îkon

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî îkon îkon
Îzafe îkona îkonên
Çemandî îkonê îkonan
Nîşandera çemandî îkonê wan îkonan
Bangkirin îkonê îkonino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî îkonek îkonin
Îzafe îkoneke îkonine
Çemandî îkonekê îkoninan

îkon

  1. Tabloyên li dêrên mesîhiyan.
    • Hesenê Metê vê carê [di pirtûka xwe ya bi navê "Li dêrê"] bi mijareke cihê derdikeveke pêşberî me. Nivîskarekî kurd, li welatekî dûr î sar berê xwe dide dêrekê da li ser hin îkonên pîroz hûr bibe û di romana xwe de bihûne. Ew li dêrê pêrgî dergevanê dêrê, kurdekî zaxoyî tê. Çîroka ku nivîskar li dû ye di serpêhatiya Bilindê zaxoyî de dimehe. Bilindê ku ji ber bayê evîna dotmama xwe terkeserî dinyayê bûye, li xerîbiyê li dîwarê depresiyonê asê maye û di nav tenêtî û pirsên hebûn û nebûnê de vedigevize, dibe mijara sereke ya vê berhemê. — (Kulturname.com, 5/2011)
  2. Kesa/ê yan tişta/ê ku tê peristin yan pirr jê tê hezkirin.
    Hevmane: periste, mebûd, xweda, îlah, îdol, pût, senem, mebûde, îlahe
  3. sembol, nîşan

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji yûnanî εἰκών (eἰkón, wêne, portre).

Werger[biguhêre]