Gotûbêj:tevdan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

@Balyozxane û Guherto: tevdan biya min navdêr e. Lêker tev dan e.Rewiye tine (gotûbêj) 18:06, 3 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Wilo xuya dikê, ya li vir nivîsandî lêkereke hevedudanî (tev dan) e. Yan jî lêkereke pêkhatî ye, binere berdan, bazdan. -- Guherto (gotûbêj) 19:18, 3 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: em di dema niha da bikarbînin xwe eşkere dike; 'dibeze', 'diberde' lê nabe 'ditevde'. Ya rast; 'tev dide'.--Rewiye tine (gotûbêj) 15:54, 4 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Bazdan nabê dibeze. Ew bezîn e. Bazdan dibê bazde, baznede, bazdidê, ... Tevdan jî dibê tevde, tevdidê, tevnadê / tev de, tev didê, tev nadê. Ez dibêjim te lêkerên pêkhatî xelet fêm kiriye. Berdan jî dibê berdidê, bernadê, ... bahwer im di devoka te de hin pêkhatî bûne xwerû. Ev di devoka min de jî heye. -- Guherto (gotûbêj) 16:16, 4 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Em tev nedin çêtir e :)--Rewiye tine (gotûbêj) 16:44, 4 kanûna pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]