devbiken
Kurmancî[biguhêre]
Rengdêr[biguhêre]
Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
devbiken | devbikentir | herî devbiken |
devbiken
- Kesa/ê ku hertim dikene.
- Hevmane: beşûş
- Bêjna min dirêj, porê min reş û direj, ez spehî û her devbiken bûm. — (Firat Cewerî, Payiza Dereng, Avesta, 2014, r. 24)
- Her çiqas jiyaneke gelek çetin û dijwar derbas kirîbû jî, dîtina min dît, di jiyanê de jîr, wisa jî zîrek, bi disîplîn û çeleng bû. Devbiken bû. Tinaz, henek û laqirdiyên wê xurt bûn. — (Nihat Gültekin, 80 Saliya Cemîla Casimê Celîl [arşîv], kurttarihidergisi.com, 2020)
- Kûto bi heyecaneke devbiken bersivand (...) — (Tîroj, Kûtê binê tenûrê [arşîv], J.K, hj. 29, 2007, r. 20)
- Li vê herêmê bajar bilivûtevgertir û mirov devbikentir in. — (Le Monde diplomatique kurdî, Serpêhatîyên ukraynî [arşîv], Andrei Kourkov (wergêr Baran Nebar), hj. 25, 2011, r. 16)