Gotûbêja MediaWiki:Gadget-QQ
Quiet Quentin skrîptek e ku ji bo dîtîna jêgirtinan ji malpera Google Books alîkarî dide. Ji bo çalakkirina vê amûrê here beşa Amûr ya Tercîhên mîn û li qutiya li gel "Quiet Quentin — amûreke ji bo dîtîna jêgirtinan." bitikîne.
Ji bo bikaranînê amûrê pê li "QQ" (yan jî Alt-Shift-9) bike. Li jor peyva ku dixwazî lê bigerî binivîse û pê li "Lê bigere" bike. Dûre li encaman jêgirtina ku dixwazî kopî bikî, pê li "jê bigire" bike. Ji bo kopîkirinê pê li "Çavkaniyên ku hatine girtin" bike û kopî bike. Piştî piştraskirin, sererastkirin û "stûrkirina peyvê" gotarê tomar bike.