hevdemal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

hevdemal

  1. roja 3yî adarê ku li ba kurdên Xorasanê rojeke pîroz e

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Şeva Hevdemalê (Hevde Mal) li ba kurdên xorasanê
    Li teqwîma kurdên Xorasanê şevek hêja û pîroz heye ku jêra `Şeva Hevdemalê` (Hevde Mal) dibêjin. Ew şeva şeva 3`ê adarê (۱۳`ê meha Isfendê) ye ku ji wê şevê heta Newrozê ۱۷`ê şev dimînin.
    Li vê şevê xwarinek bi navê `Kûmac‘ê çê dikin. Ew xwarina xweş ku ji ard û rûn û tiştên din çê dibe visa ye ku kevaniya malê dema ku hevîra wê distirê, moriyeke bi rengê şîn yan kesk dike navê.
    Dema ku xwarin amade dibe û tînin ser sifrê, bi kêrê bi qasî hejamara endamên malbatê ku hazir in dikin çend beş. Her kes para xwe hiltîne û di nav dewriyê xwe da datîne û bi vî awayî dest bi xwarinê dikin.
    Tişta ku li vir gelek balkêş ev e ku ev morî li para her kesî be û li devê her kesî xuya bibe, bi bawera xelkê ew kesek xwedîşans û bextewar e.
    Dibêjin ku di sala bê da dê rozî û nêmetên Xwedê bi ser wî/ê da dibare.
    Li bara vê şevê û hejmara 17’an bîr û nêrînên cûrbicûr hene.
     — (Berat Qewîendam li ser Facebookê, 3/2016)

Etîmolojî[biguhêre]

hevde (17) + mal