Wîkîferheng:Çavkanî

Ji Wîkîferhengê

Pirraniya peyvên vê ferhengê ne ji ferhengan lê yekser ji nivîs û axiftinên kurdî hatine girtin û li vir hatine berhev- û ravekirin.

Lê me herwha mifa ji gelek ferhengan jî wergirtiye. Ferhengên ku wek çavkanî di amadekirina vê ferhengê de tên yan hatine bikaranîn:

Ferhenga Chyet[biguhêre]

Ji aliyê Weşanxaneya Yale University Press ve li Emerîkayê derketiye. Ferheng ji 847 rûpelan pêk tê. Gotinên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin û bi şêweyekî berfireh wateya wan a bi zimanê ingilîzî hatiye nivîsandin.

Ferhenga Kamêran[biguhêre]

Ferhenga Kamêran ferhengeke kurdî-kurdî (kurmancî-kurmancî) û bi alfabeya latînî ye. Danerê vê ferhengê Kamêran Botî (Kamêran Silêman Botî) ye. Ferhenga Kamêran sala 2006ê ji Weşanxaneya Spîrêz li Dihokê derketiye.

Ferhenga Kamêran ji 775 rûpelan pêk têt û li gor texmînan 15 ta 20 hezar peyvên sereke tê de cih girtiye. Peyvên kurdî bi kurdî tê de hatine şirovekirin û herwiha hevwateyên peyvan jî hatine dan.

Hêjayiyên Ferhenga Silêman gelek in. Ya ji hemûyan giringtir ew e ku ev yekem ferhenga kurmancî-kurmancî ye ku li ber destê xwendevanan amade ye. Di ferhengê de gelek wêneyên tiştan hene bo asankirina têgihiştina peyvan. Herwiha yek ji hêjayiyên vê ferhengê ew e ku tê de gelek peyvên xweş yên devoka behdînî hene ku ta niha di ferhengên din yên kurdî de cih negirtine.

Hin kêmasiyên ferhengê jî hene. Vekîta peyvan (bi taybetî nivîsîna pirtikên peyvan bi hev re yan ji hev cuda) bêserûber e (bo nimûne, dinivîse "ez di çim", "ez di bêjim" li şûna "ez diçim", "ez dibêjim").

Danerê Ferhenga Kamêran herwiha bi zanetî peyvên erebî yên ku di zimanê kurdî de tên bikaranîn li derî ferhengê hêlane. Ev kêmasiyek mezin e ji ber ku ew peyv di axiftin û nivîsîna zimanê kurdî de her tên bikaranîn û belkî bikarînera/ê ferhengê hewcedarî têgihiştina wan be lê nikare wan di vê ferhengê de bibîne.

Ferhenga Kamêran hem li ser kaxezê heye û hem jî li ser internetê di malperra Weşanxaneya Spîrêzê de berdest e.

Lînkên derve[biguhêre]

Ferhenga Rizgar[biguhêre]

  • Ferhenga kurdî-inglîzî û inglîzî-kurdî ya Baran Rizgar, sala 1993

Bêtir Agahî:

Ferhenga soranî - kurmancî ya Husein Muhammed[biguhêre]

Li gor ku tê zanîn yekem û ta niha tek ferhenga soranî - kurmancî ye. Ferheng ji tîpa A ta ya P hatiye amadekirin û di Kovara Mehname de hatiye belavkirin. Ferheng herwiha di Wîkîferhengê de jî berdest e:

Peyvname I û Peyvname II yên Husein Muhammed[biguhêre]

Peyvname I û Peyvname II du berhevokên peyvan in ku ji alî Husein Muhammed ve hatine amadekirin. Tê de danerê berhevokê tê koşiye ku peyvên ta hingê di ti ferhengên kurdî de peyda nedibûn bicivîne. Herdu di Kovara Mehname de derketine.