Pêvek:Rastnivîsî/Rengdêr
Rengdêr (sifet, adjective) ew peyv in ku navdêran (navên kes, tişt û cihan) yan cînavan (ez, tu, ew...) salix didin anku behsa çawaniya wan dikin. "Mezin, biçûk, sor, reş, şirîn, dirêj..." hin rengdêr in.
Rengdêr[biguhêre]
Radeya sade[biguhêre]
Di kurmancî de rengdêr li gor zayendê (mê yan nêr) yan jî mêjerê (yekjimar yan pirrjimar) natewin:
- kitêba reş
- çavê reş
- kitêbên reş
Lê eger navdêr jê were avêtin, ev gotin dikarin wiha bin:
- ya reş
- yê reş
- yên reş [1]
Di vê rewşê de jî rengdêr natewin lê pêşbendikên serbixwe yên li pêşiya wan diyar dikin ku gotina yekem mê, ya duyem nêr û ya sêyem jî pirrjimar e. Awayekî din jî yê gengaz lê kêmtir bikarînayî û devkîtir jî wiha ye
- reşê (ya reş)
- reşî (yê reş)
- reşan [2] (yên reş)
[biguhêre]
Herwiha rengdêr dikarin wek navdêr werin bikaranîn:
- mezin (mirovên mezin)
- qenc (mirovên qenc)
- lawaz (sewalên lawaz)
Di wê rewşê de ew bi temamî wek navdêran dikarin werin xebitandin:
- Mezinên malê (dê û bab û kesên din yên ji 18-saliyê mezintir, ne zarok; yan jî "biryarderên malê")
- Ev qehwexane tenê bo mezinan e. (li zarokan qedexe ye)
- Kuştî hemû zarok bûn, mezinek tenê jî di nav de tine bû.
Du rengdêr bi hev re[biguhêre]
Carinan navdêr yan cînav ne tenê bi rengdêrekê lê bi du yan zêdetir rengdêran jî tên salixdan:
- kitêba sor, stûr û giran (yan devkîtir: kitêba sor û stûr û giran)
- serê reş û dirêj
- kevirên gewr û mezin
Lê ji bilî "û", ew dikarin herwiha bi hin awayên din jî bi hev ve bên girêdan:
- kitêba sor (y)a stûr (y)a giran
- serê reş (yê) dirêj
- kevirên gewr (y)ên mezin
Carinan li cihê "(y)ê" di navbera du rengdêrên ku navdêrekî nêr salix didin de "(y)î" tê bikaranîn:
- serê reş î dirêj [3]
Li cihê "(y)a" di navbera du rengdêrên ku navdêreke mê salix didin de "(y)" tê bikaranîn:
- kitêba sor e stûr e giran [4]
Lê ev herdu awa zêdetir devkî ne û bi taybetî "(y)e" ya bi navdêrên mê re gelek kêm tê bikaranîn.
Radeya berhevdanê[biguhêre]
Mirov dikare bi rengdêran ne tenê behsa rewşa navdêr û cînavan bike, lê herwiha wan bide ber hev jî:
- Ez ji te biçûktir im.
- Xecê ne ji Elî pîrtir e.
Li gel paşbendika "-tir" peyvika "hê" yan jî "hê jî" [5] dikare werin bikaranîn:
- Ez hê jî ji te biçûktir im. (Tu biçûk lê ez hê jî zêdetir biçûk im.)
- Tu ji min jî hê zûtir hatî. (Ez zû hatim lê tu hê zêdetir jî zû.)
Herwiha radeya berhevdanê jî dikare wek navdêr were bikaranîn:
- Gelo Mercedes ji BMW baştir e > Gelo Mercedes ya baştir e > Gelo baştira wan Mercedes e?
Radeya raserî[biguhêre]
Me li jor du tişt yan kes bi rengdêran dan ber hev û ew li gor hev pîvandin. Lê mirov dikare bi rengdêran herwiha rewş û taybetmendiyên navdêrekê yan cînavekê li tenê li hember yeke din lê li hember hemûyan diyar bike.
- Bihar û payiz du demsalên sar in lê zivistan sartirîn demsal e. (anku ne bihar, ne havîn û ne jî payiz bi qasî zivistanê sar e)
Heman hevok dikare bi van her sê awayên jêr jî were gotin lê ew piçekê devkîtir û belkî devokîtir in jî loma baş e ku awayê li jor were tercihkirin:
- ... zivistan demsala sartirîn e.
- ... zivistan demsala herî[6] sar e.
- ... zivistan demsala ji hemûyan sartir e.
Herwiha radeya raserî jî dikare wek navdêr were bikaranîn:
- Gelo Mercedes baştirîn tirimpêl e? > Gelo Mercedes ya baştirîn e > Baştirînê bikirre!
Têbînî[biguhêre]
- ↑ a b Dikarin wek "a reş", "ê reş" û "ên reş" jî were nivîsîn lê wisa zêdetir devkî ne. Li gor devokan "yên reş" dikare wiha jî be: "yêd reş, yêt reş, êt reş, êd reş".
- ↑ a b "Reşan" hê devkîtir dikare wek "reşa" jî were gotin lê bi kêrî zimanê nivîskî nayê.
- ↑ a b Carinan ji hev cuda wek "reş î dirêj" û hin caran jî bi hev re wek "reşî dirêj"
- ↑ a b Carinan ji hev cuda wek "sor e stûr e giran" û hin caran jî bi hev re wek "sore stûre giran"
- ↑ a b Di zimanê axivînê de "hêj", di hin devokan de "hîna (jî)", "hîn (jî)", "hêja", "hêşta (jî)" lê ev hemû devokî ne û baştir e ku "hê" yan "hê jî" di zimanê nivîskî de were tercihkirin. Peyvika "deha" yan "daha", ku carinan di axivînê yan nivîsînê de tê dîtin, ji tirkî ye û divê ku di zimanê nivîskî de neyê bikaranîn.
- ↑ a b Li cihê "herî" kêm car "here" tê gotin û nivîsîn lê "herî" berbelavtir û naskirîtir e. Carinan bi şaşî "en" ya tirkî jî tê xebitandin lê bi kêrî nivîsîna kurdî nayê.