repertuar

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî repertuar repertuar
Îzafe repertuara repertuarên
Çemandî repertuarê repertuaran
Nîşandera çemandî repertuarê wan repertuaran
Bangkirin repertuarê repertuarino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî repertuarek repertuarin
Îzafe repertuareke repertuarine
Çemandî repertuarekê repertuarinan

repertuar

  1. Lîsteya berhemên ku tiyatro yan sînemayek pêşkêş dike.
    Vê havînê gelek şanoyên Shakepeare di repertuara me de hene.
    • Çendî der barê dameziraka dengbêjiyê de em îro ne xwedî lêkolînên berfireh ên zanistî yên kûr û dûr bin jî, ji ber ku dengbêjiyê heta roja îro berdewam kiriye hatiye, em der heqê wan de ew qas jî ne xwedî agahî û zanyariyên kêm in. Em dizanin ku ciwanên dengxweş wek şagirt li ber destê dengbêjên hosta hînî vê hunerê bûne û perwerdehiya van namzetên dengbêjiyê jî bi salan dom kiriye. Şagirt li ba hostayên xwe mane, xizmeta wan a navmalê kirine, li ser dest û piyên wan çûne û hatine. Heta ku repertuara xwe zengîn nekiribin, stran û kilaman, destan û çîrokan ji ber nekiribin, hînî stîla hostayê xwe yan jî hînî stîleke cuda nebûbin, îcazet ji hostayên xwe nestendine. — (Zana Farqînî: Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî, Amidakurd.com, 6/2007)
  2. Hemû tiştên ku kesekî hene yan kesek dizane.
    Repertuara wî ya zimanan dewlemend e.
    Ew gelek zimanan dizane.

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransî répertoire, ji latînî repertorium, ji latînî reperiō (dîtin, peyda kirin), ji re- (dîsa) + pariō (çêdikim).

Werger[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

repertuar

  1. Guhartoyeke repertuvar.