zêrr

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Naverok

Kurdî [biguherîne]

kîloyeke zêrr
qesreke zêrrîn

navdêr,

Wate [biguherîne]

  1. altûn, tela,
    madenek zerbihagiran e
    (bi taybetî bo çêkirina gustîl, guhar, gerdenîk û bazinan tê bikaranîn)
  2. hûrdeyê zêrrîn:
    pênc zêrr
  3. hêja, jêhatî:
    Wele tu zêrr î!

Herwiha [biguherîne]

Bi alfabeyên din [biguherîne]

Baweriyên gelêrî [biguherîne]

Jêhat Zekî Taher: Dema em zarok bûn û diranê me yî şîrî diket, me ew diranê ketî hildigirt, li rojê dinêrî û me ji rojê re digot: Rojê, wişte diranek ketînî (şîrînî), ka diranek zêrrînî. Û me ew diranê ketî bi hêla rojê de diavêt û berba dikir. (Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê, 1/2013)

Bide ber [biguherîne]

Ji [biguherîne]

hevreha soranî زێڕ (zêrr), kirmaşanî zerr, zazakî zern / zer, belûçî û farisî زر (zer), tacîkî зар (zer), pehlewî zer, osetî зæрин (zerîn), avestayî zerenye-, hexamenişî derenye-, sanskrîtî hîrenye-, latviyayî zelts, rûsî золото (zoloto), polonî złoto, bosnî, çekî, slovakî, slovenî û xirwatî zlato, makedonî û sirbî злато (zlato), inglîzî gold, almanî Gold, danmarkî û swêdî guld, norwecî gull, holendî goud... hemû ji proto-hindûewropî *ǵʰel- (zer; biriqîn - ǵ-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe "z" û "l" dibe "r"). Herwiha hevreha zer ya kurmancî.

Çavkanî: Horn p.145, Watkins p.29, Etymonline

[biguherîne]

Werger [biguherîne]