zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Gotineke pêşiyan[biguhêre]

zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane

  1. Kesên xwedîhêz û xwediyê ekonomiyek xurt in desthilatdar in û gotinên wan derbasdar e, biqîmet e.
    • Metelokek heye dibêjin: "Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane". Ango; Zora kê hebe, zêrên kê hebin, parên kê hebin, ê xwedî gotin û desthilatdar ew in. — (, Lotikxane.com06/2008)
    • Di civaka Kurdan da çîn hene. Di jiyana çandiniyê da nirxên civatê, yên edetî, exlaqî, olî hene. Axa, beg, ronakbîr, rênçber, xulam, azeb, civilek, cotkar, esnaf, zenatkar, hosta, kesên xwedan pîşe hene. Ewna di nav hev da dibin çend paran. Têkoşina van zedetir veşartî dibe. Dawiya paşin "zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane". — (Dr. Omer Uluçay, Leqat: Romaneke civakî-rastiya gund û gundiyên kurd [arşîv], diyarname.com2020)

Werger[biguhêre]