gamêş

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gamêş gamêş
Îzafe gamêşê gamêşên
Çemandî gamêşî gamêşan
Nîşandera çemandî gamêşî wan gamêşan
Bangkirin gamêşo gamêşino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gamêşek gamêşin
Îzafe gamêşekî gamêşine
Çemandî gamêşekî gamêşinan
Garaneke gamêşan.

gamêş nêr

  1. heywanek girkedî û ji binemala çevriyan
    (bo goştê wan, cotpêkirinê û lêsiwarbûnê tên bikaranîn)
  2. kesê pirr zexm yan bihêz
    Tu nizanî felankeso çi gamêşê herîyê ye.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Têkilî[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ihtimalen ji farsiya navîn (pehlewî) 𐭲𐭥𐭥𐭠𐭬𐭩𐭱 (gāwmēš), hevreha soranî گاومێش(gawmêş) (gamêş), kurdiya başûrî gamîş / gamêş, zazakî gameş, farisî گاومیش‎ (gavmîş), bi farisiya devokî گامیش(gamîş), ji zimanên îranî, têkilî ga (bi farisî gav) û mih (bi farisî mîş) anku herfiyen "ga-mih". ܓܡܘܫܐ (gamoşa) ya aramî, جاموس(camûs) ya erebî, kömüş ya tirkî, გამეში (gamêşi) û კამეჩი (kameç’i) yên gurcî, գոմեշ (gomêş) ya ermenî, гомаш ya çeçenî... ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Werger[biguhêre]