şivîşk

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şivîşk şivîşk
Îzafe şivîşka şivîşkên
Çemandî şivîşkê şivîşkan
Nîşandera çemandî şivîşkê wan şivîşkan
Bangkirin şivîşkê şivîşkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şivîşkek şivîşkin
Îzafe şivîşkeke şivîşkine
Çemandî şivîşkekê şivîşkinan

şivîşk

  1. guman, şik, şibhe
  2. Cûreyek giya je bû reng kirini meşk û çerm tê bikaranîn

Navê zanistî[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • -Hikûmeta Tirk ji mêjve şivîşkan ji me dike. Heya em bikarin bê tirs bixebitin û xebata xwe ji çavên neyar veşêrin, divê ji rûve em xwe ji aliyê hikûmetê bidin xuya kirin. Min divê çend têlgirafan bidim Anqerê ku: “Leşkerê Şêx Seîd nîzîkî me dibe, ji bo em bikarin xwe li pêş wî bigirin û nehêlin şûreş bigehê erdê me, em hêvî dikin ji bo çê kirina alayiyên milîsan di nava welêt de desturê bidin”. Ji ber ku leşkerê wan hindike wê destûra me bidin. Hîngê em dê bikarin bê tirs peyayên xwe di qezayên Kexte û Pêtirgeyê de bicivînin. Heye ku hikûmet him çek û posat jî bide me. çi gava Şêx Seîd Sêwerek sitand, em jî dê rabin. Ez bawerim ku holê em bikarin bi kêrî xwe û welêt bûn û ji bin destê Tirkan derkevin. — (Bîranînên Osman Sebrî (1905 – 1993), birrê yekê, "Şoreş", komkirin û aadekirina Dilawer Zengî, Tirej.name, jêwergirtin 10/2011)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]