Gotûbêj:biraştin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Li herêma me wateya gotina "biraştin" ji "qelandin" û "kelandin" cûdatire. Dema goşt di nav rûn de bê germkirin dibe qelandin, dema di nav avê de bê germ kirin dibe kelandin lê dema ne av û ne rûn lê bi tena serê xwe li ser sêl an jî sacekî bê germ kirin wê demê ji vê kiryarê re tê gotin "biraştin". Ji ber vê yekê ez dibêjim ku wergera wek "fry" ( bi îngilîzî )yan jî "kızartmak" ( bi Tirkî ) ne raste. Silav û rêz.

Her bijî birêz Ferhengvan, bi rastî jî peya "roast" ya îngilîzî tam mane û wateya peyve "biraştin" dide. Tiştekî balkêş jî ewe ku "roast" û "braşt" gelekî dişibin hevdû (14.09.2010).

Di zaraveya Bextîyarî de "biraştin" "vereyzn" e. "Bevereyzn" tê wateya "bibrêje" . Tîpa "b" bûye "v" û "yz" ya Bextîyarî jî di Kurmancî de bûye "j".

Peyva "bêjing kirin" dl bextitarî de "veyzn" e. Di virde jî tîpa "b" ya Kurmancî di Bextîyarî de bûye "v" û tîpa "j" di Bextlyarî de dîsa "yz" ye.

Dîsa peyva "pêçandin-pêçîn" di Bextîyarî de "peyžn" e. Di vir de tipa "ç" di Bextîyarî de "žn" ye.

Ez bawer dikim ku berawird kirina ev hersê peyvên Kurmancî û Bextîyarî ji bo têgijiştina etîmolojîya van peyvên Kurdî alîkare. (Çavkanî: Bakhtiari Studies: Phonology, Text, Lexicon; Erik Anonby & Ashraf Asadi, Uppsala Universitet)