Pêvek:heywan bi mecazî

Ji Wîkîferhengê

Kovara Kanîzar bi hevkarî li gel koma "Zimanê Kurdî" li ser Facebooê

baz şerxwaz; wêrek

beran serhişk, bêtirs

beraz xirab, neqenc, bedxwaz, bedniyet

berx delalî, dilber, ezîz, xweştivî, xoşewîst

bilbil xweşbêj, xweşaxiv, zûaxiv, zûbêj

bizin biînat, serhişk

caş, cehş dijminê gelê xwe, xaînê miletê xwe

çêl, çêlek zêde qelew

dêl, dêhl, dêhlik qehbe, fahîşe, jinên bêedeb

dîk, dîkil qurre, metho, pozbilind

elok pozbilind, metho, xwemezinker

fêrik (çûçelkên mirîşkan) keçên spehî

ga, gamêş zêde mezin, zêde gir

golik zêde gir yan qelew

gur, gurg çavbirsî, çarbirçî, hesûd; hov, dirrinde

hacîreşk, hechecîk pîroz

hêştir nelihev, zêde dirêj û loma kirêt

hirç gir, girs, zexm; tirsnak; bêserûber, porr-neşehkirî

hût pirr gir û zexm; zêde bixwere

karik nesekinî, netebitî, şûm, neqet

kavir gêj, bêhay

'keftar rezîl

ker bêaqil, bêhiş, nezan, cahil

kevok aştîxwaz; evîndar; spehî

kirnî xwînmêj

kund bedbext, wêranî

kurebeşk qelew

kûçik kole, bindest (bidin ber se, seg)

kûsî, kûsele hêdî, ne bilez

legleg zêde dirêj û zeîf

mar xirab, bêwijdan, bêbext

meqesok biziyan e lê hay ji xwe nîne

meymûn kirêt, kirh, ne spehî; bêedeb

mêrû, mûrî hûrik, pir biçûk

mêşa mirî tembel, tiral, keslan, bêxîret

mih, mî sernerm; newêrek; miskîn, bêdeng

mirîşk newêrek; xewto, pirxew

pepûk reben, perîşan, bêçare

piling wêrek, cesûr, bicesaret, bêtirs

qijak zeîf, qels

rovî, rûvî hîlebaz, hîleker, teşqeleçî

qaz spehî, bedew, xweşik, ciwan, delal

se, seg pîs, heram

şêr wêrek, cesûr, bicesaret, bêtirs

tajî beza, zûbez, kesê ku bi lez dibeze

têtî tenê, bêkes

werdek keça meşa wê bi şox û şeng

xezal spehî, bedew, xweşik, ciwan, delal