Here naverokê

Bikarhêner:Ûsibê Bêmal anku Yûsuf Kulo

Ji Wîkîferhengê

Ûsibê Bêmal yan Yusuf Kulo(-nekzade) xelkê gundê Renîka ser bi bajarê Ûrmiyeyê sala 1978/08∕24 li wî gundî di malbateke werzgar û hejar de hate dinyayê. Babê wî Bêmalê kurê Simayîlê kurê Kulik, ji eşîra Kizinî bû. Dayîka wî Gulbihara keça Biro Kizinî bû. Ew niha li Ûrmiyeyê dijî û weke mamosteyê zimanê kurdî jî, gelek xebatên çandî-rojinbîrî kirine: 🔴 wergerandin û serrastkirina deh deqên şanoyê bi kurdî bi navên; Dewrêşê Evdî (bi Ezîz Nêmetî re), Bûka baranê-Baranî, Mêdêa (lêzivirîna zimanî), Serêşiyên zelamê mirî, Tanker, Mem û Zîn (serrastkirin)... 🔴 wergerandina deqeke derûnnasiya civakî li ser xebata derûnnasê rûs Vîgotskî ji înglîzî, wergerandin deqeke felsefî li ser rêbaza lîberalîzm; felsefe û perwerdeya wê ji zimanê farsî ku berhema wî bixwe bû, wergerandina rexneya Şivanê Kurmanca ji şêwezarê soranî, wegerandina kurte-kurteçîrokekê bi navê bûk û zava ji şêwezarê soranî, Raman ji farsî... 🔴 Pêşgotarnivîsî li ser berhemên Hizr û Hêvî ji Seyîd Celal Nizamî, Mistek tijî ax, gavek ta baranê, rexne û teorî ji Ezîz Nêmetî, Newayên mutrib û çengên kurdan ji Ebdulkerîm Suroş, Ez insan im ji Mûsa Qulîkî Mîlan, Helbestên Îrec Mêhrbexş, Raman ji Rêber Fikîn... 🔴 wergerandina du fîlmnameyên kurt û alîkarîkirina xatûn Meryem Semedî derhênera kurd ya li Ûrmiyê ... 🔴 pişikdarî di çendî bernameyên radyo-televîzyonî de weke karnasê bernameya pêşkêşbûyî ...🔴 Nivîsandin yekemî rêzimana kurmanciyê li rojhilatê... 🔴 weke endamekî serekî, lidarxistina bi dehan civîn û rûniştinên wêjeyî bi endamên encûmena wêjeyiya Ûrmiyê, herwiha merasîmên helbestan û nasandina helbestvanên navçeyê û pêşanda pirtûkên kurdî, lidarxistina çendîn pêşbaziyên helbest û muzîka kurdî li Ûrmiyê û navçeyên wê, 🔴 hewlên ji bo nasandin û gehandina pirtûkên kurdî... 🔴 pişikdarî di çendîn mêhrîganên kurdî de bi mijarên wêjeyî, rexneyî, rojinbîrî... 🔴 perwerdekirin û fêrkirina bi dehan feqî û xwendekarên kurd... 🔴 nivîsandina çendîn gotarên wêjeyî û zanistî û weşandina wan di kovarên Vejînê li Ûrmiyê, Beyanê li Ûrmiyeyê, û yên li bakûr weke netewperwerî û perwerde, giringiya zimanî û giringîdan bi zimanî, Kozmopolîtîzm, ... 🔴 bi anehiya Xwedê amadekirina romana Rêwî, pirtûka xemlên wêjeya kurdî, defterên helbestan yên bi navê Ez û Mozelan, Tîretemen, Rêzedar, Gula Ûrmiyê, Dîwana Şairekî Kurd....Ûsibê Bêmal xwediyê pileya materê di beşa felsefeya perwerdeyê de ye û weke mamoste, karmendê wezareta perwerdeyê li dibistaneke teknîkî de dixebite...🍀🍀🍀 têkilî: înstagram; @usibe_bemal @gerdun.cosmos ... email: @yousefkulonekzade@yahoo.com