-e

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Paşgir[biguhêre]

-e

  1. (devokî) paşbendika kesîn ya kesê sêyem yê yekjimar li dema niha (Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre -it.)
    Ew dike (ew dikit), ew dixwe (ew dixwit), ew dibêje (ew dibêjit).
  2. paşbendikek e ku peyvên zayendmê yên yekjimar û nediyar bi diyarkerên wan ve girê dide:
    pirtûkeke kevn
    jineke spehî
  3. paşbendikek e hin peyvên nû ji yên heyî pê tên çêkirin
    heft > hefte, nexş > nexşe, çandin > çande, şil > şile
  4. paşbendikek e wateya "ya / yê ku gelek dike yan dikare" dide peyvê
    zane (kesa/ê gelek dizane)
    xwere (kesa/ê ku pirr dixwe)

Bide ber[biguhêre]

Binere herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Raman 1: Ji *-ed, herwiha -it, hevreha farisî -ﺪ(-ed), ji proto-hindûewropî *-iteh₂.

Raman 2: Guhertoyeke -eka.

Raman 3: Ji *-ek/*-eg, hevreha -ik.

Raman 4: Guhertoyeke -a.

Esperantoyî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • IPA: /e/
  • Kîtekirin: e

Paşgir[biguhêre]

-e

  1. Paşgira ku hokeran çêdike.
    bona ("baş", rengdêr) --> bone ("baş", hoker)
  2. Tê paş peyvên ku cih nîşan dikin.

[biguhêre]

Peyvên cih nîşan nikin: