Gotûbêja Wîkîferhengê:Daxwazên standardkirinê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferhengê
Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Rewiye tine ve di mijara Hilbijartina peyvên were standartkirin de

Bikaranîna şablonan[biguhêre]

Silav Guherto. Ji kerema xwe şablona {{standardkirin}} tevlî rûpelên ku dixwazî bên standardkirin bike daku haya kesên din jî ji nîqaşa li ser peyvê hebe.Bnr. {{standardkirin}} (ya kurt {{ds}} bo mînak bnr. şaneşîn--Balyozxane (gotûbêj) 23:21, 1 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Rê û rêbaza standardkirinê dê çawa be?[biguhêre]

Ji kerema xwe herin Gotûbêja Wîkîferhengê:Rêzikên standardkirinê û fikrên xwe yên li ser şart û mercên standardkirinê binivîsin. Heta Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê amade nabe, kes nikare li ser standardkirina peyvekê biryarek bide.--Balyozxane (gotûbêj) 21:55, 4 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Pişkok[biguhêre]

Silav Balyozxane, çi bû ji pişkoka daxwaz-çêkirinê? -- Guherto (gotûbêj) 12:57, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto:, Çawa çi bû? Li wir e: Wîkîferheng:Daxwazên_standardkirinê#bişkok--Balyozxane (gotûbêj) 15:20, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Te min şaş fêm kir, ez pişkoka ku yek pêlê dikir ji bo çêkirina daxwaza-standardkirineke nû. Hew heye û ji bonî wê divê her cara ku ez peyvekê lê zêde bikim yeke kevn kopî bikim û duvre biguherim. -- Guherto (gotûbêj) 16:48, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Min xwest bişkoka ku di şablona {{standarkirin}} de bi kar bînî. bnr

{{ds|rind|rond}} Dibînî bişkoka (+) dema pêlî wê dikî bi otomatîkî hem preload dibe hem jî kategorîze girin li gorî parametreya 1em dbe. Ez dibêm em şablonê bi kar bînin çêtir e. lê ku tu dibêjî nabe, ez şablonê bi kar nayînim hingê dîsa çêkim bişkokê--Balyozxane (gotûbêj) 17:54, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Bere weke te bê, bi wî awayî ez ê hew ji bîr kim lê zêde bikim :) -- Guherto (gotûbêj) 17:57, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Law dema çêdikî here gotarê û wisa dest pê bike. Mirov çawa ji bîr dike tiştek wisa? :D --Balyozxane (gotûbêj) 18:01, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
Min serê xwe gelekî bi lêzêdekirina {{ds}} ne diêşand :| -- Guherto (gotûbêj) 18:03, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Min ferq kir :D lê ji bo agahdarkirina bikarhênerên din, ew şablon giring e. --Balyozxane (gotûbêj) 18:09, 16 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Şablona nû[biguhêre]

Silav @Guherto û Bikarhêner: Min şablonek çêkir. Ku rêzikên standardkirinê werin pejirandin em dikarin bi kar bînin. Dema kesekî/ê standardkirina rûpelekê li Daxwazên standardkirinê zêde kir, bila bikarhênerek bi şablona {{rfk}} standarda komxebatê nîşan bide. Mînak:

Ku standarda peyvekê di pirtûkê de tune be hingê divê wisa bikaranîn:

--Balyozxane (gotûbêj) 20:41, 9 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Pismam, şablonek rind e. Lê eger têde rûpel jî hebe hê rindtir be.Rewiye tine (gotûbêj) 19:27, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: Temam.  Çêbû --Balyozxane (gotûbêj) 19:33, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Çavkanî[biguhêre]

Silav Rewiye tine. Bersiva 1. Çavkanî divê tenê ferheng, kovara zimannasiyê (mîna Kovara kurmancî ya Enstîtuya Parîsê) an pirtûkên rastnivîsînê bin.--Balyozxane (gotûbêj) 23:19, 13 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane kovara zimannasîyê? Kovarên wêjeye tê qebul kirin? Mînak di destê min de kovara wêje û rexne heye. Çi kovar dikevin kategorîya zimannasîyê? Rewiye tine (gotûbêj) 08:43, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Kovara wêje û rexne çawa ye nizanim lê ji navê wê qey ez dibêjim li ser wêjeyê ye ne li ser ziman e :D Ji bo vê pirsê Çi kovar dikevin kategorîya zimannasîyê? binêre KurmancîPeyvên kurdî-îranî di yûnanî de [arşîv], Rojda AZÎZOGLU, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsêhj. 472010, r. 6--Balyozxane (gotûbêj) 11:11, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane. Pismam ma her tişt zimannasîyê re ne têkîldar e? Ez dibêm tu behsa kovarên li ser kelîman dikî?Rewiye tine (gotûbêj) 17:58, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Rewiye tine. Erê lê her kovar û pirtûk jî nabin çavkanî. Hingê diviya em li hemû pirtûkan binihêrtina. --Balyozxane (gotûbêj) 18:35, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Ku cem te ferheng tune bin dikarî ferhengên min li vir bibînî.--Balyozxane (gotûbêj) 20:47, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine:--Balyozxane (gotûbêj) 20:47, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane Ji bo ferhengan gelek spas. Kitêbên rêzimanê dikarin bibin çavkanî?Rewiye tine (gotûbêj) 20:56, 14 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Rewiye tine. Rêzikên standardkirinê de wisa dibêje: Derbarê awayê peyvekê de çiqas zêde çavkaniyên kitêb an ferhengên rastnivîsînê, ferheng û kovarên zimannasiyê hebin, ew awa wek awayê standard tên pejirandin. Loma ez dibêjim na, gelo birêz @Bikarhêner: çi difikire? Kitêbên rêzimanê tê pejirandin?--Balyozxane (gotûbêj) 11:37, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane, te Ferhenga Birûskî ji kû derê peyde kir? Qet weke ya li Google Booksê xuya nake û nivîsên erebî gelekî ecêb in. Ez dizanim ku te ji min re ne şand lê ez hêjî wan daxistim, spas ji bonî danhevoka te :) -- Guherto (gotûbêj) 17:00, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Guherto. Hevalê hevalekî min jê re şand, wî jî ji min re şand. Nizanim çawa scan kirine lê peyvên erebî berevajî dixuyin Pêkenok--Balyozxane (gotûbêj) 17:02, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: ferhengên etîmolojiye tê qebûl kirin? Biya min wexta em peyvek standart hilbijêrin em dikarin etîmolojiyê peyvê jî binêrin.Rewiye tine (gotûbêj) 17:12, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: Erê hemû ferheng tê qebûlkirin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:14, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Bi vî awayî bike bes e.:
  • şîrînAmadekar: Ramazan Çeper Ferhenga EtîmolojîyêDo2014, çapa 1em, r. 264, ISBN 978-605-4809-21-9
--Balyozxane (gotûbêj) 18:05, 15 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Dem û hejmara peyvan ji bo standartkirinê[biguhêre]

@Guherto û Balyozxane: Birakno,niha ez lê dinêrim gelek peyv hene ji bo standartkirine. Û me gotîye; Ku di du hefteyan (hêrî zêde mehekê) de ti kes dest bi nîqaşê nekir, awayê standard ya vê pirtûkê tê pêjirandin.. Tişta yêkemîn hin peyv hene heftîyek, mehek zêdetir derbas bûye kes fikrê xwe nenivîsîye. Biya min divê mirov her meh mînak deh an bîst heb peyv hilbijire û ev hilbijartin jî li gor rêbazek be ne çêtir e? Mesela em ji herfa A destpê bikin? Tişta duyemîn biya min ev karê standardîzasyonê divê bi nîqaşê be. Kesek bi serêxwe bide bistîne ne baş e. Ji bo vî eger peyv hindik bin biya min yê zêdetir bikarîner fikra xwe bidin nîşan. Wisa be yê hêj kêf be. Hûn çi difikirin?Rewiye tine (gotûbêj) 22:08, 16 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Rewiye tine. Bi ya min nîqaş ne hewce ye ji ber ku me got Derbarê awayê peyvekê de çiqas zêde çavkaniyên kitêb an ferhengên rastnivîsînê, ferheng û kovarên zimannasiyê hebin, ew awa wek awayê standard tên pejirandin. Loma em qasî ji destê me tê em çavkanî lê zêde bikin û piştî 3 hefteyan em binêrin di çavkaniyan de kîjan herî zêde hatiye bikaranîn. Û dema mehek xilas bû, em guherandinan çêkin. Dîsa jî erê divê em gelek pevy hema bi rfk venekin. Piştî 10-15 peyvên em bisekinin daku herkes karibin çavkaniyên xwe nîşan bidin. Herwiha em li gorî lîsteya naverokê herin dê çêtir be. Yanî heta peyvên li jor xilas nabin bila yên din bi rfk-yê ji bo gotûbêjê venekin. --Balyozxane (gotûbêj) 22:17, 16 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto û Balyozxane: Baş e. Pirsgirekek din peyvên hevedudanî ne. Eger em peyvên herî sade hilbijêrin yê ne çêtir be? Ji xwe mirov yên sade standardîze bike ê din jî çareser dibin.--Rewiye tine (gotûbêj) 22:31, 16 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Erê, em ya herî sade standard bikin, dûre yên hevedudanî jî li gorî standardê biguherînin lê dîsa jî haya me ji çavkaniyan hebe ji ber ku hin peyv karibin ji forma xwe ya sade cuda bin. --Balyozxane (gotûbêj) 22:39, 16 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo û Rewiye tine: Silav, ez fêm nakim ma hûn çima " Erê" bi kar tînin, ev ne pirseke a yan na ye. -- Guherto (gotûbêj) 16:53, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Brako, ev peyvên di ferhenga standart de tunebe anjî mirov dijî peyva standart yê vê ferhengê be divê dengê xwe bide. Min wisa fam kir.Rewiye tine (gotûbêj) 21:00, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Erê, min jî. :D -- Hakîmo (gotûbêj) 11:14, 18 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto, Balyozxane, Hakîmo, û Rewiye tine: Bi ya min wekî me di rûpelê de jî diyar kiriye. Ger îtirazek nîn be bila rasterast awayê di ferhenga ku me bijartiye de bibe ya standard lê bila ji nîqaş / îtirazê re vekirî be. Nexwe em nikarin wan tev peyvan (peyvên ji bo standardkirinê) bi carekê peyda bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:41, 20 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto, Balyozxane, Hakîmo, û bikarhêner: em peyvên herî xwerû û herî zêde tên bikaranîn serê ewil standardîze bikin ne çêtir e?--Rewiye tine (gotûbêj) 17:39, 20 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Erê lê em li gor lîsteya xwe darin niha. --Balyozxane (gotûbêj) 23:05, 20 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Ji bo rastnivîsînê Ferhanga Kurdî-Tirkî ya Nû(Pîvanê vê ferhengê)[biguhêre]

Ji bo hilbijartina bêjeyên sereke me bala xwe daye ser van pîvanan:
a)Ji van varyantan kîjan di kurmancîyê de zêdetir tê bikaranîn?
b)Kijan ji wan deforme nebûye, yan jî kêmtir deforme bûye?
c)Kijan ji wan di zaravayên din yên kurdîyê de tê bikaranîn yan ji nêzikî bêjeya wan e?
ç)Kîjan ji wan, zêdetir nêzîkî bêjeya zimanên din yên îranî ye?
d)Kijan ji wan, zêdetir nêzîkî bêjeya zimanên hindoewropayî yên din e?
e)Heke bêje ji zimanên bîyanî ketibe nav kurmancîyê, kîjan ji wan varyantan zêdetir nêzîkî taybetmendîyên kurmancîyê, yan jî bi giști zimanê kurdî ye? Kijan ji wan wekî “esil'ê wê bêjeya zimanê bîyanî ye yan jî zêdetir nêzîkî wê ye?(Rupel:24)

Min got bila ev jî vir be belkî alîkarîya me bike.Rewiye tine (gotûbêj) 07:59, 21 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Ferhengên Online[biguhêre]

@Balyozxane û Bikarhêner: Ferhengên online çavkanî tê hesibandin?

@Rewiye tine: Bi ya min nabin. Glosbe [1] û turkcekurtcesozluk [2] jixwe kopîkirina ji ferhenga Zana farqînî û ji wîkîferhengê ne. loma ne hewce ne. Ew kurdishdictionary [3] nizanim çawa ye kî amade dike ji ber anonîmbûna wan jî ez naxwazim wana qebûl bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 14:51, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane, tu vê yekê şaş dizanê. Wîkîferheng berî hin salan bi rîya Cyrusbotê re ji turkcekurtcesozluk gelek peyv kopî kir, ew ji pêşî de li wir hebûn. -- Guherto (gotûbêj) 17:14, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Guherto Beşa kurdî-tirkî û tirkî-kurdî ya wê ferhengê ji Zana Farqînî, beşa kurmancî-kurmancî ji wîkîferhengê ye. :/ --Balyozxane (gotûbêj) 17:16, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Binêre vir. Hemû ji wê malperê ne. -- Guherto (gotûbêj) 17:20, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Elmanî, înglîzî, 2. Qeteke mezin ji vê ferhengê ji wir kopîkirî ye. -- Guherto (gotûbêj) 17:23, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, Guherto, û Rewiye tine: Bi ya min ger ferhengên onlayn jî pêbawer bin dikarin bibin çavkaniyekê. @Balyozxane: Bnr vir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:28, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Arşîvkirin[biguhêre]

@Guherto, Hakîmo, Balyozxane, û Bikarhêner: Xurtno, ma piştî em kelîmeyek standardîze bikin li wîkîferhengê zêde nakin?

@Rewiye tine: Arşîvkirin ji bo gotûbêjê ye. Piştî standardkirinê em ê gotûbêja Daxwazên standardkirinê li gotûbêja peyva sereke lê zêde bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 14:48, 22 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Nîşandana peyvên standart[biguhêre]

@Bikarhêner, Guherto, Hakîmo, û Balyozxane: Quwet be ji were. Biya min piştî kelîmeyek hat standart kirin divê em cem kelîme bêjin peyva standar ev e. Eger em wisa nenivisîn gelek mirov nizanin ev kelîme kelîmeyek standart e.

ev kelîme guhertoyê vî kelîme ye tene vî şeklî terê nake.

Yê cardin kîjan kelîme dilê wî be yê wî bikarbîne. Hevalek di gotubejek de parve kirîbû. Wikî ferhenga fransizî de peyva standart herî jor tê nivîsîn. Varyantên din jî jêr dinivîsin. Divê em peyva standart gelek balkeş bidin nîşan ku hemû kes wî peyvî bikarbîne. Mînak standart binivîsin, an rengê biguherînin, jor binivîsin hwd. Wek tirk dibêjin divê em kelîma standart bikin çavên wan.Rewiye tine (gotûbêj) 21:38, 24 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Rewiye tine: Em şablona {{rastnivîs}} jî dikarin bi kar bînin û lîsteyeke peyvên hatine standardkirin jî çêkin? Mînak [4] Çawa ye? --Balyozxane (gotûbêj) 21:56, 24 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine û Balyozxane: Bi ya min ewqasî derxistin pêş hewce nake. Jixwe "guhertoyeke x" tê maneya ku ya standard peyva x e. Zêdetir jî li ser peyvan hewce nake. Lê ji bo ku ya standard were bikaranîn mirov dikare wek danezanekî li Destpêkê beşeke zêde bike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:07, 24 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Tu wisa xweş mana dikî lê hema ez ji xwe mînak bidim. Min çend wext tişta wek te got fam nedikir. Vê davîyê min meseleya guhertoyê fam kir. Herwiha çend kes destpêkê dixwîne? Ji xwe tu mektebê tunin em kelîma wir wek standart bidin hînkirin. Ne derên wek vir be nexwe kû? Eger kesek îtaraz bike bila kerem bike arşîvê binêre û pîvanên me binêre. Divê em nehelin keda me avê here.--Rewiye tine (gotûbêj) 22:40, 24 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Tu bi Xwedê kî mebêje "rastnivîs" çunkî kurmanciya nûjen ne zimanê rastnivîsî ye, lê zimanê guhartoyên peyvan en ku li ser Internetê zêdetir hatine bikaranîn e. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:15, 26 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Em ê "rastnivîs" bibêjin ji ber ku ne tenê li ser înternetê em li ferhengên heyî dinêrin. Ew jî dibêjin rastnivîs loma rastnivîsê :/ --Balyozxane (gotûbêj) 07:18, 26 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ez li ser kirmanciya rastnivîsî gelek dixebitim; hemî kirmanc çavkaniyên min in, yanî ez ne xweperist im o nabêjim, divêt devoka min bibite ya standard. Ez guh nadime çavkaniyên Internetê ji ber ku her kes bi nivîsîna kirmancî nizanin o ji ber wê varyantên wan en peyvan bi der nakevin. Bi îzna Xwedê ez dê di paşerojê da ferhengeke xwe ye rastnivîsê biweşînim. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:31, 26 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Mala te ava ji bo keda te! Te kengî weşand, ez ê bi kêf û dilxweşî ferhenga te jî li vir bi kar bînim înşelle. --Balyozxane (gotûbêj) 07:33, 26 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner, Guherto, Hakîmo, û Balyozxane: Li gor min em nikarin di destpêkê de bidin nîşan çimkî peşîya mesela standartîzekirinê, hinik peyva hilbijartine û varyantên din wek guherto nivîsîne. Divê karê niha em dikin û yên kevin hatine kirin werin cuda kirin. Peşnîyara Balyozxane baş e. Lê, gor min em di gotara peyvê de jî şewazikî standartbûna peyvê bidin nîşan. Em dikarin bêşa herwiha danin jêr. Deqenê varyantên din zû bû zû xuya neke. Bila dawîyê be. Em dikarin ji bo kelîma standart Audio danin. Em dikarin kelîma standart kîte bikin; mînak şa-ne-şîn. Em dikarin zayend tenê di kelîma standart de bidin nîşan hwd. Yanê kelîma standart bi van şêwazan derxin pêş. Wexta kesek lê binêre divê fam bike, hîs bike ku kelîma stadart ev e.Rewiye tine (gotûbêj) 09:17, 27 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Na lo wan peşniyazên te qet ne baş in. Di rûpela guhertoyeke peyvekê de divê van agahiyên hebin: navdêr/lêker û hwd, zayenda peyvê, peyvên jê çêbûyî, ku hebe deng. Ewqas bes e.--Balyozxane (gotûbêj) 23:40, 27 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Divê navbera gotarên kelîmaya standart û varyentên din çi ferq hebe? Yanê eger ferq tunebe em çire varyantan standart dikin? Tu herî ji bo hemû varyantan, eynî tayîbetîyan danî bawerke yê gel li gor keyfa xwe varyantek hibijire û wî binîvîse. Li gor min gotara peyva standart hinek cuda be. Lê çawa? Hûn çi peşnîyar dikin?--Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

Hilbijartina peyvên were standartkirin[biguhêre]

@Balyozxane, Ghybu, û Bikarhêner: Silav rêhevalno. Diyare ku di halêhazir de divê hezaran kelîme were standartkirin. Ez hez dikim kelîmeyan bi dilê xwe hilbijêrim û wisa standart bikim. Vî avayî dibe ku bêhtir motîve bim. Ez naxwazim li gor we lîsteyê herim. Hûn çi dibêjin?--Rewiye tine (gotûbêj) 16:40, 8 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Rewiye tine Ne pêwîst e li gor lîsteyê herî, kîjanî dixwazî dest pê bike. :) --Balyozxane (gotûbêj) 18:12, 8 adar 2021 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Divê stratejîyek me hebe. Divê em pêşî kelîmeyên zêde tê bikaranîn standardîze bikin.--Rewiye tine (gotûbêj) 19:15, 9 adar 2021 (UTC)Bersiv bide