ziqitandin
Kurmancî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
Lêker[biguhêre]
ziqitandin
- Bi enîşk yan bi dest li yekî/ê xistin da ku wî/wê hişyar bikin yan jî bala wî/wê bikşînin
- Bi darekî yan tiştekî din bi sivikî bê ku wî/wê biêşînin li yekî xistin
- Piştî şer ji bo ku wan li hev bîne hatin ban (bang) xalê Elî kirin. Wexta xalê Elî gihaşte hewara wan dest bi pirsa kir. Silo got: Ketibû ser min, ji bo ku ez xwe xelas bikim min çend cara serê kêrê ziqitand newqa wî. Xalê Elî got: ziqitandina çi law! zilamê me bûye ê mirinê, sêla danîne bin newqa wî wa tije xwîn bûye. We gotibû me serê hev şikenandiye, îja ka ev çiye?
- jan dan kezebê, pir êşandin, êşîn û jan pê ketin [1]
Ji wêjeyê[biguhêre]
- Bi dengê pêpîkê re her kesî her tişt di cih de hişt, hema rabû ser xwe û berê xwe da xirbeyê di tenişt xirbeyê şîvê de.
Çolo ziqitand Dimdim û bi dizî jê pirsî:
”Niha em diçin ku?“
”Em diçin Akademiya Ilim û Edebê“ — (Serok Altaxûs, Laleş Qaso, Çapa 2., 2009, weşanxana Komal)
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Têkildar[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger[biguhêre]
- Farisî: به درد آوردن, آزار دادن → fa
- Îngilîzî: to poke → en
- Tirkî: dirsekle vurmak, dirsek vurmak, dirsekle iteklemek
Mane 3
Çavkanî[biguhêre]
- ↑ Umîd Demîrhan, Ferhenga destî