Anî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Anî Anî
Îzafe Aniya Aniyên
Çemandî Aniyê Aniyan
Nîşandera çemandî Aniyê wan Aniyan
Bangkirin Aniyê Aniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Aniyek Aniyin
Îzafe Aniyeke Aniyine
Çemandî Aniyekê Aniyinan
Katedrala Anî

Anî

  1. (Bajar) bajarek wêran e li parêzgeha Qersê li Bakurê Kurdistanê

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Kavilên Aniyê an jî bajarê Anî 42 kîlometre li dûrî bajarê Qersê ye. Li ser sînorê Ermenistanê ye. Ev bajar di Serdema Navîn de hatiye avakirin. Ji ber ku li ser riya Hevreşimê hatiye avakirin; bajarakî bazirganiyê bû jî. Dewlemendiya wî û qimeta wî ji vir tê. Kelaha ku navê xwe daye vê derê Piştî Zayînê di serdema 400’î de ji aliyê Qarsakên ku navê xwe dane bajarê Qersê ve hatiye çêkirin. Bircên eniya derve ji aliyê Qralê Aşot ve Piştî Zayînê di sala 964’an de hatine çêkirin. Piştî Qral Aşot, Sembatê 3’yemîn ve di sala 978’an de birc hatine zêdekirin. Cara 3’yemîn jî dema Sultanê Selçukiyan Alparslan ve sîstema bircan hatiye çêkirin. Bircên kelehê ji mûya hêştiran û ji kevirên reş 3 rêz hatine çêkirin. Dîsa di bircan de xerca Xorasanê hatiye bikaranîn. Birc û arazî di nava ahengekê de ne. 7 deriyên wê hene. Deriyên herî girîng Deriyê Şêran, Deriyê Qersê û Deriyê Sarniç in. Dirêjahiya bircan 2 hezar û 500 metre û bilindbûna wê jî qasî 8 metre ye. — (Azadiyawelat.com, 6/2007)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]