entrîka

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî entrîka entrîka
Îzafe entrîkaya entrîkayên
Çemandî entrîka entrîkayan
Nîşandera çemandî entrîka wan entrîkayan
Bangkirin entrîka entrîkayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî entrîkayek entrîkayin
Îzafe entrîkayeke entrîkayine
Çemandî entrîkayekê entrîkayinan

entrîka

  1. lêb, hîle, dekûdolab, qîle, tedbîr û planên dizîkî
    • Wek Erdogan jî di axaftina xwe ya êvara 12-ê hezîranê de, li Balkona navenda Ak Partiyê a li Anqerê got hilbijartinê darbeya dawîn li wesayetgêran xist. Hêviya wan bi temamî şikiya ku ew karibin bi darbeyên eskerî, bi entrîkayên sîstema dadweriya bilind wesayetê bikin, pişta wan şikiya. Ew ê mihawele bikin ku bi riya partiyên siyasî ên wek CHP-ê, MHP-ê û beşek medyayê wesayetgêriyê rakin piyan lê êdî zor e. — (Mûrad Ciwan: Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê, Netkurd.com, 6/2011)

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Bi rêya fransî intrigue ji îtalî intricare ji latînî intrico (tevlihev kirin).

Werger[biguhêre]