bûn 2. dilfireh bûn -dil kirin 1. xwestin 2. niyêt kirin -dil mayîn 1. hêvî jê şikestin 2. jê êşîn dilawêr cesûr, wêrek dilbaz cazibedar dilber 1. canan, yar 2. bedew 3. jina ku layiqî hezkirinê ye dilbikul 1. xemgîn 2. dilbirîn dildar 1. aşiq 2. sewdaser dilêr 1. cesûr, wêrek 2. jêhatî, jîr dilfireh 1. bisebr 2. aram dilgerm jidil, samîmî dilgeş 1. rûken 2. bicoş dilgiranî 1. dilşikestin 2. hêvîşikestin dilhişk dilkevir dilikî 1. evîndar, hezkirî, hebandî 2. aşiq 3. sewdaser dilîn hîs, hest diljan dilêş diljar 1. dilmayî 2. ji aliyê derûnî ve kesê lawaz diljarî rewşa lawaziya derûnî dilketî 1. aşiq 2. evîndar 97 dilketî 98 dilkutan dilkutan bi ser hev tepîna dilî dilmê 1. xav, nazik 2. hêka ku baş nehatiye pijandin dilnerm ziravbihîstyar dilniya dilrehet dilniya bûn dilrehet bûn dilniya kirin dilrehet kirin dilnizm nepozbilind û nequre dilodîn 1. têrtijî 2. bêbiryar dilokî stranên evîndariyê dilop 1. niquteke aviyê 2. çilk *"av, dilop dilop dibe gol" -dilop kirin 1. niqutîn 2. rijîn dilovan bişefqet û merhemet dilpak qenc û birûmet dilq 1. ser û sîçe 2. xuyabûna di şeklekî ci-hê de; lisif -ketina dilqê yekî din xuyabûna di lisfê yekî din de dilrast 1. sadiq 2. muxlis dilrehet kesê kubêxem û bêkeser e dilrehetî dilaramî dilsar 1. bizdonek 2. betilî 3. nexwestî dilsaz qelbavakirî dilsoz kesê ku li ser sozê xwe dimîne; sadiq dilşa rûgeş, dilgeş dilşikên qelbşikên dilteng 1. bêsebr, netebitî 2. bêtehemul diltenik 1. ziravbihîstyar 2. qîjgiriyok diltepîn qelbjenî, dilkutan diltezîn 1. derdnak 2. biazar, biêş dilwestîn mirina ji ber sekinîna qelbî dilxwaz 1. xwestî, heweskar 2. mereqdar dilxelîn cirnexweşî dilxerab gumanbar, şikbar dilxerabî şikbariya dilî dilxereng şewata dilî dilxweş razî, pejirandî -dilxweş bûn pê re kêfa xwe anîn/kêfxweş bûn dilxweşî bi xwestinî dimatî 1. rûniştî 2. niştecih, dêman dimis doşav dimşînk şewba çivîkan, qira mirîşkan din ne ev ne jî ew, dîtir -roja din roja dîtir dindil nazik, nazdar dindilandin/didindilîne /bidindilîne nazdar kirin dindilandî 1. baş sexbêrkirî 2. pir nazenîn 99 ding 1. dîwarê mezin û qayîm 2. dengê ku dema lêxistinê ji tiştê hundirvala tê dengeding dengê domdar ê ku dema lêxistinê ji tiştê hundirvala tê dinya 1. cîhan 2. alem

  • "gotine: 'te dinya çawa

dît?' gotiye: 'li gorî dilê xwe' " dinyanedîtî 1. nedîtek 2. serobero 3. laylac dir 1. segê gurêx; gurxenêq 2. gir *"cewrikên seyê dir, timî dir in" diran hestiyên cûtinê yên di devan de *"cîranê nebaş bihêle, diranê êşiyayî bikêşe" -diranên kursî diranên paşiyê yên cûtinê -diran qirqiçandin lê gef xwarin, tehdîd kirin -diran di enîşkê de bûn pir qeleş û xedar bûn dirandin/didirîne/bidirîne 1. çirandin 2. qelaştin diranqîç diranbeş diransaz bijîşkê ku pisporiya wî dev û diran in dirav pereyê kaxez û madenî

  • "aqil, bi diravan

nayê piştê" diravname 1. derameta dûgelê 2. berhevoka rojane, heftane an jî mehane ya ku diravên mezaxtî û hatî tê de tên tomarkirin dirc qalikên deryayî direfş 1. nîşane 2. nîşaneya yekîneyeke leşkerî dirêj 1. zêde 2. bilind, berz 3. vît, çik dirêjahî 1. zêdehî 2. bilindahî, berzî *"aqil ne li seriyan e, ne jî li dirêjahiya çongan e" -dirêjahiya salê seranserî salê giştî dirêj bûn 1. berz bûn, bilind bûn 2. bejn avêtin dirêjî pê dan domandin, berdewam kirin dirêj kirin 1. bilind kirin, berz kirin 2. bi ser ve zêde kirin dirêş alaveke devtûj a solbendan e û destiyê wê darîn e *"bi kulmê meçe ser dirêşê" dirh nîşane, mohr dirik [I] 1. dareke pîjpîjî ye û berên wê tên xwarin 2. pîj, strî *"mirov di bin siya dirikê de ranakeve, di bin siya spingdarê de radikeve" dirik [II] û virik galegala vala û bêkêr dirikandin/didirikîne/ bidirikîne rast dêrandin, piştrast kirin dirinc tewayê efsûnî; şeydirinc 100 dirinde tanqûnî dirinde hov, kovî, jakaw dirixandin/didirixîne/ bidirixîne bexişandin dirî [I] strî dirî [II] cureyekî darên bistrî ye dirîn/didire/bidire 1. çirîn 2. qelişîn *"beq nequre, dê bidire" dirîreşk mêweyek e dirm bijok, berbelav -nexweşiya dirmdar nexweşiya ku belav dibe diroz dua dirozge dua diroz kirin dua kirin dirûd 1. silavên pîroz 2. silavên pêxember û çakan 3. silav dirûş binê piyî dirûşm peyv û hevokên ku di xwepêşandanekê de tên berzkirin dirûn(dirûtin)/didirû/ bidirû 1. (kinc) kêl kirin 2. (giya û zad) çinîn dirûnge qada ku pez lê tê giyakirin dirûv [I] 1. rû û sîma 2. bere 3. dîmen 4. rûçik, sikûm 5. teşe dirûv [II] 1. nîşane 2. nîşaneya ku li sewalan didin da ku pê bên naskirin -dirûv pê ketin şibihîn dist qûşxane diş xwişkên bûk û zavê divêle bendikên çêrmîn diwaroj pêşeroj, ayende di xwe re dîtin 1. canazarî nekirin 2. xwe ragirtin 3. pê karîn diyanet kar û barên têkildarî ola mirovî diyar 1. kifş û eşkere 2. eyan û beyan li holê -diyarî çavan bûn 1. bi ber çavan ketin 2. eşkere bûn 3. xuya bûn diyarde 1. kifşbûyî 2. eşkerebûyî 3. li xuyanê diyarî 1. xelat 2. bexşîş -diyarî kirin 1. bexişandin 2. xelat kirin diyarker eşkerekirî diyar kirin 1. xuya kirin 2. dan zanîn diz heramî, çilfis *"dizê malê ji malê be, ga di kulekê re derdikeve" -bûn dizê Xwedê bi rewşa xwe qayîl nebûn û pozbilindî kirin dizek heramxur, çilfis

  • "dizekî ji dizekan dizî,

erd û ezman lêrizî" dizgîn 1. gem 2. serê gemê yî ku bi destan tê girtin -dizgîna xwe qetandin 1. ji hefsêr filitîn 2. serfiraz bûn -dizgîn kirin 1. serî gem kirin 2. zeft kirin -dizgîn kişandin peyatî çûn û hespê gemkirî li pey xwe kaş kirin dizî heramîtî, çilfisî *"tu carî destê diziyê nasitire" dizîn/didize/bidize bêyî haya xwediyanji malê wan hildan; çilfisandin

  • "ber kerê re derbas dibe

û cehşike jê didize" dizîka bêhay, bêxeber divê/divêt pêwist divetî pewîstî, hewcetî dîbace pêşgotin dîber kirin 1. rave kirin 2. şîrove kirin dîdar 1. hevdîtin 2. sohbet dîdarî dîtbarî dîdem dîmen dîdevan çavdêr dîdevanî çavdêrî dîdexane çavdêrxane dîk nêrê mirîşkê; keleşêr

  • "dîk jî namûsa xwe dizane"

dîkilok stêrka tifingê dîl 1. hêsîr 2. bengî -dîl girtin 1. hêsîr kirin 2. bengî kirin dîlan 1. dawet 2. şahî

  • "derdê feqîrî nan e, derdê

axayî kêf û dîlan e" dîlbazî kirin bi zarê xweş xwe dan hezkirin dîlok kilama govendê dîmen 1. dirûv 2. menzere dîmendêr amûra ku wêne û dîmenan bi riya pêlên gêrebayî û peykê radihîne temaşevanan dîmenguhêz amûra ku dîmenan bi zindî radigihîne dîmenkirêt kesê ku tu meymenet di rûyê wî de tuneye dîn [I] 1. ol 2. ola îslamê

  • "ji bo xatirê xatiran, mirov

diçe ser dînê kafiran" dîn [II] 1. cinî 2. bêhiş

  • "aşê dînan, bê av digere"

-dîn û har bêaqil û hişaloz

  • "siwar siwar e, li siya

xwe guhdar e, li nava sêrî mexe dîn û har e" -dîn bûn 1. cin pê ketin 2. hişaloz bûn -dîn kirin 1. bêhiş kirin 2. behicandin dînar 1. diravê zêrînî yê dewra dewlata îslamî 2. diravê hin dewletên ereban ên nûjen *"li malê tune dînarek, navê keçikê Hezare" dînik 1. aqilsivik 2. kêmaqil

  • "bihur, bi dînikan

sax nabe" dînok dînik *"dînok di şîn û şahiyan de kifş dibin" 101 dînok 102 dînsist kesê ku di erkên dînî de sistiyê dike dînxane nexweşxaneya dînan; şêtxane dîq kirin 1. nihêrtin 2. ser dan dîqet baldarî dîqet kirin bi baldarî li serê rawestîn dîrok dûrok, tarîx -dîroka hevbeş tarîxa muşterek a çend aliyên têkildar dîroknas tarîxzan dîsa cardin *"hîv çiqasî bedew be, dîsa jî qusûreke wê heye" dîsk du darikên bi destikê bangurdanî ve ne û dikevin her du çalikên seriyan dîtbar tiştê ku bi çavan tê dîtin dîtbarî tiştê ku bi çavan tê temaşekirin -hunerên dîtbarî hunerên ku xîtabî temaşekirinê dikin dîtin [I] fikr û raman -bi ditina min bi nêrîna min dîtin/dibîne/bibîne [II] 1. nihêrîn 2. temaşe kirin 3. pêrgî hatin

  • "dît ez im, nedît

diz im" dîtinî ramana sêwirandî dîtir 1. a din 2. wêdetir dîwan 1. meclisa mêvanan 2. berhema helbestvên 3. birek mirov 4. cureyekî rûniştekên ku çend kes li serê dikarin rûnin *"bê şêx û pîr, meçe dîwana mîr, da ku nekevî temtêla feqîr" dîwane 1. derwêşê aşiq 2. gêj dîwanxane koçika mêvanan dîwar sûr *"ba, li dîwarê derve dixe" -dîwarê parastinê di malperê de pergala ewlehiyê -dîwarê ewlehiyê di herêmên aloz de berbendên ewlekariyê -dîwar lê kirin sûr jenîn dîz/duz [I] keleh dîz/dîzik [II] amana ji gil

  • "gûzek gûzek, dibe

dîzek" -dîzika devgirtî 1. kesê ku bi razên xwe ve dijî 2. kesê ku ramana xwe ya rasteqîn vedişêre dobe [I] 1. hingivê zelal ê ku ji şaneyan cuda dibe 2. dilopeke şirîniya zer a ku ji hêjîran tê xwarê dobe [II] kelek dobelan kariyek e doç boç doçka cureyekî guleyên ku ji topan biçûktir e dojeder 1. pizrik 2. dînsist birîn dojeh cehenem *"heta ku tu dojehê nebînî, bihişt bi te xweş nabe" dol 1. deşt 2. best, rastahî 3. newal dolan 1. dehlîz 2. hewşa bihurtinê dolav toterîka ku satila bîra avê dadixe û hevraz dike doliv 1. îdare, rêvebirî 2. karîgerî dolivger rêvebir dolivgerî rêvebirtî dolmend zengîn dolmendî zengîntî doman pêvajo, demajo domandin/didomîne/ bidomîne 1. berdewam kirin 2. jiyandin *"dinya siya darê ye, ji kesî re nadomîne" domdar daîmî domîn/didome/bidome 1. berdewam bûn 2. kêşan don 1. bez û zon 2. zêt 3. bizir *"don nekî çirayê, çira ronahiyê nade" -donê yekî cardin di serê wî dan hewl dan ku pîşeya yekî cardin hînî wî bikin doq/doqik şiv, ço dor 1. hawîr 2. şîştir 3. rêz *"Xanika Xido, yek nebû, dora dido" -dor hatin çax hatin -dor lê girtin 1. rapêçan 2. derdest kirin doraleyn hawîrdor dorav 1. (ji ber bandora kêşeya roj û heyvê) rabûn û daketina seviyeya ava deryayan 2. med û cezr dorgirtî tiştê ku dora wî hatiye rapêçan dorhêl 1. hawîr 2. çarçive dormandor bi berfirehî dornas 1. hawîrnas 2. pispor *"dorê bide dornasan" dorpêç kirin 1. rapêçan 2. pişt jê standin 3. xeneq lê şidandin dost 1. hogir 2. razdar

  • "dijminê dijminê mirovî,

dostê mirovî ye" dostanî 1. hogirtî 2. razdarî

  • "dostaniya dostê

xwe berde, lê dostaniya dostê bavê xwe bermede" doş kirin ker û hesp dan sekinandin doşanî sewalên dotinê doşav dimis doşavmij tiliya şehadetê dot keç, qîz dotmam keça apê mirovî, dotmîr 1. keça mîr 2. keybanû *"bi qîzanî dot- 103 dotmîr 104 mîr bû, bi jinanî pîr bû" dotin/didoşe/bidoşe ji guhanan şîr hildan *"şîr dote seradê, bêjing da binî" dotir 1. a din 2. a piştî wê -dotira rojê 1. roja din 2. roja piştî wê dox [I] bela û musîbet dox [II] rewşa xayîziyê dox [III] destiyê alavan dox çûn xayîz bûn doxîn pêgirêdana şal û derpêyî -doxîn ketin stûyan tolaziya wî ya veşartî eşkere bûn û pey re riswa bûn doxînsist 1. tolazê bişehwet 2. mubtelayê şehwetê doz 1. daxwaz 2. têkoşîn 3. armanc dozdar kesê ku daxwazekê an jî gazindekê pêşkêşî aliyên têkildar dike dozger di dadgehê de kesê ku li tawanê dikole dozîn paldêr, ajo du 1. hejmara pişti yekan û beriya sisiyan 2. jimareya 2'yan *"du hesp, li ser afirekî nabin" dua niyaza xêr û qenciyê dua kirin niyaza xêr û qenciyê kirin *”neyar, ji neyaran re dua nakin” dubare kirin ducar kirin dubendî 1. îxtilaf, tezad 2. nakokî ducan hamile, duhalî -ducanî bûn hamile bûn, duhalî bûn duçerxe alavake raguhastinê ya dutayeyî ye dudev devçeqel *"kulfet şûrê dudev e li pişta mêr" dudil bêbiryar, bêqerar dugîsin kirin gotin dubare kirin duh roja borî, beriya îro duhêl 1. bendê çermîn 2. dualî dujang elameta nexweşiyê, qitîtk dukak zad, dexl dukar riwayet, salix dulger hesingêr dulgerî hesingêrî dumbe 1. qelew 2. kok 3. ziktêrdek dunde 1. nifş 2. zuriyet dunex tayê ku ji du bendan hatiye rêstin dunikilî cureyekî çivîkên serpopil e dupat ducar dupate tiştê ku du caran hatiye kirin; tekrar dupat kirin dubare kirin durist 1. di rasteriyê de 2. neçewt 3. biserinc *"dûr here, lê durist here" -durist kirin 1. çêkirin 2. pêk anîn dotin durû 1. munafiq 2. riyakar durûtî 1. munafiqtî 2. riyakarî duryan cihê averêbûnê dusaxe girtîxane dusibe piştî du rojan duşaxe cureyekî nexweşiyan e duşem roja sêyemîn a hefteyê duşîze 1. bakire, xama 2. destpêneketî duta duqat duta kirin duqat kirin dutayî kirin dunexî rîs rêstin duxaskan jina ku zarok aniye û di kincan de ye duxaskanî rewşa jina ku welidiye duyem(-în) di rêza diduyan de dû [I] 1. pişt 2. piştî wî/wê 3. pey -li dû heyfê ketin doza tolhildanê şopandin -li dû xwe kaş kirin bi kotekî li pey xwe birin -dû re dû re pir şunde, paşê dereng dû [II] 1. mij û moran 2. dûxan *"kulek xwar e, dû rast e" dûajo 1. şivanê ku alikariya serşivên dike 2. di karekî de kesê alîkar dûbrang teyrê nêçîrê dûdik fîq dûdo 1. kevirê girover ê ku her lîstikvan hoçikê xwe davêjê 2. hedef dûkel 1. bixar 2. hilm û gilm dûkelkêş bixêrî, rojing dûm [I] berdewamî û dûmahî

  • "dûma her tiştî

heye, lê ya zilmê tuneye" -dûma dirêj kar û barên temendirêj dûm [II] boç û terî dûmahî dewam dûman dûxana ku bi ser êgir dikeve *"gur li dûmanê digere" dûmir 1. ko 2. kordûnde dûng dûvê pezê ku ne dêlse ye *"kitikên zemên, dûngên qelew dixwin" dûpişk cureyekî sewalên jehrdar e *"destê xwe mexe her kunê, di hinan de mar hene û di hinan de dûpişk" dûr 1. ne li nêzîkê 2. veqetî

  • "dûro, bi nûro"

-dûrî aqilan bûn derî mantiqan bûn -dûrî canê we Xwedê neke ku li we biqewime -dûrî huzûra haziran haşa ji huzûra cenabê we dûrahî 1. nenezîkahî 2. veqetîn 105 dûrahî 106 dûrd arava ku dadirive binê tiştê avî; torte dûrebîn 1. xwedîferaset 2. alava ku dûriyê nezîk nîşan dide *"avên qûnan, niha jî xwe dane ber dûrebînan" dûredest 1. neberbelav 2. ne li ber destan dûrendîşî feraset dûrî durahî dûş 1. sewiye, ast 2. rêz, şîştir 3. îstiqamet dûv boçik, dêl dûvedirêj 1. sewala ku boçika wê dirêj e 2. tiştê ku di demeke dereng û nenêzîk de diqede dûvelang 1. alava ku ji heyvê weşanê dişîne dinyayê, peyk 2. olamdarê berjewendiyên xelqê dûvelangtî olamdariya berjewendiyên xelqê dûvhej 1. dêlhej 2. qûnek dûvhejî 1. dêlhejî 2. qûnektî dûvhejî kirin 1. dêlhejî kirin 2. qûnektî kirin dûvmesas bilbil dûvre 1. piştre 2. paşê dûvstêrk stêrka biboçik dûxan mija ku ji êgir quloz dibe