gurçik

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gurçik gurçik
Îzafe gurçika gurçikên
Çemandî gurçikê gurçikan
Nîşandera çemandî gurçikê wan gurçikan
Bangkirin gurçikê gurçikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gurçikek gurçikin
Îzafe gurçikeke gurçikine
Çemandî gurçikekê gurçikinan
gurçikên mihan

gurçik , r-ya nerm, ç-ya nerm, k-ya nerm

  1. kilî, du endamên leşî yên hinavan in ku li rexê çep û rastê dikevin
    erka wan e ku pêkhateya xwînê bi awayekî biparêzin ku guhertinên nelirê yan tirsnak têde rû nedin
    bi vê mebestê gurçik madeyên ne xwazyar ên di xwînê de bişaftî derdixin derveyî laşî
    ev pêvajo hem aktîv û hem pasîv digire
    gurçik wek erk herwiha radeya tirşahiya xwînê diparêzin û di encam de mîz pêk tê
    • Ger di beden da pir av hebe, tansîyon derdikêve jor. Wê gavê, gurçik wê avê wek mîz ji bedenê davêjin der û bi wî awayî jî tansîyon cardin dadikeve jêr. — (Anatomiya Bedena Mirovan, Huseyin Bektaş, Weşanên Deng)
    • ظهر پشته سره ناڤک جوف ناڤ
      کبد جرگه کلیه گرچک کدنه بز
      روڤین امعاء مرارت هم ظراڤ

      Z̤ehr-i puşt e; sirre navik; cewf-i nav
      Kebd-i cerg e; kulye gurçik; kidne bez
      Rûviyin emʿaʾ; meraret hem z̤irav
       — (1683, Ehmedê Xanî,
      Nûbihara Biçûkan)
    • Dibêjin, kevir di gurçikên te de hene, ma ez çi zanim... — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
  2. tiştên bi şiklî xwe mîna gurçikan, gurçikên titûnê, gurçikên ceket

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Bi soranî گورچیله(gurçîlh) (gurçîle), kurdiya başûrî gurcig, gurcîlik, lekî gurdałe, hewramî wełk, zazakî velike, farisî گرده‎ (gordê), pehlewî gurtek, tacikî гурда (gurda), avestayî veretke-, sanskrîtî वृक्क (vŕkkaḥ)... ji proto-îranî.

Werger[biguhêre]