hirç
Ji Wiktionary
Naverok |
Kurdî [biguherîne]
navdêr
navê gelemper yê hirçan zayendmê ye
Wate [biguherîne]
- heywanek kûvî ya mezin û têr-pûrt ya guhandar e
- hirçok, pêlîstoka ji dirûvê hirçan
- (mecazî) mirova/ê tirsnak (bi taybetî kesa/ê ku porrê/pirça wî/wê qijavij e û riyên xwe netiraşîne)
Bi alfabeyên din [biguherîne]
- kurdî-erebî: هرچ
Bi zaravayên kurdî [biguherîne]
Hin cûnên hirçan [biguherîne]
- hirçên belek / hirçên panda (Ailuropoda melanoleuca)
- hirçên gewr (Ursus arctos horribilis)
- hirçên kever (Tremarctos ornatus)
- hirçên kodyakî (Ursus arctos middendorffi)
- hirçên qehweyî (Ursus arctos)
- hirçên reş
-
- hirçên reş yên amerîkî (Ursus americanus)
- hirçên reş yên asyayî (Ursus thibetanus)
- hirçên spî / hirçên qutbî (Ursus maritimus / Thalarctos maritimus)
- hirçên tavê (Helarctos malayanus)
- hirçên tiral (Melursus ursinus)
Ji [biguherîne]
Ji proto-hindûewropî *h₂ŕ̥tḱos, ji proto-aryayî *hrtća, têkildarî erşe ya avestayî, xirs ya farisî, wirç/wurç ya soranî, heş ya zazakî, heşşe ya hewramî, արջ (erc) ya ermenî, ἄρκτος (arktos) ya yûnaniya kevn, αρκούδα (arkoúda) ya yûnaniya nû, ursus û ursa yên latînî, ours ya frensî, oso ya spanî, artz ya bretonî, arth ya weylsî ye, ari ya albanî û hwd.
- proto-hindûewropî: *h₂ŕ̥tḱos ("hirç")
- proto-aryayî: *hrtća
- Çavkanî: Horn p.105, Watkins p.6, MacKenzie P.117, Etymonline
Jê [biguherîne]
- henekên hirçê
- hirçane
- hirçistan
- hirçî
- hirçkuj
- hirçkujî
- hirçnas
- hirçnasî
- hirçok
- reqsa hirçê
- hirçvan
- hirçvanî
- hirçzan
- hirçzanî
[biguherîne]
- Ursus
Werger [biguherîne]
|
|