îtîdal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

îtîdal

  1. wekhevî, beramberî
  2. adilî, edalet
  3. ekînoks

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Hişyarkirinên ku Selahedîn Demirtaşî piştî hevdîtina ligel serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî di kombûna medyakaran de kirin gelek girîng û hêja ne.

    Gelek eşkera ye ku wî ev hişyarî bo kê kiriye. Ez ji dil û can dixwazim hîşyarîyên wî bigihên armanca xwe û hinde medyakar/nûserên kurd yan yên tirk ku di medyaya kurdan de dinivîsin wî zimanê xwe yê ku jehrê dixîne nav kurdan terk bikin, zimanê rêzgirtin û tifaqê bi kar bînin. <bp>Ji vê çendê ez xwedîtî li gotinên Selahedîn Demirtaşî dikim, gotinên wî ji tirkî bo kurmancî werdigerînim û bo hemî medyakar û nûser û roşinbîr û sîyasîyên kurd li vir dubare dkim:

    "Ji bo tifaqa kurdan divê zimanê medyaya kurd û Kurdistanî gelek bi îtîdal be. Di çapemenîyê de rexnegîrî mafek e. Lêbelê her awa şîrove û nûçeyên tehqîrane, tehdîtwar û piçûkxistinê ku li derveyê rexnegirtinê ne, zerarê didin yekîtî û tifaqa kurdan. Bo lîder, kesayet yan partîyeka kurdan bikaranîna zimanê tehqîrê xizmeta kesî nake. Ji vê çendê xebatkar, xwedan yan jî kedkarên sazîyên medyaya kurdan divê zimanek ku di xizmeta tifaqa kurdan de ye bikar bînin. Bo kîjan partî, lîder yan kesayetê kurd dibe bila be, em nûçeyek ku têde heqaret yan dijûn hebe nagirin dîqetê. Ger armanca wan ev nebe jî, di nav kurdan de ji hevûdin veqetînê re rê vedikin. Zorbeyê caran tiştê ku hewldanên me di tewşê de dibin jî ev ziman û uslûb e. Ji ber ked û fedakarîya wan em sipasî bo hemî xebatkarên çapemenîyê dikin. Lê em rica dikin ku zimanekî bi îtîdaltir bikar bînin." — (Roşan Lezgîn li ser Facebookê 9/2016)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî اعتدال(i'tidal).

Werger[biguhêre]