Gotûbêj:şikêr

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê
    • Tiştekî din yê balkêş: Dijmin bo ku Têkoşîna Gelê Kurd têk bibe dogmatîzma mizgeftê bi kar tîne, serî li demagojiyên siyasî û civakî dide. Lîstikên fatalîsta bazirganî dide pêş û metodên zordestiyê zêde dike. Gera li rastiyê, gihiştina nirxên mirovaniyê, ava kirina hestên bawerî û dostaniyê, berz kirin û bi hêz kirina mafê mirovan armanca wan nîne. Yek armanca wan heye, têkbirina Têkoşîna Rizgarîxwaz a Gelê Kurd. Kuştina rêxistiniya gelê Kurd û murdariya netewiyeta gelê Kurd e. Ji aliyê din ve dijmin dixwaze ku `mazî`-kevneşopiya Kurdan felc bike. Di têkbirin û kuştina beşê nivîskî de, dijmin serketî bûye. Gelê Kurd `mazî`- kevneşopiya xwe di gotina devkî de parastiye. Lewra wêjeya devkî ya gelê Kurd bê hember, bi hêz e. Bi vê pêwanê, em car din dubare bikin; barê giran li ser milên nivîskarên Kurd e. Eger nivîskar di nava gera `mazî`-kevneşopiya xwe de cewherê dirrî ne bîne, ji serketinê dûr e. Goethe, li nava kavilan li kevneşopiya klasîzmê digeriya. Emê di nava şikêr û xirbihên herka dîroka wêran de li rastiya xwe bigerin. Îdeolojiya Enstituya Frensa (1795) ku ji aliyê Tracy û Cabonîs ve hate damezrandin têkiliya navbera hiş û ramanê mirov û cîhana derve derxiste holê. Ev jî bi saya gotinê pêkanîn. Sensûalîzma Frensî, bi gotinên efsûnbazî derkete holê. Afirgerê sensûalîzma Frensî Condîllak bi wesifdaneke kûbarî hêza gotina xwe tîne ziman. Dibêje `ez şakirdê gotinê me`. — (Medenî Ferho: Li ser stîleke rêkûpêk rûnişt, Bagok.info)
kurt kir, zêde dirêj e.--Balyozxane (gotûbêj) 21:35, 14 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]