-in

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Paşgir[biguhêre]

-in

  1. Paşgirek e dema ji forma lêkera rader bêt avêtin rayê demên borî jê çêdibe
    birin > bir, xwarin > xwar, avêtin > avêt, meyandin > meyand û hwd.
  2. paşgira kesîn e bo cînavên pirjimar ger rayê dema niha yê lêkerê bi dengdarekê bi dawî bêt
    Em dikin, hûn dizanin, ew dibêjin
  3. paşgira hinekîtiyê (paucal) anku pirrjimara nebinavkirî
    kurd > kurdin ("hin kurdan")
    tişt > li tiştinan ("li hin tiştan")
    kesên xirab > kesine/kesinên xirab ("hin kesên xirab")
  4. (devokî) Negerrguhêz ên lêkerên gerguhêz ên bi -andin çêdike.
    meyandin > meyinîn (li şûna meyîn a berbelavtir)
    Li erdê şîn bû nebat e / Pê zeyinî (hat zeyandin), zendî kinyat e — (Qewlê Afirîna Dinê)

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Raman 1:: Hevreha soranî -in, belûçî -in, zazakî -ene, farisî -en, inglîziya kevn û almanî -en ji proto-hindûewropî *-onom.

Raman 2:: Ji proto-hindûewropî *h₁sénti ("ew in", ji *h₁es-), proto-îranî *-end (ew -in), hevreha -in, -n û ne (bi maneya "ew in") yên kurmancî, farisî -end (ew -in), soranî -(i)n, partî û pehlewî -ênd, ermenî են (en: ew in), latînî sunt (ew in), fransî sont (bixwîne: son: ew in), îtalî son (ew in)... Hêjayî gotinê ye ku formên proto-hindûewropî û yên proto-îranî yên bo kesê yekem yê pirjimar (em) û kesê duyem yê pirjimar (hûn) ji kurdî winda bûne û forma sêyem ya pirjimar (ew) li cihê wan jî tê bikaranîn. Bo nimûne, di farisî de forma -îm li gel peyva ma (em) û ya -îd jî li gel peyva şuma (hûn) tê bikaranîn û forma -end (hevbera "-in") ya kurdî tenê li gel îşan/anha/anan (ew/wan) tê xebitandin. Herwiha , -e û -in jî ji heman rehê *h₁es-proto-hindûewropî ne.

Raman 3:: Ji hin; wek tiştek = tişt-yek, tiştin = tişt-hin.

Raman 4: Paşvesazî ji -andin.

Almanî[biguhêre]

Paşgir[biguhêre]

-in

  1. Paşgirek e ku ji navdêrên nêr û nêtar navdêrên çêdike:
    Malerin ji (Maler+ -in)

[biguhêre]

Werger[biguhêre]