Wîkîferheng:demirhan-cc

Ji Wîkîferhengê


ç/Ç tîpa çaremîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke pêşezmandevî ye û di belavbûna wê de ziman li ser diranan dişide çaçûl mirovê bêkêr î nebaş çadir xîvet çadirgeh komek çadirên ku li warekî hatine vedan çak 1. xweşik 2. baş 3. çê çakbîn 1. xweşbîn 2. bêhnfireh çakrewiştî xwîpaqijî çakil 1. çengel 2. du çengelên ku bi ser darekî ve dikin da ku pê du satilên avê mil bikin çaksaz kesê ku rêbazên kevn nûjen û bipergal dike çaksazî hişmendiya tezekirin û têkûzkirina rêbaz û ramanên dembihurî -çaksaziya çandiniyê têkûzkirina kar û barên ziraetê bi rêbazeke nûjen çal [I] 1. kortal 2. dewx, cerx 3. kort *"biçûk kêvir bavêje çalê, mezin nikare derxîne" -çal kirin 1. binax kirin 2. gor kirin 3. bi axê nixamtin 4. veşartin

  • “mar dibêje: min bikuje

bi dijminatî, çal ke bi dostî” çal [II] enîbeş, nehtikbeş çalak [I] 1. pêsivik 2. destsivik 3. bi awayekî giyanewer hîna jî dijî çalak [II] 1. di wê heyamê de ew malper dişixule 2. di wê heyamê de ew hesabê wî tê bikaranîn çalakger peywirdarê xebatekê çalakî bizava bibandor çalepîka çarlepkî çam bûyerên dilsoj çand hemû heyiyên gelekî; ferheng çandî têkildarî heyiyên gelekî; ferhengî çandin/diçîne/biçîne tov li erdê raçandin û çikandin çandinî ziraet çandiyar ziraetkar, cotkar çap [I] karê weşanê Ç çap [II] hêza şiyanê çap [III] bi qasî ku çavek dibîne -di çapa dêv de lêxistin di ser û çavan de kulmeke muhkem danîn çap [IV] gav çap bûn ji weşanê re amade bûn çapemenî cîhana her cureyên weşanê çaper alava ku nivîsan li hev zêde dike çapez çaydank, qorî çapger kesê ku weşanekê di çapxaneyê de li hev zêde dike çap kirin 1. nivîs weşandin 2. pirtûk li hev zêde kirin çaplûs melaq, laloş çaplûsî melaqî, laloşî çapûk selika kincan çapxane kargeha ku weşanan li hev zêde dike çaq geh, teşk, çîp *"şûrê kê tûj be, bila li çaqa min bikeve" çaqrût 1. çîprût 2. şeqrût çar [I] 1. hejmara beriya pêncan piştî sisiyan 2. jimareya 4'an çar [II] serwerên Ûrisata berê çar [III] 1. hel 2. rêbaza dermankirina arîşe û pirsgirêkan -çar bûn 1. peyde bûn, pêk hatin 2. bi dest ketin -çar kirin 1. bi dest xistin 2. pêk anîn çarbazî çargavî çarçef pîneyekê çarkujî yê ku bi ser text û nivînan tê raxistin çarçek 1. çekgirêdayî 2. silehşor çarçive şeklê çargoşekî çarçive kirin di şeklekî çargoşekî de dewisandin çarçîk cihê av û heriyê çardar tabûta miriyan çardeh 1. hejmara beriya pazdehan û piştî sêzdehan 2. jimareya 14'an çardehem(în) di rêza çardehan de çarder çarçiveya dêrî çarem(-în) di rêza çaran de çarenûs 1. qeder 2. aqibet -mafê çarenûsê heqê rêbijartinê çareserî 1. hel 2. derman çareser bûn 1. hel bûn 2. derman bûn çareser kirin 1. hel kirin 2. derman kirin çarêk çaryek çargavî xara sewalên çarpê ya hera lezgîn çargoşe şeklê ku li ser 65 çargoşe 66 çar çiman ava bûye; çarkujî çarix cureyekî solên berê ye *"çarixan ji san re çêkin, dê çarixên xwe bixwin" çarîn helbesta ku ji çar ristan pêk hatiye çarkujî çargoşe çarlepkî birêveçûna zarokan a li ser dest û çongan çarmedor her çar teref çarmêrkî rûniştina li ser ling û qûnê çarmix şeklê wekî zêdekê/(+)’ ê çar neçar bivê nevê çarnikar çarmedor, her çar teref çarpare tiştê ku ji çar parçeyan pêk hatiye çarpê çarsim çarpêkî bi her çar piyan çarpîne derewker çarsim sewalên ku çar lingên wan hene çarsim axa kerê nêr çarsî 1. asîtan 2. bazar 3. cihê ku girêdanên civakî lê tên pê çarşem roja piştî sêşem û beriya pêncşemê çarşev çarçef çartaq hêwana bilind çartek bi temamî, bi giştî çartil alava ku pê giha tê civandin çarwe amûreke mûsîqî ya ku bi serê tiliyan ve tê kirin û wisa tê lêxistin çaryek ji çar paran jê parek çasir 1. parsek 2. xwestok 3. gerok çat pîne çatan (da ku zêdetir kayê lê bar bikin) pîneyê zexm ê ku davêjin ser selika erebeyê çaterê 1. averê 2. fetlonek çatkêş parçeyeke hesînê ku pê lûleya tivingan tê paqijkirin çatole 1. xîvetok 2. konik çav endamê dîtinê yê giyaneweran e *"bila bextê mirovî hebe, bila çavekî wî jî tunebe" -çav berdan 1. dil bijandin 2. daxwaz kirin -çav ji sêrî pengizîn ji ber şaşwaziyê çav lê zoq bûn -çav lê bûn 1. raçav kirin 2. payîn 3. li bêndê man -çav lê bûn bizota êgir 1. bêhn lê teng bûn 2. pir nexweş bûn -çav lê gerandin teselî kirin -çav lê rijîn kor bûn -çav pê ketin dîtin çarix 67 çavşûjin -çav qurçandin jê re çav kirin -çav şêlî kirin (çav) gewr û nebîna bûn -çavê xwe jê re çîrovîro kirin gef û gur lê xwarin çavbeloq çavzoq çavbirçî 1. têrnexur 2. laylac çavdêrî 1. raçavî 2. payîn çavdêrxane cihê ku ji bo raçaviyê hatiye sazkirin çavêş êşa çavan çavêşî kesê ku çavên wî diêşin çavfireh 1. destbelaş 2. camêr çavgirêdan 1. çavgirtonek 2. xapandin, çav lê tarî kirin çavgirêdayî kesê ku nezan nezan noqî nav karan dibe çavgirtonek cureyekî lîstikên zarokan e çavik 1. sorikên ji ber nexweşiyekê 2. bûjenên ku dewsa berçavkan datînin ser reşika çavan çavî [I] 1. qul 2. qisim 3. di maseyan de cihê ku tiştek lê tê danîn *"kanî, di çaviyê de şêlû ye" çavî [II] di raçandinê fetlên hûnanê çavînî bûn nezer lê girtin çavînî kirin nezer lê xistin çavkanî jêderk, makder, menşe çavkorevîşkî kesê ku çavê wî biçûk û girover in çavlider 1. kesê ku berê xwe dide jinên xelqê an jî dikeve bin mineta xelqê 2. kesê ku li benda alîkariya biyaniyan e çavmiç çavgirtî çavnebar dexes çavnebarî dexesî çavnêr zêrevan çavnêrî çavdêrî, zêrevanî çavniq kesê ku qenciyan zû ji bîr bike çavreşî dexesî, çavnebarî

  • "nan, pîvaz û nexweşî,

çavreşî ne" çavsax kesê bîna yê ku ji koran re rênîşandêriyê dike çavsivik 1. biçûkdîtî 2. qure çavsor 1. kesê ku tasa çavên wî tijî xwîn bûye 2. sitemkar, zordest çavşirtik 1. kesê ku bi çavêşê ketiye 2. kesê ku pê nabe ser û çavên xwe bişo çavşortav çavşirtik çavşûjin çavên asyayî 68 çavşîn çavsût, çavkesber

  • "keçel dimire porsor

dibe, kor dimire çavşîn dibe" çavteng bexîl, timakar çavtirsandîtî newêrektiya bêhemd çavtirsiyayî 1. newêrek 2. teral 3. xweranegirtî çavxezal çavbedew çaw 1. dara ter 2. şiv 3. çirpî 4. bendekiya ku gurzê giyayê çinandî pê tê girêdan çawa çi tehrî, çito çawanî awayê pêkhatina heyberan çax 1. dem, zeman 2. heyam 3. gav *"gur û hirç bûn destbirak, dinya bû çaxê mehdiyê zemên" -çaxê seholîn sedsalên ku li her derê serma û seqem serdest bûye -di çax û benda hev de bûn di heman temen û bejnê de bûn çay giyayekî belgên wî tê hişk-kirin, heta ku rengê wî werdigere sorahiyê di ava kelandî de tê rawestandin û paşê di piyanan de tevî şêkir tê vexwarin -çaya berçovî çaya kêfê çayger kesê ku çayê belav dike, çaybelavkirî çayxane cihê ku lê çaya pijandî tê firotin çazan kesê ku rewşan bi hikmetê dadihûrîne; hekîm çazanî hekîmtî çek [I] kinc, cil çek [II] sileh *"çek ne ya hemû kesî ye, lê nefs ya hemû kesî ye" -çeka lûledirêj sileha ku menzîla wê dûr dikşîne; çapdirêj çekên komkujiya girseyî silehên giran ên ku qirkirina giştî pêk tînin û binçirka giyaneweran diqelînin -çek danîn şer rawestandin çekbend kinca bêmil; qutik çekçekûle barçêrmk çekdar silehdar çekebazarî bazarkirina bi cedel û gengeşî çelak çakil çelake darikê dirêj û devçeqel ê ku pê gûz û hwd tê çinîn çelandin/diçelîne/biçelîne jê spîldax derbas kirin çelçelok 1. pirbêj 2. zimandirêj çele 1. çil rojên her werzê 2. çil rojên zivistanê yên pêşîn û paşîn çavşîn çeleçel kirin 1. galegal kirin 2. zimandirêjî kirin çelek xwarbûna wekî serê çoganê çeleme cînaq -çeleme girtin lîstina bi cînaqan çeleng 1. bi îhtişam 2. bedew 3. wêrek çelexane 1. çil rojên jina welidî 2. rewşa selexanetiyê çelitandin/diçelitîne /biçelitîne 1. ji qêlik derxistin 2. herişandin çelitîn/diçelite/biçelite 1. ji qalikê xwe bişkuvîn 2. herişîn çelixt werm çel kirin 1. axaftin 2. vegotin çelp dengê awayê vexwarinê yî kûçikan çelpandin/diçelpîne/biçelpîne 1. bi serê zimên wekî kûçikan vexwarin 2. herimandin çelpeçelp dengê domdar ê ku ji awayê vexwarinê yî segan tê çelpeçelp kirin 1. çelpandin 2. bi gotinên beletewş axivîn çelqandin/diçelqîne/ biçelqîne 1. hejandin 2. av tê werdan 3. kiyan çelqîn/diçelqe/biçelqe (tiştê avî) li hev ketin û hejîn çelte 1. galegal, gotegot 2. gotinên bêbingeh; îftira 3. galteyên soxkirinê çelûz pirsok çelziman 1. devbelaş 2. devçepel çem [I] 1. rûbar 2. newala ku av tê re dikişe

  • "çem, ji kaniyan çêdibe"

çem [II] 1. mij û moran 2. ewrawî û bidûman

  • "gur di çemê de har dibin"

çemandin/diçemîne/biçemîne 1. tewandin 2. qurifandin çember xeleq çembil 1. qulp 2. bistik

  • "ê ku dîzikê çêke, dê

çêmbil jî pê bixe" çemçûr kêça belçikan çemçûs çikûs, bexîl çemedank derdana ku mirov kel û melê xwe dixê û davêje milê xwe çemîhanî baxçeyê darên tûyê çemîn/diçeme/biçeme 1. tewîn 2. qurifîn çemk 1. feraset 2. zihniyet çemole 1. şûm 2. nehewayî 3. belakirî çempal barê biçûk ê ku datînin ser barî; serbar 69 çempal 70 çenberî erebeya siwarbûnê çençûz çiriz çend çiqas *"çend çiya hene, ên kurdan e" çendanî tekildarî hejmar û miqdarê çendemîn 1. çendem 2. a çendan 3. kîjan çenebaz 1. çelziman 2. devçepel 3. devbelaş çeneçen 1. zimandirêjî 2. çeleçel çeng 1. kulm, kefa dêst 2. qulac *“teyr bi çengan difire, mêr bi mêran dixwire” -çeng dan hev 1. bi hev re meşîn 2. destyariya hev kirin çenge 1. erzên 2. goşe, çim çep 1. dijbera aliyê rastê 2. çep çepel 1. qirêj, gemar 2. reş û tarî 3. kirêt, mujikî

  • "gayê çepel tim golik e,

merivê çepel tim lawik e" çeper kozik, mewzî çeperast 1. rû bi rûyî hev, hevrû 2. hemberî hev çepik lêdana destekî li destê din -çepik lê dan 1. kefên her du destan li hev xistin 2. pesna karekî dan çepil endamê ji enîşkê heta sermilê -di çepilê yekî de girtin û avêtin derve qewirandin çepîn kesê ku destê xwe yî çepê baş bi kar tîne çepken 1. nefeq 2. qula ji her du aliyan ve vekirî çeqçeq çêreyek e çeqçeqok darê berêş *"aş çûye, ew li pey çeqçeqokê ketiye" çeq ling, qiç çeqel dudevî çeqene cureyekî daran e çeqrût lingrût, qiçrût çeqûber alavên ku ne bi serê xwe lêbelê bi hêza mirovan dixebitin çerçî firoşkarê gerok *"çi bi çerçî re be, wî difiroşe" çerixandin/diçerixîne/ biçerixîne 1. zivirandin 2. jê averê kirin çerixîn/diçerixe/biçerixe 1. zivirîn 2. jê averê bûn çerm çêrm çermik çêrmik çermesor çêrmsor çerx 1. kevirê alavtûjkirinê 2. alava ku devê pênûsa darînî tûj dike

  • "çerxa felekê, geh li jêr

e geh li jor" çerxe 1. taye 2. toterîk çenberî çerxeme 1. zembîl, selik 2. çapûk çerxetûn tawe, miqilk çerxê/çerxo mirovên ku mal bi mal digerin, navmalangerî

  • "çerxê berê

bêsol bû û îdareya me di dêst de tunebû, îcar di piyan de sol jî hene" çesp bûjena zeliqandinê çespan 1. çeleng, zîrek 2. kêrhatî çespandin/diçespîne/ biçespîne [I] bi çespê du tişt bi hev ve zeliqandin çespandin/diçespîne/ biçespîne [II] 1. îsbat kirin 2. eşkere kirin çespîn/diçespe/biçespe [I] du tişt bi çespê bi hev ve zeliqîn çespîn/diçespe/biçespe [II] 1. dan îsbatkirin 2. dan pejirandin çet 1. zor, dij 2. astengî çete zordest çetel amana pêxwarinê a ku bi devê wê ve çend tilî hene çetewil 1. cerde 2. rêgir çetin 1. zor 2. dijwar çetin bûn 1. zor bûn 2. dijwar bûn çetinî 1. zorî 2. dijwarî çetir [I] 1. sîwan, sîtavk 3. paraşût çetir [II] 1. dîkê mirîşkê 2. elokê nêr çetirbaz paraşûtvan çevandin/diçevîne/biçevîne (wekî çenberê) tewandin çewal telîsê mezin çewir bez, don çewlik mezre çews pêkutî çewsandin/diçewsîne/ biçewsîne 1. daqultandin 2. pêpest kirin çewsîner zordest, zalim çewt xelet çewtî xeletî çewênder silqa ku jê şekir tê bidestxistin çexer 1. pê 2. şûnpê çê 1. qenc 2. baş *"gayê çê bi baran, mêrê çê bi xeberan" çêbuwar tiştê ku ne eslî ye, qulebî çêbûn/çêdibe/çêbibe 1. afirîn 2. pak bûn 3. qewimîn, rûdan çêj tahm, lezet -çêj jê wergirtin bi kêfa xwe jê xwarin, vexwarin û kelk wergirtin çêjdar bitahm, bilezet çêjandin/diçêjîne/biçêjîne 1. tahm kirin 2. jê xwarin û vexwarin çêker 1. tehmirkar 2. paker 3. afirîner çêkirin/çêdike/çêke 1. afirandin 2. pak kirin 3. 71 çêkirin 72 temhîr kirin 4. anîn holê

  • "ka tunebû, kadîn çêdikir"

çêl kevir, zinar, sel çêlaxî 1. dibûr 2. hevrazê ku naverasta wê kort e çêlek dewara mê ya ku di-zê û tê dotin; mange

  • "bêndera ku çêlek li

ser bigere, ew çi bênder e" çêlik têjik *"kund çêlika xwe dixwe û paşê bi ser de digirî" -çêlik anîn têjik anîn çêlî nifş, nesl çêlkew têjikên kewan çêl kirin 1. behs kirin 2. qal kirin 3. jê xeber dan çêlûs pirsok, kesê dermanê her kulê dipirse çênî 1. xwarina çivîkan 2. qûtê mirîşkan çêr dijûn, sixêf -çêr lê kirin jê re xeberên nebaş û dijûn gotin çêrandin/diçêrîne/biçêrîne 1. sewal birin çêreyê, likijandin 2. dekbaz û fêlbaz bûn çêrbaz sixêfkar, dijûnkar çêre 1. giyayê ter 2. hêşînahî

  • "çêre çiqasî nerm

bibe jî, di bin kêvir de nasekine" çêrek çêrbaz çêregeh cihê ku lê giya heye; mera çêrîn/diçêre/biçêre 1. çêre xwarin, likijîn 2. binê feraqên xelqê alastin

  • "berxê ku têr şîr

nexwar, bi kavirtî jî têr naçêre" çêrm 1. postê li ser termî 2. derveyê cendêk *"ji mêran nav dimîne, ji gayan çerm dimîne" çêrmik postê ziravik û tenik çêrmesor emrîkiyê xwerû çêrt zîrç, rîç çêtir 1. qenctir 2. baştir

  • "jin heye, ji sed mêrî

çêtir e" çêtî kirin 1. parçeparçeyî kirin 2. qutqutî kirin çêyî qencî, başî çi peyveke ku der heqê tiştan de pirsiyariyê dike -çi got mijara gotina wî çawa bû? çiç (di zimanê zarokan de) memik çiçik 1. berê mirovan 2. endamê şîrî yê giyaneweran; hingil, girêş çift refes û lotika sewalan -çift avêtin (sewal) bi lingê paşîn pehîn avêtin çiftexas qumaşekî spî ye; patisqe çik 1. şipê 2. li ser xwe -çik çik! kîteyeke ku ji zarokan re tê gotin da ku jipiyan bisekinin çêl -çik rabûn ser piyan rasterast rabûn ser xwe çikeçik bi dirêjahî -çikeçik di erdê de kutan bêyî ku xwar bibe bi awayekî rasterast di xweliyê de çikilandin çikandin/diçikîne/biçikîne 1. dar û stûn bi dirêjayî bi cih kirin 2. hilm û nefes birîn çikilandin/diçikilîne/ biçikilîne tê de bi dirêjayî dewisandin çikilîn/diçikile/biçikile tê de bi dirêjayî bi cih bûn çikindir silq çikîn/diçike/biçike 1. dar û stûn bi dirêjayî bi cih bûn 2. hilm û nefes teng bûn 3. miçiqîn

  • "kaniya ku av jê kişiya,

naçike" çikot çikûs çiksayî esmanê hêşîn î bêewr çikûs 1. destgirtî 2. timakar, çiriz çikûsî 1. destgirtîtî 2. timakarî, çirizî *“çikûsî, bi merivan gû jî dide xwarin” çil 1. hejmara piştî 39'an 2. jimareya 40’î çilag pirtî çilagî pirtîfiroşî çile 1. çil roj 2. çele çilem(-în) di rêza çilî de çilek 1. silek 2. çavbirçî 3. kesê ku baha wî zêde ye *"bizina kulek, timî çilek e" çilfis dizek çilfisandin/diçilfisîne /biçilfisîne dizîn çilik çele çilizîn/diçilize/biçilize pars kirin, gedandin, li rewciyê gerîn çilîçilî 1. baçermok 2. korê şevê, şevekorî çilk dilop *"barana nîsanê, çilk bi kîsan e, dew li ber derê her kesan e” çilkandin/diçilkîne/ biçilkîne 1. dilopandin 2. bijinandin çilkîn/diçilke/biçilke 1. dilopîn 2. bijinîn çilm xilît çilmas zekem, bahor çilmasî zekemî, bahorî -bi çilmasê ketin zekemî bûn, bahorî bûn çilmêre zirze çilmêre kirin zirze kirin çilmisandin/diçilmisîne /biçilmisîne 1. peritandin 2. zibilandin 3. reng jê birin 4. bi avnedanê (giya) hişk kirin çilmisî 1. benzavêtî 2. zibilî, rengjêçûyî çilmisîn/diçilmise/bi- 73 çilmisîn 74 çilmise 1. zibilîn 2. reng jê çûyîn çilmo pozxilît çilo [I] pelê daran ê hişk û zerbûyî çilo [II] 1. çawa 2. çito

  • "kor çilo li Xwedê dinêre,

Xwedê jî wilo lê dinêre" çim 1. qorzî, goşe 2. kêlek 3. guç çima çi re, çawa, çito çimandin/diçimîne/biçimîne 1. tewandin 2. zêl jê vexistin, parçayek jê qut kirin çingîn/diçinge/biçinge (çingo û şûşe) şingîn çingo madenê ku jimareya wî ya atomî 30, giraniya wî ya atomî 65.37 e û kurteya wî ya latînî Zn ye; tûtya çingoyî madenê ku bi çingoyê hatiye tahmdan çingul kaçlok çinîn/diçine/biçine [I] (fêkî, sewze û zad) qut kirin, dirûn çinîn/diçine/biçine [II] 1. raçandin 2. moçik lê neqş kirin çipîsk fîtik -çipîsk lê xistin bi qasî berdana tiliyên mezin û navincî li yekî/tiştekî xistin çiq guliyên darê, çiqil çiq kirin dapîtin çiqas pirsa ku bersiva wê bi miqdarekê tê dayîn

  • "cehşik çiqasî mezin

be, dîsa jî ker e" çiqil guliyê darê çiqil kirin çiq kirin çiqinî qebizbûyî -çiqinî bûn qebiz bûn çir 1. hişk û ne ter 2. xav çira 1. şemal 2. fener, panos *"çira ji koran re, def ji keran re bêfayde ye" çirandin/diçirîn/biçirîne 1. dirandin 2. derewên berhewa kirin çirav dilop, çilk çirge giyayê zexm ê golegenî û erdên hezge çirik fîşenga neteqiyayî çirikandin/diçirikîne/ biçirikîne 1. pembû çandin 2. diran li hev guvaştin û jê deng derxistin çirikîn/diçirike/biçirike dengê çirkeçirkê jê hatin çirikvan pembûjen çirîn/diçire/biçire 1. dirîn 2. bişkuvîn çirk 1. meneke demjimartinê ya ji deqîqeyê hindiktir e; saniye 2. careke zivirandinê; fetl çirkeçirk dengê ku ji çilmo parçeyên hesinî û rakişandî dertê çirkejimêr di katjimêrê de nîşaneya saniyeyê çirpî şiva ziravk çirtequlî lîstika cirîdê -di nav de çirtequlî kirin bi kêfa xwe û bêminet di nav de lîstin çirt zîrç çirtemîz kelmîzok çirtik 1. lotik 2. refes çirtik avêtin/dan 1. lotik avêtin 2. refes kirin 3. hiltîzîn *"hespê ku tu li rex guhdirêjî girêdî, an dê bide çirtikan, an dê bibe gezoke" çirtoke 1. sewala lotikavêj 2. hiltîzok çirtovirto tiştê bêqîmet; sixtopixto çirûsîn/dirûse/biçirûse 1. biriqîn 2. şemal dan

  • "gîsinê xebatkaran, diçirûse"

çirûsk 1. berq 2. şewq û şemal 3. pêt 4. alaf çirxat kirin aş betilandin çist/çust çeleng û zîrek çişt unsurên ku bûjenan pêk tînin çito çawa, çilo, çima, çi re çiv 1. ziqzaq 2. fetl 3. xêzxêzî çivanek çivange çivange goşeya ku kevan dibe çiv dan 1. baz dan 2. bezîn 3. jê revîn çivêl kesê ku her dem yarî û henekan dike, carinan ji tixûban jî derdikeve çivîk 1. firindeyên biçûk 2. cureyekî firindeyên biçûk e *"çivîkeke girtî, ji qazek çolê çêtir e" çivînî 1. biziqzaq 2. fetlfetlî 3. xilimxwarî çiya kêrtê bilind *"çiya çiqas bilind be jî, dê rê pê keve" çiyakêş kesê ku hildikişe kêrtên bilind çiyanişîn kesê ku li herêmên çiyayî dijî çiyayî tiştê/kesê ku li çiyan heye/li çiyan dijî çizîn/diçize/biçize (di dema pijandinê de) jê dengê şewatê hatin

  • “çizîna nanê genimî, ji

kezebê tê” çizirîn/diçizire/biçizire 1. ji ber çûyîn 2. qul bûn 3. gizirîn çîç 1. arastî û xemilandî 2. (di zimanê zarokan de) rind û bedew çîç bûn 1. xemilîn 2. (di zimanê zarokan de) rind û bedew bûn çîçek xemla dar û çêreyê; kulîlk çîçekdank kulîlkdank 75 çîçekdank 76 çîçelan 1. tiştê ku temtêla wî xweşik dixuye 2. cihê dîmenxweş çîçeve kirin/çîç kirin 1. xemilandin 2. (di zimanê zarokan de) rind û bedew kirin çîçik (di zimanê zarokan de) pêlîstok -çîçik û vîçik 1. pêlîstokên zarokan 2. xemlên bêbine û hûrde çîçî 1. ifet 2. namûs çîk [I] 1. çirûsk 2. pêt 3. alafa pêşîn çîk [II] ango, wate çîl rengê vekirî çîlan devhuçika fireh û dirêj çîlspî rengê spî yê lap vekirî çîleçep 1. berevajî 2. xaromaro çîm [I] erdê ku çêreya wê gurbiz e çîm [II] ling çîman erdê ku çêreya wê gurbiz e çîmanzar erdê ku her dera wî bi çêreyeke gurbiz rapêçandî ye çîn [I] 1. moçik 2. neqş çîn [II] hêza şiyanê; tewax, tewan çîn [III] sinif, tebeqe çîn [IV] 1. xeleq 2. badok, kurîşk çînandin/diçinîne/biçînîne 1. hûr kirin (tev tiştekî) 2. (bi ser de) pişirandin çînandî 1. hûrkirî 2. pişirandî 3. amade -nanê çînandî 1. nanê ku hûrî tevî xwarinekê kirine 2. xwarina hazir çînayetî tebeqî çînik tûncika jinan çînîn/diçînîne/biçînîn 1. neqişandin 2. moçik lê kirin çîp ji çongê berjêrtir aliyê pêşiyê yî ling -çîp lê duta vebûn geh lê sist bûn û pelişîn erdê çîplot 1. çîprût 2. şeqrût çîprût lingtazî çîqal 1. qels, lawaz, jar, zeîf 2. eware, yax çîrçîrî parçeparçeyî, zîvalzîvalî çîrçîrî kirin parçeparçeyî kirin, zîvalzîvalî kirin çîrevîr vir û derew -çîrevîr kirin vir û derew kirin çîrik qaxê fêkiyan çîrok hikayeyên dirêj ên bi efsûn û xeyalî -çîrokên jinebiyan gazincên bêrûmet û vala çîrokbêj kesê ku hikayeyên dirêj ên bi efsûn û xeyalî vedibêje çîroknivîs 1. karê nivîsîna hikayeyên dirêj ên bi çîçelan efsûn û xeyalî 2. berhevkarê çîrokan çît [I] 1. cureyekî qumêş e 2. destmalên ku bi qaliban hatine rengandin çît [I] dîkê ku saleke temenê xwe temam nekiriye çîtik 1. qurhekêşî, peşkavêjî 2. şilimziwa çîtik kişandin 1. qurhe kişandin, peşk avêtin 2. şilimziwa avêtin çîv 1. destikê destarî 2. di erebeya gan de darikê ku di ber tayeyê de diçikînin da ku ji surnî nefilite

  • "çîvê stûr e, tixûb

dûr e; çîvê zirav e tixûb av e" çîveçîv dengê domdarê çivîkan; vîçevîç çîz mêşa hespan; moz çîzeçîz 1. dengê zîz, çîzînî 2. mizemiz çîzînî vizînî, vingînî çîzok mizmizok ço şiv *"mebe çoyê di destê dînan" çoçik derdana ku qehwe tê de kelandin, cezwe çogan 1. şiv 2. çirpî 3. gopal çokar xizmetkar çol 1. beyar 2. berî

  • "mêr çol e, jin gol e"

çolbir riya kurt çolik destço çolistan 1. sehra 2. berî, ne deşt çomax 1. tiştê serpopil 2. şiva sertompiz çong herewera di navenda ling de; jinû *"heke te da nava avê, ha li çongê ha li navê" -çong lê şikestin 1. (pir) betilîn 2. (ji tirsan) tev negerîn 3. bêtaqet man -çong lê sist bûn 1. (wekî berê) jêhatî nebûn 2. (ji tirsan hêz lê) şikestin û daxwarin çopçepîsk margîse çopî 1. xesb 2. talan çopandin/diçopîne/biçopîne 1. bi zorê jê standin 2. talan kirin çopîk 1. ehmeq 2. gêj çoqil ling çoqildirêj lingdirêj çors 1. şevekorî 2. serobero, keteber çortan toraqa hişk-kirî çoş kirin ker ajotin *"kera ku barê te ne lê be, ne çoş kê ne doş kê" çov 1. şiv 2. gopal çu tu çune 1. tune 2. sifr, (0) çurtanok hestiyê serçongê çûçanêk (di zimanê zarokan de) biçûçik çûç kirin/çûçî kirin (di zimanê zarokan de) 77 çûç kirin 78 rûniştin çûk çivîkên biçûk *"her çûk, bi zimanê xwe dixwîne" çûle xelqkenandî çûm 1. baqek giyayê hişk ê girêdayî 2. defşe, baq çûn çûyîn -çûn ava (roj, heyv, stêrk) qulibîn -çûn ber tira cahşikan 1. bêpar û bêpeşk mayîn 2. bi kêrî tu karî nehatin û ji neçariyê gavanî kirin -çûn ser dilovaniya xwe çûn ber rehma Xwedê çûr [I] zerînî çûr [II] terş û talan, çop çûr bûn 1. tûşî talanbûnê hatin 2. dêrz bûn çûr kirin 1. talan kirin 2. dêrz kirin çûv bizava revînê -çûva roviyan bazdana bi lezgînî çûv dan/çûv kirin gavek li vir û yek li dera han xistin çûyîn/diçe/biçe(here) 1. nehatin 2. ji vir ber bi cihekî din ve meşîn

  • "bi lavelavê, mirov ji

ber jina xwe naçe der"