Pêvek:Rastnivîsî/Peyvên deynkirî

Ji Wîkîferhengê
Zimanê kurdî gelek peyv diyarî zimanên din kirine û gelek jî ji wan girtine.

Li dinyayê ti zimanek nîne ku peyv û gotin ji zimanên din deyn nekiribin: hemû ziman bi saya hev zengîn û rengîn bûne. Zimanê kurdî jî hem gelek peyvên xwe bi zimanên din re, bi taybetî bi cîranên xwe (farisî, erebî, tirkî, ermenî û siryanî) re parve kirine û hem jî bi sedan peyv ji wan deyn kirine. Ev peyvên deynkirî hin vê dawiyê ketine kurdî lê gelek ji wan bi sedsalan û heta hezarsalan berê bûne malê zimanê me, yan bi mane û teşeya xwe ya di wan zimanan mane yan jî wate û dirûvên nû wergirtine. Wan herwiha mil bi mil li gel gotinên ji eslê xwe kurdî di biwêj û pend û gotinên pêşiyên me de jî cihê xwe girtiye.

Ji hêz û taqeta me zêde ye ku em wan peyvan ji zimanê xwe biavêjin: ew di nav gel de tên bikaranîn û baş tên fehmkirin û hema bêje her kes maneya wan dizane. Lê herwiha eger em hewl bidin ku zimanê xwe ji wan "paqij" û "petî" bikin, em ê ziyan û zerereke mezin bidin xwe û dîroka zimanê xwe jî: em ê xwe ji zimanê bavûkalên xwe dûr bixin û ji wate û dirûvên qalibgirtî yên biwêj û pendên wan xwe rût bikin.

Ya giring ew e ku em li wan bêje û biwêjên xwe yên deynkirî wek emanet binerin û wan jî wek malê xwe biparêzin. Lê herwiha muhim e ku li ser çawaniya rastnivîsîna wan bisekinin û hin qaydeyên giştî jê re diyar û destnîşan bikin.

Peyvên deynkirî[biguhêre]

Peyvên ji Rojavayê[biguhêre]

Wek di hemû zimanan de, di zimanê kurdî de jî bi sedan peyvên rojavayî (ji koka yûnanî yan latînî) cih girtiye û tên bikaranîn. Ew peyv ne yekser ji yûnanî yan latînî lê bi rêya fransî yan îngilîzî û li gor gotina (lê ne rastnivîsiya) van zimanan di kurdî de bi cih bûne.

Di zimanê tirkî û yê farisî de ev peyvên rojavayî bi giştî li gor gotina (lê ne rastnivîsiya) zimanê fransî û di zimanê erebî de jî li gor gotina zimanê îngilîzî tên gotin û nivîsîn. Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê jî van peyvan li gor zimanên serdestên xwe dibêjin loma:

- kurdên Bakur dibêjin “psîkolojî”, “aktîf” “bisiklêt” û “otobûs” lê yên Başûr dibêjin “saykolocî”, “ektîv”, “paysikil” û “pas” (di herdu peyvên dawiyê de “b” bi şaşî bûye “p”, belkî ji ber ku di erebî de “p” nîne lê kurdan bawer kiriye ku di van peyvan de divê hebe).

Lê dikare were gotin ku di kurmancî de bi giştî formên li gor gotina zimanê fransî cihê xwe girtiye (berevajî di soranî de ku formên îngilîzî tê de berbelavtir in). Loma em dikarin di nivîsîna kurmancî de bi gelemperî formên li gor gotina fransî bipejirînin. Lê hewce ye ku hin qaydeyên giştî werin diyarkirin.

K, ne Q

K û Q: Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de ”k” carinan wek ”k” ya kurdî tê xwendin ”kim” (kî) lê carinan jî nêzîkî ”q” ya kurdî ”kamera”. Peyvên rojavayî (ewropî) yên di kurdî de divê ku herdem bi ”k”, ne ”q” werin nivîsîn ji ber ku dengê "q" di wan zimanan de nîne (q-ya di wan zimanan de heyî jî wek ya kurdî nayê xwendin). Ew peyv di wan zimanan de bi dengê "q" yê kurdî nayên xwendin lê tenê tirk ji ber taybetmendiyên zimanê xwe wê nêzîkî dengê "q" yê kurdî dixwînin: ”kamera, kamyon, Amerîka” (ne *qamera, *qamyon, *Amerîqa).

-SYON û -SIYON

Gelek peyvên rojavayî yên ji koka latînî di îngilîzî û fransî de bi paşbendika “-tion” bi dawî tên: collaboration, integration, preparation, reaction... Ew di fransî de wek “-syon” û di îngilîzî de jî wek “-şin” tên xwendin. Di kurdî de li cihê vê paşbendikê bi giştî -syon lê carinan -siyon tê bikaranîn: kolaborasyon, integrasyon (yan entegrasyon), preprasyon lê reaksiyon...

Hêjayî gotinê ye ku di kurdî de divê bi giştî “-syon” be (kolaborasyon, integrasyon, preparasyon, ne *kolaborasiyon, *integrasiyon, *preparasiyon). Lê eger li berî vê paşbendikê jî dîsa herfeke bêdeng (konsonant) hebe, divê -siyon were bikaranîn: reaksiyon (ne *reaksyon).

IN-, ne EN- yan ÎN-

Pirr gotinên rojavayî yên ji fransî yan îngilîzî deynkirî di wan zimanan de bi pêşbendika in- dest pê dikin: information, international, influenza... Ew di tirkî de bi giştî wek en- tên nivîsîn: enformasyon, enternasyonal, enflüanza. Lê ne dengê îngilîzî “in-“ wek “în-“ ya kurdî û ne jî “in-“ ya frensî tam wek “en-“ ya tirkî ye. Di kurdî de dê baştir be eger “in-“ wek xwe were parastin: informasyon, internasyonal, influenza...

-ÎV, ne -ÎF

Bi taybetî gelek rengdêrên ji zimanên rojavayî di kurdî de bi vî dengî bi dawî tên: aktîv, negatîv, pasîv, pozitîv...

Di pirraniya zimanan de ew bi dengê “-iv-” tên nivîsîn: îngilîzî “-ive”, spanî “-ivo”, swêdî “-iv” û hwd. Ev paşbendik ji latînî hatiye deynkirin û di wî zimanî de jî -iv- e. Di fransî de forma nêr wek “-if” û ya mê jî “-ive” e. Tirkan forma nêr ya frensî “-if” girtiye û wê bi kar tînin (di tirkî de, wek di kurdî de jî, rengdêr bêzayend in anku tirkî ti cudahiyê naxe navbera forma rengdêran ya bo bikaranîna li gel navdêrên nêr û navdêrên mê - jixwe di tirkî de navdêr jî bêzayend in).

Di kurdî de, li Bakurê Kurdistanê, ji bandora tirkî forma -îf hatiye bikaranîn lê di kurmancî de roj bi roj forma -îv berbelavtir dibe. Ji ber ku eslê peyvê -iv- e û ev forma di pirraniya zimanan de (heta di frensî bi xwe de jî wek me got) tê bikaranîn, divê di kurdî de jî forma “-îv” were tercihkirin: efektîv (ne *efektîf), ergatîv (ne *ergatîf), konsekutîv (ne *konsekutîf).

-ÎZM, ne -ÎZIM

Bi taybetî di navê rêbaz û îdeolojiyan bi îngilîzî bi -ism û bi frensî bi -isme bi dawî tê. Herdu jî wek -îzm ya kurdî tên xwendin. Hin caran di kurdî de peyv wek “-îzim” tên nivîsîn lê wiha şaş e. Awayê rast: kapîtalîzm, komunîzm, sosyalîzm, radîkalîzm, îslamîzm

-ÛM, ne -UM

Bi sedan peyvên ji zimanên latînî ketine zimanên din bi paşbendika “-um” bi dawî tên û hem di frensî û îngilîzî û hem jî tirkî de bi -um tên nivîsîn. Lê di kurdî de bi giştî kîteya dawiyê dirêj e loma wek -ûm tê xwendin û nivîsîn: forûm, maksîmûm, mînîmûm.

-ÛS, ne -US

Di gelek peyvên rojavayî de di fransî û îngilîzî de paşbendika -us heye. Di tirkî de dibe -üs. Herçend e ku “-üs” ya tirkî zêdetir nêzîkî “-us” û ne “-ûs” ya kurdî be jî, di kurdî de bi giştî kîteya dawiyê dirêj e loma wek -ûs tê xwendin û nivîsîn: otobûs.

Latînîzekirina peyvên erebî[biguhêre]

Peyvên ku ji zimanê erebî ketine zimanê kurdî, divê ku li gor gotin û rastnivîsiya kurdî werin nivîsîn û gotin. Ne hewce ye û nabe jî ku mirov hewl bide ku dijî xweseriyên zimanê kurdî wan wek di erebî de bibêje yan binivîse:

- mesele (bi s-ya normal, ne ya “fis”), razî (ne radî yan radhî), Remezan (ne Remedan yan Remedhan), sibe (ne sebah)

HEREKET

Li cihê fetheya erebî divê di kurdî de “e”, li şûna kesreyê “i”, ji dêlva zemmeyê “u” were nivîsîn:

- Hesen (ne Hasan), ihtimal (ne îhtîmal), mumkin (ne mûmkîn)

K û Q

Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de ”k” carinan wek ”k” ya kurdî tê xwendin ”kim” (kî) lê carinan jî nêzîkî ”q” ya kurdî ”kamera”. Peyvên ji erebî divê ku di cihê pêwîst de bi ”q” werin diyarkirin: ”Qasim, Qadir, Qedrî” (ne *Kasim, Kadir, Kadri).

W, ne V

Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di erebî de W heye lê V nîne. Di tirkî de V heye lê W nîne loma peyvên ji erebî deynkirî yên bi W di tirkî de bi V tên nivîsîn: tirkî: vekil, vacip, vefat. Ji ber ku ev peyv hemû di erebî de bi W (و) ne, divê ku ew di kurdî de jî bi W werin nivîsîn : "wekîl, wacib, wefat".

B, ne P:

Di erebî de herfa B heye lê ya P nîne. Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de jî herdu hene lê li dawiyê tenê P dikare hebe. Loma peyvên ji erebî deynkirî yên ku bi B bi dawî tên, di tirkî de bi P tên nivîsîn: kitap, kalp, inkılap. Lê di kurdî de ew divê bi B werin nivîsîn: kitab (yan kitêb), qelb (dil), inqilab (şoreş).

C, ne Ç:

Di erebî de herfa C heye lê ya Ç nîne. Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de jî herdu hene lê li dawiyê tenê Ç dikare hebe. Loma peyvên ji erebî deynkirî yên ku bi C bi dawî tên, di tirkî de bi Ç tên nivîsîn: harç, hariç. Lê di kurdî de ew divê bi C werin nivîsîn: xerc, xaric (derve, derveyî welat).

T û D:

Ev herdu herf hem di erebî, hem di kurdî û hem jî di tirkî de hene. Lê di tirkî de D nikare were dawiya peyvê, loma li cihê ku di erebî de -d be jî, di tirkî de -t tê nivîsîn: hudut, ret, tereddüt. Lê di kurdî de divê ew bi -d werin nivîsîn: hidûd, red, teredud. Lê di peyvên ku di erebî bi xwe de jî -t li dawiyê ye, divê ku di kurdî de jî -t were parastin: keramet (tirkî: keramet), saet (tirkî: saat), rexbet (tirkî: rağbet).

HERFÊN TAYBET

Peyvên ji erebî deynkirî yên bi herfên erebî yên ku di alfabeya kurdî-latînî de nînin:

  • “ث” divê wek “s” were nivîsîn: mesele, sabit
  • “ح” wek “h”: Hesen, Hisên, hemal
  • “ذ” wek z: zat, zikir
  • “ص” wek s: sahib, sabûn, sofî
  • “ض” wek z: razî, zemîr, zid (awarte: erd)
  • “ط” wek t: teb, teleb, tebeq
  • “ظ” wek z: zerf, zefer, zihûr
  • “ع” li destpêka peyvan bi alfabeya latînî nayê nivîsîn: Elî, umr, Emer, ereb. Eger “ع” li pey herfa “e” be, di kurdiya latînî de divê ku li cihê wan bi giştî “a” were nivîsîn: “marîfet” (ji “meعrîfet”), “yanî” (ji “yeعnî”), “mane” (ji “meعne”). Eger li berî “ع” jixwe “a” hebe, ew wek xwe dimîne: “saet” (ji “saعet”). Di hin navan de nîşana ’ dikare were bikaranîn: “Se’îd, Se’dî”.
  • “غ” wek x: xerb, xezeb

-ET, ne -E

Di erebî de gelek peyv bi herfa “-e(t)” (ة) bi dawî tên. Di wî zimanî de eger peyv serbixwe were bikaranîn, dengê “t” nayê xwendin lê eger bi peyveke din ve were girêdan, dikare were xwendin.

Di farisî û tirkî de ew “t” herdem tê xwendin: sa’e(t) > sa’et (tirkî: saat), îcaze(t) > îcazet (tirkî: icazet), terbiye(t) > terbiyet. Di kurdî de jî divê “t” herdem were nivîsîn û xwendin: îcazet (ne îcaze), hewiyet (ne hewiye), terbiyet (ne terbiye).