Bikarhêner:Delil tok55

Ji Wîkîferhengê

Em welat u bajaren xwe nasbıkeyın u cuda cuda me bajare ruha anıye zıman. Bajarê Ruha Riha (bi tirkî: Şanlıurfa, bi erebî( الرها )/ ar-Ruhā, bi suryanî Urhoy), bi yewnanî Edessa, yan jî bi tenê Urfa) parêzgeh, navçe û bajarekîbakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha di cîhanê de bajarekî herî qedîm û kevnare ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan. Nav Cîroka navê Rihayê wek dîroka bajêr tevlihev û kûr e. Navê herî kevin yê bajêr Edessa ye. Ev nav heta salê 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema Mekodoniyan maye. Navê Edessa ji aliyê Seleukos ve li bajêr hatiye danîn. Di salên 200 de, qralê Bîzans Antiochos navê xwe li bajêr kirîbe jî, demeke sun ve navê wî hatiye jibîrkirin. Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê Suryanî ji peyva Orha/Orihaî tê, bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê. Herwiha, hin kes navê Rihayê bi peyva yewnanî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî Urfayva girêdidin. Pishtre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Şanliurfa" hatiye guhertin, lê bajar ji aliyê Kurdan ve Riha tê zanîn. Ol û civak Bajarê Riha yê wek "Bajarê Pêxamberan" tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji biheshtê (cennet) tên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsapêxember jî li herêmê mane. Li herêmê musilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, ereb û tirk piranî ya nifusê teshkil dikin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Eleqeyeke mezin nîşanî bazirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir biryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir îtiraz pêk nehatiye. Ciyên dîrokî Herêm ji alî tarix ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Halil ul rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û sporên ser avê ciyek mûsaîd e. Kronolojiya bajêr(mêjoya wê ya berê zayın u pıştı zayın) Berî Îsa (zayîn) b.z. • 2000 - 1300 dema Mîtanî û hûriyan • 100 - 612 dema Asûriyan • 612 - 550 dema Medan • 550 - 332 dema Persan • 332 - 313 dema Makedoniyan • 132 hukumdariya Osroene Piştî Îsa (zayîn) p.z. • 117 - 395 dema împaratoriya Roma • 395 dema Bîzansiyan • 639 dema Ereban • 1071 dema Selçukiyan • 1514 dema Împaratoriya Osmanî Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.


Erdnîgarî Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike. Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî biMêrdînê ve tê girêdan. Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin. Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e. Çiyayên herêmê Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Navên çiyayên herî girîng wiha ne: • Çiyayên Takurtukir (1222 m) • Tektek (801 m), • Nemrûd (800m) • Arat (771 m) Deşt, zozan, gelî û ajal Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Dema ku meriv ji dûr ve lê dinêre, tu ajal nayên xuyane û ev der wek col xuya dike û mixabin ajalên ku tê de dijîn nayin zanîn. Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Wekî gumgumokên mezin ên 1.5 metreyî, keftarên ku tenê di belgefîlman de serê xwe li hemberî şêran radikin û kergezên ku bejnê wan digihêje 2 metreyan. Sedemên ku ev ajalan nayin zanîn ev e ku ewan, ji ber ku di deştan de dijîn, xwe baş vedişêrin û hinek ji wan tenê di şevan de aktîf dibin e. Lê belê heger meriv hinek baldartir i vê deştê dinêre wê meriv karibe ev ajalên cûda û zindî yên ku xwe veşar dikin bibîne. Ev yek jî ferqa di nava nêrîn û dîtinê de ye. Navên deştên Rihayê wiha ne: • Deşta Xarranê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye. • Deşta Wêranşarê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye. • Deşta Sirûcê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye. • Deşta Curnê reş li rojavayê Qerejdax e. Çem û Gol • Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Riha yê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr shaxên Feradê ne û li herêmê diherikin. • Gola Halîl ul Rehman; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Halîl ul Rehman e. Mehsî yên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayin girtin. • Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin. • Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne. • Gola Bendava Ataturk Nifûs û navçeyên bajêr Riha navçeya navendî jî di di nav de ji 10 navçeyan pêk tê. Nifûsa bajar nêzî milyonekê ye. Di bajar de li gorî texmînan ji sedî 90 kurd, ji sedî 5 ereb û 5'ên din jî tev li hev in. Navçeyên Riha yên herî mezin û qelebalix Sêwreg û Wêranşar in. Li Navçeya Sêwregê bi tevahî kurd dijîn û bi piranî eşîrtî serdest e. Bi taybetî li navçeya Sêwregê civat pir girêdayî axa ye. Nifûs û navçeyên bajêr li gorî jimartina sala 1997an wiha ye: • Bêrecûg (Birecik), 93.006 (?) • Curnê Reş (Hilvan), 33.467 • Hewag (Bozova), 70.019 • Herran (Harran), 40.664 • Kaniya Xezalan an Tilebyad (Akçakale), 62.454 • Pirsûs (Suruç), 72.026 (?) • Riha (bi tirkî, Şanlıurfa) (navend), 535.412 rûniştvan • Serî Kaniyê (Ceylanpinar) 50.447 • Siwêrek an Sêwregî (Siverek), 146.619 • Wêranşar 163.975 • Xelfetî (Halfeti), 35.500 Tevahiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 1.303.589 e Serwetên bin erdê Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên u hercendı ne ewqasjı dewlemed jıbe bajaren me yen dın hevdu temam dıken.


Kincên herêmê Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene. Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.

Xwarinên herêmê Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in Aqît (reçela îsotê sor) Reçela îsotê Rihayê an jî bi devoka Rihayiyan Aqît navê berekê ji pêjgeha kurdî ye û bi heqîqî ji îsotên tûj ên Rihayê tê çêkirin. Parêzgeha Rihayê bi îsotên xwe yên sor û tûj bi nav û deng e, lewra tê gotin ku gelê Rihayî ji tûjbûna xwarinan pir hez dikin. Ewqas ku, gotineke pêşiyinan dibêje 'Li Rihayê îsot êmzika bebikan e'! Ji ber vê yekê îsot beşeke girîng a xwarin û pêjgeha Rihayê ye. Herwiha, aqît jî, ji bo tûjkirinê weke sos an jî baharata gelek xwarinan tê bikaranîn. Ji bo aqîta îsotan divê ev malzeme hebin: 1kg ji îsotên tûj ên sor, 1 kefçiya çayê ji darçîn, nîv bardaxek ji rûna zeytûnê û nîv kefçiya çayê ji îsota reş. Berî her tiştî îsotên sor divê bên şuştin, birrîn û ji dendikan pakkirin. Piştre îsot ji makîneya goştan tê derbaskirin û di amanekê de tê komkirin. Ji bo ku ava xwe kêmtir be xwê dixin nav, tev didin û li ber rojê rêdixin. Paşê îsota reş, darçîn û rûna zeytûne li ser ve tal dikin û baş tev didin. Êdî reçela îsota sor - an bi navê xwe yê otantîk 'aqît' - ji bo pêjgehê amade ye û kare wek 'etûr an jî sos bê xwarin.