Gotûbêj:joker

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Jêbirina Çend Maneyan[biguhêre]

Merheba hevalino, min bi guhertina xwe ya 17.02.2023ê, guhertinên bi nimreya "oldid=3847166" ya bikarhênerekî anonîm betal kir, ku ew çend peyvên "zoto", "zotarî" û "sûtal" tevlî maneya peyvê kiribû jê bir. Ji ber ku peyvên ew tevlî kiriye bêçavkanî dixuyin, xisûsen ji bo peyva "zotarî" (ku dişibe peyva "soytarı" ya tirkî) ti çavkaniyekê peyda nabe. Îxtimal e ku peyva "zoto" jî wekî kurtkirina wê peyvê fikirîne û tevlî kiriye, lê eynî tiştên min gotî ji bo vê peyvê jî muteber in. Û peyva "sûtal" jî xwedî maneyede din e. Nehatiye diyarkirin û îzahkirin ku ka peyva "joker" bi çi awayî, li kîjan herêmê bi wê maneyê tê bikaranîn. Ji ber fikrê min ê xeletbûna van, min van peyvan jê bir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:12, 16 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]