qûnalîsî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qûnalîsî qûnalîsî
Îzafe qûnalîsiya qûnalîsiyên
Çemandî qûnalîsiyê qûnalîsiyan
Nîşandera çemandî qûnalîsiyê wan qûnalîsiyan
Bangkirin qûnalîsiyê qûnalîsiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qûnalîsiyek qûnalîsiyin
Îzafe qûnalîsiyeke qûnalîsiyine
Çemandî qûnalîsiyekê qûnalîsiyinan

qûnalîsî

  1. qûn alîstin
  2. (mecazî) qedir û qîmetê zêde dan kesekî û bi wî awayî xwe bi xwe rezîl û riswa kirin

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Berî niha serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gotibû:“Di nav partîya min de 75 wekîlên Kurd hene. Tu pirsgirêkek me bi Kurd re tuneye“ filan û fîstan. Îcar hesab bikin ku ewqas wekîlên Kurd jî di nava partîyên wek CHP, MHP û hinek partîyên din de jî hene. Yanî bi gotinek kurt : Heger xîret bi van wekîl û parlamenterên Kurd re hebe û destê xwe li masê xin, karin hikûmetê serûbinê hev bikin û tirrê ji dewleta Tirk berdin. Lêêêê ? Nakin ! Erê bi eslê xwe Kurd in lê qûnalêsîya partîyên dewletê dikin û li mafê gelê xwe xwedî dernakevin.

(Rojda Aydin: Sînanê kirîv, Lotikxane.com, 11/2007)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji qûnalîs +