Gotûbêj:dibêjit

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferhengê
Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye Hakîmo ve

Hevalê hêja, forma standard ne "dibêjit" lê "dibêje" ye. Di devoka min de jî forma "dibêjit" tê bikaranîn lê ew devokî ye, ne standard e. --Ferhengvan (gotûbêj) 19:59, 26 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide


Hêja @Hakîmo:, li gor çi şertî te forma "dibêjit" wek standard û forma "dibêje" wek devokî bijartiye, madem ku di zimanê nivîskî de forma "dibêje" zêdeyî 90% tê bikaranîn?

Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 07:34, 27 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Merheba, Ferhengvan

Piraniya kurmancên ku wiha dinivîsînin, nabêjin dibêje lê dibêjin dibêji. Mesela di devoka min da wexta ku dibêjin tu bike, nabêjin tu biki, û gava dibêjin ew diki, nabêjin ew dike. Hin jî wiha dibêjin lê piranî dibêjin ew diki. Û ji ber ku piraniya kurmancên me yên îro ketine bin destê zimanê tirkan awayê nivîsandina me jî hatiye guherandin. Ez li ser awayê bilêvkirina kurmancan jî gelekî xebitîm. Dengê e yê tirkî, gava kurmancek bi lêv bikit, wekî dengê i yê kurmancî bi lêv dikit. Hêvîdar im em dê çareyekê bibînîn û tu dê baş tê bigihî.

dibêjitdibêjidibêje

Hakîmo (gotûbêj) 12:27, 27 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Qisûrê mêze meke. Xeletiya min bû. Yê ku min nivîsandiye ji bîr bike. Lê dîsa jî bi ya min em zimanê şairê berê tercîh bikîn. Ez dixwazim bizanim bê dibêje li şûna dibêjit çima standard e madem ku ewqas şaîrên berê forma -it tercîh kirine. Ma yên ku mesela dibêjin dibêjit mecbûr in dibêje binivîsînin? Ez -it hercar wek -e jî dixwînim. Hakîmo (gotûbêj) 17:15, 27 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Mesele ne têgihiştin an netêgihiştina min e, ezbenî. Min li ser dengnasiya kurmancî kitêbeke zêdeyî 400 rûpelan nivîsiye: https://zimannas.wordpress.com/2016/08/18/dengnasiya-zimane-kurdi-kiteb/
Mesele ew e ku mirov nikare ji formekê re bibêje standard eger piraniya mutleq wê bi awayekî din binivîse.
Piraniya şairên klasîk yên inglîz jî paşgira kesê sêyem yê yekhejmar wek -th nivîsiye (bo nimûne: cometh, hath, doth, saith) lê madem ku piraniya inglîzîzimanên niha wê wek -s dinivîsin (comes, has, does, says), ti kes wê cesaretê nade xwe ku bibêje formên bi -th standard in lê her kes qebûl dike ku niha formên bi -s standard in.
Silavên germ,

--Ferhengvan (gotûbêj) 20:59, 27 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

@Ferhengvan: Karê te karekî pîroz e, birê min. Berxwedar bî. Erê, rast e, paşgira kesê sêyem yê yekhejmar berê -th bû, lê niha bi kar nê ji ber ku kes êdin wer nabêje, yanî ti kes nabêje -th. Û madem ku yê kurmancî -it hîn li kar e, û hin kes wer dibêjin, bi ya min boy her kesî baştir e ku em neguhêrin. Niha mesela em bibêjin zarok û neviyên me dê bi vî zimanê standard yê bi paşgira -e wek ya standard bên perwerdekirin, dê zerereka mezin bide zimanê zarokên ku forma -it bi kar tînin. Çunkî dawiya dawî dê forma xwe biguhêrin û bikin -e ya standard. Û berevajî, zarokên ku bi forma -e mezin bûne û forma -it wek ya standard bibînin, dê zimanê xwe neguhêrin çunkî ew dikarin wê formê wek -e ya xwe bi lêv bikin gava ku dixwînin - Ez jî -it wek -e dixwînim. Mesela bi zimanê danmarkî peyva det (ew (yj.)) standard e lê her kes wek de bi lêv dikin gava ku dixwînin. Formên avestayî yên kesê yek-, du- û sêyem yê yekhejmar jî -mi (1.), -hi (2.) û -ti (3.) ne; yên kurmancî -(i)m (1.), -(y)î (2.) û -(i)t (3.) in. Ez naxwazim meselê dirêj bikim. Ez tenê li hêviya zimanekî adil im, yê ku her kes jê naxeyide. Silavên germ. Hakîmo (gotûbêj) 06:57, 28 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide