reşêle

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Reşêleyek

reşêle

  1. Cîqereş, zerzûr, çûkreş, sîrû, cîq, reşreşk, keşûşke,
    çûkek hûrik ya ji malbata an famîleya cîqan e.
  2. garanîk, çîq, alik[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Reşêle hinekî ji çûkên beytik girstir xwedî nikulekî dirêj perîkên wan reş in û bi refan bi hevdu re digerin. Tiştên ku xwe pê xwedî dikin kêzik, dexl û fêkî ne. Bi qasî 120 celebên reşêleyan hene. Reşêlên ku li welatê me herî têne dîtin (S.vulgarîs) e dirêjbûna wan 21 cm e. Reşêle perîkên wan di rengê erguwanî û keskekî dibiriqîne de ye. Reşêle bi baskên xweyî ên dirêj û badayî gellekî xweşik difirin. Ji bo ku ji xwe re li xurikan bigerin li erdê xwe çeng dikin û digerin.Ji bo ku kurmikan bibînin erdê dixirpişînin.Hêlînên xwe li nav erdan, li park û daristanan di qul û qewêran de çêdikin.Bi nikûlên xweyî ên dirêj çûkan dikujîn û di hêlînên wan de bi cih dibin. Reşêle dikevin heta nava bajaran li ser arîkên avahiyan dilûsin.Pir bi hêsanî hînî mirovan dibin û teqlîdên ajalên din dikin. Li gorî cihên ku lê dijîn têne senifandina wan ên koçber, ên gerok û ên niştecih hene. Zivistanî li Herêma Marmara bi taybetî li stembolê pir têne dîtin. Hêkên wan di rengê şînê vekirî de ye di navbêna 3-5 hêkan dikin. Ê nêr û a mê bi dorê li ser hêkan rudînên. Reşêle Ji bilî ên ku bi kuliyan xwe xwedî dikin bi piranî ji ber ku ziyanê didin fêkiyan ji hêla cotkaran ve nayêne hezkirin. Reşêle dema ku qelew dibin goştê wan pir bi tahm e. — (Ba Qoserî: Danasîna çend Çûkan - 3, Nusaybinim.com, 8/2011)

Herwiha[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]