Gotûbêj:reş
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha soranî ڕهش (reş) e lê ji wê pê ve êdî etîmolojiya wê nediyar e: di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyva îranî "siya(h)" li kar e ku di kurmancî û soranî de ji bilî edebiyata klasîk nayê bikaranîn. Texmînen têkilî peyva "rejî" ye lê etîmolojiya wê jî nayê zanîn. Ihtimalen ji aramî ܪܫܥܐ (reşa'a, “xirab, bed - ji ber ku sembola xirabiyê rengê reş e”) e ku hevreh û hevwateya wê wek רשע (reşa') di îbrî de jî peyda dibe. Dikare herwiha ji peyva bi maneya "ser" ya zimanek samî hatibe ji ber ku ser anku pirç/por li Kurdistanê bi piranî reş in. Bo nimûne ji aramî rêşa (“ser”), hevreha îbrî ראש (roş), erebî راس (rās) (reis)... ji proto-samî *ra'š-. Bo çêkirina navê rengan ji tiştan bide ber "qehweyî, pirteqalî, pembeyî, pîvazî, narincî, torincî..." Ji aliyê dengnasî ve girêdana bi hevwateya xwe ya sanskrîtî कृष्ण (kṛṣṇá: reş) ve zehmet e.
- Bêçavkanî ye.--Balyozxane (gotûbêj) 19:28, 9 nîsan 2021 (UTC)