Pêvek:Mizgînname

Ji Wîkîferhengê

Ferhenga Incîlê, Peymana Nû[biguhêre]

A[biguhêre]

Abba – Bi zimanê Aramî, ABBA bi mana ‹bav› e. Binêre: Marqos 14:36; Romayî 8:15; Galatî 4:6.

Adem – Mirovê pêşî bû yê ku Xwedê afirand. Xwedê ew ji axa erdê afirand (Destpêkirin 2) û piştre Hewa afirand. Adem û jina xwe Hewa ew bûn, yên ku zû peyva Xwedê şkandin û guneh kirin (Destpêkirin 3). Ji hingê ve mirov guneh kir. Di Peymana Nû de tê gotin ku Îsa Mesîh ‹Ademê paşî› ye (1 Korîntî 15:45). Ademê pêşî, bû bavê temamiya mirovan. Îsa Mesîhê ku Ademê diduyan e, jiyana ruhanî dide her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne. Binêre: Lûqa 3:38; Romayî 5:12-15; 1 Korîntî 15:22, 45-47; 1 Tîmotêyos 2:13-14.

Afirîd – Mexlûq

Amîn – Peyveke zimanê Îbranî ye, ku mana wê ev e: ‹Rast e›, ‹Belê›, ‹Bila wusa be›, ‹Ez razî me› (Romayî 1:25; 9:5; 1 Korîntî 14:16; 2 Korîntî 1:20). Di Peyxama Yûhenna 3:14 de ev navekî Îsa Mesîh e, çimkî Yê Rast ew e.

Aramî – Zimanekî kevin e. Di dema kevin de miletekî ku li Sûriye û Îraqa îroyîn rûdinişt û Samî bû, pê dipeyivî. Zimanê Aramî zimanê Aşûrî, Kildanî û Sûriyanî ye. Di zemanê Îsa Mesîh de gelek Cihûyan zimanê Aramî dizanibûn, çimkî ew zimanê bazirganiyê bû.

Artemîs – Navê pûtekî Yewnaniyan e, ku di dema Peymana Nû de li gelek cihan dihat perizîn (Karên Şandiyan 19:24-35).

Arxêlayos – Ji kerema xwe li peyva Hêrodês binêrin.

Asya / Asyaya Biçûk – Di wê demê ji bo ew der ku îro kêm û zêde Tirkiye ye dihat gotin.

Aştî – Haştî, silamet

Atî – Edroyî, bi hal ketî.

Aqûb –

1) Aqûbê kurê Îshaqê kurê Birahîm bû. Ew bavê her diwanzdeh eşîrên gelê Îsraêl e. Di Peymana Nû de çend caran Aqûb ji dêla hemû gelê Îsraêl ve tê gotin. Ji kerema xwe li peyva ‹Mala Aqûb› binêrin.

2) Aqûbê Halfayos û Aqûbê Zebedî (birayê Yûhenna) du şagirtên Îsa Mesîh bûn.

3) Aqûb serwerekî civîna li Orşelîmê bû. Ew bi xwe nivîskarê Nameya Aqûb e.

Averê bûn – Ji rê derketin

Avgir – Sunger

Axaya – Axaya herêmeke kevin a welatê Yewnanistanê bû. Bajarê Korîntê hingê diket nav herêma Axayayê ya Romayî (Karên Şandiyan 18).

B[biguhêre]

B Baal – Navê pûtê Kenaniyan ê herî girîng bû. Ew pûtekî zêdebûnê, yanî zayînê bû. Bawermendên wî pûtî bawer dikirin ku ewê heywanên wan, zevî û rezên wan bereket bike. Mena peyva Baal ‹xweyî› ye. Gelek miletên hawirdora Îsraêl diperizîn wî pûtî. Gelê Îsraêl jî çaxê ji Xwedê dûr diket, diperizî Baal û bi vî awayî hêrsa Xwedê dianîn ser xwe. Lê her gav jî Îsraêliyên rast hebûn ku tu ca-ran perizîna Baal qebûl nekirin. Binêre: Romayî 11:4; 1 Padîşah 19.

Babîl –

1. Babîl navê bajarekî gelekî kevin e. Di sedsala şeşan berî hatina Îsa de, padîşahê Babîlê gelek welatên din bindest kiribûn. Miletê wî bi gelê Îsraêl re şer kir û ew bindest kirin. Gelek Cihû bi xulamtî birin welatê xwe. Gelê Îsraêl heftê salan li wir ma (Metta 1:11-12, 17; Karên Şandiyan 7:43).

2. Li gor fikra gelekan di 1 Petrûs 5:13 û di Peyxama Yûhenna de ‹Babîl› ji bo bajarê Romayê tê gotin. Di Peyxama Yûhenna de ‹Babîl› mînaka miletên ku bi ya Xwedê nakin e, çimkî mirovên bajarê Babîlê guhê xwe nedan peyva Xwedê (Peyxama Yûhenna 14:8; 17:5; serê 18).

Bacgir – (xercgir, vêrgîstên, qemçorçî) Bacgir li ser navê dewletê pere ji xelkê distandin. Ji ber ku gelekî xapînok û derewîn bûn, ew di nav Cihûyan de gunehkarên herî xerab dihatin hesibandin.

Bajarê Dawid / Bajarê Pîroz – Ji bajarê Orşelîmê re tê gotin. Ji kerema xwe li peyva ‹Orşelîmê› binêrin.

Balam – Balam di dema Mûsa de pêxemberîtî kir. Padîşahê Mowabê Balaq jê dixwest ku nifir li gelê Îsraêl bike û ji bo vê yekê pere pêşkêşî wî kir. Lê bi ser ku dixwest, Balam nikaribû li gor daxwaza Balaq bike, çimkî Xwedê nehişt û milyaketê xwe şand ku rê li ber wî bigire. Dawiyê Balam mecbûr ma ku gelê Îsraêl pîroz û bimbarek bike. Binêre: Hijmartin 22:4-35; 2 Petrûs 2:15-16; Cihûda 11; Peyxama Yûhenna 2:14.

Baraq – Beriya ku li Îsraêl padîşah hebin, ew yek ji hukumdarên gelê Îsraêl bû. Wî di şer de serwerî dikir û dijmin bindest kir (Hukumdar 4-5; Îbranî 11:32).

Bav – Di Mizgîniyê de ‹Bav› navekî Xwedê ye. Xwedê serkaniya her tiştî ye. Her tişt ji Xwedê ye û wî her tişt afirandiye. Çawa ku bê bav zarok çênabin, bê Xwedê jî tu tişt çênebûye. Lê belê Xwedê mirov di şiklê (sûretê) xwe de afirand, wî hiş û bîr û ruh da mirov. Ji ber vê yekê ew bi mana ruhanî bavê hemû mirovan e, lê belê ev qet bi mana cismanî (fîzîkî) nayê fikirîn. Û wek ku bav ji zarokên xwe hez dike û ji bo wan xem dixwe, Xwedê jî wusa ji mirovan hez dike û xema wan dixwe. Bêguman hezkirina Xwedê qat qat di ser ya mirovan re ye. Xwedê bavê mirov ê ruhanî û ezmanî ye. Kurê Bavê ezmanî yê taybetî jî Îsa Mesîh e. Ji kerema xwe li peyva ‹Kurê Xwedê› jî binêrin.

Bawerî – (îman) Di Peymana Nû de bawerî û bawerkirin dabaşeke girîng e. Mirov ne bi xîret û karên xwe yên qenc xilas dibe, lê bi baweriyê (Romayî 4; Galatî 3: Îbranî 11).

Bazbend – Xwedê bi destê Mûsa pêxember ji gelê Îsraêl re emir kir ku peyvên Xwedê hergav ‹li ber çavên wan› bin (Dubarekirina Qanûnê 6:8). Ji ber vê yekê hin ji Cihûyan çend ayetên Şerîeta Mûsa li ser kaxezên biçûk dinivîsîn, dixistin nav bazbendan û datanîn ser çeng an eniya xwe.

Belzebûl – Mîrê cinan. Pêşî Belzebûl navê pûtekî Filîstîniyan bû. Piştre di nav Cihûyan de, bi mana şermezarkirinê jê re digotin: ‹Xwediyê Mêşan›. Di Peymana Nû de Belzebûl bi mana Îblîs tê bikaranîn. Binêre: Metta 10:25; 12:24, 27; Marqos 3:22; Lûqa 11:15-19.

Berê pêşî – Di dema Peymana Kevin de li gor emrê Xwedê li Îsraêl her tiştê ku pêşî çêbûye, kur be, heywanê nêr be, an jî berê erdê, rêz û daran be, ‹berê pêşî› dihat hesibandin û ji Xwedê re dihat dayîn, çimkî berê pêşî ji Xwedê re pîroz û bi taybetî yê wî bû. Bi dayîna berê pêşî kifş dibe ku her tişt yê Xwedê ye. Çaxê berê pêşî derdiket, hêviya mirovan hebû, ku hemû derameta wan wê qenc çêbe. Binêre: Derketin 13:12-15; 34:19, 26; Qanûna Kahîntiyê 23:17; Hijmartin 18:12; Gotinên Silêman 3:9-10.

Di Peymana Nû de ev peyva ‹berê pêşî › bi çend awayan bi mana ruhanî tê bikaranîn: Romayî 8:23; 1 Korîntî 15:20, 23; Aqûb 1:18; Peyxama Yûhenna 14:4.

Bergîdan – Berdêl, bedel

Bêpewre – Kirina bê pîvan û bê raman

Bihişt – Cinet

Binyamîn – Ji her diwanzdeh kurên Aqûb yê herî biçûk bû. Pawlos ji eşîra Binyamîn bû. Binêre: Destpêkirin 35:18; Karên Şandiyan 13:21; Romayî 11:1; Filîpî 3:5; Peyxama Yûhenna 7:8.

Birahîm – Bavê Aqûb û bavê hemû gelê Îsraêl û bi mana ruhanî bavê hemû bawermendan e jî. Pêşî bi pîreka xwe Sara re li bajarê Ûrê (li Îraqê) rûniştibû, lê Xwedê gazî wî kir û welatê Kenaniyan pê re soz da. Birahîm bi ya Xwedê kir, ji bajarê xwe derket, pêşî çû Heranê û piştre gihîşt welatê sozdayî. Xwedê bi wî re peyman girêda û soz dayê, ku dûndana (zuriyeta) wî wê pirr zêde bibe. Û got ku bi wî hemû milet wê bên bereketkirin. Binêre: Lûqa 1:55; 3:8, 34; Karên Şandiyan 7:2-32; Romayî 4; Galatî 3; Îbranî 11:8-19. Ji kerema xwe li peyva ‹peymanê› binêrin.

Bixûr – Cewiya daran e (wek şîrêzê ye). Ew ji darên nejihev tê civandin û hişkkirin. Gava tê şewitandin, bîhneke pirr xweş jê diçe. Di Perestgehê de bixûr li ser gorîgeha bixûrê ji Xwedê re dihat şewitandin (Derketin 30).


C[biguhêre]

Cejna Holikçêkirinê – Her sal payîzê ji 15 heta 21ê meha Çiriyê (di navbera Îlon û Çiriyê de, yanî di navbera meha nehan û dehan de) tê pîrozkirin. Cihû diçin ser rezên xwe û holikan (kolik) çêdikin û di wan de ji bo heftiyekê dimînin. Cihû vê yekê dikin, da ku bînin bîra xwe ka çawa Mûsa pêxember gelê Îsraêl ji Misrê deranî û li ser vê yekê ew çil salan li çolê di konan de man (Qanûna Kahîntiyê 23:33-36, 39-42, Dubarekirina Şerîetê 16:13-15). Binêre: Yûhenna 7:2.

Cejna Nanê Şkeva – Ev cejin (eyd) li pey Cejna Derbasbûnê tê û ji panzdeh heta bîst û diduyê meha Nîsanê dikişîne. Ev cejin jî li ser rizgarbûna gelê Îsraêl a ji bindestiya Misriyan tê pîrozkirin. Di vê Cejnê de heft rojan nanê şkeva tê xwarin. Nanê bi hevîrtirşk çêbûyî nayê xwarin. Binêre: Derketin 12:15; Metta 26:17; Marqos 14:1, 12; Lûqa 22:1, 7; Karên Şandiyan 12:4.

Cejna Pîrozkirina Perestgehê – 167 sal beriya bûyîna Îsa, Perestgeha Orşelîmê ji aliyê miletê Sûrî ve hatibû herimandin. Piştî sê salan Cihû ji bin destê Sûriyan azad bûn û Perestgeh hat paqijkirin. Ji hingê ve Cejna Pîrozkirina Perestgehê tê pîrozkirin. Cejnê ji 25ê meha Kislevê (meha 12an) dest pê dike û heşt rojan dikişîne (Yûhenna 10:22).

Celîle – Herêmeke li bakurê Îsraêlê ye. Bajarê Nisretê li wir e. Îsa li Celîlê mezin bû û di gelek bajarên Celîlê de Mizgînî da û keramet kirin.

Cewîşêrîn – Cûreyekî bixûrê ye . Bixûr tiştekî gelek bi qîmet bû û çaxê stêrnas ji bo perizînê hatin ba Îsa, wan ew ji zarok re anî (Metta 2:11). Binêre: Peyxama Yûhenna 18:13.

Cewîz – Yê ku pirça mî, berx û bizinan diqusîne.

Cênîsart – Di perê Gola Celîlê de bajarokek e.

Cihûda –

1) Diwanzdeh kurên Aqûb hebûn. Yek ji wan Cihûda bû. Her diwanzdeh kurên Aqûb bûn diwanzdeh eşîrên Îsraêl. Navê welatê Cihûstanê ji navê Cihûda hatiye standin, ji ber ku ew eşîr li wir dijiya.

2) Bi navê Cihûda du şagirtên Îsa Mesîh hebûn (Lûqa 6:16). Ji van herduyan Cihûdayê Îsxeryotî xayîn derket û wî Îsa da destê yên ku dixwestin wî bikujin.

3) Cihûda birayekî Aqûb bû û bi xwe nivîskarê ‹Nameya Cihûda› ye (Cihûda 1:1).

Cihûstan – Herêmeke li Îsraêlê ye.

Cinoyî – Bi cinan ketî

Civîn / civîna bawermendan – Lihevkombûna bawermendên ku bi navê Îsa Mesîh dicivin. Civîna bawermendên Mesîhî ya pêşî li Orşelîmê çêbû (Karên Şandiyan 1-5) û ji wir, hin bi hin di nav miletên Rojhilata Navîn de belav bû.

Carna jî peyva civînê an civîna bawermendan ji bo tevahiya bawermendên Mesîh tê bikaranîn (Efesî 1:22-23; 5:23-32; Kolosî 1:18-25).

Civîna giregiran – Civîna mezinên Cihûyan bû. Heftê endamên wê hebû û ew mêr bi xwe kahîn, Şerîetzan an rihspiyên Cihûyan bûn. Serokkahîn serekê Civîna giregiran bû. Ji bo jiyan, bawerî û qanûnên Cihûyan, desthilatî û biryarên Civîna giregiran gelekî girîng bûn, lê destûra wan tune bû ku cezayê mirinê bidin; ev heqê waliyê Romayiyan bû. Binêre: Metta 26:59; Lûqa 22:66; Yûhenna 11:47; Karên Şandiyan 4:15; 5:21; 6:12; 22:30; 23:1.


Ç[biguhêre]

Çap – Di wê demê de 8-10 kîlo bû.

Çeng – Kevaneke bi çend têlan ji bo mûzîkê.

Çerxî – Pere; ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin.

Çêr – Sixêf, dijûn


D[biguhêre]

Dadbarkirin – Sûcdarkirin, lomekirin, hukumkirin

Dadgeh – Mehkeme

Dadger – Hakim

Dadperwerî – Edalet

Dara ûdê – Ji wê darê tozeke bîhnxweş tê çêkirin. Cihûyan berî veşartinê ev dikirin ser cesedê miriyan (Yûhenna 19:39).

Dawid – Ji kerema xwe li peyva ‹Mala Dawid› binêrin.

Dehyek – Di nav gelê Îsraêl de ji van her diwanzdeh eşîran, eşîra Lêwî kahîntî û kar û barên Konê Şahidiyê / Perestgehê dikirin. Li gor Şerîeta Mûsa dehyeka berê her tiştên gelê Îsraêl li ser navê Xwedê ji eşîra Lêwî re dihat dayîn (Qanûna Kahîntiyê 27:30-32).

Deramet – Mehsûl, hatina erdê, wek genim û ceh, nîsk û nok (Lûqa 18:12).

Desgîn – Hefsar; ji bo girtina hesp û hêstiran tê bikaranîn

Destdanînserî – Destdanîna ser serê yekî ye (2 Tîmotêyos 1:6). Gelek caran ev nîşaneke bereketkirinê ye. Carna, çaxê Îsa mirovekî nexweş qenc dikir, wî destê xwe datanî ser wî (Marqos 6:5). Çaxê yekî bawermend dest bi karekî ruhanî kir jî, dest datanîn ser wî (Karên Şandiyan 6:6; 13:3).

Destpelînk / bi destpelînkê – Lêgerîna bi destan

Dêkapolîs – Herêmeke li Rojhilata Çemê Urdunê ye.

Dirixandin – Ji ber vegirtin, parastin, nedan û hilanîn, dan paş, şûn de girtin

Diyarê Miriyan – (dinya miriyan) Navê dinya miriyan bi zimanê Yewnanî HADÎS e û bi zimanê Îbranî ŞEOL e. Ew cihekî tarî yê ji bo miriyan e (Eyûb 10:21). Carna di Kitêba Pîroz de peyva HADÎS bi mana ‹dojehê› (cehnemê) tê bikaranîn, çawa ku ew cihekî ezabê ye (Lûqa 16:23). Ji kerema xwe li peyva ‹dojehê› binêre.

Dîmas – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî kiribû. Binêre: Kolosî 4:14; 2 Tîmotêyos 4:10; Filêmon 1:24.

Dîtinî – Tiştên ku carna di xewê de, carna jî bi hişyarî Xwedê tîne ber çavê mirovan

Dîwankirin – Mehkemekirin

Dojeh – (cehnem) Bi Yewnanî GEENNA, bi Îbranî GEHINNOM. Ew bi xwe cihê ezabê herheyî ye, ji bo wan ên ku di Roja Dawî (Roja Axretê) de dîwana wan tê kirin. Binêre: Metta 5:22, 29-30; 10:28; 18:9; 23:15, 33; Marqos 9:43-47; Lûqa 12:5; Aqûb 3:6. Ji kerema xwe li peyvên ‹kortala bêbinî› û ‹diyarê miriyan› binêrin.

Dûndan – Zuriyet


E[biguhêre]

Egrîpa – Ji kerema xwe li peyva ‹Hêrodês› binêrin.

Elalet – Qerebalix, li hevkombûna gelek mirovan

Erastos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêrin: Karên Şandiyan 19:22; 2 Tîmotêyos 4:20. Di Romayî 16:23 de belkî behsa yekî din tê kirin.

Erîstarxos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan19:29; 20:4; 27:2; Kolosî 4:10; Filêmon 1:24.

Esaw – Kurê Îshaqê kurê Birahîm e, birayê wî Aqûb e. Esaw yê mezin bû û rojekê gava ew gelekî birçî bû, ew heqê nixurîtiya xwe da xwarina zik, ew firot Aqûbê birayê xwe yê biçûk. Xwedê Aqûb û dûndana (zuriyeta) wî bijart û kir gelê xwe. Binêre: Destpêkirin 25:21-26; 27:1-41; 32:3-33:16; Romayî 9:10-13; Îbranî 11:20; 12:16-17.

Ê[biguhêre]

Êlîşa – Pêxemberekî Îsraêl bû. Di dema Peymana Kevin de gelek keramet bi destê wî dihatin kirin (2 Padîşah 2:1-8:15). Bi destê Êlîşa Xwedê Nemanê serwerê leşkerên Sûriyê ji kotîbûna wî qenc kir (2 Padîşah 5; Lûqa 4:27).

Êlyas – Pêxemberekî mezin ê Xwedê bû. Wî li padîşahekî xerab, Ahab û li hemûyên ku li Îsraêlê pûtperestî dikirin hilat. Gelek Cihû difikirîn ku Êlyas wê dîsa bihata, da ku gel ji bo hatina Mesîh amade bike (Malaxî 4:5). Ji gelek aliyan ve Yûhennayê imadkar mîna Êlyas bû. Binêre: 1 Padîşah 17; Metta 11:14; Marqos 9:4; Lûqa 1:17; Romayî 11:2-5; Aqûb 5:17.

Êpafras – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Kolosî 1:7; 4:12; Filêmon 1:23;

F[biguhêre]

Fêrisî – Di nav Cihûyan de partiyeke olperestan (dîndaran) hebû. Ji endamên vê partiyê re ‹Fêrisî› dihat gotin. Wan Şerîeta Mûsa (Qanûna Mûsa) qenc dizanibû. Ew dîndarên tîr (hişk) bûn. Wan bawer dikir ku milyaket û ruh hene û mirov piştî mirinê wê careke din rabin. Gelek rêz û tertîbên (adetên) ku Fêrisiyan pêk dianîn, di nav Cihûyan de hebûn. Hin ji nav Fêrisiyan ji Îsa hîn dibûn û piştî rabûna wî bûn şagirtên Îsa (Karên Şandiyan 15:5), lê gelek ji wan li hember wî derketin.

Firewn – Bernavê padîşah yanî mezinê Misriyan bû. Binêre: Karên Şandiyan 7:10-21; Romayî 9:17; Îbranî 11:24.

G[biguhêre]

Giramî – Hurmet, siyanet

Gîdeyon – Hukumdarekî gelê Îsraêl bû. Baweriya wî mezin bû û dua kir û Xwedê bi destê wî gel ji bindestiya Amalekiyan rizgar kir. Hijmara leşkerên wî pirr hindik bû, lê wî bawer kir û Xwedê alîkariya wî kir, ew bi ser ket. Binêre: Hukumdar 6:11-8:27; Îbranî 11:32.

Gorî – (qurban, diyarî, pêşkêş ) Di Qanûna Kahîntiyê de li ser çend cûreyên goriyan tê gotin. Hin ji wan heywan bûn (bizin, berx an conega yên bêqisûr û bêleke), ew dihatin serjêkirin û piştre ew bi tevahî an jî perçeyek ji wan dihat şewitandin. Carna perçeyeke goştê goriyê ji aliyê kahînan an ji aliyê wiyê ku gorî dabû ve, dihat xwarin. Diyarî û pêşkêşên din jî carna genim an jî biharat bûn. Ji kerema xwe li peyva ‹goriya şewitandinê› jî binêrin.

Goriya şewitandinê – Goriyên şewitandinê bizin, berx û conega bûn û ew rojê du caran bi tevahî li ser gorîgehê dihatin şewitandin (Qanûna Kahîntiyê 1:3-9).

Gorîgeh – (mezbeh) Maseya (sifra) ku li ser, gorî (qurban, hediye, diyarî û xêr) dihatin dayîn (an jî dihatin serjêkirin) û şewitandin. Pêşî gorîgeh ji keviran hatin çêkirin, piştre ji bo Cihûyan ya herî girîng li Orşelîmê di hewşa Perestgehê de bû, ji sifir hatibû çêkirin. Ji bo gorîgeha bixûrê li peyva ‹bixûrê› binêrin.

Gûriz – Giyayek e, ku nêrî dide. Ew wek avgirekê ji bo adetê dîn dihat bikaranîn. Kahînan ew dixist nav xwîna goriyê û direşandin ser mirovan, da ku ew li ber Xwedê pîroz bibin. Binêre: Derketin 12:22; Qanûna Kahîntiyê 14:4; Hijmartin 19:6, 18; Yûhenna 19:29; Îbranî 9:19.

H[biguhêre]

Habîl û Qayîn – Ew herdu kurên Adem û Hewayê bûn. Qayîn gelek çavnebariya birayê xwe yê biçûk Habîl dikir, çimkî Xwedê berxên ku Habîl kiribûn gorî, qebûl kiribû, lê genimê ku Qayîn anîbû qebûl nekiribû. Hingê Qayîn Habîl kuşt. Xwedê got, ku gerekê Qayîn li ser erdê revok û serserî be (Destpêkirin 4:1-24). Habîl bawer kir û kirinên wî rast bûn (Îbranî 11:4). Li ser Qayîn tê gotin ku karên wî xerab bûn û ew bi xwe ji Yê Xerab bû (1 Yûhenna 3:12). Binêre: Metta 23:35. Cihûda 11.

Hacer – Cêriya Saraya jina Birahîm bû. Ji ber ku Sara zarok nedianîn, Hacer da Birahîm û Îsmayîl ji wan re çêbû. Lê Îsmayîl ne ew bû, yê ku Xwedê ji Birahîm re soz dabû. Piştî çend salên din Îshaq kurê Sarayê ji wan re çêbû û ew bû ew kurê ku Xwedê soz ji Birahîm re dabû (Galatî 4:21-31).

Han, handan – Hatina di ber dilê yekî de, di ber de hatin, teselîkirin

Hekîm – Textor, tuxtor

Helêlûya – Peyveke bi zimanê Îbranî ye û mana wê ev e: ‹Pesinê Xudan bidin› an ‹Şikir ji Xwedê re›. Binêre: Peyxama Yûhenna 19:1-6.

Hemwelatiya Romayî – Bi tenê perçek ji wan mirovên ku di Împeratoriya Romayê de rûniştibûn hemwelatiyên Romayî bûn. Pawlos di nav wan de bû. Mafên wan ên taybetî hebûn (Karên Şandiyan 16:37).

Hêrodês – Di Peymana Nû de sê Hêrodês hene û Arxêlayos jî ji mala wan e:

1) Hêrodêsê Mezin: Gava Îsa Mesîh hat dinyayê, Hêrodêsê Mezin li Cihûstanê, Celîlê, Îtûryayê û Traxonîdayê padîşah bû (Metta 2:1-19, Lûqa 1:5). Navê bavê wî Antîpater bû. Ew gelekî bêrehm bû, wî jineke xwe, sê kurên xwe, xesûya xwe, apekî xwe û gelekên din (ji bilî zarokên Beytlehmê) kuştin.

2) Hêrodês-Antîpas: Gava Îsa Mesîh û Yûhennayê imadkar dest bi karên xwe kirin, Hêrodês-Antîpas serdarê, yanî mîrê Celîlê bû (Lûqa 3:1). Bavê wî Hêrodêsê Mezin bû. Wî serê Yûhennayê imadkar da birîn (Metta 14:1-12, Marqos 6:14-29, Lûqa 9:9). Îsa birin ber Hêrodês û wî Îsa bêqedir kir û tinazên xwe bi wî kirin (Lûqa 23:3-12). Binêre: Karên Şandiyan 13:1.

3) Hêrodês-Egrîpa padîşah: Çawa ku di Karên Şandiyan 12:1-24 de tê diyarkirin, Hêrodês-Egrîpa Petrûs û Aqûb girtin û Aqûb da kuştin. Bavê Hêrodês-Egrîpa Arîstobûlos bû, Arîstobûlos jî kurê Hêrodêsê Mezin bû.

Kurê Hêrodês-Egrîpa hebû, navê wî jî Hêrodês-Egrîpa (yê diduyan) bû. Wî carekê guhê xwe da Pawlos (Karên Şandiyan 25:13-26:32). Dirûsîla û Bernikê (Karên Şandiyan 24:24; 25:13) jî xwişkên wî bûn.

4) Arxêlayos: Kurê Hêrodêsê Mezin û birayê Hêrodês-Antîpas bû. Piştî mirina bavê xwe ew ji bo demeke kurt bû serdarê Cihûstanê (Metta 2:22).

Hêcet – Hêncet, bafik

Hêrekirin – Hûr û kûr li tiştekî an li yekî nêrîn

Hêsîr – Dîl, êsîr

Hosanna – Şikir, spasî; HOSANNA bi Îbranî pêşî bi mana ‹Xilas bike!› bû; piştre ew bû gotineke bi mana ‹Şikir ji Xwedê re!›. Binêre: Metta 21:9.

I[biguhêre]

Imadkar – Ji Yûhennayê imadkar re dihat gotin. Gava wî peyva Xwedê da bihîstin, wî tobedar di avê de imad dikirin. Bi vî awayî wî dilê mirovan ji bo Mizgîniya Îsa Mesîh amade dikir. Binêre: Lûqa 1:5-25; Metta 3:1.

Imadkirin – (îmadkirin, emadkirin, vaftîz kirin, babtîskirin) Gava mirov ji dil ji gunehên xwe vedigere, yanî tobe dike, ew tê ‹noq kirin›, û piştre ji avê tê derxistin. Ev yek dibe nîşana tobekirin, paqijbûn û afûbûna wî ya ji gunehan. Imadbûna mirov jî dide kifşkirin, ku yê bawermend tevî Îsa mir, hat veşartin û dîsa rabû. Êdî jiyana wî ne ji bo wî bi xwe ye, lê belê ji bo Îsa Mesîh dijî. Binêre: Metta 28:19; Karên Şandiyan 2:38-41; 10:47-48; Romayî 6:3-4; 1 Korîntî 10:2; 12:13; Galatî 3:27; Kolosî 2:12; 1 Petrûs 3:21.

Î[biguhêre]

Îblîs – Dijminê Xwedê û mirovan e. Di Peymana Nû de gelek navên wî hene: Mîrê cinan (Metta 9:34) Belzebûl (Metta 12:24), yê ku diceribîne (Metta 4:3), yê Xerab (Metta 5:37), ejder an jî marê kevin (Peyxama Yûhenna 20:2), bavê derewan (Yûhenna 8:44). Îblîs mirovan dixapîne, ji rê derdixe û dixwaze ku mirov ji guneh azad nebe. Îsa Mesîh hat, da ku karên Îblîs xera bike (1 Yûhenna 3:8), li gunehên mirovan bibihûre û wan ji hukumdariya Îblîs vegerîne Xwedê (Karên Şandiyan 26:18). Li dawiya demê, Îblîs û alîkarên wî wê bên avêtin nav gola êgir (Metta 25:41; Peyxama Yûhenna 20:10).

Îbranî – Îbranî hingê zimanê Cihûyan bû. Kêm û zêde tevahiya Pirraniya Peymana Kevin bi zimanê Îbranî hatibû nivîsîn.

Îdûmeya – Herêmeke ku dikeve Başûrê Cihûstanê. Hêrodesê Mezin yekî Îdûmeyî bû.

Îman – Bawerî. Îman peyveke ji zimanên Sêmîtî (Erebî, Îbranî, Sûriyanî, Aşûrî) tê û Kurdiya wê ‹bawerî› ye.

Încîl – Ji kerema xwe li peyva ‹Mizgîniyê› binêrin.

Îsa – Navê Îsa di Îbranî de (zimanê Tewratê) YÊŞÛAH e. Mana navê Îsa / Yêşûah bi Îbranî ‹Xudan, (me) xilas dike›, ‹Xudan, (me) rizgar dike› ye (Metta 1:21).

Îshaq – Kurê Birahîm û Sarayê bû. Ew bavê Aqûb û Esaw bû, navê jina wî Rebeka bû. Mana navê wî ‹ken› e, ji ber ku dê û bavê wî nikaribûn bawer bikin ku di pîrîtiya xwe de zarokekî wan wê hebe û kenîn (Destpêkirin 17:17-19; 18: 10-15). Binêre: Destpêkirin 21:1-8; Karên Şandiyan 7:8; Romayî 9:7; Îbranî 11:9.

Îsraêl – Du maneyên vê peyvê hene:

1) Navê mirov e: Çaxê Xwedê Aqûbê bavê gelê Îsraêl pîroz kir, ji wî re got: Ji niha û pê ve navê te wê bibe Îsraêl.

2) Di Kitêba Pîroz de navê gel û welatê Cihûyan e. Di dema Îsa Mesîh de Celîle, Cihûstan, Samerya û Pêreya navên herêmên Îsraêlê bûn.

Îşaya – Pêxemberekî bi nav û deng bû, yê ku kêm û zêde 700 salan berî bûyîna Îsa Mesîh li Îsraêlê dijiya. Wî li ser Mesîh gelek pêxemberîtî kiriye, behsa bûyîna wî ya bi taybetî û mirina wî ya di ber mirovan de kiriye û ew di Peymana Kevin, di kitêba Îşaya de berhevkirî ne. Binêre: Metta 3:3; Karên Şandiyan 8:30; Romayî 9:27-29.


J[biguhêre]

jiyan

jîn, heyat.

K[biguhêre]

Kahîn – Kahîn ji dûndana (zuriyeta) Harûn ê birayê Mûsa pêxember dihatin. Wan ew goriyên ku gelê Îsraêl dianîn, serjêdikirin û pêşkêşî Xwedê dikirin (Lûqa 1:5-10). Ew di ber gel de li ber Xwedê disekinîn, dua û şefaet dikirin û daxwaza Xwedê bi xelkê didan naskirin. Wan dehyeka (deheka, zikata) dexilê û dehyeka hatina berê erdê Îsraêlê ji xwe re distandin.

Di dema Peymana Nû de di nav civîna mezinên (giregirên) Cihûyan de serekên kahînan jî hebûn. Serokkahîn mezinê hemû kahînan bû û berpirsiyariya civîna giregiran dikir (Metta 26:59-66).

Ji serokkahîn pê ve destûra tu kesî nebû ku bikeve cihê herî pîroz ê Perestgehê û ew jî salê carekê bi tenê diketê, da ku ji bo gunehên gelê Îsraêl afûbûnê bixwaze (Îbranî 9:7).

Karîndar / Karîndarê her tiştî – Yê ku dikare her tiştî bike; di Mizgîniyê de bi tenê ji bo Xwedê û Îsa Mesîh tê gotin.

Kenan – Welatê Kenanê navê kevin ê welatê Îsraêl e (Karên Şandiyan 7:11; 13:19).

Ketme – Paşgotinî, li ser yekî xerab peyivîn, biçûk kirin

Kinîşt – (bi Yewnanî: SÎNAGOG) Cihê civîna ruhanî ya Cihûyan e. Di dema Îsa Mesîh de kinîşt di her bajarê Cihûyan de hebûn, ne bi tenê li Îsraêl, lê di welatên din de jî yên ku Cihû lê diman, hebûn. Cihû ji bo xwendina Tewrat, Zebûr û Nivîsînên Pêxemberan û ji bo perizîna (îbadeta) Xwedê li kinîştê dicivin, bi taybetî roja Şemiyê. Gorî (qurban) li wir nayên serjêkirin. Ji kerema xwe li peyva ‹Perestgehê› binêrin.

Kirinên mirî – Karên bi guneh, yanî karên ku di çavên Xwedê de pûç in; karên ku mirov dibin ber bi mirinê (Îbranî 6:1).

Kitêb – Hingê kitêb ne wek yên îroyîn bûn, lê nivîsar li ser çerm dihatin nivîsîn û li hev dihatin pêçan.

Kitêba Pîroz / Nivîsarên Pîroz – Di dema Îsa Mesîh de Kitêba Pîroz Peymana Kevin bû, yanî Tewrat, Kitêbên Dîrokî, Zebûr û Nivîsînên Pêxemberan. Mizgîniya Xwedê (Încîl), yanî Peymana Nû piştî rabûna Îsa Mesîh hat nivîsîn.

Kîfas – Navê din ê Petrûs e (Yûhenna 1:42).

Kolonî – Mana kolonî di wê demê de ne mana peyva îroyîn bû. Romayiyan mirovên xwe dibirin derekê, li wir bajarekî nû ava kir û ji derên weha re digotin ‹kolonî›.

Konê Şahidiyê – Piştî ku gelê Îsraêl ji Misrê derketibû, Xwedê li serê Çiyayê Sînayê ji Mûsa re got, çawa divê ku cihê perizînê (mesken, cihê rawestanê, sekinê) tevî Konê Şahidiyê bê çêkirin (Derketin 25). Gava wan ew çêkirin, rûmeta Xwedê (mezinahiya Xwedê) ew cih tije kir û bi vî awayî Xwedê dida xuyakirin ku ew bi wan re ye (Derketin 38:21). Konê Şahidiyê û Konê Civînê (Derketin 27:21) yek bû. Gelê Îsraêl li wir diciviya. Silêman jî li Orşelîmê Perestgeh di cihê wî de ava kir. Di Konê Şahidiyê de (û di Perestgehê de jî) du ode hebûn. Di cihê herî pîroz de sindoqa peymana Xudan (Dubarekirina Qanûnê 10:8), yanî sindoqa şahidiyê (Hijmartin 4:5) hebû. Di cihê pîroz de gorîgeha bixûrê, maseyê nanê pêşberiyê û çiradanka zêrîn hebû. Li ber kon, gorîgeha şewitandinê û sîtileke mezin a avê hebû.

Kortala bêbinî – (cehnem) Bi Yewnanî ABÛSSOS. Li gora hînkirineke Cihûyan a gelekî kevin, cin li wir girtî tên hilanîn heta ku cezayê xwe bistînin (Lûqa 8:31). Li dawiya demê Îblîs û cinên wî wê ji bo demekê li wir bên girtin (Peyxama Yûhenna 20:1-3), lê ew der ne cihê ezabê herheyî ye.

Kotel – Dimen; perçê ku rêberiya gemiyê pê tê kirin.

Kotî – Gurî, girî, nexweşiya çerm. Yên kotî li gor Şerîeta Mûsa murdar bûn û nikaribûn nêzîkî mirovên din bin (Metta 8:2; Lûqa 17:12). Binêre: Qanûna Kahîntiyê 13:46.

Kurê Dawid – Ji Mesîh re ‹Kurê Dawid› jî tê gotin, ji ber ku pêxemberan digot ku ewê ji mala Dawid bê.

Kurê Mirov – (Kurê Însan) Îsa Mesîh bi xwe ev nav li xwe kir. Ev nav di nav Cihûyan de nas bû, ji ber ku ew di kitêba Daniyêl pêxember de heye (7:13-14). Ev xwebinavkirina Îsa bi rengekî nixumandî dide xuyakirin ku Îsa ew Mesîh e, ku diviya bihata, herweha ew dîsa ew e, yê ku Xwedê kir padîşahê erd û ezmên. Binêre: Metta 26:64; Marqos 14:62; Yûhenna 3:13.

Kurê Xwedê – Navekî Îsa Mesîh e. Di Kitêba Pîroz de Kurê Xwedê qet bi mana fîzîkî (cismanî) nayê xebitandin. Îsa Mesîh bi mana ruhanî Kurê Xwedê ye. Kurê Xwedê Peyva Xwedê ye û Peyva Xwedê bi xwe Xwedê ye. Kurê Xwedê ji Bav, ji Xwedê tê. Ji berî afirandina (xuliqandina) erd û ezmanan Kur li ba Bav bû. Bav û Kur yek in, daxwaza wan jî yek e, hukumdariya Kur wek a Bav e û Kur, Bav ji mirovan re dide zanîn û eşkerekirin. Kur bi her awayî eşkerebûna Bav e (Lûqa 10:22; Yûhenna 1:1-5; 5:21-23; 10:30; 13:3; 14:9; 16:27-28; 17:1; Îbranî 1:1-4).

Kustax – Qure, pozbilind, xwe mezin dîtin

L[biguhêre]

Lavije – Îlahî, stranên ruhanî yên ku ji Xwedê re tên gotin.

Lejyon – Ordiya leşkerî. ‹Lejyon› di ordiya Romayiyan de komeke leşkeriyan di dora 5000-6000an de bû.

Lengergeh – Stirîngeh, kara gemiyan, gemîwergeh

Letan – Li benda fersendê man (bi nêta xerab)

Levakirin – Parîkirin, parvekirin

Lê hilatin – Erz şkandin; deng lê hildan

Lêwî –

1) Yek ji her diwanzdeh kurên Aqûb bû (ji Aqûb re Îsraêl jî tê gotin). Lêwî bi xwe jî yek ji wan her diwanzdeh eşîrên Îsraêl bû (Peyxama Yûhenna 7:7). Mûsa pêxember û birayê wî Harûn, herdu jî ji vê eşîrê bûn. Xwedê Harûn û dûndana (zuriyeta) wî ji bo kahîntiyê hilbijartin. Yên ji vê eşîrê mayî alîkariya van kahînan dikirin (Lûqa 10:32). Ji kerema xwe li peyva ‹kahîn› jî binêrin.

2) Navê şagirtekî Îsa Mesîh e. Jê re Metta jî tê gotin. Binêre: Metta 9:9-13; Marqos 2:14-15.

Lût – Biraziyê Birahîm bû. Gava Birahîm çû welatê ku Xwedê soz dabû wî, Lût bi wî re çû. Çaxê ku ew gihîştin wî welatî, Lût bi mala xwe ve çû bajarê Sodomê û li wir di nav mirovên xerab de ma. Beriya ku Xwedê bajarê Sodom wêran bike, wî milyaket şandin, da ku Lût û mala wî rizgar bikin, lê jina Lût guhê xwe neda wan û mir. Binêre: Destpêkirin 11:27. 31; 14:1-16; 19:1-38; Lûqa 17:28-32; 2 Petrûs 2:7.

Lûqa – Hekîm (textor) û dîrokzan bû. Ew şagirtê Îsa bû, lê ne ji her diwanzdeh şandiyan bû. Wî ‹Mizgîniya li gor Lûqa› û ‹Karên Şandiyan› nivîsiye. Binêre: Kolosî 4:14; 2 Tîmotêyos 4:11; Filêmon 1:24.


M[biguhêre]

Mala Aqûb – Gelê (miletê) Îsraêl. Aqûb û Îsraêl yek in. Her diwanzdeh kurên Aqûb, yanî kurên Îsraêl, bûne diwanzdeh eşîrên Îsraêl.

Mala Dawid – Di dema Peymana Kevin de Dawid padîşahê Îsraêlê yê herî mezin bû. Piştî wî kurê wî Silêman bû padîşahê Îsraêlê. Ji mal û dûndana (zuriyeta) Dawid gelek padîşah rabûn. Dawid kêm û zêde hezar salî berî bûyîna Mesîh dijiya. Ji kerema xwe li peyva ‹Kurê Dawid› jî binêrin.

Mala Xwedê – Ji wî cihê ku Xwedê ji bo xwe hilbijartiye re, Mala Xwedê tê gotin. Di dema Mûsa de konek (Konê Şahidiyê) bû û piştre ji dêla vî konî ve li Orşelîmê Perestgeh hat avakirin û ew bû Mala Xwedê. Ew cihê perizînê (îbadetê) yê gelê Îsraêl bû.

Manna – Çaxê Xwedê gelê Îsraêl ji Misrê derxist, anî çolê. Ew der cihekî xurû-vala (viqî-vala), bê şînayî û bê dar bû. Li wir her sibe, ji bo xwarinê Xwedê manna ji ezmanan dibarand û dida wan, çimkî xwarina wan tunebû. Her sibê gelê Îsraêl derdiket derve, diçû, ji bo rojekê manna dicivandin û dikirin nan, dixwarin. Manna tiştekî wek xwîsê xuya dibû. Libên wî girover û spî bûn, wek tovê gijnîjê (kişniş). Û tama wî wek tama nanê şkevayê hingivkirî bû. (Derketin 16; Hijmartin 11:4-9, Îbranî 9:4).

Ji kerema xwe li van ayetan jî binêrin: Yûhenna 6:31-58. Derketin 16:32-34 û Peyxama Yûhenna 2:17.

Marqos – Wî ‹Mizgîniya li gor Marqos› nivîsiye û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya Barnabas û Pawlos dikir. Binêre: Karên Şandiyan 12:12, 25; 13:13; 15:37-39; Filêmon 24; 2 Tîmotêyos 4:11; 1 Petrûs 5:13.

Mehder / Mehdervan – Şefaet; yê ku şefaet an navberiyê dike. Binêre: Romayî 8:26; Îbranî 7:25; 1 Yûhenna 2:1.

Melkîsedek – Ew di dema Birahîm de padîşahê Şelîmê (Orşelîmê) û kahînê Xwedê bû. Wî Birahîm pîroz kir û Birahîm jî dehyek da wî. Di Nameya ji Îbraniyan re ew bi Îsa Mesîh tê rû bi rû kirin. Binêre: Destpêkirin 14:17-20; Îbranî 5:6-10; 6:20; 7:1-17.

Meryem – Çend jinên bi navê Meryem hene:

1. Diya Îsa (Metta 1:18; Lûqa 1:30; Karên Şandiyan 1:14).

2. Meryema Mejdelanî (Metta 27:56; Marqos 16:9; Lûqa 8:2; Yûhenna 20:1-2, 11-18).

3. Meryema xwişka Merta û Lazar (Lûqa 10:38-42; Yûhenna 11:1-5; 12:1-7).

4. Meryema diya Aqûbê şagirtê Îsa Mesîh (Metta 27:56; Marqos 15:40; 16:1; Lûqa 24:10).

5. Meryema diya Yûhenna-Marqos. Mala wê li Orşelîmê hebû, li wir şagirtên Îsa diciviyan (Karên Şandiyan 12:12).

Meshkirin – (Rûnkirin, dohnkirin)

1) Li gor adeta Cihûyan gava yek dibû padîşah, ew dihat rûnkirin. Ev jî dibû nîşana ku ev kes bûye padîşah. Êdî mesîhê Xwedê ew e, ku Xwedê hilbijartiye û nîşan kiriye, yanî Mesîh e (Lûqa 4:18). Ji kerema xwe di bin peyva ‹Mesîh› de bixwînin.

2) Xelkê hingê jî rûn, wek rûnekî (dohn, hetwan) bîhnxweş li serê mêvanên xwe dida (Lûqa 7:46, Zebûr 23:5) û laşên miriyên xwe jî pê rûn dikirin (Lûqa 23:56-24:1).

Mesîh – Mesîh peyveke Îbranî ye. Mana vê peyvê bi Îbranî ev e: ‹Yê rûnkirî / yê dohnkirî / yê mesîhandî›. Di Peymana Kevin de, gava yek dibû padîşah, ew dihat rûnkirin. Ev jî dibû nîşana ku ev kes bûye padîşah. Di Mizgîniyê de Mesîh padîşahê seranserê dinyayê ye. Rûnkirina wî ji ezmanan e. Xwedê ew hilbijart û kifş kir, da ku mirovan ji gunehên wan xilas bike. Peyva ‹Mesîh› bi zimanê Yewnanî XRISTOS e. (Gotina ‹Xristiyan› an jî ‹Mesîhî› ji vir tê.)

Mestere – Şiklê orîjînal ê tiştekî, nimûne

Metta – Bacgir bû. Ew şagirtekî Îsa Mesîh bû û ‹Încîla Metta› jî wî nivîsiye. Binêre: Metta 9:9-13.

Milet / miletên din – Di nav Cihûyan de ‹milet› ji bo hemû mirovên ku ne Cihû ne dihat gotin.

Mizgînî – (Mizgîniya Xwedê) ‹Încîl› ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê Yewnanî tê. Mana wê ‹Mizgînî› ye.

Molox û Reyfan – Molox xwedayekî (pûtekî) gelê Amoniyan bû û tê gotin ku Reyfan xwedayekî Misriyan an Aşûriyan bû (Karên Şandiyan 7:43).

Mur – Rûnekî bîhnxweş ku wek derman an jî wek parfum hat bikaranîn. Mur tiştekî gelekî biha bû.

Murdar û paqij / nepak û pak – (helal û heram)

1. Ji bo Cihûyan ev bi emrên li ser xwarin û vexwarinê, şuştin û rabûn û rûniştinê girêdayî ye. Li gor Şerîeta Mûsa hin cûreyên heywanan heram dihatin hesibandin: Mesele çend cûreyên teyrên ezmanan, beraz, çend heywanên deryayê û hemû qumqumeyan (margîseyan, kêlegirakan). Cesedê mirovan, mirovên kotî û yên bi nexweşiyên çerm (Qanûna Kahîntiyê 11; Dubarekirina Qanûnê 14:3-21). Eger yekî destê xwe li mirovekî kotî an cesed bida, ew êdî murdar (heram) dibû û destûra wî nebû ku nêzîkî mirovên din an jî cihên pîroz bibe. Ji bo ku mirovek dîsa paqij / pak bibûya, qanûnên cûr bi cûr hebûn. Mesele mirov bi gorîdayînê û bi xweşuştinê paqij dibû. Carna lazim bû ku ew biçe ba kahîn, da ku ew bêje, ka ew paqij bûye an na. (Qanûna Kahîntiyê 13; Metta 8:4). Îsa di wan tiştan de guh neda adetên bav û kalan (Marqos 7:1-24). Mesele Îsa jî destê xwe li mirovên kotî da û ew qenc, yanî paqij kirin (Metta 8:1-4). Li gor gotina Îsa Mesîh kifş e ku hemû xwarin helal e (Marqos 7:19).

2. Mirovên ku bi ruhên nepak (cinan) ketibûn jî murdar dihatin hesibandin. Hêza Îsa li ser wan ruhên xerab jî hebû. Wî ew derxistin û mirov qenc bûn (Lûqa 4:30-36).

Mûsa – Pêxember û serwerê pêşî yê gelê Îsraêl bû. Ew bi xwe li Misrê hat dinyayê û bû yek ji mezinên Firewn. Dema ku gelê Îsraêl hêsîr û xulamên welatê Misrê bûn, Xwedê ew bijart û gelê Îsraêl bi destê wî rizgar kir. Xwedê bi destê Mûsa Şerîet jî daye gelê Îsraêl. (Derketin 1-20). Binêre: Metta 8:4; 17:3-4; Yûhenna 5:45-46; Îbranî 3:2-5, 16.


N[biguhêre]

Nanê pêşberiyê – (nanê hizûrê) Di Konê Şahidiyê de (Konê Civînê) û piştre jî di Perestgehê de nanê pîroz hebû. Ev nan li ser maseyê zêrîn ‹li pêşberî Xudan› dihatin rêzkirin. Her roja Şemiyê kahînan diwanzdeh nanên şkeva yên bê hevîrtirşk çêdikirin, li ser maseyê zêrîn (sifra zêrîn) datanîn û yên ji heftiya din mayî di cihekî pîroz de dixwarin. Tenê destûra kahînan (kurên Harûn) hebû ku vî nanî bixwin. Ev nan nîşaneke Peymana Xudan bû, ku ew tevî gelê Îsraêl e (Qanûna Kahîntiyê 24:1-9). Binêre: Metta 12:4; Marqos 2:26; Lûqa 6:4; Îbranî 9:2.

Nard – (sumbul, mur, zimir) Şînayiyeke Hindistanî ye. Rûnê (dohnê) bîhnxweş jê tê derxistin. Nard gelekî biha bû. Binêre: Marqos 14:3; Yûhenna 12:3, 5.

Nedir – (gorî, qurban) Ew tişt in ku ji Xwedê re hatine sozdan (Karên Şandiyan 18:18; 21:23).

Li gor Şerîeta Mûsa (Derketin 13) mirov û heywanên nixurî yên nêr ji bo Xwedê nedir (gorî) bûn (Lûqa 2:23). Heywanên nixurî dihatin serjêkirin û ji dêla her zarokê nixurî ve jî heywanek dihat serjêkirin. Carna mirovan jî pêşkêşek wek nedir ji Xwedê re soz didan (Karên Şandiyan 18:18; 21:23).

Neman – Serwerekî leşkerên welatê Sûriyê bû. Ew kotî bû û gava li ser Êlîşa pêxember bihîst, çû ba wî, hêvî jê kir ku wî qenc bike. Êlîşa jê re got ku divê ew here çemê Ûrdunê û heft caran xwe noqî bin avê bike. Neman bi ya pêxember kir û Xwedê ew paqij û qenc kir. Binêre: 2 Padîşah 5:1-27; Lûqa 4:27.

Nêrevan – Yên ku diçin cihekî din, hîn dibin û li ser rewşa wî cihî agahiyê didin (casûs)

Nifş – Nesil, nesîl

Nivîsarên Pîroz – (Nivîsara Pîroz) Di dema Îsa Mesîh de ev bûn: Tewrat, Zebûr, Nivîsînên Pêxemberan. Mizgîniya Xwedê (Încîl) piştî rabûna Îsa Mesîh hat nivîsîn.

Nînewa – Bajarekî kevin li aliyê Mosûlê ye. Xwedê Ûnis pêxember şand wir, da ku ew wan ji riyên wan ên xerab vegerîne. Gava wan peyvên Ûnis bihîstin, bi şîn û girîn tobe kirin û Xwedê li wan bihûrt. Binêre: Kitêba Ûnis 1-4; Metta 12:41; Lûqa 11:30-32.

Nûh – Mirovekî rast û bi dilê Xwedê bû. Hemû mirovên demê wî, gelek xerabî û guneh dikirin û Xwedê biryar da ku ew bi tofaneke mezin hemû mirovan helak bike. Xwedê ji Nûh re got ku divê ew gemiyeke mezin çêke, da ku ew û mala wî û ji her heywanan jî cotek pê rizgar bibin. Wî bi ya Xwedê kir û xilas bû. Binêre: Destpêkirin 6:9-10:32; Metta 24:37-39; Lûqa 3:36; 17:26-27; Îbranî 11:7; 1 Petrûs 3:20; 2 Petrûs 2:5.


O[biguhêre]

Orşelîm – (Quds, Qudus) Jê re ‹Qudsa Şerîf› jî tê gotin. Ew bajarê Cihûyan ê herî girîng e. Perestgeha Cihûyan li vir bû. 1000 salî berî hatina Îsa, Dawid padîşah Orşelîm ji destê miletê Yebûsiyan derxist.

P[biguhêre]

Padîşahiya Xwedê / Padîşahiya Ezmanan / Padîşahî – (Desthilatiya Xwedê, Qiraliya Xwedê) Padîşahiya Xwedê hukumdariya wî ye. Gava mirov li ber Xwedê rabû (Destpêkirin 3), hingê Îblîs ew kir bindestê gunehan (Lûqa 4:5-6, 1 Korîntî 2:8, 15:24-27, 2 Korîntî 4:4). Lê belê Xwedê bi jiyan, mirin û rabûna Îsa Mesîh deriyê Padîşahiya xwe ji mirovan re vekir. Kesên ku bi Mizgîniya Îsa Mesîh bawer dikin, dikevin Padîşahiya Xwedê (Marqos 10:15, Metta 19:16-17, 23-30, 6:33). Hingê Xwedê dibe Padîşahê wan û ew ji bin hukumdariya Îblîs û gunehan derdikevin ( Kolosî 1:13). Ji ber vê yekê tê gotin ku bi hatina Mesîh Padîşahiya Xwedê jî bi awayekî nû di nav mirovan de destpêkiriye. Gava ku Îsa Mesîh careke din bê, hingê Padîşahiya Xwedê wê tam temam bibe.

Metta peyva ‹Ezmanan› ji dêla ‹Xwedê› ve bikar anî, çimkî wî bêtir li gor devokê Cihûyan nivîsî û ne adeta Cihûyan bû, ku navê Xwedê yê pîroz pirr zêde bi kar bînin.. Li derên ku Metta ‹Padîşahiya Ezmanan› nivîsî, Marqos û Lûqa ‹Padîşahiya Xwedê› nivîsîn (Metta 4:17 û Marqos 1:15; Metta 5:9 û Lûqa 6:20; Metta 8:11 û Lûqa 13:28).

Para pêşî – Ji kerema xwe li peyva ‹Berê pêşî› binêrin.

Pawlos – Ew yekî Fêrisî bû û pêşî dijminê bawermendên Mesîh bû. Îsa jê re xuya bû û ew kir şandiyê ji bo miletên ku ne Cihû bûn (Karên Şandiyan 9). Ew gelekî li Sûriye, li Enedolû û li Yewnanistanê geriya û Mizgînî dida bihîstin. Tê gotin ku ew li Romayê ji ber baweriya Mesîhî hat kuştin. Pirraniya nameyên di Peymana Nû de, ji aliyê wî ve hatine nivîsîn û gelek serhatiyên wî di kitêba Karên Şandiyan de nivîsî ne.

Peredank – Sindoqa bêş û xêran. Xelkê xêr û xêratên xwe dixistin wê.

Perestgeh – (Îbadetxane, Mabet) Perestgeh avahiya herî girîng a Cihûyan bû. Silêman padîşah Perestgeha pêşî di bajarê Orşelîmê de ava kir. Ew li Orşelîmê tenê hebû. Gelê Îsraêl dua û perizînên (îbadetên) xwe li wir dikirin û goriyên (qurbanên) xwe li wir serjêdikirin. Perestgeha ku Silêman ava kiribû, piştî 350 salan ji aliyê xelkên Babîlê ve hat xera kirin. Perestgeha ku di dema Îsa de hebû, Hêrodêsê Mezin bi awayekî gelekî spehî çêkir.

Perestgeh çar beş (qisim) bû: Hewş, Hundir, Pîrozgeh û Cihê Herî Pîroz (Pîroziya Pîroz, Pîroztirîn). Perdeyeke mezin Pîrozgeh û Cihê Herî Pîroz ji hev vediqetand. Salê carekê Serokkahîn diçû Cihê Pîroz. Piştî ku gorî dihatin serjêkirin, wî li wir hem di ber gunehên xwe de û hem di ber gunehên gelê xwe de dua dikir û afûbûna gunehan ji Xwedê dixwest. Gava Îsa li ser xaçê mir, ev perda pîroz di nîvî re çiriya (Lûqa 23:44-46).

Di sala 70ê de, piştî bûyîna Îsa Mesîh, fermandarê leşkerî yê Împeratoriya Romayê, Tîtos, Perestgeh ji destê Cihûyan derxist û wêran kir. Ji hingê ve û heta roja îro Perestgeh careke din nehatiye avakirin. Niha civîna bawermendan û bawermend bi xwe perestgeha Xwedê ne (1 Korîntî 3:17; 6:19; 2 Korîntî 6:16; Efesî 2:20-21). Ji kerema xwe li peyva ‹Konê Şahidiyê› binêrin.

Pergal – rêkûpêkî, rêz û tertîb, sîstem

Perizîn – Îbadetkirin, hebandina Xwedê

Petrûs – Jê re Şimûn jî tê gotin. Ew yek ji her diwanzdeh şagirtên Îsa bû. Ew şandiyê Îsa bû û di civîna pêşî ya li Orşelîmê de mirovekî girîng bû. Mana navê Petrûs bi Yewnanî ‹kevir / lat› e. Di Peymana Nû de du nameyên wî hene (1 û 2 Petrûs). Navê wî yê din ‹Kîfas› e (Yûhenna 1:42).

Peyman – (ehd) Peyman di nav mirovan de, di nav dewletan de, an jî di nav Xwedê û mirovan de tê girêdan. Di Kitêba Pîroz de, Xwedê çend peyman girêdan: Bi Nûh re (Destpêkirin 9:1-17), bi Birahîm re (Destpêkirin 17:1-8), bi gelê Îsraêl re (Dubarekirina Qanûnê 29:10-15) û di dawiyê de bi wan hemûyên ku baweriya xwe bi Îsa tînin re peymana xwe girêda. Di Kitêba Pîroz de, peyman yek alî ye. Peymana ku di nav Xwedê û gelê wî de ye, ne peymaneke di nav heval an şirîkên wekhev de ye. Peyman ji aliyê Xwedê ve û li gor daxwaza wî bi mirovan re tê girêdan. Xwedê soz dide ku alîkariya mirovan bike, lê Xwedê çavnêriyê jî dike ka mirov emrên wî bi cih tînin an naynin.

Peymana Kevin – Tewrat. Di kitêba Peymana Kevin de Tewrat, Kitêbên Dîrokî, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan hatine berhevkirin. Peymana ku Xwedê bi Mûsa û bi gelê Îsraêl re girêdaye Peymana Kevin e. Ji kerema xwe li peyva ‹peymanê› jî binêrin.

Peymana Nû – Încîl; Di kitêba Peymana Nû de Încîl, Karên Şandiyan, Nameyên Şandiyan û Peyxama Yûhenna hatine berhevkirin. Peymana Nû ew peyman e, ya ku Xwedê bi Îsa Mesîh pêşkêşî hemû mirovan dike. Ji kerema xwe li peyva ‹peymanê› jî binêrin.

Peyv – (gotin, xeber, qise, kelam, kelîme) Di dema Îsa Mesîh de, di nav Cihûyan de, Peyv û Peyva Xwedê bi mana taybetî dihat bikaranîn. Peyv ew gotin e ku ji devê Xwedê derdikeve û her tişt bi wê diafire û afiriye (çêbû ye). Gava Xwedê erd û ezman afirandin, wî peyva xwe got û ew bi wê çêbûn (Destpêkirin 1, Zebûr 33:6, 9; Yûhenna 1:3; Gotinên Silêman 8:22-31; Îşaya 55:11). Peyv ew gotin e ku ji devê Xwedê derdikeve û daxwaza wî pêk tîne (Zebûr 107:19-20; Yûhenna 3:16; 5:24; 6:68). Peyv jî zanîn û şehrezayiya Xwedê ye (Gotinên Silêman 8). Peyv bi xwe Xwedê ye (Yûhenna 1:1); serkaniya jiyanê ye (1:4, 5:24, 26, 6:57, 68) û Peyv bi şexsê Îsa Mesîh bû xwîn û goşt, hat vê dinyayê (Yûhenna 1:14).

Peyxam – Tiştê ku Xwedê ji yekî re eşkere dike, dibêje, an nîşan dide. Binêre: 1 Korîntî 14:6, 26, 30; 2 Korîntî 12:1, 7; Galatî 1:12; Peyxama Yûhenna 1:1.

Pêxember – (nebî) Ew mirovên xwedênas bûn. Xwedê bi wan re dipeyivî, da ku ew gotina wî bigihînin mirovan. Di Peymana Kevin de yên herî nas ev in: Mûsa, Êlyas, Îşaya, Yêremya, Ûnis û Daniyêl. Hê gelek pêxemberên din jî hebûn.

Pîroz – Xwedê pîroz e, yanî ew bêkêmahî ye, ew yê herî bilind, yê herî rewnaq û yê herî şewqdar e (Lûqa 1:49; Peyxama Yûhenna 4:8). Em dikarin şikir ji Xwedê re bikin, qenc li ser wî bêjin û navê wî pîroz bikin (Efesî 1:3), yanî pesnê wî bikin.

Îsa Mesîh pîroz e (Marqos 1:24; Lûqa 1:35; Yûhenna 6:69), yanî ew jî bêkêmahî ye û ji bo Xwedê hêja ye; ew bi xwe yê Xwedê ye, bi Xwedê re ye û Xwedê ye. Peyva ‹pîroz› rûmet, hêjatî û bilindahiya wî şîrove dike (Metta 23:39; Lûqa 13:35).

Mirovên ku dixwazin nêzîkî Xwedê bibin, divê pîroz bin (1 Selanîkî 3:13; 4:7; 1 Petrûs 1:16), yanî ji Xwedê re veqetandî bin; di ruh, di bîr û baweriya xwe û di jiyana xwe de pak û paqij bin, ji Xwedê re meqbûl bin û li gor peyva wî bikin. Mirov bi hêza xwe bi xwe nikare bigihîje vê pîroziyê, lê belê Îsa Mesîh xwe ji bo şagirtên xwe, xwe kir veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin (Yûhenna 17:19). Îcar bawermend pîroz in, çimkî Xwedê ew bijartine (1 Petrûs 2:9-10).

Carna peyva ‹pîrozkirin› bi mana ‹bimbarekkirinê› ye: Bijartin, duayên qenc kirin, xêrxwestin, parastin.

Pol – polik. Perên bronz (mefrek) in, yên herî bêqîmet in. Ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin.

Priskîla û Akîlas – Hevalên Pawlos bûn û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikirin. Binêre: Karên Şandiyan 18:2, 18, 26; Romayî 16:3-5; 1 Korîntî 16:19; 2 Tîmotêyos 4:19.

Pûtperest – Kesên pûtperêz. Yên ku hingê ne Cihû bûn, lê ji hemû gelên din bûn ku bawerî bi Xwedayê rast nedianîn an jî diperizîn kevir, dar û tiştên din.

Q[biguhêre]

Qayîn – Ji kerema xwe li peyva ‹Habîl› binêrin.

Qorax – Yekî Lêwî bû; ew bi hin mirovên din li hember Mûsa û Harûn rabû. Xezeba Xwedê hat ser Qorax û hevalên wî, erd vebû ew sax-sax daqurtandin. Binêre: Cihûda 1:11; Hijmartin 16.

Quriş – (quruş) Perê hûr; ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin.


R[biguhêre]

Ra – Reh, kok

Ragirtin – Tehmûlkirin

Raspêr – Yê ku zarok lê tê spartin

Rebbî – Ji bo pisporên Şerîetê dihat gotin. Bi Aramî bi mana ‹Mamoste› ye.

Rebeka – Pîreka Îshaqê kurê Birahîm bû. Diya Aqûb û Esaw (Romayî 9:10-13).

Rewneqî – Rûmet, bilindahî, spehîtayî

Rexab – Çaxê gelê Îsraêl welatê Kenan vegirt, li Erîhayê fahîşe bû, lê baweriya xwe bi Xwedê anî û alîkariya nêrevanên gelê Îsraêl kir û rizgar bû. Binêre: Metta 1:5; Îbranî 11:31; Aqûb 2:25.

Rê, Riya Xudan – Li ser mirovên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh anîn tê gotin ku ew li ser Riya Xudan dimeşin. Carna mana Rê ‹bawerî› an ‹bi Îsa Mesîh bawerkirin› e.

Rêşî – Xwedê ji Mûsa re got ku ew li gelê Îsraêl emir bike ku ew rêşiyan bi dawa cilên xwe ve bikin, da ku çaxê wan bibînin, ew hemû emrên Xwedê bînin bîra xwe û wan pêk bînin û dilê wan ji Xwedê dûr nekeve (Hijmartin 15:37-40). Fêrisiyan rêşiyên cilên xwe gelek dirêj dikirin, da ku xelk bêjin ew gelek bawermend in û nêzîkî Xwedê ne, lê wan ev yek ji durûtiya xwe dikirin (Metta 23:5).

Rikin – Enîşka dîwarê xênî. Kevirê rikin: Kevirê enîşkê

Roja Amadekirinê – Roja berî roja Şemiyê bû, yanî roja Înê bû. Di vê rojê de Cihûyan xwe ji bo roja Şemiyê amade dikir, çimkî di roja Sebtê de destûra wan tunebû ku bixebitin.

Roja Pentîkostê – Bi zimanê Yewnanî PENTEKOSTÊ, yanî roja pêncî; di Peymana Kevin de Xwedê emir da gelê Îsraêl ku heft heftiyan piştî Cejna Derbasbûnê cejneke din pîroz bikin. Di vê cejnê de gel ji hemû berê xwe yê pêşî diyarî pêşkêşî Xwedê dikirin (Qanûna Kahîntiyê 23:15-21). Îsa Mesîh Ruhê Pîroz ji Bav stand û Roja Cejna Pentîkostê cara pêşî da bawermendên xwe (Karên Şandiyan 2:1-41).

Roja Şemiyê – (Roja Sebtê) Ji bo gelê Îsraêl roja Şemiyê rojeke taybetî û pîroz e (Derketin 16:23, 20:8, 11, 31:14-15). Bi Îbranî ŞABAT e. Bi Kurmancî ‹Sebt›, ji Şabatê hatiye. Ji bo Cihûyan, Şabat navê roja heftan e û ya dawiya heftiyê ye. Înê êvarê, gava roj diçe ava, Şabat dest pê dike û heta 24 saetên din dikişîne. Li gor Tewratê (Destpêkirin 2:2-3, Derketin 20:8-11, 35:2) di roja Şabatê de kar (xebat) qet nayê kirin, ev roja rihetî û perizînê (îbadetê) ye (Qanûna Kahîntiyê 23:1-3).

Roja Vejînê / Roja rabûna miriyan – (roja qiyametê) Roja Vejînê, roja ku hemû mirov wê ji diyarê miriyan rabin û li ber Xwedê û Îsa Mesîh hesabê kirinên xwe bidin.

Ruhê Pîroz / Ruhê Xwedê / Ruhê Mesîh / Ruh – (Ruhê Miqedes, Rûhul Qudus) Ruhê Pîroz bi xwe Ruhê Xwedê ye. Ew li vê dinyayê alîkariya mirovan dike. Ew bi ruhê wan re dipeyive, dilê wan vedike û daxwazên Xwedê bi wan dide naskirin. Piştî hilkişîna Îsa Mesîh a ezmanan, Ruhê Pîroz karê wî li ser vê dinyayê berdewam dike. Di Roja Pentîkostê de, Ruhê Pîroz hat ser bawermendên pêşî û heta îro jî Îsa Mesîh Ruhê Pîroz dide wanên ku baweriya xwe bi Mesîh tînin. Ji kerema xwe li peyva ‹Roja Pentîkostê› binêre.

S[biguhêre]

Sadûqî – Di nav Cihûyan de partiyeke olperestan (dînperestan) hebû. Pirraniya endamên wê kahîn bûn. Wan bi her pênc kitêbên Mûsa (yên Tewratê) bawer dikir, lê belê wan bi ser vê de bawer nedikir, ku milyaket û ruh hene û piştî mirinê rabûn (qiyametê) heye.

Samerî – Piştî mirina Silêman padîşah, gelê Îsraêl ji hev veqetiya. Rêhoboam padîşah bi sê eşîrên Îsraêl ve li bajarê Orşelîmê û di Cihûstanê de ma. Yêroboam padîşah bi neh eşîrên Îsraêl ve Samerya ji xwe re kir paytext. Bi vê, gelê Îsraêl bû du milet û carna dijminatiya hev kir. Piştî demekê dirêj padîşahê Aşûriyan gelek Îsraêlî ji hawirdora Sameryayê sergom kir ew di bajarên Aşûrî û Mêdan de bi cih kirin (2 Padîşah 17:1-6). Di cihê Îsraêliyên sergomkirî de padîşahê Aşûriyan gelek miletên biyanî (xerîb) bi pûtên wan ve anîn û di welatê Samerya de cihwar kirin (2 Padîşah 18:24-40). Bi vî awayî Cihûyên ku li Sameryayê mabûn, bi miletên pûtperestan re da û stand û piştre ji aliyê Cihûyên ku ji sergombûna Babîlê vegeriyan, wek Cihûyên rast qebûl nehat kirin. Di dema Îsa Mesîh de qet dan û standin di nav Cihû û Sameriyan nebû (Yûhenna 4:9).

Samûêl – Pêxemberek bû. Bi destê wî Xwedê Dawid hilbijart û kir padîşah. Binêre: 1 Samûêl 1-7; Karên Şandiyan 3:24; 13:20; Îbranî 11:32.

Semax – Sebirkirin; xwegirtin; ragirtin

Sersed – (serwerê sedî, serpel) Payeyeke (rutbeyeke) leşkerî. Di ordiya Romayiyan de sersed fermandarê sed leşkerî bû.

Seylak – Sîlik, qûm

Silêman – Kurê Dawid û padîşahê Îsraêlê bû. Xwedê gelek şehrezayî da wî û ew gelek dewlemend bû. Wî Perestgeha pêşî da çêkirin. Di Peymana Kevin de nivîsarên wî jî hene (Gotinên Silêman). Binêre: Metta 1:6-7; 6:29; 12:42; Lûqa 11:31; 12:27; Karên Şandiyan 7:47.

Sindoqa Peymanê – Sindoqeke ji dar û zêrkirî bû, di Konê Şahidiyê û piştre di Perestgehê de bû. Ew û çi ku tê de bûn (nivîsdekên deh emrên mezin, şivdarê Harûn û şerbikê manna), nîşanên peymana Xwedê bi gelê Îsraêl re bûn. Binêre: Derketin 25:10-21; Îbranî 9:4; Peyxama Yûhenna 11:19.

Sinet, yên sinetbûyî – Sinet nîşana vê peymanê ye ya ku Xwedê bi Birahîm re girêdaye. Kurekî Cihû di roja 8an de tê sinetkirin. Ji ber vê yekê di Kitêba Pîroz de, gotina ‹yên sinetbûyî› ji bo gelê Îsraêl tê bikaranîn. Peymana Nû kifş dike, ku sinetbûn bêyî ku yekî baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne bê kêr e. Di Nameya ji Galatiyan re de Pawlos ev yek şîrove kiriye. Binêre: Destpêkirin 17:9-14; Derketin 4:25; Yûhenna 7:22; Romayî 2:28-29; Galatî 5:6; 6:15; Kolosî 2:11. Yên sinetnebûyî jî ew in yên ku ne ji gelê Îsraêl in. Di Peymana Nû de ‹sinetnebûyî› ji wan re jî tê gotin ên ku guhdariya Xwedê nakin, yanî bi ya Xwedê nakin.

Sirgûnbûna Babîlê – Çaxê Nebûkednêsar padîşahê Babîlê bû, wî gelê Îsraêl ajot û sirgûn kir Babîlê û gelê Îsraêl kêm û zêde 70 salan li wê derê ma.

Sitî – Xanim, xatûn

Siyanet – Hurmet

Siyon – Di Peymana Kevin de navekî din ê bajarê Orşelîmê ye (Romayî 11:26; Îbranî 12:22).

Sîlas – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan 15:22-18:5; 2 Korîntî 1:19; 1 Selanîkî 1:1; 2 Selanîkî 1:1; 1 Petrûs 5:12.

Sînay – Ew çiya ye, ku li wir Xwedê her deh emrên mezin û qanûnên din ên Şerîetê dane Mûsa pêxember. Carna jî bi mînakê û bi mana ruhanî tê fêmkirin (Galatî 4:24).

Sodom û Gomora – Di dema Birahîm de, Sodom û Gomora du bajarên Kenaniyan ên nêzîkî Gola Mirî bûn. Xelkên herdu bajaran bi gunehkariya xwe wusa ji Xwedê dûr ketibûn, ku Xwedê ew bi êgir û kewkurtê şewitandin û helak kirin (Destpêkirin 19).

Strûh – Qiloç, strih

Sûr û Sayda – Du bajarên ku li Fînîkya Sûriyê bûn. Îro ew li Lubnanê ne.

Ş[biguhêre]

Şahbanû – Jina ku bûye padîşah; jina padîşah

Şagirt – Yên ku hîn dibin (dielimin). Gelek şagirtên Îsa hebûn. Diwanzdeh ji nav wan hilbijartî bûn. Ew Şandî bûn. Şagirtên Yûhennayê imadkar jî hebûn (Yûhenna 1:34; Karên Şandiyan 19:1-6).

Şahbanû – Jina ku bûye padîşah, an jî pîreka padîşah.

Şahne – Şahne berpirsiyarê her tiştî yê padîşah an yekî mezin e.

Şandî – (qasid, resûl) Bi zimanê Yewnanî APOSTOLOS e. Mana vê gotinê bi Kurmancî ‹yê şandî› ye. Îsa Mesîh ji nav şagirtên xwe diwanzdeh Şandî (resûl) hilbijartin (neqandin) û şandin, da ku Mizgîniya Xwedê bidin miletên dinyayê.

Şeht / Şil û şeht – Felcî

Şerîeta Mûsa – (Qanûna Mûsa) Şerîeta Mûsa şerîeta ku di Tewratê de ye. Xwedê ev Şerîet (qanûn, emir û tembîh) li ser Çiyayê Sînayê di nav ewran de bi Mûsa da hînkirin. Carna Şerîet ji hemû kitêbên ‹Peymana Kevin› (Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan) re jî tê gotin.

Şerîetzan – (qanûnzan, katib, nivîskar) Ew di nav gelê Îsraêl de li ser Şerîeta (Qanûna) Mûsa dixebitîn, Şerîet qenc dizanibûn, bi destan Şerîet zêde (kopî) dikirin û xelk hîn dikirin. Wan jiyana xwe ji bo hînbûn û hînkirina Şerîetê didan û kitêb dinivîsîn. Pirraniya wan ji Fêrisiyan bûn.

Şihîn – Mêzîn

Şimûn – Jê re Petrûs jî tê gotin. Ji kerema xwe li peyva ‹Petrûs› binêrin.

Şimşon – Mêrxas û mirovekî gelekî xurt bû. Xwedê bi destê wî gelek caran Filîstîniyên ku dijminên herî girîng ên Îsraêl bûn şkênandin. Binêre: Hukumdar 13:2-16:31; Îbranî 11:32.


T[biguhêre]

Tabûr – Ordiya leşkerî. ‹Tabûr› di ordiya Romayiyan de komeke 500-600 leşkeran bû.

Tekoşîn – Di Încîlê de ji bo armanceke ruhanî berxwedan û ragirtin e; ne şerê bi çekan e, ne jî şerê li hember xwîn û goşt e, şerê li hember Îblîs û guneh e. Binêre: Efesî 6:10-12; 1 Tîmotêyos 1:18.

Telant – 6000 zîv. Ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin. Di Peyxama Yûhenna 16:21 de giraniya telantê kêm û zêde 59 kîlo ye.

Terpilîn – Lukumîn, li tiştekî qelibîn, ketin

Textê Îblîs – (Peyxama Yûhenna 2:13) Li gor ku tê zanîn, ji ber van sedeman weha dihat gotin: / sedemê ku weha tê gotin, dikarin ev tiştên ha bin: 1) Pergama navendeke mezin a pûtperestiyê bû. 2) Li Pergamayê gorîgeheke mezin a xwedayê Yewnaniyan Zews hebû. 3) Pergama navendeke wê yekê bû, ku xelk biperizin Qeyserê Romayiyan ê ku xwedê dihat hesibandin.

Tixîkos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan 20:4; Efesî 6:21; Kolosî 4:7; 2 Tîmotêyos 4:12; Tîtos 3:12.

Tîmotêyos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan 16:1; 17:14-15; 18:5; 19:22; 20:4; Romayî 16:21; 1 Korîntî 4:17; 16:10; 2 Korîntî 1:1, 19; Filîpî 1:1; 2:19; Kolosî 1:1; 1 Selanîkî 1:1; 3:2, 6; 2 Selanîkî 1:1; 1 Tîmotêyos; 2 Tîmotêyos; Filêmon 1:1; Îbranî 13:23.

Tîtos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: 2 Korîntî 2:13; Galatî 2:1-3; 2 Tîmotêyos 4:10; Tîtos 1:4.

Toqulandin – Li bîr û baweriya yekî qenc nêrîn û bi wan zanîn

Torîtorî – Eware, bê ser û ber

Trofîmos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Karên Şandiyan 20:4; 21:29; 2 Tîmotêyos 4:20


U, Û[biguhêre]

Ûnis – Ew pêxember bû. Xwedê ew şand Nînewê, lê Ûnis nexwest bi ya Xwedê bike. Bi gemiyê çû cihekî din, lê Xwedê firtoneke mezin şand ser wan. Gemîvanan ew avêt deryayê û masiyekî mezin Ûnis daqurtand. Ûnis sê rojan di zikê wî masî de ma, dua kir û hingê masî ew ji devê xwe avêt keviya deryayê. Piştre Ûnis guhdarî kir, çû Nînewayê û peyva Xwedê ji xelkê re got. Binêre: Kitêba Ûnis 1-4; Metta 12:39-41; 16:4; Lûqa 11:29-32.


V[biguhêre]

Varîbûn – Ji rê derketin

Vejîn – Rabûna ji nav miriyan, jinûverabûn, qiyamet

W[biguhêre]

-

X[biguhêre]

Xelîtik – Peredanka çermîn e, li piştê tê girêdan.

Xewirîn – Daketin, di nav de çûn

Xilupilo – Bê biryar, dudilî

Xirarî – Xirarî ji mûyê pezê hîte bi tevnê tê raçandin. Ji wî xirarî hem konan çêdikin û hem jî şêlên kayê çêdikin. Hingê lixwekirina xirarî, nîşaneke şîngirtin û xweşkandinê bû.

Xudan – (Reb, Xwedî, Xweyî) Di Kitêba Pîroz de mana Xudan ‹xweyî› (xwedî) ye. Di Kitêba Pîroz de ‹Xudan› sifatek e, ku hem ji bo Xwedê û hem ji bo Îsa Mesîh tê bikaranîn.

Xwedayî – Li gor daxwaza Xwedê; bi awayê ku li Xwedê xweş tê (jiyana xwedayî).

xwedê – Çaxê xwedê bi herfa biçûk dest pê dike, carna li ser mirovan, carna li ser pûtan û carna jî li ser Îblîs (‹xwedayê vê dinyayê›) dibêje.

Xweheyî – Tebîî, tebîet

Y[biguhêre]

Yewnanî – 1) Miletê welatê Yewnanistan (Karên Şandiyan 17:4, 12).

2) Di dema Îsa Mesîh de, Cihûyan ji hemû miletên din ên ku ne Cihû bûn re bi gelemperî ‹Yewnanî› digotin (Marqos 7:26; Karên Şandiyan 11:20; 17:17).

Yêremya – Pêxemberekî bi nav û deng bû. Ew kêm û zêde 500 salan berî bûyîna Îsa Mesîh li Orşelîmê dijiya. Hingê gelê Îsraêl qet bi ya Xwedê nedikir. Yêremya li wan hilat û ji wan re got, ku tobe bikin. Gelek pêxemberîtiyên wî yên li ser Mesîh û miletên hawirdora Îsraêlê di kitêba Yêremya de di Peymana Kevin de nivîsî ne. Binêre: Metta 2:17; 16:14; 27:9.

Yêfta – Hukumdarê gelê Îsraêl û serdarekî leşkeran bû. Binêre: Hukumdar 11:1-12:7; Îbranî 11:32.

Yêşa – Bavê Dawid padîşah bû. Îsa Mesîh ji malbata Yêşa bû. Di Peymana Kevin de Îşaya pêxember nivîsî ku Mesîh wê ji dûndana (zuriyeta) Yêşa û Dawid bê. Binêre: Rût 4:17-22; 1 Samûêl 16:1-22; Metta 1:5-6; Lûqa 3:32; Karên Şandiyan 13:22; Romayî 15:12.

Yêşû – Kurê Nûn. Piştî mirina Mûsa ew serwerê Îsraêl bû. Bi rêberiya wî gelê Îsraêl welatê Kenanê yê ku Xwedê bi sozdayîna xwe dabû wan vegirt. Serhatiyên wî di Peymana Kevin de di kitêba Yêşû de nivîsî ne. Binêre: Derketin 17:8-13; Hijmartin 13:1-17; Yêşû 1-24; Karên Şandiyan 7:45; Îbranî 4:8. (Di Kitêba Pîroz hin mirovên din jî bi vî navî hene).

Yûhenna –

1) Yek ji her diwanzdeh şagirtên Îsa bû (Marqos 1:19). Ew Şandî bû. Wî ‹Încîla Yûhenna› û sê name (mektûb) yên ku di Încîlê de ne û Peyxama Yûhenna nivîsîne.

2) Yûhennayê imadkar, zilamekî din bû. Ji kerema xwe li peyva ‹Yûhennayê imadkar› binêrin.

Yûhennayê imadkar – Pêxember û gotinbêjê peyva Xwedê bû (Lûqa 1:13-17; 7:26). Wî tobedar di avê de imad dikirin û gelê Îsraêl ji bo Mesîh amade (hazir) dikir (Lûqa 3:3-20; 7:27). Yûhenna berê gel dida Îsa Mesîh, da ku baweriya xwe bi wî bînin.

Z[biguhêre]

Zarokên Îsraêl – Gelê Îsraêl, qewmê Îsraêl, Benî Îsraêl.

Zêr – Di wergerê de cûreyek pere ye. Ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin.

Ziman / Zimanên din – Carna şagirtên Îsa bi saya Ruhê Pîroz dikarin bi zimanên ku pê nizanin û hîn nebûne bipeyivin. Ev diyariyeke Ruhê Pîroz e. Binêre: Karên Şandiyan 2:5-13; 10:46; 19:1-6; 1 Korîntî 12:10, 30; 13:8; 14:1-25.

Zimanhilûtî – Gotina peyvên xweş û xapînok

Zîv – Zîvek mîna heqê roja palekî bû. Ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin.

Zîvê mezin – Hingê zîvekî mezin bi qasî çar zîvan bû. Ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binerîn.