jiyan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jiyan jiyan
Îzafe jiyana jiyanên
Çemandî jiyanê jiyanan
Nîşandera çemandî jiyanê wan jiyanan
Bangkirin jiyanê jiyanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jiyanek jiyanin
Îzafe jiyaneke jiyanine
Çemandî jiyanekê jiyaninan
Jiyana hin riwekan.

jiyan

  1. Rewşa piştî zayînê û berî mirinê.
  2. Hemû dema ku kesek sax e.
    Hemû jiyana xwe me xweşî nedîtiye.
  3. Can, ruh.
    Jiyana xwe ji dest dan.mirin
  4. Tiştên ku bi hev re dijîn.
    Ew pisporê jiyana şêran e.
  5. Hemû dema ku tiştek dixebite yan tê bikaranîn.
    Jiyana van kompûteran ne dirêj e.
  6. Awayek yan parçeyek ji jiyanekê.
    Jiyana kurdan ya civakî.
    Jiyana min ya li derveyî welat.
  7. Xweşî, rehetî.
    Me ti jiyan nîne.
  8. Çalakî, aktîvîte.
    Ev bajar bi şev jî tijî jiyan e.
  9. Awayê jînê.
    Piraniya mirovên vî bajarî jiyaneke dijwar dijîn.
  10. Hemû bûyerên giring yên jiyana kesekê/î (bi taybetî dema tê nivîsîn).
    Hevmane: jiyanname, biyografî
    Wî pirtûka "Jiyana Celadet Alî Bedirxan" nivîsiye.
  11. Mijara berhemeke hunerî.
    Helbestên wê li ser jiyanê ne.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *gʷey- ("jîn, jiyan"), proto-hindûîranî *ǰai-, têkildarî ciwa- ("jiyan") ya avestayî, cîw- ("jiyan") ya farisiya kevn (zindegî ya farisiya nû), जीवति (cîvati "jiyan") ya sanskrîtî, жить (jîti "jiyan") ya rusî, dzivs ("jiyan") ya latviyayî, gývas ("jiyan") ya lîtwanî, vivus ("jiyan") ya latînî, կեամ (keam "jiyan") ya ermeniya kevn, կեցցե (keççe "her bijî, aferîn!"), cwic ("jîndar") ya inglîziya kevn > quick ("lezgîn; bi lez") ya inglîziya nû.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Lêker[biguhêre]

jiyan lêkera xwerû, negerguhêz

  1. Guhartoyeke jîn.

Formeke lêkerê[biguhêre]

jiyan

  1. Dema borî ya sade kesa yekem/duyem/sêyem pirjimar ya jiyan.
    Ew deh salan li Almanyayê jiyan lê paşî vegeriyan Kurdistanê.