elçî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

elçî

  1. Navçîn, balyoz
  2. peyamber, resûl
  3. qasid, şande, şandî, hinartî
  4. birêkirî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Di berdewambûna hevrikiyên hizrî da delîve wesa hat bo wextê şîvxwarinê û sifre hatine danan û terzên girar û te’aman rêz bûn. Çaxî şîv xwarinê denkeka pelavê bi rîhên paşayê Amêdiyê ve mabû, hoşmendê Behdîna viya paşayî agahdar biket bêyî kes hest biket daku nebîte cihê kêmasî û pêkenînê, îna bi dengekê bilind gote paşayî û daku hemûyan guh lê bît:”Eve heyamek e şêrekê ketiye Kaniya Dehlî(2) û çu di halê xelkî nehêlaye. ” Paşa tê gehişt û destê xwe bi rîhên xwe ra îna xwarê û got:”Baş e dê dû elçiyan hinêrin daku wê meselê çare bikin. ” Ji bilî hoşmendê(3) Mîrê Hekariyan kesê dî bi evî karî nehesiya û wî zanî ko hoşmendê Amêdiyê xwe û paşayê xwe derbaz kirin. Piştî şîvxwarinê car care vexwarin û kakil bo mêvanan dihatine danan. Yek ji wan caran avemast hate pêşkêşkirin. Dilopeka avemastê bi rihên Mîrê Hekariya ve ma, hoşmendê wî viya agahdar bike bêyî kes pê bihesît û got:”Qirê rîte hêlîna xwe. ” Civatê hemiyê berê xwe da mîrî û pêk ve kire kenî. Evê carê jî hoşmendê mîrê Hekariya dorand.

(Ehmed Qerenî: Girew û hevrikî di navbera mîrê Hekariya û paşayê Behdînan da, Transkrîpsiyon (Tîpguhestin): Hallocî Larê, Nefel.com, 2/2009)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji tirkî

[biguhêre]

Werger[biguhêre]