Wîkîferheng:demirhan-b

Ji Wîkîferhengê

b/B tîpa duyemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke lêvkî ye, awayê belavkirina wê girtî û nerm e ba [I] nexweşiya qolinckî ba [II] tevgera hewayê

  • "agir berda kayê, xwe

da ber bayê wê" -bayê weşt cureyekî tevgera hewayê ye -ba li ber guhan ketin pê hesîn lêbelê baş tê negihiştin -ba hatin hewa tev gerîn -ba lê anîn 1. firsend jê standin 2. desteser kirin ba [III] hind, cem, nik

  • "ba comerdekî, hespek

û qespek yek in" ba [IV] tir û fis -ba li ber ketin tir an jî fis kirin babelîç tiliya gustîlê babelîsk bayê dijwar û hêzdar ê ku dizivire û ziyanê digihîne dorhêlê babet 1. mijar 2. mesele 3. cure babfile 1. kesê ku bi darê zorê misilman bûye 2. misilmanê ji dê û bavekî kafir babidest kesê ku îflas kiriye; malketî babidestî rewşa îflaskirinê; malketîtî babir berbendên ku tundiya bayî dişkînin babîsok bayê ku lûlekî qulozî esmên dibe bac 1. kamçûr 2. diravê ku ji welatiyan tê wergirtin û ji bo pêşniyarên neteweyî tê mezaxtin; xerac 3. xûgî -baca neyekser xeraca veşartî -baca yekser xeraca eşkere bacana reş sewzeyek e û pijandî tê xwarin bacana sor sewzeyek e û hem pijandî hem jî nepijî tê xwarin bacgeh rêvebiriya bacê bacgir karmendê bacgehê baçermok sewaleke kor a şevê ye; çilîçilî baçik cixare bad ba badan/badide/bade 1. 18 tewandin 2. qurifandin 3. qurçimandin badayî tewandî bade 1. cureyekî vexwarina kiholî ya ku ji tiriyan tê çêkirin û reng wê sor an jî spî ye; mey, şerab 3. piyale badefiroş meyfiroş badek [I] çêreyek e badek [II] alava şidandin û sistkirina mixên badayî

  • "badeka hesinî,

xwe bi xwe pesinî" badek [III] paçikeke kaxezên ku di nav bergekî de tên parastin badîn 1. qedeh 2. îskan badok di tirimpêlê de destikê ku pê ajotin rasterê dibe bafe baq, deste -bafe kirin 1. baq kirin 2. deste bi deste girêdan bafik behane bafirok pêlîstoka zarokan a ku bi ser bendekî ve dikin û berî hewa didin bafûn bafûr bafûr madenekê ku jê amanên malê û hwd tên çêkirin bager bayê zexm û boş bagêje bayê ku lûlekî quloz dibe, babelîsk bagird bagêje bagurdan bangurdan "banek û bagurdanek" bah şehwet bahî bişehwet bahol derdana ku rêwî kel û melên xwe dikinê bahor zekem, çilmas bahorî zekemî, çilmasî bahoz [I] firtonek bahoz [II] kesê bêqerar bajar şarê ku ji gundan û navçeyan mezintir e *" tu çûyî bajarê yekçavan, divê tu jî çavekî xwe bigirî" bajaravahî bernamekirina binyadên bajaran bajarî kesê ku li bajêr dijî

  • "bajarî, li erdê narî"

bajarî bûn di şarekî de li gor pîvanên wê jiyîn bajarok bajarê biçûk bajarsazî avasaziya binyadên bajêr bajen baskê ku bi hejîna wî bayekî hênik pêk tê bajêle 1. newan 2. axozî -bajêle bûn 1. newan bûn 2. axozî bûn bakir cureyekî civîkan e bakur aliyê jorîn ê her tiştî bakure gopal bal [I] 1. zêhn 2. dîqet 3. têkilî -bala xwe dayîn lê hûr bûn, baş lê nihêrtin -bal kişandin 1. li serê rawestîn 2. lê miqate bûn badayî bal [II] 1. çeng, per 2. rex, alî bal [III] bejn bala bilind, berz balaban [I] 1. nehs 2. şûm balaban [II] amûreke mûsîqayî ya ku bi pifkirinê tê lêxistin balaberz bejnbilind balafir navgîna hewayî a ku difire; teyare balafirgeh qada firîn û niştina teyareyan balafirşikên çeka ku dijî teyareyên cengê tê bikaranîn balandin/dibalîne/bibalîne lê alandin balanî gizgizîka tayî balax têjika gamêşê balbas zêrevanên zome an jî xîvetgehan baldar 1. bidîqet 2. bisemt 3. bitevdîr baldirêj bêhnfireh baldiz 1. cazibedar 2. xemrevîn baldizî 1. cazibedarî 2. xemrevînî bale 1. kêmaqil 2. bodele balexane xanûmanên pirqatî yên pir bilind balgeh 1. piştek 2. berserî, balîf balinde teyrên dirinde -balindeyên goştxur firindeyên girs ên ku xwarina wan goşt e balix [I] cihê ku kewarên mêşhingivan lê tên danîn balix [II] 1. gihiştî 2. berpirsiyarê ber qanûnê balî barê girêdayî balîf balgeh *"serê du meriyên çê, naçe ser balîfekî" balkêş 1. sosret 2. cazibedar balkêşname nameya ku pêhesandin û hişyarkirinê; îxtarname balkon 1. eywanka ser banî 2. şanişîn balor merdane, loq balsivik 1. kesê hay ji xwe heye 2. kesî ku bîra wî xurt e 3. hişyar balûle 1. bi awayê lûlekî pêçayî 2. hop balûr herş û qelşên ku li ser lêş pêk tên balyoz nûnêrê dûgelekî li nik yeke dîtir; sefîr balyozxane nûnergeha dûgelekî ya li nik yeke dîtir; sefaret ban serê xênî *"banê xênî, bi keviran tenê bilind nabe" banandin/dibanîne/bibanîne 1. hîn kirin 2. nav tê dan bandev 1. firtoneka berfê 2. kuleka bi ser ba- 19 bandev 20 nê avahiyan ve bandêr makîneyeke ku wekî bangurdanan e pê xişirê rê û kolanan tê tepisandin bandor tesîr, eser -bandor lê kirin lê tesîr kirin, lê eser kirin bandorker tesîrker bane [I] sewala malê ya ku li têjika xwedî derdikeve û ne newan e bane [II] 1. çêregeh 2. zozan banedar xwediyê çeregeh an jî zozanê baneşan (r) peyvên ku peroşî, şaşwazî û xweziyan nîşan didin bang 1. gazî 2. ezan -banga meleyê biharê zirîna keran -bang dan ezan xwendin -bang lê kirin gazî kirin bangawazî 1. vexwendina bi deng 2. hawarî bangeşe kar û barê nasandina raman û hilberînekê bangêr koma mezin

  • "barana nîsanê, çêtir e

ji bangêrek zêrê zerê li meydanê” bangîn 1. sewtsewtok, qîrqîrok 2. awazbilind bangurdan kevirekî dûvdirêjkî û girover ê ku li ser axebanan digerînin da ku baş bitepise hev û ew ban dilop neke *"ji bangurdên girantir bi ser çûkê de tu tişt nayê" banî 1. jor 2. serê xênî 3. rastahiya li serê kêrtekî *"av ji kaniyê û nan ji baniyê" banîje qatê ser banê xênî banîn/dibane/bibane 1. hîn bûn 2. lê hatin 3. lê mukur hatin bankutik [I] mizgînî bankutik [II] bangurdan banû 1. xanim 2. stî banz dan baz dan banzdok berava berteng a ku mirov dikare bi ser re baz de aliyê din baperik perperok bapêç bayê bi berf bapêş zekem, bahor bapîr kalik bapîv amûra ku tevgera hewayê dipîve baq 1. defşe 2. deste 3. çûm 4. gurz *"bi xweziyan, dest nagihê-je baqê keziyan" baqilk 1. cureyekî çêreya ku tovên wê kelandî tên xwarin 2. berên vê çêreyê bar 1. piştgiranî 2. peywir 3. berpirsî -barê lokan mesûliyeta giran -barê xwe jê dagirtin bandêr xwesteka xwe jê hildan -bar ji ser xwe avêtin berpirsiyariya ku wergirtiye kuta kirin -bar kirin 1. bi pişt kirin 2. neqil kirin baran 1. şilî 2. bariş

  • "gur ji baranê bitirsiya,

dê ji xwe re kurk çêkira" -barana kûsiyan barana ronîvro ya di sayiyê de -barana roviyan barana xapînok a ku hey dibare û hey disekine barandin/dibarîne/bibarîne 1. şilî rijandin 2. tiştek bi ser de rijandin baranî kinca ku di şiliyê de tê lixwekirin baravî şiloziwa -baravî bûn bi nîvî ziwa bûn barbir wasite, amyar barbû xêr û alîkarî -barbû dan hev destyarî berhev kirin barçêrmk cureyekî firindeyên şevê yên bêçav û bêhestî ne; baçermok bardan derdanê mezin, telîsê fireh *"bardanê biqul, pîneyî nagire" bare 1. babet, mijar 2. car, teql baregeh 1. êwirgeh 2. qerargeh 3. wargeh barek [I] cebirxane barek [II] qatên valahiya seqayê bareng karistana hilberîna keştiyan bareş bayê rojhilatê barfisk teşkên lingan barim barim lîstikeke zarok û xortan e barimte desteseriya ji ber berdêlekê ve barimte kirin (heta ku berdêla xwastî bê dayîn) desteser kirin barist di cendêk de hêza helandina xwarinan bariş şilahiya ku ji esmên dibare barîdox 1. temtêl 2. werz 3. rewş barîn/dibare/bibare [I] 1. şilî rijîn 2. bariş hatin 3. bi ser de rijîn *"adar e, bibare nebare xedar e" barîn/dibare/bibare [II] (sewal) qajîn barkêş 1. kesê ku giraniyekê bi pişt dike, hemal 2. sewala ku baran pişt dike barname kaxeza ku naveroka wê di heqê bar û xwediyê wî de agahiyê dide; îrsaliye barû avahiya tot û dirêj a ku ji bo payînê tê avakirin 21 barû 22 -barûya naqosê di dêran de cihê ku zêngil tê de hildiawêsînin barûd bûjeneke ku jê teqemenî tên çêkirin; pîşo barxane 1. erzaq û pêdiviyên rêwiyan 2. embar -barxaneya leşkerî erzaq û pêdiviyên leşkerî yên ku endamên yekîneyê bi xwe re dibine derveyî leşkergehê basark alava ku hewaya sar diweşîne basîret 1. feraset 2. aqil û sirafet bask 1. endamê firindeyan ê ku pê perwaz digirin; per 2. çepil, mil

  • "her teyr bi baskên

xwe difire" -bask şikestin bêqudûm man -bask tune ku pê bifire pir kêfxweş bûye û perê wî tune ku hilperike esmanan basko çivîka rûçikandî -basko kirin 1. kurtisandin 2. rûçikandin bastêq pestîlê ku ji tiriyan tê çêkirin bastûr avahî baş 1. çak 2. qenc 3. rind 4. delal *"xebera xweş bi cîranan re, faydeya baş bi nasan re" başebaş 1. bi rêk û pêk 2. riprast başî 1. çakî 2. qencî 3. rindî 4. delalî başok balindeyek e başûr 1. aliyê jêrîn ê her tiştî 2. di erdnîgariyê de berê derziya qiblenameyê batirsok potikên ku bi bi ser dîwarê bostên ve dikin da ku sewal jê bitirsin û nekevinê; reşe batî hêlik, gun bav 1. mêrê diya mirovî 2. giyanewerê ku ji avika wî giyanewerên din çêdibin

  • "mala bavê, mala

mêran e" -bavê bêkesan sexbêrê belengazan -bavê xwe nas nekirin 1. şîrheramî kirin 2. ji bo mesleheta xwe tixûb nas nekirin bavik ecdad baviksalarî erka ku tê de bav bi bandor e; pederşahî bavmarî zirbav bavtî 1. nêrtiya ji bo diya giyaneweran 2. sexbêrî -bavtî kirin 1. ji diyê re nêrtî kirin 2. lê xwedî derketin bawerî 1. îman 2. ewlehî

  • "baweriya kurdan, her

barûd bi çiyê tê" -baweriya te bi Xwedê hebe Yezdanê dilovan şahid be ku... -bawerî pê anîn pê ve ewle bûn bawer kirin 1. îman kirin 2. pê ewle bûn *"agir kete mala derewînan, kesî jê bawer nekir" bawermend kesê îmankirî, misilman bawesîr nexweşiyeke çêrmî ye û bi sedema wê laş her dixwire baweşandin/dibaweşîne/ bibaweşîne 1. ber bi ba kirin 2. bajen kirin baweşînk bajen bawî kesê ku qolinceke daîmî di laşê wî de heye bawîşk 1. berxewarî 2. nîşaneyên xewê, palûşk

  • "sal, mîna bawîşkan

derbas dibin" -bawîşkê xwe anîn rewşa xewê lê xuya bûn bax qada dorgirtî ya ji darên fêkiyan pêkhatî *"çi diçe ji bêx diçe, ji baxvên çi diçe?" baxçe 1. baxê biçûk 2. hewşa cihekî baxçevan kesê ku di hewşên malan an jî baxên biçûk de dixebite baxçevanî karê hildan û danîna baxçeyan baxvan kesê ku bi baxê fêkiyan re mijûl dibe baxvanî karê hildan û danîna baxan baxweşk di xaniyan de pergala ku hewaya hundir bi ya derve re diguherîne baz [I] cureyekî balindeyan e *"qaz, bi refa xwe re baz e" baz [II] masûlkeyên di navbera enîşk û sermilên mirovan de bazar 1. danûstan, kirîn û firotan 2. sûq *"bi merivê merivan re bazar nabe" -bazara xwe birîn têkiliyên xwe ji hev qut kirin -(ketin) bazara macîrok û gumgumokê mebesta alîkarî an jî dijberiya xwe nîşan dayîn bazargeh sûqa kirîn û firotinê; erase bazar kirin 1. xêr kirin 2. li ser nirxekî li hev kirin *"hesp tune, alifê bazar dike" bazbend 1. toqeya milê berpirsiyaran a ku peywira wan nîşan dide 2. nivişta mil baz dan 1. revîn 2. qewz kirin 3. gav kirin 4. bezîn 23 baz dan 24 bazgeh 1. bihura derbasbûn an jî têketinê ya mirov û giyandaran 2. di bajaran de xalên ewlehiyê yên ku ketin û derketinê dipê bazin 1. mildank 2. xeleqa milan 3. qeydik -bazinê stûyî tara stûyî; katar bazirgan kesê ku hem firoşkariyê hem jî kiriyariyê dike; tacir *"didu karwan in, sisê bazirgan in" bazirganî karê kirîn û firotanê; ticaret -bazirganiya azad ticareta bêbac a ku hinarde û hawirde bi awayekî tê de serbest digerin -bazirganiya beste ticareta ku mercên giran li ser hinarde û hawirdeyê hene bed 1. xerab 2. nebaş bedbext bêhuzûr bedbîn kesê ku nîgaşa wî her tim neyînî û nebaş e beden [I] laş beden [II] sûr -Bedenên Amedê sûra dîrokî ya li dora Amedê bedenparêzî perwerdekirina laşan li gor rayîşeke werzîşî û xwarineke diyar bedestan sûqa ku ser û dora wê girtî ye bedew 1. rind, delal 2. zerî *"bedewê çav kil kir, dilê xortan kul kir" bedewî rindî, delalî *"bedewiya mirovî, ilm û mehrifeta mirovî ye" bedgeh kêrtik bedil kincên xizmetkirî bedreng 1. rengê gewrotankî 2. rengê xerab bedrengî 1. gewrotankîtî 2. rengxerabî *"her reng rengek e, bedrengî jî rengek e" bedxwarin xwarina dûrî rêbazên tenduristiyê bedxwaz 1. xêrnexwaz 2. niyêtxerab beg axayê binemalê an jî hozê begtî serokatiya binemal an jî hozê beh (di zimanê zarokan de) xelasbûyî, qediyayî -beh bûn (di zimanê zarokan de) xelas bûn, qedîn -beh kirin (di zimanê zarokan de) xelas kirin, qedandin behane hincet, mehne

  • "behaneya tirekan,

ardê cehîn e" behicandin/dibehicîne/ bibehicîne 1. qehirandin 2. ji qehran teqandin behicîn/dibehice/bibebazgeh hice 1. qehirîn 2. ji kerban teqîn *"çi wext giriya û çi wext behicî?" behî (da ku xelq bên ser xweşiyê li malbatê bikin û nizaya bihiştê ji miriyê wan re bikin) danîna civatan ji aliyê xizmên kesê mirî ve; şînî behîn/dibehe/bibehe 1. (ceh û genim) stewîn 2. (giyayê werza payîzê) zer bûn *"giya li ser binê xwe hêşîn dibe û li ser binê xwe jî dibehe" behîv cureyekî daran e û ji dendikên wê sûd tê wergirtin behr [I] zerya, derya

  • "behr, bi devê san pîs

nabe" behr [II] par, beş *"dinya bi tiran bûya, dê hemû behra keran bûya" Behram gerestêrk e behre 1. kelk û sûd 2. berjewendî 3. par behreme alava qulkirinê; metqeb behremend 1. xwedî-qabiliyet 2. jîr 3. sûdwer behremendî 1. jîritî 2. sûdwerî behs kirin 1. jê xeberdan 2. qal kirin bej reşahiya erdê, cihê ku ne avî ye -hêzên bejahiyê koma desteyên ku qada çalakiya wan reşahiya erdê ye bejavî 1. ajalê ku hem di avê de hem jî li ser zevînê dijî 2. navgîna ku hem di avê de hem jî li ser rûyê erdê tê ajotin bejî tiştên ku têkildarî reşahiyê ne bejn 1. qam 2. bal 3. hindam *"aqil ne li bejnê ye, li serî ye" -bejn tît e, mal mescîd e hem li ser û sîçeyê xwe dinihêre hem jî li rewşa mala xwe bejnaferî bejna ku bi nazdarî dimeşe bejnbihust qamkinik bekere alava ku newayên mûsîqayî tomar û qeyd dike bel 1. kifş 2. lipêş 3. diyar bela 1. qeza 2. qiraskê sêrî 3. karesat *"di her tiştî belayek heye, lê di paşxistinê de gelek bela hene" -bela xwe kiriye ber dêrî ketiye keleha qatilbatilê belalûk fêkiyek e û dişibihe gêlasê lê jê hûriktir e 25 belalûk 26 belam 1. lêbelê 2. lê belapêşkar kesê ku bela jê tê belapêşkarî 1. belagerî 2. rewşa belagerînê -belapêşkarî yekî bûn 1. belaya xwe bi yekî gerandin 2. xwîna xwe kirin stûyê yekî belaş [I] 1. fireh 2. poşe -belaş bûn 1. fireh bûn 2. poşe bûn -belaş kirin 1. fireh kirin 2. poşe kirin belaş [II] 1. herwe 2. bêdirav -belaş bûn 1. herwe bûn 2. bêdirav bûn -belaş kirin 1. herwe kirin 2. bêdirav kirin belav ji hev dûr belav bûn li der û dorê weşîn, ji hev dûr ketin

  • "av rabû sikir û bend

belav bû" belavker 1. kesê ku karê tiştekî parvekirî tîne cih 2. bazirganê ku peywira wî belavkirina bûjenan e belav kirin 1. par ve kirin 2. teqsîm kirin "bi kevçiyan da ber hev, bi hesikan ve belav kir" belavok daxuyaniya nivîskî ya ku bi destan tê radestkirin belawela tartarî, tarovaro

  • "hêştir belawela diçêrin,

lê guhê wan li ser hev e" belawela bûn 1. tarovaro bûn 2. kambax bûn 3. wêran bûn belawela kirin 1. tarovaro kirin 2. kambax kirin 3. wêran kirin belbele hêwirze û sûresata dengan belç pelên daran *"ba neyê, belç nalivin" belçim belç belçik belçimên hûrik belbelîtank perperok, kerkene bel bûn 1. bi awayekî diyar tijî bûn 2. vît bûn

  • "bila zikê melayî bel

be, bila giya û pel be" beleban 1. zinar 2. şûm beled 1. zana 2. pispor

  • "beledê malê ne biyan

e, kesê ji gund e" beledî [I] berq û birûsk beledî [II] 1. zanatî 2. pisporî belek 1. deqdeqî, xalxalî 2. rengrengî belekî rengrengîtî *"belekiya sewalan li derve ye, ya mirovan di hundir de ye" -belekiya biharê destpêka zîlvedana hêşînahiyê belekon şaneşîn belem navgîneke avî ye belam û dişibihe kelekan belemvan xwedî an jî ajovanê belemê belengaz 1. feqîr, xizan 2. bêkes *"wexta ku ji malxweyê malê re gotin “kalê”, dibe belengazê salê" belenî soz û qerar belenîdar sozdayî belezûrî bûn dua û lavayî kirin belê bersiva pejirandinê; erê belg 1. perên kesik ên ku bi dar û giyan ve şîn tên; belç 2. pel *"belgê darê, darê dixemilîne" -belg dan (dar û giya) perên kesik pê ve şîn bûn belgefîlm 1. fîlmên mehlûmatî 2. rêzefîlmên agehdarîkirinê belgename destûrname belifandin/dibelifîne/ bibelifîne xapandin belik (di zimanê zarokan de) mûzî, kîr belikandin/dibelikîne/ bibelikîne 1. benc kirin 2. ji ser hiş birin beloq 1. bel 2. zoq 3. bijiqî belor derdanka ji camê belqitandin/dibelqitîne /bibelqitîne 1. dehirandin 2. cehimandin 3. qewirandin belqitiyê! nemayê! belqitiyo! nemayo! belqitîn/dibelqite/bibelqite 1. dehirîn 2. cehimîn 3. qewirîn belxem tifa hişk a ku dişibihe xilîtê belweşîn nexweşiya cuzamê ben ta benav cureyekî daran e benc 1. cureyekî daran e 2. bûjenê ku ji vê darê tê bidestxistin û sermestker e 3. bûjena ku lêş bêhest dike benc kirin 1. belikandin 2. (berî nişterkirinê) laş bi bencê tevizandin bend 1. ta 2. asteng 3. beş 4. rêje -benda hilbijartinê rêjeya ku divê di hilbijartinê de bê bidest-xistin -bendê dû şûjinê salixgerê xelqê -benda heyderî xişrên bi ser kofiyê ve bendav ava ku peşî lê hatiye girtin bende kole, evd bendegan pêgirtî bendeganî pêgirtîtî bende man li hêviyê sekinîn bender di qeraxa deryayê de rawestgaha keştiyan bendewar 1. hevîdar 2. 27 bendewar 28 dildar bendik (r) xêzeka li nava du peyvan an kîteyan; (-) bendî 1. girtî 2. dîl 3. girêdayî -(xwe) li bendî tiştekî girtin li pey tiştekî şop gerandin bendîname fermana girtina kesekî; tewqîf bendîxane zindan, hebisxane bendname girêdan bengî 1. aşiq 2. mubtela 3. sewdaser benî [I] goştê hişkirî yê ku kakilê gûzan jî dikine navê benî [II] kole benîşt şîreya ku ji nebatan hildidin û tê cûtinê

  • "karkeran kar kir, xeraban

benîşt cût" benîzava zavayê ku di nav xezûrgelanê xwe de dijî benz reng -benz avêtin reng lê çûn beq cureyekî ajalên avî ye

  • "beqê çav da çêlekê,

zikê wê teqiya" -beq xesandin satore satore gerîn ber [I] 1. pêş 2. pêşî

  • "tirs, berê mirinê nagire"

-berî zayînê beriya mîlada Îsa eleyhiselam -berê xwe dan 1. lê averê bûn 2. nihêrîn -berê gotinê guhertin mijara axaftinê guheztin ber [II] kevir *"ber, ji bestan xilas nabin" ber [III] hingil, guhan ber [IV] adan ber [V] salên temenê sewalan -duberî û sêberî dusale û sêsale ber [VI] miqdara firehiyê -duber û sêber bi qasî du car û sê caran zêdetir fireh ber [VII] 1. berik, ferşik 2. lihêf *"lingê gerê, nayê bin berê" ber [VIII] 1. gon 2. meya, havên 3. tov -ber girtin 1. avis bûn 2. mêwe girtin 3. tov girtin berafî nîqaşa der heqê gelemşeyekê de berafî kirin (ji bo çareserkirinê) nîqaş kirin beraftin/diberêfe/biberêfe şîrove kirin beragî berên nûhildayî berahî qeysa ji aliyê firehiyê ve *"avabûna gundan, ji berahiya riyan ve kifş e" beramber 1. tev 2. dij 3. deng 4. di gel -beramberî vê 1. tevî vê bendik 2. diji vê 3. dengî vê 4. digel vê beran hevserê mihê*"berxên xelqê, ji merivan re nabin beran" -beranê bisko 1. beranê tovê 2. malê delaliyê 3. torinê êlê *"beranê bisko bûya, dê li nav pezê bavê bûya" -beranê şeran xurtê cengê -beran xwarin (ji bo mihê) pel û fehl xwarin beranek tiliya mezin beranberdan dema serbestbûna têkiliya zayendî ji bo beranan berarî bexş û alîkarî -berarî dan bexşîş û alîkariya diravan dan hinekan berate 1. goştê genî 2. elamet 3. nîşane berav 1. roja cilşûştinê 2. dema kelîşoyê ber avêtin 1. berwext zayîn, hê di pêş de bi cenîneke nivîşkan an jî mirî ve zayîn 2. berwext tev gerîn beravêtî 1. sewala ku têjika wê ji ber çûye 2. kesê ku berwext tev digere -çalakiya beravêtî karê ku di dema xwe de neqewimiye beraz xinzîr beraze perwaneyên berêş berbajar nava bajêr berban şanişîn berbang aso, berbeyan -berbanga sibehê ronahiya berî şefeqê berbaz di artêşê de payeya di bin serbaziyê re berbejn 1. nivişta stûyan 2. hemayîl berbend karê ku kirina wî qedexe ye berbend bûn derî li ber hatin girtin berbendî 1. qedexe 2. asteng *”diz xwemal e, berbend betal e” berbend kirin qedexe kirin berber [I] 1. dij 2. reqîb berber [II] kesê ku por û rihan dikurtisîne û tiraş dike berberî [I] 1. neyartî 2. dijminatî berberî [II] pîşeyê kurtisandin û kurkirina por û rihan berbes wizeya ku di xwarinan de heye berbiba 1. cihê ku ba jê digire 2. cihê ku xewle ye û teşqele jê tên *"guhera dawiyê, berbiba ye" berbiçav 1. dîtî û bînayî 2. eşkere û diyar 29 berbiçav 30 berbisk toqeya porê jinan berbî berbûk *"bêder bi bê, bûk bi berbiyê” berbûk jina ku bi bûkê re mijûl dibe, hevalbûk

  • "dawet ferikî, berbûk

hetikî" Bercîs gerestêkek e berçavk alava şûşeyî ya ku datînin ber çavan berçavkfiroş kesê ku berçavkan difiroşe berçek kesên ku amadeyî perwerdeya leşkerî û çekhildanê ne; destbidar berçêlk 1. mêjî, hewsele 2. bersînga çivîkan berçile meha duwazdehan, berfanbar berdan [I] 1. terikandin 2. jê vegerîn 3. dagerîn 4. dest jê vekêşan berdan [II] 1. rih û por dirêj kirin 2. kinc bi ser de werkirin *"ji derdan, rih berdan" berdar 1. bibereket 2. têgihiştî 3. biadan berdayî 1. azadkirî 2. jina ji mêrî veqetiyayî berdelan erdê bikevir berdeq lîstikeke zarokan a ku li ser piyekî radiwestin û milên xwe li hev dixin hetanî yek ji wan bikeve berdeqanî alavake kevirhilfirandinê ya ku ji du bendikên dirêj û navendekê pêk tê, bi ba dikin û keviran pê diavêjin; kefkanî berdest 1. hazir, amade 2. berhevkirî berdestî kesê ku di xizmeta xelqê de kar dike berdevk [I] kesê ku li ser navê welatekî ,alîyekî an jî sazîyekê diaxive û ramana wan der dibe berdevk [II] pêşmala ku didine ber devê zarokan da ku cilên xwe nelewitînin berdewam li ser kar berdewam kirin 1. domandin 2. şopandin berdêl 1. biha, qîmet 2. şûndiyarî -berdêl kirin 1. ber ve dayîn 2. bi hev re guherîn berdil 1. ezîz 2. evîndar 3. gerdenî berdilk 1. pêşmal 2. berdevk berdîwar 1. bêkes 2. sêwî 3. belengaz berdû cîl û cegenê ku pê xesîlan çêdikin bere 1. cebhe 2. rû 3. enî bere bere hêdî hêdî ber bi asteke dîtir ve berecot pîvaneke qada erdê ye (920 m2) beredayî 1. bêxwedî 2. berbisk 31 serbest 3. bêkêr 4. beytu berendam 1. kesê ku namzedê endamtiyê ye 2. hêjayî hilbijartînê berendamî hêjatiya hilbijartinê berespî kevirê kilsê berevajî 1. çewtbûyî 2. serobinobûyî 3. hember 4. zid, dij -berevajî vê yekê li hemberî vê yekê berevajî kirin 1. serobino kirin 2. têvel kirin berevan 1. parastvan 2. parêzer berevanî 1. parastvanî 2. parêzerî berevanî kirin 1. parastin 2. lê xwedî derketin bereyîşk mencenîq berê 1. di pêş de 2. hê di zû de 3. ji mêj ve *"çû Şamê û hat jî, dîsa kerê berê ye" berêvar 1. piştî esrê 2. nêzîkî tarîbanê *"berfa berêvarê, qirê tîne li debarê" berf barija ku kulî kulî dibare *"berfa çiyayê bilind, pir dibe" berfanbar meha 12'em a salnameya zayînî berfedîn belekiyên berfê ên ku ber bi vehelînê ve diçin berfemot helewa ku ji doşav û berfê tê çêkirin berfende aşît, şepe, renî berfiravîn xwarina sivik a beriya navrojê berfireh 1. çarmedor 2. bi dorfirehî berfîn 1. cihê biberf 2. kulîlka ku piştî vehelîna berfê hêşîn dibe berfşo barana ku berf pê re dibare; şilope berg 1. cil, kiras 2. rûpela sereke ya kovar û pirtûkê -berg kirin 1. kiras kirin 2. (pirtûk) cild kirin bergeh 1. dîmen 2. êwirgeh 3. depê şanoyê, dik 4. qad, meydan bergerîn 1. şîreta bi lavayî 2. tembîha bi rica û tikayê bergew kirin xitimandin bergind berdêl -bergindî êlekê ye bi qasî eşîrekê hêja ye bergirî 1. tevdîr 2. berbend bergîdan 1. hilberîn 2. bereket 3. adan 4. berdêl 5. bîmekarî *"E-legaz birinc be û Erez jî rûn be, heke bergîdan tune be, dîsan dê pûç be" bergîn pirtûka bicild bergîr mehîna ku nû ji canîtiyê derketiye dê bergîr 32 were fehlan û avis bibe bergîz kincên kurdî yên zilaman ên ku ji merezî tên ristin; şal û şapik bergsazî karê amadekirina şeklê cildê pirtûk û kovaran berguhk alava ku ji serikekî an jî diduyan pêk tê û axaftinan radigîne berhem 1. eser 2. adan 3. xebat berhemdar 1. biadan 2. xebatkarê ji bo kedekê berhevkar 1. civandî 2. amadekarê komkirinê berhev kirin 1. civandin 2. kom kirin 3. tomar kirin *"ava rijiyayî, nayê berhev kirin" -berhev kir ji deriyan û da xêra miriyan ji parsê civande hev û ji bo quretiyê li xelqê belav kir berhevok 1. tomar, belavok 2. berhema ku hatiye komkirin berhewa 1. bêwate 2. bêkêr berhingar dij berhingar bûn pêrgî hatin berik [I] kevirên biçûk; xîç, xişir berik [II] fîşeng -berika nediyar fîşenga ku kes nizane ji kuderê hatiye û lê ketiye berizîn/diberize/biberize 1. har bûn 2. (seg) pelişîn hev berî [I] 1. besta bixîz 2. rastahî *"dinya ji hinekan re berî ye, ji hinekan re jî av û herî ye" berî [II] sade û hêsa berî [III] bêguneh û bêtawan berîk berîk berjeng 1. delîl û îsbat 2. berateya nexweşiyê berjengî nîşaneya mirinê berjewendî meslehet -berjewendiya giştî mesleheta cemawerî berjewendîperest kesê ku li mesleheta xwe tenê digere berjêr 1. berbijêr 2. sernişîv berjor berbijor, hevraz berk [I] hewza avê berk [II] 1. sext, zexm 2. şidiyayî 3. qewîn berkanî kefkaniyê keviravêtinê berkaz 1. pace, pencere 2. perwaz berkeftî 1. biqîmet 2. muhterem 3. berdil berkel xwarina ku nêzîkê kelînê ye berkele golikê ku temebergîz nê wî nêzikî sê salan e berkeş sinî berkeşok siniya biçûk berkêr sewalê ku dê bê serjêkirin berkêr kirin ji bo serjêkirinê dermal kirin berkêşan 1. çêkirin 2. rokirin berkurk [I] 1. qirik, gewrî 2. berçêlk berkurk [II] mirîşka ku dema kurika wê hatiye berlêv qerax -berlêvên avê qeraxên avê -(baçik) berlêv kirin (bêyî ku ji devê xwe derxe) cixare kêşan bermal jina ber malê

  • "bermal, xwedana malê

ye" bermalk bêra berfê; berfik bermax rûpelên baçikan bermayî 1. jêmayî 2. dawî bermîzk mîza ku nîşaneya qelewbûna sewalan e bernac kone, xasûk bername mijara sazbûyî bernamesaz kesê ku di sazî û dezgehan de mijaran amade dike bernav 1. navê pêşîn ê mirovan (navê sêqolî wekî: Azadê Lezgînê Celalî be, bernav: Azad e û paşnav jî Celalî ye) 2. navê din ê ku pê hatiye nasîn (her wekî: ji kesekî qebrax re Karêl bê gotin û wisa bê nasîn) beroj berpala ku tavê dibîne beroste pîşekarê nûgihiştî yê ku hîna nebûye hoste beroş amana ku ji qûşxaneyê mezintir û ji sîtilê biçûktir e *"dîz ji beroşê re dibêje: 'wê de here rû-teniyê!' " berpal 1. dibûr 2. beroj

  • "ba ji tehtê berpalê çi

dibe?" berpêş kirin araste kirin, pêşandin berpirs kesê ku bi peywirekê radibe; peywirdar, wezîfedar berpirsiyar peywirdar/ wezîfedar berpirsiyarî peywirdarî, wezîfedarî berpisyar kirin kar û guneh xistin stûyê yekî an jî hinekan berpişt şala navê bersiv vegerandina pirsiyara kesekî; cewab -bersiv dan pirsiyara kesekî lê vegerandin; cewab dan bersojk nexweşiyeke a- 33 bersojk 34 şikê ye bersojkî bûn ji mîdeyê azî kirin berstûk aliyê kincê yê ku dora stûyî dipêçe; paşstû, pastîn bersûc kesê ku ji ber tawanekê tê rapirsîn berşîv xwarina sivik a beriya şîva êvarê bertav cihê ku tîrêjên rojê lê digire bertav kirin li ber tîrêjên rojê raxistin bertek bi awayekî neyînî tevgerîna li dijî bûyerekê berteng 1. kembera li ser kulêmekan 2. kêmber bertîl 1. rişwet 2. kirt/qirt 3. kamçûr *"çav ji çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike" bertûrk berçêlk berû [I] masiyek e berû [II] darek e bervang 1. pêşmal 2. berstûk bervihêr 1. biferaset 2. têgihiştî berwar 1. tiştê meyildar, xwar û vîç 2. dibûr, beroj 3. mêjû -berwar bûn 1. takêş bûn, di aliyekî de xwar bûn 2. weşweşîn -berwar kirin 1. takêş kirin, di aliyekî de xwar kirin 2. weşweşandin berx têjika mihê *"berxên pir, ji mihên pir in" berxistin 1. eşkerekirin 2. hînkirin berxistî pêşniyar berxvan kesê ku berxan diçêrîne ber xwe dan [I] 1. cîhad kirin 2. tê koşîn berxwedan [II] 1. cîhad 2. têkoşîn berxwedar jîdirêj berxwedar bûn jîdirêj bûn berxwedêr 1. mucahid 2. têkoşer berz bilind berzax heyama ji mirinê hetanî roja qiyametê berz bûn bilind bûn berze winda berze bûn winda bûn berzek navbir berze kirin winda kirin berzeq cinsî, zayendî berzex berzek berzile berzik berzik binzik berzî bilindahî berzîn [I] caniyê ku amadeyî perwerdekirina siwarbûnê ye berzîn [II] kulavê ku di bin zîn û kurtên de davêjin ser pişta hesp û keran berzîne kevirê rengrenbersojkî bûn gî berz kirin bilind kirin bes 1. bi qasî têra xwe 2. lêbêlê *"dinya bûye kes, tu kesî negotiye: bes" beser çav besimîn/dibesime/bibesime 1. bişirîn 2. ken ber lêvan ketin besît 1. hêsa 2. di arûzê de qalibek best îlham -best lê rabûn îlham lê peyde bûn bestandin/dibestîne/bibestîne girtin, dadan bestenî şirîniya ku bi şîr, şekir û fêkiyan tê çêkirin û bi sarî tê xwarin bestin/dibeste/bibeste 1. cebirîn 2. zeliqîn bestir 1. raxistina nava malê, ferş 2. mitêl beş [I] 1. çal 2. kesê ku di eniya wî de belekiyek heye *"çileyê reş, debarê diqedîne li gayê beş" -beş kirin di eniyê de nîşaneyek çêkirin beş [II] 1. par 2. behre 3. qisim 4. dabaş *"beş kete stûyê maldaran, avêtin serê hejaran" -beş kirin par kirin beşavend ahengdariya di dawiya ristên helbestekê de beşdar kesê ku tevî kar an jî çalakiyekê dibe beşdarî tevlêbûna kar an çalakiyekî beşdar bûn/beşdarî tê de kirin tev lê bûn beşer 1. feraset 2. fehm û zanîn -(jê) beşer kirin (di heqê tiştekî de) pispor bûn û jê zanîn beşerkor 1. bêferaset 2. aqilsivik beşervekirî 1. rûken 2. rûbirqonek 3. biferaset beşişîn/dibeşişe/bibeşişe 1. bişirîn 2. bişirîn 3. ken ber lêvan ketin beşt 1. textikê stûr û dirêj 2. kêranê avahiyan beşûş devbiken bet [I] ecemî, nûgihiştî bet [II] cureyekî perindeyan ê ku dişibihe werdekan

  • "ar ê kewan e, risq

ê betan e" betal 1. destvala 2. bêkêr 3. bêkar betal bûn 1. îbtal bûn 2. ji kar veqetîn 3. rawestîn betalî 1. bêkarî 2. destvalatî 3. bêkêrî *"betalî, xerabmalî" betal kirin 1. netêw hesibandin 2. kar rawestandin betan [I] di her tiştî de aliyê ji hundir ve betan [II] goştê nerme 35 betan 36 betilandin/dibetilîne/ bibetilîne 1. westandin 2. rawestandin betilî 1. westiyayî 2. rawestiyayî

  • "heta ku bûk

xemilî, dawet betilî" betilîn/dibetile/bibetile 1. westîn 2. vêsîn betir bêhtir, wêdetir betirpêr sê roj beriya niha betirpêrar sê sal berî niha betlane 1. tehtîl 2. raweste 3. destûr betran kesê ku nefsa xwe pir diecibîne betûm bêqudûş betûmî bêqudûşî bevil 1. mirovê mînak 2. hevrik bevşik diranên qutkirinê bexişandin/dibexşîne/ bibexşîne 1. efû kirin 2. dayîn 3. xelat kirin -dan bexişandin dan efûkirin bexîl çiriz, timakar bexşan 1. efû 2. bexşîş, şabaş bext 1. talih 2. siûd

  • "çavê kor tuneye, lê

bextê kor heye" -bext û miraz di çavan de man 1. ji hevalan man 2. negihiştin tu armancê bextewar 1. bihuzûr 2. aram bextewarî 1. bihuzûrî 2. aramdarî bextiyar bextewar bextreş 1. bêtalih 2. bêsiûd bextvekirî xwedî-siûd bey pêşnîhada neqdî beyaban cihê xewle; çol beyan eşkeretî -beyan kirin eşkere kirin beyanî [I] eşkere *"bira biranî, bazar beyanî” beyanî [II] 1. spêde 2. sibeha zû -beyanîbaş! sibehxweş!, rojbaş! beyan-name nivîsa girîng a ku agehiyekê eşkere dike beyar erdê ku ji çandinê re dest nade; pesar, çol

  • "bela xelqê ji çol û beyaran

tê, a min belengazê Xwedê jî ji ber piyên min tê" -beyar kirin zevîn neçandin beybûn kulîlkek e beytar bijîşkê sewalan beytarî karê bijîşkiya sewalan beytik cureyekî çivîkên biçûk e beytu 1. bêxwedî 2. beredayî bez [I] 1. rev 2. bazdan 3. çengkirin *"beza hes-pê, betilandin namûsa siwêr e" bez [I] donê ku bi goşt ve ye *"sibat hat û bihurt, nav û dilê gîskê bez girt" -bez bi stûyê pisîkê ve kirin 1. xurek spartin xurekxuran 2. emanet teslîmî xayînan kirin -bez girêdan 1. qelew bûn 2. komir bûn beza 1. revok 2. pêsivik, laşsivik bezek beza *"bizina kulek û şivanê bezek, tev digihêjin ber dêrî" bezandin/dibezîne/bibezîne 1. dan revê 2. dan bazdan 3. xar kirin bezîn/dibeze/bibeze 1. revîn 2. baz dan *"hespê her kesî, li gorî bextê wî dibeze" -lê bezîn 1. lome lê kirin 2. lê xistin -bezîn hev 1. bi hev re ketin devjeniyê 2. li hev xistin, pevçûn bezmik bihukek e bê [I] tiştê ku piştî dema niha tê -dema bê (r) dema ku ayendeyê dinimîne bê- [II] pêşgireke neyîniyê ye *"gul bê strî nabin" bêayîk 1. bêheyf 2. kesê ku heyfa wî tê hilanîn 3. derwêşê xwedîkeramet bêbav 1. kesê ku mêrê diya wî nîn e 2. qeleş 3. bêeman bêbext 1. qeleş 2. xayîn

  • “mêrê bêbext pire be

jî, bi ser re derbas nebe” bêbextî 1. qeleşî 2. xayîntî bêbextî kirin 1. qeleşî kirin 2. xayîntî kirin bêbine 1. bêqedr 2. kêmbiha 3. bêkêr bêbingeh 1. bêtar 2. bêesl 3. bêbinî bêbinî 1. pir kûr 2. bê-wate bêçiv 1. bêziqzaq 2. bêfetl bêderman 1. bêilac 2. bêçareserî *“Xwedê, tu derdekî bêderman nedaye” bêdev 1. bêdeng 2. devmirî -bê dev û bê ziman 1. nezanê axaftinê 2. feqîr û belengaz bêdê 1. dêmirî 2. sêwî

  • "keça bêdê, weke çiyayê

bêrê" bêdil 1. nexwestî 2. bêriza 3. bêîştah bêg kesê ku xulamokê berjewendiyên xelqê ye bêgane 1. nenas 2. xerîb 3. biyanî *“dilê bêganeyan, her bixem e” bêgar kesê ku bêpere û 37 bêgar 38 bêhember dixebite bêgav 1. neçar 2. bêderfet 3. mecbûr bêgavî 1. bêçaretî 2. bêderfetî 3. mecbûrtî bêguman 1. bêşik 2. bêgav 3. neçar *"bela, ji derê bêguman tê" bêgerd bêguneh bêgêwil bêkêf bêgêwil bûn dil çirmisîn bêgêwil kirin kêf lê revandin bêgêwilî bêkêfî bêgiyan mirî, bêcan bêhawe kesê ku beletewş û keteber tev digere bêhemal bêxwedî û bêsexbêr -bêhemal hiştin bêxwedî hiştin, bêsexbêr hiştin bêhemdî bêyî ku wisa bixwaze; bêqesd bêhempa 1. bêemsal 2. bêhogir 3. bêhevta bêhiş 1. bêaqil 2. kerose -bêhiş ketin 1. ji xwe ve çûn 2. sefêk bûn bêhn 1. hilm, neks, nefes 2. heyberên ku bêfil pê dihese -bêhna xwe berdan navber dayîn -bêhn jê hatin bi bêfilê hate derxistin ku tiştekî bûdar heye *"kesê ku sîr nexwe, bêhn jê nayê" -bêhn jê teng bûn jê kerixîn -bêhn kirin 1. henase kişandin hundir 2. (tiştê bûdar) bi kepûyî tê derxistin

  • "dinya gulek e,

bêhn bike û bide hevalê xwe" -bêhn lê çikandin 1. xeneq lê şidandin 2. bêqudûm hiştin -bêhn lê çikîn 1. nefes lê teng bûn 2. aciz bûn -bêhn pê ketin 1. jê hilm wergirtin 2. fis kirin 3. genijîn -bêhn vedan westa xwe danîn bêhndar tiştê ku bêfil jê derdixe ka hilma wê çawa ye; bûdar bêhnefişk 1. hilkehilk, nefesên li ser hev 2. gumek ji kêşa baçikê bêhnfireh 1. bisebr 2. dilfireh 3. rûnerm bêhnok (r) nîşaneya vêsihê bêhnteng 1. bêsebr 2. bêtebat bêhntengî 1. bêsebrî 2. bêtebatî bêhtir 1. zêdetir 2. wêdetir bêjandin/dibêjîne/bibê -jîne ji bêjingê re derbas kirin, seridandin bêje peyv, kelîme bêjer gotî, axafger bêgav bêjing alava qulqulî ya ku zadê çê û qeselê wî ji hev vediqetîne -bêjing kirin bi bêjingê zadê çê û qesel ji hev jibartin bêjî bîj bêkar 1. bêîş 2. betal bêkes 1. xizan 2. bêgav

  • "dilê bêkesan, li ser

hemû kesan dişewite" bêkêr 1. bêxêr 2. ji tu tiştî re destnedayî bêlête govend bêmêjî 1. bêhiş, bêaqil 2. ehmeq bênamûs 1. bêar 2. xîret 3. qehbik *"eyarê bênamûsan fireh e" bênamûsî 1. bêarî 2. bêxîretî 3. qehbiktî -bênamûsî qebûl kirin 1. tola xwe li erdê hiştin 2. tolaziya jina xwe pejirandin bênavber bi berdewamî bênder 1. cihê ku zad lê tê kutan *"bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê" bênefsî çilektî, silektî

  • "kalê ji bênefsiyê û

pîrê ji bêkesiyê hev û du pirsîne" bênimêj 1. kesê ku nimêj nake 2. herimî, gemar bênimêjî dema ku jin heyvane avê dibînin bênimêj bûn 1. (jin) ketin kirasan, heyz bûn 2. herimîn bêpar 1. mehrûm 2. bênesîb -bêpar mayîn 1. mehrûm man 2. bênesîb man bêpayan 1. bêhevta 2. bibiha bêqudûm 1. bêmecal 2. westiyayî bêr alava kolandinê *"jin û mêr, weke tevr û bêr" bêrawestan 1. di qîjekê de 2. bê navber bêrê 1. nelirê 2. bêusûl bêrêtî 1. nelirêtî 2. bêusûlî bêrik [I] 1. cêb 2. cêba paşilê *"destê kefîlan, di bêrika wan de ye" bêrik [II] alava biçûk a ku xwelî pê tê hildan bêrî [I] 1. bêguneh 2. rûpak bêrî [II] cihê ku pez lê tê dotin *"ha şêwra jinan, ha bêriya bizinan" -dan bêriyê pez di şîştira dotinê de ber bi bêrîvanê ve ajotin bêrî [III] xwesteka dîtinê -bêrî kirin ji bo dîtinê bi xwestek bûn bêrîk di kincan de cihê ku kîsikekî tê hiştin; cêb *"hevalê bêrîka vala, tuneye" bêrîvan jina ku pêz û 39 bêrîvan 40 dewêr didoşe bêrvî alava ku di lûleyê de herka avê têkûz dike bêsemt bêîhtiyat bêserî 1. pir fireh 2. bêxwedî -bê serî û bê berate çûn bê xwedî û bêyî ku tu şopekê li pey xwe bihêle çûn bêserûber keteber û pir fireh bêsiûd bêbext, bêtalih bêş 1. kamçûr 2. xûgî 3. bac bêşik 1. bêguman 2. teqez bêtar felaket, karesat, afet, bobelat bêtehr 1. bêhawe 2. bêpîvan bêteşe 1. danerotî 2. serobero bêtewş 1. bêhevseng 2. beletewş bêv tora masîgiriyê ya ku ji çeperên darî hatiye çêkirin bêvan kes an jî tiştê nediyar bêvil endamê bêhnhilkirinê; poz, kepû -bi bêvilê girtin hişyar kirin -bêvila xwe daliqandin mirûzê xwe tirş kirin bêvîr 1. nexweşê li ber mirinê 2. jihêzketî bêwelat 1. bêcih û bêwar 2. bêêl 3. biyanî *"mirovê bêwelat, mîna çûka bêper û bêbask e" bêxêr 1. bêkêr 2. serxur

  • "dostê bixêr, ji birayê

bêxêr çêtir e" bêxwedî 1. bêsexbêr 2. bêhemal 3. bêkes

  • "bêndera bêxwedî, ji

mirovî re nabe bênder" bêyî (tiştekî) (ew tişt) ne tê de bêyom bêqudûş bêzar 1. betilî 2. tengezar -bêzar bûn 1. betilîn 2. tengezar bûn -bêzar kirin 1. betilandin 2. tengezar kirin bêzirav 1. newêrek 2. ziravqetî bêzû cureyekî nexweşiyên hişaloziyê ye bi 1. daçekek e 2. pêşgireke ku tevahiyê dide wateyê -bi bandor bi tesîr -bi boneya bi munesabeta …, bi sedema ... -bi dizî 1. dizîka 2. bêhay, bêxeber -bi dor di şîştirê de -bi dorvegerî di rêzê de, di şîştirê de -bi giştî bi gelemperî -bi hev re 1. tevayî 2. ba hev *"berx û gurên tirkan, bi hev re diçêrin" bêrvî -bi hêsanî ne bi zorê -bi jimare bi ededeke diyar -bi kinayî bi kurtasî û ne dûvedirêjî -bi kotekî bi darê zorê -bi min li gorî min -bi nav û deng navdar, meşhûr -bi piranî 1. zêdetir 2. bi gelemperî 3. bêhtir -bi rastî ne bi derew, di heqîqetê de -bi rêk û pek 1. bi pergal 2. têkûz -bi roj wexta ku tav heye -bi ser de pê re *"kera xwe bi kerekê da, cilika wê jî bi ser de da" -bi şev êvarê -bi şev û roj sibeh û êvarê -bi şêt û pêt bi şivê û hêzê -bi şêweyeke berevajî bi awayekî çewt -bi taybetî xusûsî, ne bi gelemperî -bi tenê 1. bi serê xwe 2. hişk û hola -bi tevayî bi giştî, hemû -bi tundî bi zextî, bi pêkutî -bi vî awayî bi vî cureyî, bi vî tehrî -bi vî rengî bi vî şiklî, bi vî celebî -bi vî şêweyî bi vî awayî, bî vî rengî -bi zanayî bi awayekî têgihiştî û li ser hişê xwe -bi zorî bi kotekî *"hesinê sar, bi zorî tê kutan" biaqil 1. xwedîferaset 2. jîr û jêhatî *"barê biaqilan, pişta kêmaqilan" bi ber bayê yekî ketin pê xapîn bi bîr anîn di zêhna xwe de gerandin *"ger mirov xeraban nebîne, başan bi bîr nayine" bi bîr birin 1. îdrak kirin 2. tê derxistin 3. pê hesîn bi bîr xistin hizra yekî ji bûyereke qewimî re amade kirin bi cih anîn 1. pêk anîn 2. kirin bi cih bûn 1. tê de rûniştin 2. tê de êwirîn bi cih kirin 1. şûn kirin 2. dewisandin 3. rûniştandin 4. êwirandin, sitirandin, hewandin biçrik nanê di rûn de qijirandî biçûk 1. nemezin 2. hûrik 3. zarok *"biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe" -biçûk xistin 1. rûmeta yekî şikandin 2. bênirx kirin -biçûk dîtin 1. biçûk 41 biçûk 42 biçûkahî xistin 2. bi pozbilindî lê nêrîn biçûkahî 1. nizmî 2. hûriktî 3. zarokatî bi dawî bûn 1. encam dan 2. kuta bûn, qedîn, xilas bûn, red bûn bi dawî kirin 1. jê encamek wergirtin 2. kuta kirin, qedandin, xilas kirin, red kirin bi derengiyê xistin 1. taloq kirin 2. paş de avêtin 3. paşê bi cih anîn 4. egle kirin bidil 1. jidil 2. bi xwestinî 3. bi rizaya xwediyî bi dûr ketin jê veqetîn bi dûr xistin 1. jê veqetandin 2. şandin tarawgehê bi encam bûn 1. pêk hatin 2. bi dawî bûn bi girî vekirin 1. giriyandin 2. qehirandin bigor alava ku pê tîna gêrebayê tê teselekirin biha 1. qîmet, qedr 2. nirx *"arê kewan re, risqê biha re" biha bûn 1. biqîmet bûn, biqedr bûn 2. binirx bûn bihaname kaxeza ku bihayên kel û pelan li ser hatiye nivîsandin bihar demsala vehelîna berfê û destpêka hêşînahiyê

  • "heta peyv neyê

karê, yek naçe biharê" biharat ardê giyayê tamxweş û bêhinxweş ê ku dikin nav xwarinan bihare cureyekî genimê ku biharê tovê wî tê reşandin bi hev şa bûn 1. hev xwestin 2. hev kirin bihêl kaxeza ku destûrê dide kar an jî çalakiyekî wek şano, tirad û hwd bihêz 1. xurt, biquwet 2. desthilatdar bihîstin/dibihîze/bibihîze 1. bi guh seh kirin 2. guhdarî kirin 3. haydar bûn 4. pê hesîn

  • "gava mitrib nebihîzin,

êdî defê diqetînin" bihîstok alava ku pê tê bihîstin û guhdarîkirin bihîstyar 1. guhdar 2. peywirdarê çi bê guhê wî 3. hesas bihost bihust *“bihosteke tevna çêkirî, ji barekî rîs çêtir e” bihuk hemû cureyên kêz û mêşan; heşere *“dayê bihuk e, jinê ruhik e” bihujandin/dibihujîne/ bibihujîne helandin bihujîn/dibihuje/bibihuje helîn bihur 1. di cihên teng de şûna ku berteng e 2. avtenga ku derfeta derbasbûnê dide *"çem bê bihur nabin" bihurtin/dibihure/bibihure derbas bûn bihust maweya di navbera kefedesteke vekirî; bost, bihost *"dema ku bextewarî nebe dost, fayde nake gera bihust bi bihust" -bihust bi bihust pîvan baş endaze girtin bihuşt cenet *"bihuşt, li rûyê erdê ye" bihuştîn cenetmekan bij 1. hêza xwarinê; bîz, îştah, mehde 2. qilde, qirqal bijandin/dibijine/bibijine 1. dil avêtin, mehdeyê xwe kişandin tiştekî 2. tê gerandin 3. çilkandin, lê reşandin bijang perikên çavan bijarte hilbijartî, sahibrewac bijartin/dibijêre/bibijêre 1. hilbijartin 2. tercîh kirin *"jinan mebijêre, esl xêr e" bijinandin/dibijinîne/ bibijinîne 1. tê gerandin 2. îştah kişandin

  • "bi eşqa mêwijan, dil

dibijinîne gûwijan" bijiqandin/dibijiqîne/ bibijiqîne 1. beloq kirin 2. perçifandin bijiqîn/dibijiqe/bibijiqe 1. beloq bûn 2. perçifîn bijî! aferîn! -bijî azadî! bila azadî her hebe! bijîn/dibije/bibije 1. qildeyê wî hildan, mehdeyê wî kişandin 2. tê gerîn, lê alîn 3. çilkîn bijîreş simbil bijîşk tebîb, hekîm bi kar anîn 1. xebitandin, şixulandin 2. kelk jê wergirtin bi kar hatin bi kêrî tiştekî hatin bikarhêner 1. kesê ku dixebitîne 2. kesê ku sûdê jê werdigire bi kêr hatin 1. sûdwer bûn 2. layîq bûn bikêrhatî [I] 1. sûdwer 2. layîq bikêrhatî [II] 1. pêwist 2. destdayî bikir [I] kesê ku dan û standinekê dike bikir [II] kesê ku kar an jî çalakiyekê dike bikirk binê bîr, kanî, çal, aman û hwd bikuj kujer, qatil, mêrkuj bila peyveke ku carinan xwestekekê û carinan jî karekî bilanî rave dike -bila be xem nake, tiştek 43 bila 44 nake -bila bibêjin xençera Xaço heye ji bo quretiyê tiştek bi xwe re gerandin -bila were heke dikare hatina wî çêtir e -bila çavê min te nebîne cardin dernekeve pêşberî min bilan îhtimal bilandin/dibilîne/bibilîne 1. miremir kirin 2. taloq kirin 3. egle kirin bilanî îhtimalî bilbil cureyekî çivîkên awazxweş e *"bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cengên xwe" bilcim kesê ku tevî her karî dibe bildbildo 1. gingino 2. lalo, tato bildebild kirin 1. ginegin kirin, di bêfila xwe de axaftin 2. wekî lal û tatan axaftin bi lêv kirin 1. ji dêv avêtin 2. der birin 3. şehitandin bilik (di zimanê zarokan de) mûzî, kîr bilind 1. berz, ber bi jor ve dirêj 2. quloz bilindahî 1. berzî, dirêjahiya ber bi jor ve 2. quloz bilind bûn 1. berz bûn 2. hevraz bûn 3. quloz bûn bilind kirin 1. quloz kirin 2. berz kirin 3. hevraz kirin 4. bi ser xistin

  • "kurê çê, navê bavê xirab

bilind dike" bilî xeyrî bilîn/dibile/bibile 1. pê re mijûl bûn 2. pê ve egle bûn bilqîn/dibilqe/bibilqe (av) fişkîn û fûrîn bilqînî dengê fişkîniya tiştên avî bilûl qalibê rokirinê *"dêla sê, sê salan têxin bilûlê, sala ku derxin her xwar e" bilûr alava dengjeniyê ya ku bi pifkirinê tê lêxistin

  • "bilûra li ber gê ye, çiraya

li ber kûreyê ye" bin 1. tar 2. qûntar 3. cihê jerîn ê her tiştî binate 1. şop 2. binyad, xîm 3. bineçe binaşe binate bi navê lîstin 1. pişta reqîbekî li erdê xistin 2. zoran kirin bi nav kirin [I] 1. pênasek lê danîn 2. wate lê bar kirin binav kirin [II] noqî kûrahiya avê kirin binbar peywirdar bincan dîwarê ku li ber ava herikbar tê jenîn bincî nivîna stûr a ku li bilan serê tê razan binçavî 1. tewqîf 2. rawestan binçav kirin 1. tewqîf kirin 2. rawestandin binçeng qefa binê her du milan -pûrta binçengê pirça ku di bin çepilan de hêşîn dibe bindeq 1. cureyekî darên biber e 2. berên vê darê bindest kesê ku azadî û aramiya wî bi mercan ve girêdayî ye; ketî bindestî rewşa kêmazadiyê ya ji ber mercen derveyî; ketîtî binecih xwecih, rûniştî -bi binecihî kirîn û firotan bi hemû milkiyetê ve kirîn û firotan bineçe binate binefş cureyekî gulan e binefşî rengê di navîna sor û hêşîn de binesazî tardanîn, xîmavêtin binetar 1. esasê her tiştî 2. di nivîsekê de bendên xwendinê binfisî kirin 1. hêkên xwe genî kirin 2. nebaşiyên xwe veşartin -bingeh tar, xîm/hîm -bingeha aborî hîmê îqtisadî -bingeh danîn tar danîn, xîm avêtin bingehîn esasî binik 1. binê îskanê 2. bincixare binî bin -binî dan tavê karê xwe giş qedandin binîje di avahiyan de taqê li herî biniyî binkask kasika ku digel piyanê tê danîn binkirask kinca tenik a ku di bin cilên derveyî de tê lixwekirin binpê kirin 1. pêpest kirin 2. îxlal kirin bintîn 1. mal û milk 2. sexbêrî (bi) bin xistin 1. berjêr kirin 2. mexlûb kirin, sernuxûn kirin binyad tar, bingeh *"jina malê, binyadan dizane" biok [I] kirêt biok [II] heşerat, bihuk bi pêş ve çûn perisîn û meşîn bir 1. beş 2. qisim 3. par 4. kerî 5. tîke bira kesê ji dê an jî bavê mirovî *"tenê bira, di hawara birê de tê" -birayên hûrekî 1. ji heman dê û bavî 2. dizên tûrekî birale şitil biramak kesên ji eynî da- 45 biramak 46 birandin yikê lê ne ji heman bavî birandin/dibirîne/bibirîne 1. binevat kirin 2. îmha kirin 3. tune kirin biraşîr kesê ku di dema zarotiya wî de wî jî şîrê diya wî mêtiye; şîrbirak biraşte alava ku li serê goşt tê pijandin biraştin/dibirêje/bibirêje goşt pijandin *"êgir girte mala yekî, yê din got: 'tu bi Xwedê venemirîne, da ku (ez) kewên xwe li serê bibirêjim' " biratî 1. hevpişkiya di dê an jî bavî de 2. rewşa kesên ji heman olê *"biratî bi baran, hesab bi misqalan" biraza lawê birayê mirovî birazava kesê ku di daweta zavê de xwedîtiya wî dike birazî keça birayê mirovî

  • "ap bi biraziyan re dike,

xal bi xwarziyan re dike" birc 1. avahiyê bilind û asê yê ku ji bo zêrevanîyê tê bikaranîn 2. kêlû birçêk lîstika cirîdê birçî 1. kesê ku pêdiviya wî bi xwarinê heye; nêzdeçûyî 2. netêr 3. zikvala

  • "çavên birçî, tu carî

têr nabin" -ji birçînan zik miz dan tiştek nedîtin ku bê xwarin birçî bûn 1. zikvala bûn 2. ji nêz de çûn, birsî bûn *"kûçik birçî dibe, gûyê xwediyê xwe dixwe" birçîtî 1. nêzdeçûn 2. netêrî, zikvalatî birek alaveke hesinîn a ku pê dirankên wê yên tûj dar, lek û hwd tên qutkirin bireser (r) karê ku kirde dike bireş 1. xizan, feqîr 2. belengaz bi rê ketin 1. sefer kirin 2. meşîn *"heke biçûk li gor mezinan bi rê nekevin, dê lingên wan timî li keviran bikevin" bi rê kirin 1. bi rê xistin 2. şandin bi rê ve birin 1. îdare kirin 2. kar gerandin bi rê ve çûn 1. meşîn 2. bizîn bi rê xistin 1. meşandin 2. şandin birêxistin bûn bipergal bûn birêxistin kirin bipergal kirin birêxistî bipergal birêz 1. giranqedr 2. birûmet birgeh 1. cihê birînê 2. cihê vebirînê 3. di peyvê de cihê rawestanê wek: ba-jar, cen-ga-wer ... 4. cihê hevgirtina gehan birhan delîl û îsbat birin/dibe/bibe neqil kirin birik bayekî bêhnkirêt ê ku piştî zadxwarinê ji devê mirovî derdikeve, qirpik birinc cureyekî zadê ku li cihên avî hêşîn dibe

  • "erd birinc be jî, av

rûn be jî, heke xwedî tunebe zû diqede" biriskandin/dibiriskîne/ bibiriskîne teyisandin, çirûsandin biriskîn/dibiriske/bibiriske teyisîn, çirûsîn birîn/dibire/bibire [I] 1. qut kirin 2. jê kirin

  • "hezar carî bipîve, carekê

bibire" birîn/dibire/bibire [II] 1. binevat bûn 2. qiriyan 3. kuta bûn birîn [III] 1. di lêş de cihê zedegirtî 2. cihê ku kêm û îltihab girtiye *"birîna dijûnê, ji birîna şûrê neyêr kambaxtir e" -birîna xwe bi destê xwe kewandin derdê xwe bi dermanê xwe çareser kirin -birîna kûr derd û keserên xemgîniyê -birîn azirandin kul û keder tev rakirin birîndar 1. derbexur, zedegirtî 2. kesê ku rûmeta wî herişiye *"birîndar, bi birîna xwe dizane" birîndar bûn 1. derbe xwarin 2. zede girtin 3. herişîn biriqandin/dibiriqîne /bibiriqîne 1. teyisandin 2. çirûsandin 3. mesqel kirin biriqîn/dibiriqe/bibiriqe 1. teyisîn 2. çirûsîn 3. mesqel bûn *“ bejn biriqî, dil xeriqî” birk hewza avê birmût bêhndank bi ro de berdan 1. tevî avê bi rê kirin 2. bêsexber hiştin *"qenciyê bike û bi ro de berde" bi ro de çûn 1. bêhemal bûn 2. bi kêr nehatin 3. ber herka avê xwe ranegirtin

  • "bi destê nemerdan

meçe, bila av te bi ro de bibe" birû mûyên wekî kevaneyekê li fêz çavan şîn di- 47 birû 48 birûsk bin, bijang *"li ser çavan, birû hene" -birû şeh kirin û çav der kirin 1. hembêz kirin û ji piştê zêl vexistin 2. wekî alîkarî xuya bûn û xedarî kirin birûsk berqvedana esmên a ku carinan xisarê jî bi xwe re tîne -birûsk vedan berqa bi xisar vedan biryar qerar -biryar wergirtin/standin qerar dan biryardar biqerar biryardarî 1. qerardarî 2. cidîtî biryarname qerarname biserûber 1. bipergal 2. birêxistinkirî bisk porê ku di hinda guhan de dadiliqe ser rûyî bist 1. sêla qeliyê 2. şîş 3. qevd bistik 1. qevdik 2. çembil bistî tayên ter û nazik ên ku dikevine navbera belg û çiqê darê an jî serik û rehçikê rehekê bişirîn/dibişire/bibişire 1. ken ber lêvan ketin 2. besimîn bişkaftin/dibişkêve /bibişkêve bişkivandin bişkivandin/dibişkivîne/ bibişkivîne 1. dirûn vereşandin 2. bûn sedema vebûna kulîlkan bişkivîn/dibişkive/bibişkive 1. dirûn vereşîn 2. kulîk vebûn bişkoj/bişkok di kincan de tiştê ku pêsîr, bêrîk û hwd tên girêdan; polik bişkuv 1. qalikê kulîlkan ê ku beriya vebûnê li ser e 2. qalikdana çêrmî ya ji ber kêmxwarinê bişkuv dan (dar û giya) kulîlkên di qalikan de jê re çêbûn bitim fistiqa biyanî bitir 1. qert 2. qamir bitir bûn har bûn bitov bikakil, bidendik biv 1. (di zimanê zarokan de) çiz 2. xetere bivê nevê çawa hebe bivir alaveke hesinîn a devtûj û bidestik e, ji bo birîna daran jê fayde tê wergirtin -bivir li kêvir xistin çewt tev gerîn biwar 1. tûş 2. îstiqamet biwartin/dibiwêre/bibiwêre bihartin biwefa kesê ku li ser sozê xwe disekine *"kî biwefa ye, ew bira ye" biwêj gotina navdar bixêrî kuleka ku dû tê re derdikeve; rojing biyanî 1. bêgane 2. xerîb

  • “biyanî, bidê goştê

ranî; dê bi ser te de bê poşmanî” biyom 1. biqudûş 2. bixêr bizav hereket, çalakî -bizava diravî di sûqê de hereketê danûstandinên pereyan -bizava rizgarîxwaziyê tevgera kesên ku bi mebesta serbixwetiyê çalakiyan dikin bizdandin/dibizdîne/bibizdîne 1. tirsandin 2. hetikandin 3. dabarandin 4. sist kirin bizdîn/dibizde/bibizde 1. tirsîn 2. hetikîn 3. sist bûn bizdonek 1. newêrek 2. bêbiryar 3. revoke *"bizdonek her roj dimire, mêrxas carekê " bizin sewaleke malê ya ku ji bo şîr, goşt û mûyê wê tê xwedîkirin *"heke bizinê têr xwar, qiloçên xwe li kendalan dide" bizir [I] tov *“bizirî ba-vêje bi çengan, bêndêrê hilîne bi dengan” bizir [II] rûnê ku ji çêreya çeqçeqê tê bidestxistin bizivîn/dibizive/bibizive 1. livîn 2. pirpitîn 3. qirqilîn bizîn/dibize/bibize hereket kirin bizmar mix *"du textik û bizmarek" bizmar kirin mix kirin bizmik devgema biçûk a ku davêjin devê sexeleyan da ku nemêjin bizot agirê pir bi şewat bizûz cureyekî heşeratan e û heke têkevin tiştekî bi domana demê re dirizînin

  • "kul dibine bizûz

û li canê meriyan ba dikevin" bî 1. jina bêmêr 2. mêrê bêjin *"sibat jina bî ye, sibehê dikene û êvarê digirî" bîbik reşika çêv bîber îsot bîdar 1. hişyar 2. haydar bîhok mêweyek e bîj zarokê zinayê; bêjî bîjek di mêrgên levenan de cihokên avê bîjî 1. dasî 2. mûyê dêla ker û hespan bîme temînat bîme kirin bi berdêleke diyar ji bujenekê re ewlehî peyde kirin bîmexane 1. saziya ku ji temînatan berpirsiyar 2. avahiya vê saziyê bîn bêhn -bîna şîr ji dêv hatin hîna viringî bûn bîna 1. kesê ku dibîne 2. 49 bîna 50 avahî bînahî 1. ronahiya çêv 2. şiyana dîtinê *"kurê mirovî, bînahiya çavê mirovî ye" bînahînasî zanistên ku pisporiya wan têkildarî çavan û dîtinê ye bîner 1. temaşevan 2. bîna bîq cureyekî çêreya ku ajalan pir kok dike -ma bîq dane vî pezî? vî pezî kîjan çêre xwariye ku evqas qelew bûne? bîr [I] saringên avê yên di binê erdê de *"ava bîrê, bi bîrê xwe tehl e" bîr [II] 1. hafize 2. hiş 3. zêhn *"emele pîrê, nayê bîrê" bîrale şitilên daran bîranîn di zêhna xwe de jîndargirtina bûyerên qewimî bîrbir 1. biaqil û balix 2. gihiştî 3. reşîd bîrdarî yadîgar bîrdoz feraseta ramyarî bîrdozî tekildarî feraseta ramyarî bîrewer 1. rewşenbîr 2. hişmend bîrewerî 1. rewşenbîrî 2. hişmendî bîrkarî hemû zanistên ku bi kêrî jimartinê tên bîrkarînasî zanistên ku pisporiya wan têkildarî hesabkirina endaze, kêş û pîvana tiştan e bîrkor kesê ku bala wî vala ye; bîroke bîrmendî 1. hişyarî 2. zanatî bîroke bîrkor bîrov nexweşiyeke çermî ye bîrovî kesê ku bi nexweşiya bîrovê ketiye bîrxistok nameya hişyarkirinê bîs 1. raz 2. sir bîsk 1. lehze 2. demeke kurt -bîska din xulekek berê bîst jimareya 20'î -bîstek 1. lehzeyek 2. çirkek bîstan kerdiya ku sewze lê tên çandin bîstem(în) di rêza bîstan de bîso 1. qumaşê şewitî 2. ariya pîneyên şewitî

  • "agir pê keve, bêhna

bîso jê nayê" bîsokî xwarina ku bêhna dûyî di çêja wê de pêk hatiye bîsokî bûn (xwarina kelandî) bêhna dûyî ji çêja wê hatin bîşe daristana darên leflefok bîşeng cureyekî daran e bînahî bîşî [I] daristan bîşî [II] biçrikên şirîn ên bi qasî libên sêvan bîyanî 1. xerîb, bêgane 2. giyayê çolê 3. ajala dirinde, hov *"avê vexwe ji kaniyan, jinê bîne ji biyaniyan” bîz [I] 1. di giyaneweran de seheka ku tiştên sirûştî dipejirîne; qilqal, qilde 2. xweparêzî -bîzê xwe jê kirin 1. jê hez nekirin û qildeyê xwe lê xera kirin 2. xwe jê girtin bîz [II] şîşikên hûnanê bîzoke 1. kesê ku her xwarinê naecibîne 2. kesê ku kirinên xelqê naşêkirîne 3. qure bîzoketî quretî BK kurteya /berî koçê/, beriya hicreta Cn. Pêxember ji Mekeyê ber bi Medîneyê bobelat keresat, felaket -Xwedê bobelatê neyîne serê tu kesî ez tûşî karesatekê hatim û tika dikim neyê serê tu kesî boç boçik *“ji dînan re ne boç heye ne qorç heye” boçesêlîn taweya bi boçik; miqilk boçik 1. dêl, terî, dûv 2. binik *“boçika kûçikan, rast nabe” boçûn raman, fikr, hizr boke cesaret, wêrekî bokeberan beranê şerkar bone 1. munasebet 2. sedem boqije cureyekî çivîkan e boqil geh, teşk bor [I] bihur *"kerê ku di borekê de bikeve, careke din di wir re naçe" bor [II] rengê sor boraq 1. qurban 2. nezr boran cureyekî ba û barana ku lêkendên giran ber radibin borandin/diborîne/biborîne 1. derbas kirin 2. rabihurtin borebor oreor borebor kirin oreor kirin borî [I] 1. derbasbûyî 2. çûyî 3. rabihurtî borî [II] lûle borîn/dibore/bibore 1. derbas bûn 2. çûn

  • "kûçik diewtin, karwan

diborin" bosî 1. buxur 2. xwarina şewitî bosîdank buxurdank bosîn/dibose/bibose [I] maç kirin bosîn/dibose/bibose [II] bîsokî bûn bosle qiblename bost bihust boş 1. zêde 2. gur 3. pir boşahî 1. zêdeyî 2. gum- 51 boşahî 52 rahî 3. pirî boşelan 1. ava lap boş 2. rêl bot 1. kun, qul 2. derz, qelş, cerx boyax tiştê ku pê tê rengandin; gûn boyax kirin rengandin boyaxker pîşekarê rengandinê boz rengê spî buhist maweya bi qasî kefedesteke vekirî *"avê ku da ser serî, çi buhistek çi du buhist" buruntî belgeya ku xwedîtiya kesekî ya li ser milkekî nîşan dide buruntî kirin milkek li ser navê xwe dan qeyd kirin bux hilm buxar hilm û gilma ku li ser tiştên keliyayî dikeve buxçik destmala ku kel û melî dikine navê buxur çêreyên bûdar ên ku tên şewitandin da ku bêhneke xweş bidin doraliyê buxurdank derdanka ku buxurê dikinê bû [I] dawet, şahî bû [II] bêhn bûcî têjikên dêlikê; tûle bûçû govenda dawetê bûdar tiştê ku bêhn jê tê bûjen daring, kereste bûk [I] qûçê ku wekî tixûbê navbera du zeviyan de bi keviran tê jenîn bûk [II] keça ku mêr dike, hevsera zavê *"bûk bi dilê zavê ye, çi pilepila melê ye" -bûka baranê keskesor, heftreng -bûka berfê heykelê ku ji berfê tê çêkirin -bûka ter û can keça ku hîna mêr kiriye bûkanî kinca ku bûk di roja dîlanê de li xwe dike bûkik goştikê ku bi ser lêş ve hêşîn dibe bûkil bûka nazenîn *”bûkilê, ez şûkilê te me” bûm kund bûn/dibe/bibe 1. hatin holê 2. qewimîn 3. rûdan

  • "bibe malavakirî,

mebe malxerakirî" -bûn def 1. werimîn 2. têr xwarin -bûn marê nîvkuştî miraz di çavan de man -bûn stêrka bin ewran ber çavan ketin û winda bûn -bûn ta û derzî pir lawaz ketin -bûn tajiyê kuçeyan riswa bûn û cihê paldanê nedîtin bûncî kûçikê biçûçik boşelan 53 bûnewer 1. afirandî 2. jîndar bûnewerî giyanewerî bûra/bûrî birayê jina zavê bûrîn/dibûre/bibûre (dewar) orîn bûse [I] şilekiya sermayê ya ku bi şev dikeve erdê; qiravî bûse [II] kemîn, tele bûse [III] ramûsan, paç bûyer 1. rûdan 2. tiştê qewimî

  • "her bûyerek, ji

mirovan re şîretek e" bûyîn/dibe/bibe bûn

  • “bûyî mîr, Xwedê meke

ji bîr” BZ kurteya /berî zayînê/, berî mîlada Îsa eleyhiselamî