tawer

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Trump Tower ku di navê wê de hem navê serokkomarê niha yên DYAyê û hem jî peyva tawer bi forma xwe ya îngilîzî heye.

tawer

  1. birc, balaxane, ewrbir, esmanqelêş, avahiyên gelek bilind:
    • Raber Welî Debax derbarê tawerê de herwiha got: “Bilindahiya wê 180 metre dibe û ji 48 qatan pêk tê, 400 yekeyên nîştecihbûnê û bazriganiyê û ofîsan li xwe digire, herwiha 450 cihên parka otomobîlan heye. Tawer dê bi çendîn corên ronahiyê pê xemildanin, ku dê di şevan de li esmanê Hewlêrê biciriske.” — (Rudaw.net/kurmanci 1/2020)

Etîmolojî[biguhêre]

Deyn ji îngilîzî tower (birc) ji latînî turris, τύρρις (túrrhis) an τύρσις (túrsis) ji zimanekî mirî û nenas-mayî yê Deryaya Navîn.

Peyva îngilîzî vê dawiyê bi wateya avahiyên bilind ketiye gelek zimanên din jî, bo nimûne: almanî Tower, hindî टावर (ṭāvar), japonî タワー (tawā), koreyî 타워 (tawo) û punjabî ਟਾਵਰ (ṭāvr)

[biguhêre]