reşreşk

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reşreşk reşreşk
Îzafe reşreşka reşreşkên
Çemandî reşreşkê reşreşkan
Nîşandera çemandî reşreşkê wan reşreşkan
Bangkirin reşreşkê reşreşkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reşreşkek reşreşkin
Îzafe reşreşkeke reşreşkine
Çemandî reşreşkekê reşreşkinan
Reşreşk

reşreşk

  1. Riwekek xwerbar ya ji binemala giyaziravan e û bi dirûvê xwe mîna sibitê (tere) ye.
    • Reşreşk hêşînhatek (nebatek ) ji malbata giyaziviran (kulîlka dawetê ) tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane li gor cûre 20 – 80 cm bilind dibe û gelek çiq jê diçin. Belgên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û dişibehin yên sibitê (tere ). Kulîlkên wê spî, peyazîyane yan jî binevşî ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêqîya wê wek qapsûlek gurover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û dişibe ya xaşxaşê . Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û reş heye. Ji wî bizrî re "reşreşk" (an jî kuncîyên reş) tê gotin. Gelek cûreyên reşreşkan hene. Lê yên herî navdar misrî, şamî, afrîqî û yên kûvî ne (çolî-bejî). Têdahîyên wan hema-hema wek hev in. Tiştên wan yên ji hev cuda rengê kulîlkan û bilindahîya bejna wan e. Ji reşreşkê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanaîya dermanan de tê bikaranîn. Herweha wek biharat ji bo çêjin û tamxweşkirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê reşandin. Bi Almanî navê wê “ Schwarkûmmel, bi Tirkî jî "Çorekotu" ye. — (Bavê Jîndar, Lotikxane.com, 6/2011)

Navê zanistî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]