Gotûbêj:'Îsa

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Îsa Mesîh Kî Ye? Yahowa kîjan wezîfeya taybet da Îsa? Ew ji ku derê hat? Kesayatiya Îsa çawa bû? PİR KES li dinyayê hene ku binav û dengin. Hinek, tenê li şar yan jî li welatê xwe baş tên naskirin. Hinekên din li her derê dinyayê tên naskirin. Lê belê, bi tenê bihîstina kesekî binav û deng û meşhûr, nayê vê mane û wateyê ku em wi kesî birastî baş nas dikin. Zanebûna navê kesekî nayê vê wateyê ku em wî ji her alî ve nas dikin û ew ji ku derê tê û birastî ew mirovek çawa ye? 2 Îsa Mesîh pêşî 2,000 salan berê jiya. Lê dîsa jî, piraniya mirovên vê dinyayê navê wî bihîstine û heta hedekî wî nas jî dikin. Lê belê, kesên ku birastî kesayetiya wî dizanin û nas dikin hindikin. Hinek kes guman dikin ku, ew tenê kesek dilşewat û dilovan bû. Hinekên din wî tenê bi reng û sifatekî pêxember nas dikin û komekî din jî wî bi sifatê xudanê xwe, nas dikin û dibin peserstdarên wî. 3 Naskirina Îsa pir muhîm û girîng e. Çima? Çimkî Pirtûka Pîroz weha dibêje: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew bizanin tu bi tenê Xwedayê rast î, te û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3). Belê, naskirina Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh, qezenckirina reya jiyana herheyî, ya bihişta zemînî ye (Yûhenna 14:6). Ji bilî vê yekê, Îsa jî reya jiyana herheyî nîşan da, û wî bo me mînak jî pêk anî, da ku em çawa li kesên din binêrin (Yûhenna 13:34, 35). Di beşa yekema vê pirtûkê de, me li ser Xwedê rastî dîtin. Niha werin em bala xwe bidin gotina Pirtûka Pîrozê, ka ew di derheqê Îsa Mesîh de çi rastiyê dibêje. MESÎHÊ HATIYE WADKIRIN 4 Di Pirtûka Pîrozê de, hê dema ku Îsa ji dayîka xwe nebûbû, pir pêş de hatibû gotin ku wê Xwedê kesekî bi sifatê Mesîh yan jî Xirîstos bişîne. Leqeba “Mesîh” (ji zimanê Îbranî ye) û “Xirîstos” (ji zimanê Yewnanî ye) herdû jî bi mane û wateya ku ji aliyê Xwedê ve bo wezîfe û erkekî xas ji wî re memûriyet hatibe dayin e. Emê şûnde werin ser vê nuxteyê ku wî di pêkanîna vê wadê de, çi wezîfe û erka xwe aniye cih. Ji bilî vê, emê bibînin ka em îro bi navgîniya Îsa Mesîh çawa dikarin bên bereketkirin. Bê şik û guman, dema ku Îsa ne hatibû dinyayê, gelek kesan ji xwe pirsîbûn: “Ka wê kî bibe Mesîh?” 5 Di sedsala pêşîn ya mesîhî de, şagirtên Îsa yên Nisretî şik û guman nekirin ku ew Mesîh e, yanê ew azadkar bû, ku pêxemberên Yahowa Xwedê li ser wî pêxembertî kirîbûn (Yûhenna 1:41). Yekî ji wan ku bi navê Şimûn Petrûs bû, bi zelaliyek bêkêmahî weha got: “Tu Mesîh î” (Metta 16:16). Gelo çima şagirtên Îsa evqas bawermend bûn ku ew Mesîhê hatibû wadkirin bû; û em çawa dikarin îro ewle bin û bawer bikin ku Îsa ew kesê hatiye wadkirin e? 6 Pêxemberên Xwedê, yên ku berî Îsa dijîn, li ser Mesîh gelek taybetmendiyên kitekit û hûrûdirêj pêşgotinî kiribûn. Wê ew bi destê van nîşanên kitekit û hûrdirêj bihatibûya naskirin. Da ku ev yek zelal be, em dikarin vê mînakê bînin ber çavên xwe: Ferz bikin ku hûn dixwazin kesekî ji balafirgehekî pir qelebalix pêşwazî bikin. Kesê ku we heta vê gavê ew ne dîtibe. Ma gelo wê alîkariyek nebûya, gava kesekî ji we re pêşîn çend nîşan û taybetmendiyê wî kesî bigotibûya? Bêşik zanebûna hindik nîşanên wî kesî, wê ji we re alîkarî bikira, da ku we ew kes nas bikiriba. Bi vî şikl û şêweyê Yahowa Xwedê jî, bi devên pêxemberên xwe, di Pirtûka Pîrozê de, gelek kar û îş û rûdayînê jiyana Mesîh anîn ziman. Pêkhatina van pêxembertiyan, wê ji mirovên dilpak û dilsoz re bibûya alîkarî, da ku ew bêşik bikaribin Mesîh nas bikin. 7 Ka bên, em bala xwe bidin tenê du mînakan. Yekem, pêxembertiya Mîkayê pêxember e. Wî 700 sal berê nivîs ku wê Mesîhê hatibû wadkirin li cihekî biçûkê Cihûstanê, yanê li Beytlehemê, bihatibûya dinyayê (Mîka 5:2). Başe, Îsa li ku derê hat dinyayê? Li Beytlehemê! Ma çima li vî şarî! (Metta 2:1, 3-9). Mînaka duyem di pêxembertiya Danîêl 9:25 de ye. Li wê derê berî sedsalan hatibû destnîşan kirin ku wê ew di wê salê de derkeve meydanê – sala 29 Dû Zayînê.* Bicihbûyîna vê û pêxembertiyên din îsbat dikin ku Îsa, ew Mesîhê hatibû wadkirin bû. 8 Di dawiya sala 29 Zayînê de, hê jî zelaltir bû ku Îsa bi xwe Mesîh bû. Di wê salê de Îsa çû ba Yehya [Yûhenna] yê imadkar, da ku ew xwe di çemê Urdunê de bi destî wî bide imadkirin. Yahowa ji Yehya re soza nîşanekî dabû ku wî bikarîbûya Mesîh nas bike. Çaxa Îsa imad [vaftîz] bû, Yehya ev nîşan dît. Pirtûka Pîroz vê gotinê weha tîne ziman: “Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre esman qelişî û wî dît ku ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. Û dengekî ji esmanan weha got: ‘Ev e kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e’” (Metta 3:16, 17). Piştî ku Yehya ev gişt dît û bihîstin, ew ewle bû ku Îsa ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin (Yûhenna 1:32-34). Dema Xwedê ruhê xwe, hêza xweya çalak, li ser Îsa rijand, ew bû Mesîhê Xwedê, yanê ji aliyê Xwedê ve hat hilbijartin, da ku di rojên pêş de desthilatiya rêberî û padîşahiyê bigre (Îşaya 55:4). 9 Hem bicihbûyînên pêxembertiyên Pirtûka Pîroz, hem jî şahidiya Xwedê bi xwe, pir zelal nîşan didin ku Îsa bi xwe Mesîhê hatibû wadkirî bû. Lê belê, Pirtûka Pîroz bersîvên du pirsên muhîm û girîngên li ser Îsa Mesîh peyda dibin jî dide: Ew ji ku derê hat û ew mirovek çawa bû? ÎSA MESÎH ÇAWA HAT AFIRANDIN? 10 Di Pirtûka Pîrozê de tê gotin ku, berî ku Îsa li ser rûyê erdê ji deya xwe bi şiklê mirov çêbû, ew li esmanan bi siklê firîşte li ba Xwedê dijî û bi wî re xwediyê pêwendiyek pir nêzîk bû. Mîkayê pêxember, ku berê pêşgotinî kirîbû got, wê Mesîh li bajarê Beytlehemê bihatibûya dinyayê, wî gotibû wê ew “ji demên kevin, ji rojên berê” ve bibûya (Mîka 5:2). Îsa bi xwe jî, pir caran destnîşan kir ku berî ku ew bi şiklê mirov hat ser rûyê zemîn, ew li esmanan bû (Yûhenna 3:13; 6:38, 62; 17:4, 5). Îsa li esmanan bi şiklê afirandiyek ruhî bi Yahowa re, xwedî têkilî û pêwendiyek pir taybetî bû. 11 Îsa lawê Yahowa Xwedê, yê herî mezin, bihatir, pirhez û bi nirx bû. Çimkî li gor nivîsên Pirtûka Pîroz ew bi “nûxuriyê hemû afirînê” tê binavkirin ku Yahowa çêkiribû (Kolosiyan 1:15).* Lê belê, ji sedemek din jî Îsa lawê Xwedê yê taybetî ye: Ew “kurê Xwedê yê yekta” ye (Yûhenna 3:16-18). Ev bi vê maneyê ye ku, Îsa ne bi destê yekî din, lê tenê ew raste rast bi destê Yahowa Xwedê hatiye afirandin. Di heman demê de, Îsa yekta ye, ji ber ku Xwedê ew bo afirandina temamê tiştên din bikar aniye (Kolosiyan 1:16). Wek din, Îsa bi “Peyv” tê binavkirin (Yûhenna 1:14). Yanê wî peyxam û fermanên Yahowa Xwedê ji firîşteyên din û mirovan re, ku li ser rûyê erdê bûn, gîhandin. 12 Hinek kes bawer dikin ku Îsa yeksan û beramberê Xwedê ye. Lê belê, li gor Pirtûka Pîrozê ev bawerî ne rast e. Ji ber ku wek ku me berê jî dîtin, Yahowa Afirandêrê Îsa ye. Mîna ku di benda pêş de hat gotin, lawê Xwedê hatiye afirandin. Bo vê yekê pir zelal e ku destpêka Îsa heye, lê ne destpêk ne jî dawiya Yahowa Xwedê heye (Zebûr 90:2). Lawê Xwedê yê yekta tu carî nefikirî ku bibe yeksan û beramberê bavê xwe. Na, heta wî destûr jî neda ku ev fikr û hizir were ser dilê wî. Pirtûka Pîroz pir xweş zelal dike ku bav ji law mezintir e (Yûhenna 14:28; 1. Korîntiyan 11:3). Tenê Yahowa Xwedê ye ku “Xwedayê ku hêza wî têra her tiştî dike” (1. Mûsa 17:1). Loma, tu kes ne yeksanê wî ye.* 13 Îsa nûxurê Yahowa, bi milyaran sal berê, ku esmanên stêran û erd ne hatibûn afirandin, bi bavê xweyê perwerdekarê gerdûnê re, xwedî têkilî û pêwendiyên pir nêzîk û pirhez bû. (Yûhenna 3:35; 14:31). Lawê pirhezê Xwedê, dişibî bavê xwe. Loma, Pirtûka Pîroz li ser Îsa weha dibêje: “Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin” e (Kolosiyan 1:15). Belê, çawa lawê kesekî dikare bişibe bavê xwe, eynî mîna vê yekê, lawê Xwedê yê esmanî jî, taybetmendî û kesayetiya bavê xwe di xwe de nîşan da. 14 Lawê yektayê Yahowa bi dilxwaziyek pir mezin, cihê xwe yê esmanî terk kir, û bi şiklê mirov ji dayik bû. Lê belê, belkî dibe ku hûn ji xwe bipirsin, ka çawa ev dibe ku firîşteyek bi şiklekî mirov ji deyekî çê bibe? Yahowa îşê mucîze û keramet kir. Wî kerametek kir ku jiyana nûxurê xwe, neql bike malzaroka keçikekî cihû ya bi navê Meryemê. Loma, bavê Îsa yê mirovî tunebû. Û loma, Meryemê jî dikarîbû lawekî kamil û bêkêmasî bianîbûya dinyayê. Û şûnde wan nawê Îsa ji wî re danîn (Lûqa 1:30-35). KESAYETIYA ÎSA ÇAWA BÛ? 15 Kar û hînkirinên Îsa ku wî li ser rûyê zemîn anî cih, ji me re dibin alîkar da ku em wî baş nas bikin. Lê belê, ne tenê ev, bi rastî bi saya naskirina Îsa, em Yahowa jî baş nas dikin. Gelo em çima dikarin vê yekê bibêjin? Ji kerema xwe re ji bîr mekin ku Îsa eynî ew kese ku mîna wêneya bavê xwe yê esmanî ye, ku di aynikê de tê dîtin. Bo ve yekê ye ku wî ji şagirtekî xwe re wusa got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Em di çar Mizgîniyan de, yanê Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna, di derbarê jiyana Îsa Mesîh de li ser kar û sifatên wî pir tiştan hîn dibin. 16 Îsa bi taybetmendiya “mamoste”yek pir bi nav û deng dihat naskirin (Yûhenna 1:38; 13:13). Wî çi hîn da û fêr kir? Mijara wî ya sereke “Mizgîniya Padîşahiyê” – ev Padîşahiya Xwedê ye, ev hikumeta esmanî wê li ser temamê zemîn hikum bike û ji mirovên rûnerm re bereketên bê hed û hidûd bîne (Metta 4:23). Gelo, ev hînkirin ji alî kê ve ji wî re hat dayîn? Îsa got: “Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê”, yanê ji Yahowa Xwedê (Yûhenna 7:16). Îsa baş dizanîbû ku bavî wî dixwest mirov bi mizginiya Padîşahiyê bihesin. Emê di beşa 8 de li ser kar û barên Padîşahiya Xwedê zêde hîn bibin. 17 Îsa di bajar, gund, kuçe, çarşî û mezat, xanî û malan de, mirov li ser reya jiyanê û tirsa Xwedê hîn kirin. Îsa, ne li bende bû ku mirov bên ba wî. Na, ew çû ba wan (Marqos 6:56; Lûqa 19:5, 6). Ma çima Îsa bo mizgîndayîn û hînkirinê evqas bi zehmetî wext xerc kir? Ji ber ku Xwedê ev tişt dixwest. Îsa herdem bi ya bavê xwe yê esmanî kir (Yûhenna 8:28, 29). Lê belê, wî ji bo sedemek din jî mizgînî belav kir. Bi elaletên ku dihatin ba wî, dilê wî pê dişewitî (Metta 9:35, 36). Gotina rastî û daxwaziyên Xwedê, erk û wezîfeyên ruhanî û dîndaran bûn. Lê belê, wan ew gel tenê hiştîbûn. Loma Îsa Mesîh pir baş dizanîbû ku bilez pêdiviya mirovan ji mizgîniya Padîşahiya Xwedê re hene. 18 Îsa mirovek pir bi hîs, dilovan û dilşewat bû. Ji vê sedemê bû ku pir kes bê tirs çûn ba wî û ji wî alîkarî xwestin. Heta zarokên biçûk jî bêtirs çûn ba wî (Marqos 10:13-16). Îsa bêteref bû. Wî ji xirabkarî û bêedaletiyê nefret dikir (Metta 21:12, 13). Her çend wê çaxê heqê jinan pir kêm û ji wan re pir hurmet ne dihat nîşan dayîn jî, wî bo jinan rêz û rûmet nîşan dida (Yûhenna 4:9, 27). Dilnizmiya Îsa ne tenê derveyî bû, lê hundirî û ji dil ve dihat. Heta ew hazir bû ku karên, li gor dîtina kesên din biçûk dihatin dîtin jî, bikira. Mesela, herçend pêşûştin karê xizmetkarekî pir sade jî bû, carekê wî ling û peyên şagirtên xwe şûşt, 19 Îsa derd û pêdiviyên mirovan hîs kir û dîtin. Taybetî wî ev yek, çaxa bi destê mucîze û nûwazeyan ku bi hêza Xwedê dianî cih, nîşan dida (Metta 14:14). Bo mînak cara kesek kotî hat ba Îsa û ji wî re got: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.” Îsa êş û derdê wî mêrî hîs kir. Bi dilşewatî destê xwe dirêj kir danî ser wî û got: “Ez dixwazim, paqij bibe!” Û ew nexweş di cih de sax bû (Marqos 1:40-42). Ma gelo hûn dikarin hîsên vî mirovî, gava Îsa ew ji evqas derd û eziyet bi dilovanî sax kir, bînin ber çavên xwe? DILSOZ HETA DAWIYÊ 20 Îsa, da ku ji Xwedê re îtaet bike, bû mînakek herî mezin û baş. Îsa di bin her rewşa dijberî û zordariyê de herdem daxwaziya bavê xwe yê esmanî pêk anî û bû îtaetkarê wî. Îsa bi biryar li dijberî ceribandinên Şeytên têkoşer bû û di bin her şert û mercî de, dilsoziya xwe ji bavê xwe ye esmanî re nîşan da (Marqos 4:1-11). Heta ku di destpêkê de hinek kes ji malbata Îsa jî bi wî bawer nekirin, “çimkî wan digot: ‘Wî hişê xwe winda kiriye!’” (Marqos 3:21). Lê belê, Îsa tu şaşitî nekir, wî herdem bi biryar û misogerî bi ya Xwedê pêk anî. Çaxa mirovan li wî buxtan û neheqî kirin, ew dîsa jî metîn û xwegirtî bû û qet tol û întîqam ne stand (1. Petrûs 2:21-23). 21 Ji kerema xwe re rojên jiyana wî ya dawîn bînin ber çabên xwe. Îsa heta mirinê ji Xwedê re dilsoz ma – ew bi destê dijminan bi şiklekî hovane û êşdar hat qetilkirin (Filîpiyan 2:8). Ew hat destgîrkirin, bi destên şahidên derewkar hat sûcdarkirin û bi destên dadger û hakîmên rişwetxwar mehkûmê mirinê bû. Elaletê tinaz, qerf û henekên xwe û leşkeran jî êşkence li wî kirin. Û di dawiyê de dest û lingên wî li ser dara îdamê mix kirin. Berî nefesa xwe ya dawîn ku canê xwe ji dest bide, wî wusa feryad kir: “Temam bû!” (Yûhenna 19:30). Lê belê, bavê wî yê esmanî piştî sê rojan ku ew mirî bû, ew dîsa ji miriyan bi awayî şexsekî ruhî rakir û çend hefte şûnde jî ew zivirî çû esmanan. Li wê derê, heta ku Yahowa wî dayne ser textê padîşahiyê “li milê Xwedê yê rastê rûnişt” (Îbraniyan 10:12, 13). 22 Dilsoziya Îsa heta mirinê, bo me di bihiştê de li ser rûyê zemîn, reya jiyana herheyî bi xwe re anî. Vîn û daxwaziya Xwedê di destpêkê de ev bû ku mirov herheyî di bihiştê de bijîn. Mirina Îsa çawa ev nîmeta mezin pêk anî? Emê bersîva vê pirsê di piştî vê beşê de bibînin.