ajnî

Ji Wîkîferhengê
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
avjenî  / ajnî

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ajnî ajnî
Îzafe ajniya ajniyên
Çemandî ajniyê ajniyan
Nîşandera çemandî ajniyê wan ajniyan
Bangkirin ajniyê ajniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ajniyek ajniyin
Îzafe ajniyeke ajniyine
Çemandî ajniyekê ajniyinan
Kesek di avê de ajniyê dike.

ajnî

  1. Melevanî, sobanî, soberî, avjenî,
    livîna di avê de bi vejenandina dest û piyan bêyî ku ti dera mirovî bikeve binê avê.
    Ajnî bo sehetê pirr bimifa ye.
    Ez ajniyê nizanim.
    Divê mirov hê zarrok xwe fêrî ajniyê bike.
    Ajniya li ser piştê, ajniya li ser sîngî, ajniya pelatînkî.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha ajne, ajnê, aşne, sîno, hevreha zazakî asnaw, farisî شنا‎ (şina), avestayî sna-, sanskrîtî sna-, bengalî সাঁতার (sāṁtār), îrlendî snámh, skotî snámh, îrlendiya kevn snáïd... ji proto-hindûewropî *sneh₂- ku herwiha serekaniya navê peyva proto-hindûewropî *néh₂us (keştî) ye ku paşhatiyên wê di gelek zimanan de hene: latînî navis, yûnaniya kevn ναῦς (naûs), sanskrîtî नौ (nau) û नाव (nāva), avestayî 𐬥𐬀𐬎𐬎𐬁𐬰𐬀 (nauuāza-: keştîvan), hexamenişî 𐎴𐎠𐎺 (nāva: keştî), pehlewî û partî n'w'z (nawaz: keştîvan), farisî ناو‎ (nav: belem, keştî). Di bin tesîra etîmolojiya gelêrî de bûye avjenî (heçku ji "av + jenîn"ê be). Li gelek deveran cihê xwe daye melevanî yan sobanî yên esil-erebî.

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Soranî: mele kirdin
  • Zazakî: asnawe kerdene, asnaberî kerdene, azne kerdene, ajne kerdene

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.