ber-

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Pêşgir[biguhêre]

ber-

  1. pêşgirek e maneya "berî tiştekê/î" yan "li destpêka tiştekê/î" dide
    berbang, berbihar, berêvar
  2. pêşgirek e maneya "alîkara/ê kesekê/î yan tiştekê/î" dide
    berbûk, berdestk, berdevk, bermalî, bernav
  3. pêşgirek e maneya "derdorên tiştekê/î" dide
    bermil, berçav, berçiçik
  4. pêşgirek e gotî ê/a ku di barê wê/wî de heye, bi pirranî ramana şiyan û pêkanbûnê dide
    berpirs, berguman, bertawan Hevmane: -bar
  5. pêşgirek e pê hin peyvên nû ji yên heyî têne çêkirin
    name > bername
  6. pêşlêkerek e ku maneya "ber, pêş, pêşîvekirî" dide lêkeran
    berdan, berbûn

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  • Raman 3: Ji teşeyeke îraniya navîn *per, hevreha farisiya navîn per- (ramana dorberê dide).
  • Raman 6: Kurtkirina bi ber. Lêkerên ku li pêşiyê daçek hebin bi-'a rewşa bilanî nastînin û gelek caran daçekên wek bi/li/ji/di dadiqurtin ku dawiyê encama wê navdêr bi lêkerê yekbûyî dibe: bi ber dan > ber-dan. bide ber der-.
  • Ramanên din tev ji ber.

Bide ber[biguhêre]