ekînoks

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ekînoks ekînoks
Îzafe ekînoksa ekînoksên
Çemandî ekînoksê ekînoksan
Nîşandera çemandî ekînoksê wan ekînoksan
Bangkirin ekînoksê ekînoksino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ekînoksek ekînoksin
Îzafe ekînokseke ekînoksine
Çemandî ekînoksekê ekînoksinan

ekînoks

  1. itidal, beramberan,
    hevdirêjiya şev û rojê, wekheviya şev û rojê,
    gava ku şev û roj tam bi qasî hev dirêj in
    (her salê du caran: carekê biharê roja 20 yan 21ê adarê û carekê jî payizê roja 20 yan 21ê îlonê):
    • Ji ber ku li roja Newrozê tîrêjên rojê tîk ango di 900 pileyî dadikevin ser ekwatorê û dirêjiya şev û rojê dibe wek hev. Ji vê bûyerê re dibêjin “ekînoksa biharê”. Jixwe, salê du ekînoks pêk tên. Newroz a buharê, Tolan jî ya payîzê ye. Dema ekînoksa Payîzê roj kintir, şev jî dirêjtir dibin. Lê dema ku ekînoksa biharê ango roja newrozê, roj li her du cemseran wekhev e. Ji wê rojê pê ve li cemsera bakur şev kintir, roj jî dirêjtir dibin. Ya başûr jî berovajî wê ye. — (Serhedname.com 3/2017, jêwergirtin 11/2019)

Etîmolojî[biguhêre]

Bi rêya tirkî ekinoks ji fransî équinoxe ji latînî aequinoctium ji aequus ("wekhev, beramber") + nox ("şev").

[biguhêre]

Werger[biguhêre]