şivan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şivan şivan şivan
Îzafe şivana şivanê şivanên
Çemandî şivanê şivanî şivanan
Nîşandera çemandî şivanê şivanî wan şivanan
Bangkirin şivanê şivano şivanino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şivanek şivanek şivanin
Îzafe şivaneke şivanekî şivanine
Çemandî şivanekê şivanekî şivaninan
Şivanek û pezê xwe.

şivan mê û nêr

  1. Kesa/ê ku sereguhiya pezî yan terşî dike,
    kesa/ê ku pezî yan terşî dibe çerînê û çavdêriya wan dike.
    • آنین همی میر تژی رز کر
      آغل کو شڤان تژی پز کر
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    Anîn hemî mîr tejî rez kir
    Ax̣ul ku şivan tejî pez kir
    • Çavên bûkan bi hêstir in
      Qund digirîn distirên
      Ne pez mane ne şivan
      Ne bilûr û ne bilûrvan.
       — (HawarBirîn, Dr. Kamiran Alî Bedîrxan, Weşanên Nûdem, hj. 7, r. 145)
  2. (mecazî) rêber, birêveber, pêşeng, pêşewa, serok.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Gotineke pêşiyan[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî شوان(şiwan), kurdiya başûrî şiwan, şuwan, şahzênî/şêxbizinî şuwan, şowan, zazakî û hewramî şiwane, belûçî şipank, farisî چوبان(çûban) ku bi forma xwe ya kevntir شبان(şoban) bû, pehlewî şupan, şpan, avestayî fşupane- ji fşu- (pez) + pane- (-van, -parêz) ji proto-hindûewropî *peku- (pez) + *pe- (payîn, parastin, -van) anku "şivan: pezvan, pezparêz", bide ber gavan ("gaparêz"). Berevajî ku bi gelemperî tê bawerkirin, ne têkilî peyva şiv e. Herwiha ne têkilî shepherd ya îngilîzî ya şibî peyva "şivan" e. Çoban ya azerî, teterî û tirkî, չոբան (çʿoban) ya ermenî, çopan ya tirkmenistanî, چوپان(çûpan) ya urdûyî, चूपान (çûpan) ya hindî, choʻpon ya ozbekî, cioban ya romanî, чобанин (čobanin) ya bulgarî, чо̀бан/ čòban ya zimanên balkanî, чабан (çaban) ya rusî... ji zimanên îranî, bi taybetî ji farisî bi rêya osmanî hatine wergirtin. Ji formên wan diyar e ku ew ji farisî, ne ji zimanekî din yê îranî belav bûne. Ev diyardeyeka giştî ye: ji ber tesîra dîrokî ya zimanê farisî, peyvên îranî yên li dinyayê belav bûyî hema-hema bêistisna ji farisî ne, ne ji zimanên din yên îranî wek kurdî, belûçî, peştûyî, osetî...

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

şivan

  1. şîn, şîwen