Wîkîferheng:demirhan-c

Ji Wîkîferhengê


c/C tîpa sêyemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke pêşezmandevî ye û di belavbûna wê de ziman li ser diranan dişide cabil xercê ku pê dîwaran lê dikin cacik benîşt cacim/carcim 1. xalîçeya neqişandî 2. çarşeva nivînan cacir xwarina ku bi hingiv û gûzê tê çêkirin cade di nava bajaran de riya erebeyan a fireh cadû karekî destsivikiyê yî ku tiştinan di lisfê tiştên din de xuya dike; sîhir cadûbaz kesê ku bi destsivikiyeke taybet tiştinan di dilqê tiştekî din de xuya dike; sîhirbaz cadûbazî sîhirbazî cadû kirin sîhir kirin cahil 1. nezan, nebeled 2. nûgihiştî cahiltî 1. nezantî, nebeledî 2. nûgihiştîtî cahiliye rewşa nezaniyê ya beriya misilmanbûnê cahnî kuriya mehînê; canî cahş 1. têjika kerê 2. xayîn cam şûşe -cama nesaya şûşeya girtikgirtikî û stûr a ku mirov çi di pişt de hebe nabîne -cama zelal şûşeya tenik camax zerekiya ku dikeve diranan -camax girtin diran zer bûn came kinc, cil camêr 1. mirovê kaw 2. destbelaş camêrtî 1. kawtî 2. destbelaşî camêrkî 1. wekî kawan 2. wekî destbelaşan camî perestgeha misilmanan camûs gamêş can [I] 1. ruh, giyan 2. jiyan

  • "mal vedigere, lê

can venagere" -can avêtin 1. bi dil û can xwe avêtin karekî an jî tiştekî 2. pir hez kirin can [II] ciwan canan xweştivî, yarik C canazar teral canazarî teralî canbaz 1. lîstikvanê karên bixeter 2. bazirganê ajalan canbazî 1. lîstikvaniya karên bixeter 2. bazirganiya ajalan canberî ajaleke zeryayî ye canbexş 1. Xwedayê efûkar 2. cangorî canbêzar 1. bêhnteng 2. kesê ku dinya li ber çavan reş bûye canbêzar bûn 1. bêhnteng bûn 2. dinya li ber çavan reş bûn can dan 1. mirin 2. pir dil bijandin candar ruhber candarî jîndarî, ruhberî canega ciwanega canecan 1. jidil, samîmî 2. kelecan canemerg kesê ku di xortaniya xwe de miriye canfeda cangorî canfes qumaşê ku ji hewirmişê xwerû hatiye çêkirin cangiran canazar, teral cangoçk kesê ku zengilê dêrê dixe û filehan gazî dêrê dike cangorî 1. şehîd, pakrewan 2. kesê gu jiyana xwe ji bo riyeke pîroz dike gorî; fedayî canhêştir sewaleke çolê ya stûdirêj e; stûdirêj canik yar *"kî li hêviya canikê maye, bê jin maye" canî 1. têjika mehînê; cahnî 2. tor û negihiştî canpola kesê ku mîna polayê qayîm e canzerî kesê ku ji ber nexweşî, tirs an jî lawaziyê rengê wî zer xuya dike car sefer, qol, teql car caran/carinan ne her timî, ne her wisa -cara xwe caranî kirin dora xwe bi ser tu kesî ve bernedan -car hate ser carê bi qaydekî din gotin heke heman tişt biqewime bertekeke tundtir nîşan dan cardin sefereke din, qoleke din *"emrê çûyî, cardin nayê" caris çêr, sixêf cariye 1. xizmetkara jin 2. jina ku di cengê de dîl ketiye û wekî bendeyekê hatiye firotin carok gêzî, siqayîl carû bûjena ku pê dîwar tên seyandin; seya carûd bêrik catir çêreyek bêhndar a ku di xwarin û vexwarinan de tê bikaranîn 55 catir 56 caw 1. pîne 2. qumaş, pirtî *"caw dibe kitan, dew dibe derman" -caw cawê we ye û cawbir cawbirê we ye kar û eleqeya me bi we tune ye û her tişt li ba we diqede cawbir meqes cawker raçandiyê qumêş cawî diş cawîdan ebedî, bêpayan cax [I] şîşikên hûnanê cax [II] 1. hewza di hundir de 2. cerxa ku wekî refan di dîwêr de tê hiştin cax [III] şîşên li dora pêlekan û paceyan cax [IV] xwarineke ku ji çexşûr û hêkan tê çêkirin cazû jina dekbaz a kone ceban [I] 1. goristan 2. gor ceban [II] 1. abal 2. newêrek cebar cerahê keştek û endamên ku ji cih derketine cebilxane cihê ku muhimata leşkerî lê tê veşartin û parastin cebirandin/dicebirî-ne/ bicebirîne 1. (keştek) tedawî kirin an jî (endamê ku ji cih derketiye) li şûna wî ya berê vegerandin 2. (têkiliyên xerabûyî) bi rêk û pêk kirin 3. (kar) têkûz kirin cebirîn/dicebire/bicebire 1. (keştek) pak bûn an jî (endamê ku ji cih derketiye) di dewsa xwe de rûniştin 2. (têkiliyên xerabûyî) bi rêk û pêk bûn 3. (kar) têkûz bûn cedel 1. nîqaş 2. devjenî cedew birîna serpîlên ajalan cefa 1. derd 2. westan 3. zehmetî 4. renc cegen cureyekî giyayê nermik ê ku pê raxistinên malê, selik û hwd çêdibin; cîl ceh zadê ku piranî ji bo xwedîkirina ajalan tê çandin *"ceh, qet nebûye genim" cehdasî zadê ku hebên wî dişibihin cêh lê ji wan biçûktir in cehimandin/dicehimîne/ bicehimîne 1. qewirandin 2. kuştin 3. mirar kirin cehimîn/dicehime/bicehime 1. qewirîn 2. mirin 3. mirar bûn *"se bicehime, mêvan bêşiv tên malê" cehişandin/dicehişîne/ bicehişîne 1. ji ser hiş birin, nehişî kirin 2. bi caw xwarin, vexwarin an jî bêhneke jehrînî kuştin cehişîn/dicehişe/bicehişe 1. ji ser hişê xwe çûn, nehişî bûn 2. xwarinê jê girtin 3. ji ber bêhneke jehrînî ji xwe ve çûn 4. bi sedema jehrê mirin cehînî xwarinên ku ji ardê cêh hatine çêkirin

  • "behaneya tirekan, nanê

cehînî ye" cehter catir cehzeran 1. dema zerbûna cehê zeviyan 2. meha pûşperê cejn 1. eyd 2. rojên şahiyê yên gelêrî *"cejna salê, bi salê re dibihure" -cejna we pîroz be! eyda we bimbarek bibe cejnane eydanî celad 1. stûbir 2. mêrkuj celaqî doşava pir tîr celeb 1. cure 2. keriyê pêz ê ku diçe ber kêrê 3. hevsarê dewaran celebdar bazirganê pêz celew gema serê sewalên siwarbûnê cem 1. ba, hind 2. tayê barekî 3. selika mezin ceme caw cemawer ehalî cemawerî milkiyeta gel cemed her tiştê ku ji ber sermayê hişk dibe; qeşa

  • “xanî, li ser cemedê

ava nabe” cemedanî pûşî, egal, şaşik cemexew kincên dema razanê; pîceme cemidî 1. ji ber sermayê qerisî 2. sar *"ava cemidî, ji kaniyan qut nabe" cemidandin/dicemidîne/ bicemidîne 1. bi sermayê qerisandin 2. sar kirin cemidîn/dicemide/bicemide 1. ji ber sermayê qerisîn 2. sar bûn

  • "berf ketiye ku ling bicemidin"

cemser 1. gopika sêrî 2. bakur û başûrê tewereya ku di navenda dinyayê re derbas dibe; pol, qutb cenab 1. hêja 2. berkeftî 3. delal cenan rezvan cenbelî titûna ku kêşa wê sext e cendek 1. cesed 2. laş cendere [I] amûra ku pê karên hûnandî tên biriqandin cendere [II] amûra guvaştinê cenet rawestgaha dawîn a bawermendan; bihuşt

  • "bi peyvekê mirov diçe

cenetê, bi yekê mirov 57 cenet 58 ceng diçe cehenemê" ceng 1. şer, herb 2. cîhad cengawer 1. şerkar, şervan 2. herbî 3. mucahid cengebazî 1. şer û oxilme 2. şerê bi deng û feng cengecol 1. cergebez 2. dîlana têvel cengîn/dicenge/bicenge 1. şer kirin 2. tûşî hev bûn 3. cîhad kirin cengname çîrokên li ser pêkhatin û bidawîbûna cengan cengwestan 1. agirbest 2. heta demeke diyarkirî rawestandina şer ceqin (bi meşê) riya rojekê cer mixê badayî cerbader amûra ku pê mixên badayî tên şidandin û sistkirin cercer 1. gêre 2. kam cerde 1. êrîş 2. talan û desteserî cerdevan 1. êrîşkar 2. talankar cerg kezeb cerge xeleqa endazeya wê 360 derece ye cergebez [I] kezeba ku tevî don dibirêjin cergebez [II] 1. dîlana têvel 2. govenda ji jin û mêran pêkhatî ceribandin/diceribîne /biceribîne 1. îmtihan kirin 2. ezmûn kirin

  • "ceribandin ji neceribandinê

çêtir e" ceribîn/diceribe/biceribe 1. îmtihan bûn 2. ezmûn bûn *"dewê ceribî, di firekê de jî tê vexwarin" cer kirin mixên badayî tê de çikandin ces seyaya ji kilsê cesed laş, term cew [I] hebrîng cew [II] rê û rêça avê; co cewahir kevirên binirx û giranbiha *"axa mala mirovî, ji cewahirê xelqê çêtir e" cewdik meşkeke piçûk a ji bo avê ye cewêlek xortê nûgihayî yê ku simbêlên wî derneketine cewî benîştê dara çamê cewr/cewrik têjikên se û guran; tûle *"ji dêlên tirol, cewrên gurxenêq nakevin" ceza ji ber tawanekî ve darizandin; seza -cezayê giran sezaya qedexeyeke bixeter -cezayê sermedî sezaya bendîkirina heta mirinê -cezayê sivik sezaya tawaneke ne bixeter ceza kirin ji ber tawanê ve berpirsiyariyek lê barkirin cezwe derdana ku qehwe tê de tê kelandin; çoçik cêmik cêwî cênik 1. bisk 2. valahiya ku li fêza hestiyê di bin biskan de ye cêr 1. kûzê avê 2. her cure kûzê ji kaxetîtê

  • "cêrê nû, ava wî sar e"

cêrg cureyekî govendan e cêrge gerdeniyeke ku zêr û mûriyan pê de dikin û piranî jin davêjin stû û qeydikên destên xwe cêrifk gêziya bi destik cêwî 1. du zarokên ku bi hevalcihî tên dinyayê 2. du tiştên bi hev re cêwtik kîsê çermîn ciger kezeb cigerxwîn pir xemgîn cigur rojeke geşt û seyranê ye cih 1. dews, şûn, war 2. mekan -di cih de guncan *“ qenciya ku ne di cih de be, vala ye” -cihê daxê ye pir mixabin -cihê şanaziyê sedema kêfxweşiyê cihê 1. cuda 2. veqetî 3. ciyawaz cihê bûn veqetîn cihê kirin veqetandin cihêreng 1. bi serê xwe 2. ciyawaz cihêrengî 1. cudatî 2. rengînî 3. ciyawazî cihêtî 1. cudatî 2. ciyawazî cihêz kel û melê ku malbavan û xezûrgelanê bûkê didinê û paşê siwar dikin *"bextê dê, cihêzê qîzê ye" cihok cew *"heta cihok rast nebe, av nayê berdan" cihû zaroken Îshaq eleyhiselam ên ku Tewrata Mûsa eleyhiselam ji wan re hatiye hinartin *"ji malê cihûyan bixwin, li mala filehan razên" cil [I] 1. kinc 2. libas 3. lixwekirin cil [II] berzîna ku di bin zîn an jî baran de davêjin ser pişta sewalên barkêş *"ga, bi cilan nayê naskirin" cil [III] 1. berik 2. xalîçe

  • "filan kes cila şil

e (pêgiran û teral e)" cildank cihê ku kinc lê tên danîn, istêre cildirû alava dirûtinê cilik 1. raxistinên nava malê 2. berzînên bin zîn û baran 3. kincên peritî û qirêj *"sar e cilik sitar e, germ e cilik şerm e" -cilika wî xwar bûye 1. 59 cilik 60 karê wî ne baş e, rewşa wî ne baş e 2. ketiye tengasiyê cilq 1. xerabûyî 2. vîrçoqî cilşok cihê ku kinc lê tên şûştin cin mêçêtir, hin giyanewerên ku mirov nabînin cinaq hestiyê sersînga firindeyan cinawir 1. dêw, ûc 2. hov, kovî cincilî ava safî cindê 1. rindê 2. ezîze cindî 1. rind 2. kaw cineh şiva serçomax, çoyê sergulpik cinê kirin pembû berhev kirin cinên baxçeyê biçûk ciniqandin/diciniqîne /biciniqîne tirsandin ciniqîn/diciniqe/biciniqe tirsîn cinûs lanet cinûsî lanetî cir 1. sohbet 2. xwî û xislet cird mişkê girs cire pevçûn cirik kurmê ku hewirmişî çêdike cirî xwarin, kel û melê kesê ku bi şevederî li cihekî dimîne; erzaq cirîd lîstikeke bi hespan e cirk merhem cirm ji tawanbariyê para ku dikeve stûyê mirovî cirnexweş xeysetpîs cis kils cisane kilsxane cism heyberên şênber -cismên esmanî heyberên wekî roj, stêrk, heyv û hwd civak koma mirovan -civaka çîndar civaka xwedî-tebeqe civakî têkildarî koma mirovan civaknas pisporê ku komekên mîrovahiyê tehlîl dike civaknasî beşa pisporiyê ya ku komekên mirovahiyê tehlîl dike civan dem û cihê beşkirî yê hevdîtinekê civandin/dicivîne/bicivîne 1. berhev kirin 2. tomar kirin 3. kom kirin 4. anîn ser hev *"kewê çê, kewan li xwe dicivîne" -civandina hêzên leşkerî ji bo armancên ewlehiyê neqlkirina beşeke artêşê li cihê ku pirsgirêk lê hene civat 1. cemiyet 2. komele

  • "civat li mala pîrê ye

û pîrê li mala xelqê ye" civatgeh 1. jûra rûnişcilq tinê 2. di malperê de pergala ku destûra hevpeyvîna zindî û nivîskî dide civatname name an jî berhevoka ku şîret û boçûnên civînê tê de hatine tomarkirin civîn/dicive/bicive 1. bi ser hev de hatin 2. tomar bûn 3. kom bûn 4. berhev bûn civîn kombûna ji bo mijarekî -civîna awarte kombûna ji bo karekî neasayî -civîna çapemeniyê kombûna ku ji nûçegihanên raya giştî re vekirî ye ciwan 1. xort 2. nû 3. bedew 4. ter û taze ciwanik banû, xanim, ciwanega gayê ciwan ê nugihayî; canega ciwanî 1. xortanî 2. bedewî 3. terîtî *"nezan î, mêl bistîne bi ciwanî" ciwên 1. dijûn 2. xeber 3. sixêf 4. buxtan 5. devavêtin 6. gotinên kirêt cixare baçik -cixare kişandin baçik kêşan cixirandin/dicixirîne/ bicixirîne 1. nav tê dan 2. tehrîk kirin 3. niçandin cixirîn/dicixire/bicixire 1. bi ber bayê tiştekî ketin 2. xapîn ciyawaz 1. cihê, cuda 2. veqetî ciyawazî 1. cihêtî, cudatî 2. rengînî -ciyawaziya regezî qurebûna neteweyekî li ser yeke dîtir cizdank peldank cî cih *“dînan mal dî, cî nedî“ cîderk (r) 1. şûna ku deng jê derdikevin 2. çavkanî cîgir 1. wekîl 2. cînişîn cîhad şerê di riya Xwedê de -cîhad kirin di riya Xwedê de şer kirin cîhan 1. dinya 2. alem

  • "azadî bi qasî firehiya

cîhanê ye" cîhangiştî alemî, gerdûnî cîhanî 1. dinyayî 2. ji vê alema kordûnde cîhaz amûrên ku bi gêrebayê dixebitin cîher navnîşana ku tiştê şandî dê herê cîl cureyekî çêreya nermik û dirêj e; jê xesîl, selik û çît tên çêkirin cînavk (r) peyvên ku li dewsa navdêran tên bikaranîn 61 cînavk 62 cîran 1. kesê ku mala wî nêzîkî mala yekî din e 2. kesê ku karê wî nêzîkî karê yekî din e

  • "cîranê xerab bihêle,

diranê êşyayî bikşîne" cîrantî 1. temtêla kesên ku malên wan li kêleka hev in 2. temtêla kesên ku kargehên wan li kêleka hev in cîwar 1. herêm 2. dever 3. mekan 4. mintiqe CNK kurteya Civata Niştimanî ya Kurdistanê ya ku niha navenda wê li Hewlêrê ye co/cok cew cobar [I] 1. çem 2. newal, xendeq cobar [II] şiva ku pê hoyî gayê cot dikin col [I] 1. keriyê pez, dewar û hwd 2. koma keriyên ku kesek tenê diçe ber 3. tevlihev û rengrengî -col û cobal naxira dewêr col [II] zincîr -col kirin zincîr kirin col [III] kombûn, lêbanîn -colî serê yekî bûn komî hinda yekî bûn, li yekî banîn colane rûnişteka ku bi bendan bi jorê ve girêdidin û xwe tê de dihejînin colandin/dicolîne/bicolîne (xwe di colaneyê de) hejandin coleke cihû comerd 1. destbelaş 2. dayende 3. destfireh

  • “deriyê cinetê, comerd

vedikin” comerdî 1. destbelaşî 2. dayendetî 3. destfirehî

  • "comerdî bi dayînê

dibe" conega ciwanega coq [I] 1. nîr, nîrik 2. xeleqên bi ser hev ve; zincîr coq [II] kînor/kunêr coqcoq elok coş 1. heyecan 2. peroşî 3. kelecan coşandin/dicoşîne/bicoşîne 1. demên bi heyecan jiyandin 2. anîn kelecanê coşîn/dicoşe/bicoşe demên bi heyecan jiyîn coşî 1. heyecan 2. peroşî 3. kelecanî cot [I] 1. zo 2. du lib

  • "coteke birayan, meçine

nêçîra guran" cot [II] 1. amûra ku erdê ji çandiniyê re eywez dike 2. karê çandiniyê

  • "cot, bi gayê pîr nabe"

cot bûn 1. zo bi zo bûn 2. (erd) ji çandiniyê re amade bûn 3. zewicîn cotkar çandiyar *"gotin: cîran 'cotkaro tu çi diçîni?'; got: 'heke hêşîn be tu dê bibîni' " cot kirin 1. zozoyî kirin 2. erd tev rakirin, çandin 3. zewicandin cotyar cotkar *"berf li zozana tê rim rim, li deştê şîn tê genim, cotyar dibe hakim” coxîn bêder cuda cihê, ciyawaz *"bira bira ye, bazar cuda ye" cudahî cihêtî, ciyawazî cudaxwaz kesê ku doza cihêbûnê dike cuher xurcika ka û cêh a ku bi serê sewalê de tê daliqandin culux elok cunûtin erdê şil cur bi cur rengrengî, celeblecebî cure 1. tehr, awa 2. reng, celeb 3. şêwe curnik/curnî çalik û kortikên li ser keviran cûbrik bihoka çirçirok cûcik têjika çivîkan cuzam nexweşiyeke çêrmî ye cûm [I] 1. bi qasî cûtina carekî benîşt 2. benîşt cûm [II] cihê ku lê tevn tê raçandin cûmik [I] bi qasî cûtinekî benîşt cûmik [II] dezgehê tevna ku tejên dirêj tê de tên raçandin cûmî cela bûn binevat bûn cûmker kesê ku tevnan radiçîne *"goşkar pêxwas in, cûmker bêkiras in" cûmkerî karê raçandina tevnan cûn [I] 1. cûniyê ser keviran, kortika kêvir 2. kortala dankutanê cûn [II] 1. tov 2. avik cûn [III] parçe, tîke cûn [IV] 1. gewr, rengê hêşînkew 2. kever *"rêç rêça kera cûn e, sûc sûcê bûkên nû ne" cûn [V] gûn, reng cûn [VI] cûyîn, cûtin cûnî curnik cûrnik çalên li ser keviran ên av tê de dicive cûtin/dicû/bicû cûyîn cûyîn/dicû/bicû 1. di nava diranan de hêran 2. di dêv de gerandin 3. pêpest kirin û ked xwarin 4. sox kirin 63 cûyîn