Gotûbêj:mihemedî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferhengê

Rastnivîsîn[biguhêre]

Nivîsa li jêr ji rûpelê hatiye barkirin gotûbêjê ji ber ku zimanekî ne ensîklopedîk diemilîne. Divê were sererastkirin.

Baran Rizgar di nivîseke xwe de dibêje ku forma "misulman" bo nivîsînê çêtirîn e. Lê ew qenaeteke xerîb e. Di eslê peyva erebî de di kîteya yekem de "u" heye lê di ya duyem de nîne. Di farisî de jî di kîteya duyem de herfa dengdar ne "u" ye, di îngilîzî de jî na. Di wa...n her sê zimanan de jî "u" di kîteya yekem de ye, ne di ya duyem de, anku "mus-lim(...)", ne "mis-lum(...)".

Baran rast dibêje ku du dengên "u" di kîteyên li peyv hev de li kurmancî nayê anku "musluman" yan "musulman" ne li gor aheng û awaza kurmancî ye. Lê jixwe di eslê xwe de jî "u" di kîteya duyem de nîne. Wer dixuye ku Baran ji "Müslüman" ya tirkî bi rê ketiye û xwestiye ku wê li kurmancî bîne. Lê eger hewce be ku em rêya xwe ji peyva bi zimanekî biyanî dest pê bikin, divê em ji erebî dest pê bikin ji ber ku ew peyv ji erebî hatiye.

Ji ber ku bi erebî "muslim" e, di kurdî de dikare "musliman" be. Ev me ji du "u"yên di kîteyên li peyv hev rizgar dike.

Lê bi texmîna min divê ku em li "musliman" jî nesekinin ji ber ku di gelek peyvan de "u"ya erebî di kurdî de dibe "i", bila ev peyv jî bibe "misliman" yan hê jî çêtir e ku bibe "mi-sil-man". Ya giring ew e ku nebe "mi-sul-man" ji ber ku di eslê xwe de jî "u" di kîteya duyem de nîne. Kurmancî "u"ya erebî dike "i" lê "i"yê nake "u".