Here naverokê

zirx

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina zirx  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zirx zirx
Îzafe zirxê zirxên
Çemandî zirxî zirxan
Nîşandera çemandî zirxî wan zirxan
Bangkirin zirxo zirxino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zirxek zirxin
Îzafe zirxekî zirxine
Çemandî zirxekî zirxinan
Li serdema navîn zirxên siwariyên ewropî yên cengê madenî bûn.

zirx n

  1. Singer, cewşen, panzer, parêzk,
    asin yan tiştek din yê qayim yê ku mirov dixe ser tiştekî daku ew tişt zû-zû neşkê yan birîndar yan ziyandar nebe ta eger gule û fîşek jî pê bikevin.
  2. Tiştê qayim yê bi ser leşê hin ajelan ve (wek kûsiyan).
  3. Zirîpûş, tank, panzer, tirimpêlên qayim yên cengê.

Ji wêjeyê

[biguhêre]
  • Rê dûr e û divêt em îşev vegerin jî. Karwan bi rê dikeve. Mihemed Îhsan, Dexîl Seîd Xidir û ez li Monîkayeka zirxkirî siwar bûne. Li Kurdistanê ji otomobîlên Toyota Land Cruiser re dibêjin Monîka. Mebesta jê Monica Lewinsky-ya yara serokê berê yê Emerîkayê Bill Clintonî ye. Şofêrê me Beyar Ehmed li min temaşa dike û dibêje ”netirse, ev otomobîl çar ton e, hemî pola ye, guleyên top û tankan jî lê naçin”. Ez hinekê bi şik lê dinêrim û ew dibêje ”destê xwe ban û deriyên otomobîlê bide”. Ez kontrol dikim û dibînim ko hemî aliyên wê ji milê mal ve singerkirî ye û tu destê xwe li kû bidî wekî polayî hişk e. Beyar Ehmed dibêje ”ev otomobîl li Brîtanyayê bi 250 000 dolaran hatiye zirx kirin”. — (Arif Zêrevan: Wezîrê operasyonan da ser rêya Şingalê – Kurdistan mezin nebe dê biçûk bibe, Nefel.com, 9/2006)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha farisî زره (zirih), pehlewî zirad, avestayî zirade-. درع (dir') ya erebî û zırh ya tirkî ji zimanên îranî ne.

Werger

[biguhêre]